Hemzeyê Miksî êk ji rewşenbîr, zana, sîyasetvan û xebatkarê gelê Kurd kû di destpêka sedsala bîstan da bûye. Bo destve anîna hêvîyên gelê Kurd xebitiye û afirandinên mezin di çand û dîroka veşartî ya gelê Kurd re çê kiriye. Em her gav navê Hemzeyê şehîd di nava sitranên dengbêjên herî nevdar ê gelê me de guhdarî dikin. Zaf kes hene navê wî bihîstine û çi zanyarî li ser jiyan û xebata wî nînin.
Hemzeyê Miksî(sernûserê kovara Jîn)
Hemzeyê Miksî li dawiya sedsala nozdan li serdemê şoreşên Botan û Şêx Ubeydulahê Şemzînan li Miksê ya Wanê ji dayik bûye. Xwandina xwe ji dibistanên Wanê dest pê kiriye û heya xwandina îlahiyat li Stenbolê domandiye, li ser malbata wî zanînên berçav nehatine xuya kirin.
Hemze li sala 1910ê zayînî çûye nava refên xebatkar û rewşenbîrên Kurd di rêxistinên wî serdemî yên ku li bajarê Stenbolê ava bûyin.
Mezintirîn xebata wî ya çandî û edebî xirve kirin û çap kirina Mem û Zîna Ehmedê Xanî li sala 1918 yê zayînî bûye û pêşgotinekî têr û fireh jê re nivîsandiye, emê di dawiyê da bijardeyek ji wê pêşgotinê ji hogirên çand û edebiyata Kurdî re pêşkêş bikin.
Hemze êk ji damezrênerê Civata Feqîyê Kurdan bû ku li sala 1912an hate damezrandin. Govara Jîn ku organa fermî ya wê rêxistinê bû, pitir ji 30 hijmaran lê derçû û ji hejmara yekem heya hejmara 20-an, Hemze berpirsê wê bûye. Her wisan êk ji damezrênerê Komela Pêşketina Kurdistanê bû. Komela navbirî “Şerîf Paşa” wek nûnerê gelê Kurd dişîne Konfiransa Parîsê û peymana Sêvirê imza diket ko mezintirîn hêviya gelê Kurd “Serxwebûn” ji soz û xalên wê peymanê bû ku eva han nîşana hişyarî û xebata siyasî ya Hemze û hevalên wî bû, li ser bextê Kurdan ev peymane mirî hate zanîn.
Piştî weşandina hijmara 20an a rojnama Jînê, Hemze tê girtin û wisan tê xoya kirin ku Hemze şehîd bûye, heta di rojnameya Jîn de seba şehîd bûna wî nûçeyên balkêş hene û Ebdurehîm Rehmî yê Hekarî wek pexşan û çîroknivîsê wê govarê de ko yekem şanoya Kurdî a “Memê Alan” di wê govarê da weşandiye, helbestek bi navê “şehîdê Kurdistan Hemze” di hejmar 36an de, a 17yê Gulana sala 1920-an weşandiye. Lê şehîd bûna wî rast der neket. Hemze li serhildana Şêx Seîdê Pîran carek din tê girtin, bi hêceta wê çendê ko di devera Mardînê gotiye: “Dema ku hemû miletên cîhanê heqê xwe bistînin, çima Kurd ji Pirensîpên Wîlson fêde nebînin.”
Bi wê axavtinê bi guneha “xiyanet bi welat re” hatiye girtin, ko ji gor govara Jîn a wî serdemî işkence kirine û şandine hepsxana Dîyarbekirê û cezayê sêdaredanê jê re dane. Li gor pêkolên Mihemmed Emîn Boz Erselan û Dr. Nuredîn Zaza li Surye cihwar dibe.
Hemzeyê Miksî bilî zimanê Kurdî, zimanê Turkî, Farsî û Erebî bi başî dizanî, li Eyndewerê bajarekî biçûk di nava Cizîrê di bin desthilata Feransewîyan û dewleta Suryê da ku bi destê Feransewîyan ji bo koçerên Kurd, Asorî, Ermenî û Kildaniyan hatibû ava kirin, cihwar dibe. Hemze di wî bajarî da ku gelek kes wek gund lê nêrîne dibe mamosta û rêveberê dibistanê, ji Kurdan kes zarokên xwe naşîne dibistanê, wek tê zanîn Hemze diçe ber deriyê wan û bi kurmancîya xwe ya Miksî, daxwaz û ricayê ji wan dike ko zarokên xwe bişînin dibistanê, heta bi Erebî jî be, gava ku dît fêde naket, rojekê cendirmeyekê tev xwe dibe ber derîyê xanîyan û ji wan re dibêje: “Heger hûn zarokên xwe neşînin dibistanê, dewlet dê ceza bide we.”
Di sala 1940an Feransewiyan û dewleta Suryê ji Eyandewerê paşda vekêşan û gundê Eyndewerê ji wê derê rakirin û birine ser tuxîbê Îraqê.
Bi wî terzî Hemzeyê Miksî bi heyamê 20 salan bûye mamostayê zarokên Kurd, Ereb, Sûryanî û Ermeniyan û zaf ji zarokên wê dibistanê gehiştine xwandina bala di bajarên mezin ê Suryê da.
Tê zanîn ku Hemzeyê Miksî tev Dr. Kamiran Bedirxan elfabeya latînî ji Kurdî ra danaye. Jina wî wek jina Êhsan Nurî Paşa Turk bû û heya dawiya jîyana wî tevî kul û derdên wî ra ma.
Li ser roja wexera wî gotinên cor bi cor hene, hinek kes dibêjin sala 1958-an û hinek kes sala 1965-an roja wexer kirna wî dihijmêrin.
Hemzeyê Miksî piştî jînekî bi kul û keser tev xebat û têkoşîn bo rizgariya welatê bab û kalan, bi destê evîndarên çand û edebiyata Kurdî di nava axa bab û kalan de di gundê Dugerê devera Cizîrê nêzîkê bajarê Tirbe Sipiyê teslîm axê hate kirin.
Li ser kêla wî helbesta xwarê hatiye nivîsîn:
Mamosta, Hemze beg,
Rehberê fidakar
Pir kes ji xwe te kirine hişyar
Raze bi xweşî bes em sala
Peyman delême ev hevala
Roja welat bijî bibînim
Ev mujde bi xwe bo te bînim
***
Hilbijartiyek ji “dîbace”ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi nivîsîna Hemzeyê Miksî.
Hemzeyê Miksî di destpêkê da wiha nivîsandiye: “Ji bo her qewm û miletekî edebiyat û asarê edebî wek xîmê qewîne, ji bo serayêt alî miletê xwe ê edebiyat çi qedr bikevite serayê selteneta wî yê maddî bi herifit dîsa bi himetekî tête temîr kirin.”
Hemze rizgariya gelên din ên kû pêştir bindest bûn, wek nimûne aniye: “. . . bingehê li vî heqîqetî her qewm û miletê kû arezûya mewcudiyet û selteneta xwe ya millî bikin, hewceye ewelê emir ve ihtimadekî qewî bidene edebyat û asarê xwe yê edebî.
Ev heqîqeta han di pêşiya çar esran da Hezretê Ehmedê Xanî derk kiriye û ji bo wê xebitiye. Dibêjît: “Min lîsanê Kurdî anîye nizam û intizamê:
Da xelq nebêjin ku Ekrad
Bê merîfetin, bê esl û binyad
Xasma di wî esrî da di alema medeniyetê da hucet û beratên miletan lîsan û edebiyata wan e, miletê bê hucet, bê berat dewa wî nayête se kirin, kes guhê xwe nadetê meger meelom bibe . . . . “
Her wisan li ser dîroka vehandina Mem û Zîn û jîna Ehmedê Xanî û bandora wî li ser xelkê Kurdistanê bi giştî, wiha nivîsandiye: ” . . . di (1061) ê da hatiye dunyayê.
Lewra ku dema ji xeyb fek bû
Tarîx hizar û şêst û yek bû
Tarîxa nivîsîna Mem û Zînê (1105)e, merhumê mexfor piştî nivîsîna weladeta xwe axirê (Mem û Zîn)ê da wihe dibêjît: Îsal gehişte çil û çaran wî pêşrewê gunahkaran. Sed heyf ku rêkevta wefata wî meelom niye, medfena wî li Bayezîdê ye ziyaretgeha Kurdan e, çend eser nivîsîne, hemî Kurdî ne (nûbihara biçûkan) eserekî xayet nivîsîye di (1094) da, dibêjit min ev eser nivîsîye:
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên kurmancan.
Tarîxa heyata wî ger çi “mutezimen” ne meelome, ema ji asarê wî tête zanîn kû Ehmedê Xanî wek Firdosî ji bo miliyeta xwe xebitiye, temamê mevcudiyeta xwe di wê rê da serf kiriye, asarê Ehmedê Xanî di Kurdistanê xayet mueteberin, her kesek bi ihtiram navê wî zikir diket.
Feqet dereca tesîrê da negihaye Firdosî, çunke Firdosî bi qelema xwe Îran hejand, Ehmedê Xanî nehêla ku Kurdistan temam bimirît ji mewta muebed xilas kir. Ema temam ehya nekir, çunke zemanê Firdosî ji bo fikra wî musaid bû, zemanê Ehmedê Xanî xayet bere bad û çetin bû, dewleta Osmanî digel hikûmeta Îranê muttefîqen Kurdistan di navbera xwe da teqsîm kiribûn, dest û pîyê wan wisan girêdabûn kû ne dikarîn xwe bihejînin, çinku made bi her terefan da çawan esker soq li ser wan dikirin bi cûrên hîle ixtilaf û şiqaq êxistibûne nav Kurdan.”
Hemzeyê Miksî derbarê egîdiya xortên Kurdan û zimanê Kurdî û di dawiyê da gazindan ji xortên welat dike û ji xwedê daxwaza serketina wan diket: “Hezretê Ehmedê Xanî xayet muteesîr bûye, himeta wî hatiye . . . bi wî terzî kiriye hewar.
Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wech mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkom
Temaşa Kurdistanê û Kurdan kiriye, şucaet û xiret û hîmeta di Kurdan da dîtiye, di miletekî dî da nedîtiye, dest bisîna a Kurdan kiriye.
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mîrekê wan bi rezmê Rostem
Bi fikir ji Ereb hetawe Gurcan
Kurmanciye bûye şibhê Burcan . . .
Ji ber wî qasî lîsana Kurdî lîsana resmî nebûye, rewac nekiriye ax û keser ji dil aniye.
Ger dê hebûye me jî xudanek
Elî keremek letîfe danek
Min dê elemê kelamê mewzun
Alî bikara li bûnê gerdun
Nînin ji qumaş ra xerîdar.
Birastî bazara xortê me jî wek bazara Ehmedê Xanî kesad e, çi qedir izhara himîqî diken . . . Xilas nabin ji kola welat ji wir selamet namînin, ya reb tu wan mehfoz bidêr û muwefeq bike.”
qedrican@yahoo. com
Jêder:
1-Govara Rojnamewanî jimar 6 -7
2-Mem û Zîna Ehmedê Xanî, şirove kirin û vekolîna Emînê Usman
3-Govara Jîn, xirve kirin û çap kirina Mihemmed Emîn Boz Erselan
WAR Hejmar 14