Beþên Avan
CÛRÊN AVAN
Avên ku pê paqijî tê kirin heft cûr e. Bi van avanan bi her awayî paqijî kirin caîz e. Evanan:
1-Avên baranê,
2- Avên behrê,
3- Avên çeman,
4- Avên bîran,
5- Avên kanîyan,
6- Avên berfê,
7- Avên zîpikê ye.
Ji ber ku paqijî bi avê tê kirin, wekî ku me li jor îfade kiriye; ew heft cûr av esas tê girtin.
Dîsa ji bona ku paqijî þertê her îbadetê ye, di mijarên îlmîhal û îbadetan de di serî de tê zikirkirin.
Hemu avên ku ji esman dadikevin û ji erdê dipijiqin paqijin. Delîlê paqijîya van avan ev ayeta Qur’ana kerîm e:
"... Ji bo ku we paqij bike, di ser we de ji asîman baran barandibu." (Enfal: 8/ 11)
Ebu Hureyre ji pêxemberê me (s.a.v.) hedîsek þerîf wuha rîwayet dike:
Mirovekî ji Resulullah (s.a.v) wuha pirsî got: “Ya Resulê Xweda! Em derdikevin rêwîtîya behrê û em dikarin hindik av bi xwe re bibin. Eger em bi wê avê destnimêj bigrin, em bê av dimînin. Gelo em dikarin bi ava behrê desnimêj bigrin yan na? Hz. Pêxember wuha bersiva wî da got:
“Ava behrê paqij û mirîyên wê helal e.
Paþê ev avanan li gorî keyfîyeta xwe çar qisim in. Evanan jî;
1. Ava ku paqij û paqijkere û karanîna wê ne mekruh e. Ev ava mutleq e.
2. Ava ku paqij û paqijkere û karanîna wî mekruh e. Ava ku li ber tavê hatîye danîn ev av e.
3. Ava ku paqije û ne paqijkere: ava ku ji bo desnimêjê, xuslê û ji bo pakirina necasetê hatiye karanîn ev av e.
4. Ava necîs: ava ji qulleteynê hindiktire û ji cûrê necîsê tiþtek li nav ketibe ev av e. (Ava ku bi qasî qulleteynê yan jî zêdetirê wê be û tiþtekî ji cûrên necîs li nav ketibe û ji sê wesfên avê reng û bêhn û teama wê yekê biguherîne ew av necîs e) Qulleteyn, nêzîkî pênsed lîtreyê bexdadê ye.
Paþê avên ji asîman dadikevin û ji erdê dipijiqin di nav xwe de çar qisim in.
1- Ava Mutleq: Ava ku Xwedê Teala li ser wesfê avê xuluqandî ye. Þertê paqijbuna vê avê eve; tu tiþtek li navê neketibe û demek dirêj li cîyekî mabe û rengê wê wek kevzê bube jî wesfê xwe yê mutleqîyê hinda nake. Ev av tê vexwarin, pê desnimêj tê girtin û di karê desnimêjê, xuslê û paqijîyê de tê bikaranîn.
2- Ava ku hem paqije û hem paqijkere û karanîna wê mekruh e. Ava ku li ber tavê hatiye germkirin ev av e.
Mekruhbuna vê avê ji ber van sedeman ve ye.
a) ji bona ku li welatên pirr germe
b) Di firaqê madenî ên hesin û sifir de germ dibe
c) Mirî be jî di laþê mirovan de tê bikaranîn. Di laþê heywanên wek hesp û ên wek wan de ku belek bune de jî karanîn jî mekruh e. Lewra dibe sedema gûrîbunê
Li gorî ku Îmamê Þafîî (r.a.) neqil kirîye Hezretî Umer ji ber ku ji alîyê tibbê ve ava li ber tavê hatiye germkirin bi zirare mekruh dihesiband. Lewra ji ber herareta tavê molekûlên piçûk derdikeve ser rûyê avê. Gava ev molekûlanan derdikevin ser rûyê avê ger temasê wucud bibe dibe sedemê nexweþîya gurîbunê.
3- Ava ku paqije û ne paqijkere: Ev cûrên avê di desnimêjê û xuslê û paqijkirina necasetê de nayê bikaranîn. Li di vexwarin û xwarinê de mirov dikare bikar bîne. Ev avanan ji du qisim in:
a) Ava ku di ferzê destnimêjê û xuslê de hatiye karanîn û ji pîvana qulleteynê hindiktire. Ji ferzê destnimêjê û xuslê mexset eve; ava di cara yekemîn de ji bo ûzuvên ku di destnimêjê de þuþtina wan ferze û di xuslê de þûþtina hemu wucud de hatiye karanîn e. Ji ber ku þûþtina ferz yek care ava di þûþtina dudiyan û sisêyan de hatiye karanîn eger di firaqek din da bê valakirin ne ava ku hatiye karanîn e. Yanî ava di vê rewþê de wesfê xwe yê paqijkerîyê hinda nake.
b) Ava ku madeyek li navê ketîye. Ev madeya ku li navê ketîye paqije jî, lê ji bona ku avê mutleqîya xwe hinda kirîye rengê avê diguherîne. Ji ber vê yekê tiþtekî wek çayê û ard paqij li nav avê ketibe bi wê avê paqijî nayê kirin
4- Ava ku ne paqije. Ava ku pîsî û necîs ketîye navê ev ave û ev av jî du qisim e.
a) Ava hinidik: Ava ku bi qasî qulleteynê ku 210 lîtreyê ( nêzîkî 192 kg ye) tune. Eger aveka bi qasî vîya necîs li navê keve û rengê wê û teama wê bêhna wê neguhere jî ew av necîs e.
b) Ava pirr: Ava ku pîvana wê ji ava me li jor behs kiribu zêdetir e. Eger necîsek li nava avek awa bikeve hema pîs nabe. Lê eger ji sê wesfê avê bêhn û team û reng yek biguhere wêgavê necîs dibe. Delîlê vîya jî ev delîla Îbnî Munzire: Eger hindik yajî zêde necasetek bikeve nava avê û reng û team û bêhna avê yekî xerab bike, di necîsbunek ava awa de aliman îcma kirîye.
FÝKRÎ AMEDÎ