Hukmê Teharetê
Mana peyva teharetê
Teharet di ferhengê de tê maneya pakbunê û paqijîyê. Di istilahê fiqhî de xwe ji pîsîyên maddî û manewî (necaset û hedasetê) paqijkirin e. Di erebî de ji vêya re; tatahhara bî’l-ma (bi avê paqij bu) û tatahhara mîn’eî-hased (ji çavnebarîyê xelas bu) tê gotin.
Teharet bi şer’i nimêjê helal dike yan jî kirinek di hukmê wî de ye. Xwe şuştina wî kesê cinube yan jî kesê ku di laşê wî û mekanê wî de necîs (pîsî) heye xwe ji vê pîsîyê îzalekirin e.
Girîngîya ku îslamê daye paqijî û pakbunê
Îslamê gelek ehemîyet daye paqijî û pakbunê. Ev rewş ji van mînakên jêrîn tê fahmkirin.
a. Hatiye emirkirin ku rojê çend caran ji bona nimêjê destnimêj bê girtin.
Gelî ewên ku bawerî anîne! Dema hûn rabun nimêjê rûyê xwe û heta enîşkan destê xwe bişon, serê xwe mesh bikin, heta herdu panîyên xwe pîyên xwe bişon. (Mâîde/6)
b. Di piştî munasebeta cînsî de emrê şûştinê kirîye. Eger hûn cinobetî bin xwe paqij bikin. (Mâîde/6)
Hz. Pêxember jî wuha gotîye:
“ Heftê carekê xwe şûştin û di wê rojê de serê xwe û laşê xwe şûştin li ser her muslimanî heqqê Xweda ye.[1][1]
c. Emrê jêkirina neynukan û paqijkirina diranan û kincan kirîye. Hz. Pêxember wuha gotîye:
“ pênc tişt ji fitratê ye: Evanan sunnetbun, kurkirina berzikê, paqijkirina mûyên
binçeng, jêkirina neynûkan û kinkirina simbêlê ye. [2][2]
Eger ji ummeta min re zor nehata minê di her nimêjê de emrê pêkanîna mîswaqê bikira.[3][3]
Îbare di rîwayetek din de wuha hatîye:
Di her destnimêjê de (emrê pêkanîna mîswaqê bikira).[4][4]
Xwedê Teala gotîye: “Kincên xwe paqij bike” (Muddessîr/4) û pêxember (s.a.s) jî, ji eshabê xwe re wuha gotîye:
Hûn diçin cem birayên xwe. Kincên xwe paqij bikin, zînên heywanên xwe rast bikin ku hûn din ava mirovan de bibin mînak.
Çawa ku Xwedê Teala ji gotin û kirinên xerab hez nake wusa ji axaftina bi mubalağa û bizorê jî hez nake.[5][5]
Xweda, ji ên gellek tewbekarin û gellek xwe paqijkerin hez dike. (Beqere/222)
Dînê Îslamê teharet; nîvê bawerîyê hesibandî ye. Di vê mijarê de Pêxember (s.a.s) wuha gotî ye:
“Paqijî nîvê bawerîyê ye.”[6][6]
Hîkmetên teharetê
Dînê Îslamê ji ber gelek sedeman ve emrê teharetê kirîye. Emê ji vanan hinekan zikir bikin.
1. Teharet ji fitratê ye. Îslam ji ber fitratê ve meylê pakbunê dike û tabîaten ji qirêj û pîsîyê dûr disekine. Ji ber ku Îslam dînekî fitrîye emirkirina paqijî û pakbunê pirr tabîiye.
2. Ji bona ku keramet û îzzeta muslimanan biparêze ev tişt emir kirî ye. Ji ber ku însan ji ber tebîetê xwe ve meylê paqijî û pakbunê dike; hez dike li cîyên paqij runê û ji cîyên pîs bireve. Ji bona ku îslam hesase ku îzzeta mu’mînan biparêze loma emrê pakbunê dike ku di nava mirovan de ezîz û paqij bin.
3- ji bona parastina sihhetê teharet emir kirîye lewra paqijî mirovan ji nexweşîyan diparêze. Nexweşî gelek caran ji ber pîsîyê ve belav dibe. Dînê Îslamê daxwazîya pakijîya laş û rû û dest û poz û pîyan dike. Lewra herî zêde evan uzûvan qirêj dibin. Rojê çend caran şûştina van uzûvan mirov ji nexweşîyê diparêze
4. ji bona ku mirov di hizura Xweda de paqij û nezîh bisekine loma emir kirî ye. Lewra musliman di nimêjê de xîtabê Xweda dike û ji wî re lavayî dike. Ji ber vê yekê pêwîste hem zahirê wî û hem jî batinê wî paqij bibe. Lewra Xweda, ji ên gellek tewbekarin û gellek xwe paqijkerin hez dike. (Binêre. Beqere/222)
Avên ku pê paqijî tê kirin
Ev avanan avên baranê, berfê, behrê, çeman, biran û kanîyan en tabiî ne. Avên ku pê paqijî tê kirin em dikarin bi van peyvan bînin ziman avên ji esman tên û ên ji erdê derdikevin
Me ji asîman aveka paqij daxistî ye. (Furqan/48)
Ji bo ku we paqij bike, pîsîtîyên şeytîn ji we biborîne û dilê we bihev ve girêbide û bi vêya pîyê we li erdê qewîn bike, di ser we de ji asîman baran barandibu.
(Enfal/11)
Mirovekî ji Resulullah (s.a.v) wuha pirsî got: “Ya Resulê Xweda! Em derdikevin rêwîtîya behrê û em dikarin hindik av bi xwe re bibin. Eger em bi wê avê destnimêj bigrin, em bê av dimînin. Gelo em dikarin bi ava behrê desmêj bigrin yan na? Hz. Pêxember wuha bersiva wî da got:
“Ava behrê paqij û mirîyên wê helal e.[7][7]
Ebu Dâvud, Tirmizî, Neseî, İbn Mâce ve Ahmed b. Hanbel, (Ebu Hüreyre'den). Tirmİzî hasen-sahih olduğunu söylemiştir.
FİKRÎ AMEDÎ