Sünnetên Rojîyê
Hinek sunnetên rojîyê evananin:
1. Texîrkirina paþîvê.
2. Di xwarina fitarê de lezkirin. Resulullah (S.A.V.) wuha dibêje:
“Paþîvê bixwin. Lewra di paþîvê de bereket heye. Heya ku însan di fitarê de lez bike di wan de xêr heye. (Buxarî û Muslim)
3. Rojîyê, eger hebe bi xurman tunebe bi avê vekirin.
4. Terikandina bêhnkirina bêhna xweþ û mêzekirina tiþtên ku kêfê didin mirov.
5. Terikandina hecematê.
6. Bi roj terikandina cûtina benîþt û teamkirina xwarinê.
7. Piþtî vekirina fitarê xwendina vê duayê:
"Allahumme leke sumtu ve ala rýzqîke eftartu"
8. Eger îmkanê mirov hebe, di Remezanê de bila sedeqê bidin û zikir bikin û Qur’anê bixweynin.
9. Di roja Remezanê ya dawîn de ketina îtîqafê.
Rojîyên ku Ferz in
1- Rojîya Meha Remezanê:Her sal di meha Remezanê de tê girtin
2- Rojîya Kefaretê:
Kesê di meha Remezanê de bi rojîye bi zanebun munasebeta cînsî bike, kefaretê vî cezayê xwe dide ku ev li serhev du meh e.
3- Rojîya Nezirê:
Rojîya di piþtî tiþtê ku hatiye nezirkirin were cî de tê girtin.
Rojîya Nafîle.
Herwkî ku di meha Remezanê de rojî ferze, ji bona terbîyekirina ruh û nefsê di van rojên jêr de girtina rojîyê jî nafîle ye:
1. Ji bona kesê ku ne mêvane û ne li heccê ye re di roja Arefê de girtina rojîyê sunnet e. Lê eger kesê ku buye mêvan, ji rojîyê zirarê bibîne, sefera wî kurt be jî, jê re rojî ne sunnete û li ser kesê ku ji bona rojîyê nîyeta xwe anîye re jî, rojî ne sunnet e. Lê eger di roja Arefê de nêt kiribe ku wê bi roj neçe Waqfê wê bi þev here weqfê re rojî sunnet e.
2. Di meha Muharremê de, di roja nehan û dehan û yazdeyan de girtina rojîyê sunnet e.
Resûlullah (S.A.V.) wuha dibêje:
" Ez hêvî dikim ku Xwedê Teala ji bona ku di roja Arefê de rojî girtîye gunehê wî mirovî ên sala berê û bertirê effu bike. Dîsa ez hêvî dikim ku, Xwedê Teala gunehê wî mirovê ku di roja Aþûrê (dehê Muharremê) de rojî girtîyê ên sala berê effu bike. Pêxember (S.A.V.) dewam kir û got: “Eger ez di salek din de sax bimînim ezê di roja nehan de jî, bigrim. Lê berê wê salê wefat kir. (Muslim)
3. Di rojên Duþemê û pêþemê de girtina rojîyê sunnet e. Resûlullah (S.A.V.) dibêje:
“Emel, di roja Duþemê û pêþemê de ji Xweda re tê pêþkêþkirin. Ez hez dikim ku dema ez bi rojî me, emelên min ji Xwedê Teala re bê pêþkêþkirin.” (Tirmîzî)
4. Di her mehê de, di rojên sêzdemîn û çardemîn û panzdemîn de girtina rojîyê sunnet e.
5. Piþtî meha Remezanê di þeþ rojên meha Þewalê de girtina rojîyê sunnet e. Eger ne nezir û qezabe û ji wirdekî wî re nebe manî di roja þemî û yekþemê de girtina rojîyê mekruh e.
Kesê ku rojîya nafîle bigre û mazeretk wî tunebe rojîya xwe biþkîne mekruh e. Qur’ana Kerîm wuha dibêje:
"Emelên xwe pûç û betal nekin.”
Lê eger mazeretek wî hebe, mesela li cîyekî mêvane û xwedîyê malê ji bona xwarina Wi pirr israr dike û eger xwarinê nexwe wê xwedîyê malê bixeyîde wêçaxê dikare rojîya xwe biþkîne. Ji bona ku rojîya xwe þikandîye qeza jî îcab nake.
Þikandina rojîya ferzê ‘eyîn û nezrê heram e.
Pîreka zewucî eger ji bona girtina rojîya nafîle destura mêrê xwe negre mekruh e.
Di rojên cejn û teþrîkan de girtina rojîyê heram e. Ji xêynî vanan herdemê girtina rojîyê mekruh e.
Mirovê ku berê rojî negirtîye, di panzdehên Þabanê de rojîyîyê bigre mekruh e.
Îtiqaf
Îtîqaf, kesekî musliman pirr dibe hindik dibe nîyeta xwe bîne û di mizgeftekî yan jî mescîdekî de bimîne ji vîya re îtîqaf tê gotin. Di her wextê de ketina îtîqafê sunnet e. Lê di meha Remezanê deh rojên dawîn de ketina îtîqafê efdaltir e.
Çar ruknê îtîqafê heye:
1. Nîyet anîn. Eger mirovek nîyeta xwe neyne û di mizgeftê de bimîne, ev îtîqaf nayê hesibandin. Kesê ji bona ku bikeve îtîqafê nezir bike; di nîyetê de lazime ku nîyeta jê re ferze bîne.
Ji bona îtîqafê wextekê kifþ neke û nîyeta mutleq bîne jî, ew ji bona wî bes e. Lê eger ji bona vegera mizgeftê nêt neke û here paþê vegere, ji nûh ve de anîna nîyetê lazim e. Lê demekê beyan bike û mesela bibêje, min îro nîyeta xwe anî ku ezê di vê migeftê de bikevim îtîqafê û ji bona mazeretekê ji mizgeftê derkeve û paþê þunda vegere, jê re ji nûh ve de nîyet îcab nake.
2. Divê îtîqaf di mizgeftekî yan jî mescîdekî de be.
Eger kesek di malekê de yan jî hucreyekê de nîyeta îtîqafê bîne, ew îtîqaf nayê hesibandin. Lê îtîqaf di mizgeftek kû nimêja înê têde tê kirinê de be, efdaltir e. Eger kesek bi þertê ku wê dernekeve nimêja înê bi qasî hefteyekî ku wê di mizgeftê de bikeve îtîqafê nîyeta xwe bîne, eger di wê mizgeftê de nimêja înîyê neyê kirin, ji bona ku mecbure here nimêja înê di wê mescîdê de na di mizgefta ku nimêja înîyê dike divê bikeve îtîqafê.
Kesê nezir kiribe ku wê di Mescîdê Heram de yan di Mescîdê Nebevî de yan jî di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, lazime ku li cîyê ku tayîn kiriye bikeve îtîqafê.
Lê kesek nezir bike ku wê di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, ji bona ku ji wê efdaltire di þuna wê de dikare di Mescîdê Heram û Mescîdê Nebevî de bikeve îtîqafê.
Lê ne Mescîdê Nebevî þuna Mescîdê Heram digre û nejî Mescîdê Aqsa þuna Mescîdê Nebevî yan jî Mescîdê heram digre. Ji xêynî van hersê mizgeftanansi nava mizgeftên mane de ferq tune. Ji bona vêya mesela kesê ku ji bona Mizgefta Xelîl Îbrahîm ya Ruhayê nîyeta xwe anîbe û di þuna wî de li Diyarbekir di Mizgefta Mezin de dikare bikeve îtîqafê.
3. Hindik be jî, demekê di mizgeftê de mayîn:
Ji bona îtiqafê di mizgeftê de runenê jî, li pîya bisekine û bigere bes e. Lê bitenê di mizgeftê de derbasbun jibona îtîqafê ne kafî ye.
Þertên ku mirov bibe mutekîf (îtîqafa wî qebul bibe) sisêne:
a) Musliman bun
b) Biaqil bun
c) Ji Hadesê ekber paqijbun. Yanî ne bi cinobetî be û di heyîz û nîfasê de nebe. Eger mirovekî bêdesnimêj here mizgeftekê dikare ji bona ît’iqafê nîyeta xwe bîne û anîn jî, sunnet e. Lê bi desnimêj têkeve mizgeftê û nîyeta xwe bîne efdaltir e.
Eger mirovekî di îtîqafê de îhtîlam bibe, jê re þuþtin lazime. Bi cinobetî di mizgeftê de mayîna wî heram e.
Eger mirovek di mizgeftekî de nezir bike ku biqasî hefteyekî di îtîqafê de bimîne û bixeriqe yan din bibe, muddeta xeriqbun û dînbunê ji bona wî ji îtîqafê tê hesibandin.
Kesê ku di îtîqafê de bêhnê bi xwe bide yan kincê xweþ lixwe bike yan jî rojîyê bigre jê re ne zirar e.
Eger kesek di rojek bi rocîye de nezir bike ku wê têkeve îtîqafê, divê di rojek bi rojîye de bikeve îtîqafê.
Kesê ji bona hefteyekî nezir kiribe ku wê têkeve îtîqafê ji ber mazereta ku wek girtina desnimêjê û xwarina xwarinê û ji bo xwendina azanê derkeve ser minarek ji camîyê wê de lê ne dûr û ji ber nexweþîyê û heyîzê dikare ji mizgeftê derkeve. Lê ji bo dema ku ji ber nexweþî û heyîzê li derveyî mizgeftê maye re qeza lazim e.
Ji bo kesê ku di îtîqafê de ye, caîze ku bi þefqet zarokên xwe maç bike û porê xwe þe bike û bizewuce û bizewucîne û kincan li xwe bike danustandinê bike û bi dirûn û nivîsandinê mijul bibe û xwarinê bixwe. Dîsa caîze hem kesê di mizgeftê de di îtîqafê de ye û hem kesên din peyva mubah bibêje û razê û vezelê. Dîsa caîze ku di mizgeftê de xwarinê bixwe û sifrê rabixîne û di nava firaqekî de destê xwe biþo. Lê kesê di mizgeftê de ketîye îtîqafê, li gor îmkanê xwe Qur’anê tîlawet bike û bi îlîm mijul bibe efdaltir e.
Îtîqaf her wextê sunnetê muekede ye. Lê ji bona ku rastî þeva Leylet’ul Qedrê were, di meha Remezanê de ketina îtîqafê bixêrtir e
FÝKRÝ AMEDÝ