Medrese û xwendevanî li Bajaré Miksé di sedsalén 16 û 17 yé da gelek péşda dixwîyé. Bi taybet di hémana Mir Hesené Welî (1520-1566) da ev yeka ha îdî péşva çoye. Dewle li seré Medreseyén wan zemanan niha héja jî mileté Miksé di waré ziman, edebiyat, exlaq û urf û adetén komelî da, di dereceyéké bilind û rumetmedar da nin.
Sadeyî, zelalî, delalî û melodîkmanîya Kurmancîya Feqîyé Teyran (1590-1660) ji kûranîya vé çanda qedîma Medreseyén wî zemanî diheriké. Feqîyé Teyran dibéjin ku xweda giranbe heval nifşé Melayé Cizîrî ye. Feqî ne bi Kurmancîya Cizîré ango Kurmancîya Botan û Hekarya, wî raste rast bi devoka Miksé û bi Kurmancîyek xwerrû helbestén xwe anîye ziman. Bi vé sebebé Feqî ne Hekkarî ye, ne jî Botî ye. Hîç şik té da namîné ku Feqîyé Teyran Miksî ye.
Miks (ango Mikis=Mukis) prensîyéké biçûk ya Kurdistané ye. Ev Mîrekiya biçûk jî weka van Mîrekîyén mezinén weka Bedlîs û Hekarya serbest û azad e, welatéké serbixwe û aram e. Ev prensî ji desté Mîré Hekkarya pir zehmeti û tedayîyé kişandiye. Mîren Miksé di serhildana Bedirxan Begé Botan da û di sala 1847 da jî cîyén xwe girtine. Xan Mehmûd Beg ‘Peymana Pîroz’ imza kir, bu hevalbendé Mîr Bedirxan û bi cesaret û mérxasî singé xwe da ber gulleyén Osmaniyan. Sala 1655 é gava Melik Ahmet Paşa ba dike ku Mîrekén Kurdistané bi artéşén xwe va béne hawara wî ku herin ser Hikimdaré Bajaré Bedlîsé Ebdel Xan, Mîré Miksé iştiraqé vé brakujîyé nake. Wé gavé Mîrén Şérwan, Zirkan, Késan û çendék din jî naçine ser Bedlîsé.
Şakir Epözdemir/Rizgarî
Ji statuya Miksé 3 heb navdar rabûn e. Medresa Miksé xwendevanén qedirbilind û payebilind gihandî ye. Yek ji wan Mîr Hesené Welî ye. Ev şexsiyet ji ber ku zéde bi aqil e û baş péşiya xwe dibîné û gelek dîndar û xweşbîne, Miksiyan wî wek ‘Weliyan’ pejirandin e.
Ev Ewliyayé Xwedé yé merivperwer wisa homanîste ku dér û mizgevt û manastir û medresan li tenişta hev daye avakırın. Firqîyet nexistiye navbera Mesîhî û Misilmanan. Mîr Hesen bi hemî mecalén xwe zor daye xwendin û îmaraté. Li Miksé gelék îmaratén li ser navé wî henin.
Feqîyé Teyran ne tené seré Miksîyan tené bilind kirî ye lé wî seré hemî Kurdistaniyan bilind kirî ye. Feqî ne tené li Miksé, lé li hemî der û dorén Kurdistané geriyaye û tim û daîm di Medresan da maye. Li her Medreseyék semîneran tertîp kirî ye, bi gundiyan ra sohbet kirîye, bi melan ra ketiye munazereyé. Şexsiyetéké wisa ye ku ne ji kesî ditirsé û ne jî ji kesî şerm dik e.
Li Welaté me yé Zirikan a Derzin û Girdikan di devé xelqé da 2 çîrokén Feqî henin.(1)
Ev gotûbéj wahanin : Feqî té gundé Erbo. Li Medresa Erbo çend roj dibe méhvan. Erboyî wan çend rojén ku Feqîyé Teyran li Mizgevt û Medreseyé li ba şagirtén Medreseyé dimîné ew jî terka vî méhvané xweşsihbet nakın û heya derengé şevé guhdariya sibeta wî dikin, seré sibé diçine niméjé, dîsa li ba Mamoste dimînin. Jinén Erboyîyan ji vé meseleyé hérs dibin, bénteng dibin, jinek dibî xeberbéjé hemî jinan û diçî ber deré camîyé gazî zilaman dike, bi dengék bilind gazinan dike, Feqî derdikevé derva ka ev çi qerebalixe, jinika navsere û rûqaîm Feqî dibîné ku yeké kinik û qelsikok e. Dibéje “- Ev méhvané we yé ku çend roje we ji iş û kar û eyalén we kirîye eve..? Me digo ka Feqîyé Teyran perén wî henin, ka difiré..” Feqî ji vé pîrejina Erboyî ra waha dibé :
“- Mizgevta Erbo xweş mekan e.(2) Ciyé bazara ker û héstiran e. Keré mezin melayé wan e.”
Ji Erbo diçe Werqanis. Ji qedîmî va Medreseyék li Werqanis jî heye. Mesela Erbo li vir jî diqewimé. Jinék di xatir xwestiné da Feqî dibîné. Bi dengék bilind dibéjé “- Wîîî! Ev delalé dilé we eve? “ Feqî beré xwe didé vé jinika ciwan û jé ra dibé: “- Navé te Meryeme, Singé te senem e, Ciyé te Cehennem e.”
Ji min derew, belé min ji xelké bihîstîye ku li bajaré Wané çend keçikén xwendevan û tolaz bihîstine ku Feqiyé Teyran li Wané, li Medresé ye. Ev keçén xwuwarde (fal), dixwazin ku herin wî helbestvané bi nav û deng bibînin. Gava ku Feqî derdikevé hafa wan, keçeka zimandiréj dibéjé dibéjé“- Ev Feqîyé Teyran tûyî ku me ji ber eşqa te xewén şevan jî li xwe heram kiribû. Xwezil bi navé te lé ne bi dîtina te…” Feqî raste rast zéfan bi wé keça bé şerm dike û dibé :
“- Heré şoxé, eré şengé! Doxîn sisté li nav tengé, … ew bi te pak e…”
Wisa xuya dike ku Feqî pir geriya ye. Kurd belesebeb nabéjin “- Geriyayî dirîyayî..”
Feqîyé Teyran merivéké dirîyayî ye. Mîr e, prens e, pişta wî qaîme, ji kesî natirsé û şerm nak e. Xwenda ye, zana ye û li hemî Kurdistané geriya ye. Xwezî min bizaniya ka hespé wî boze ango héşîne, min bizanî ka gelo hespe, héztire ango meîn e. Min bizaniya ka zîn û xurcıka wîya kitéban bi çî rengî ne. Min bizaniya zewicîye an na, ku zewicîbî gelo çend jin anîne..? Ez dibéjim ka Feqî jî weka Melayé Cizîrî bé dawet ma ye.
Mezin û navdaréké qedirbilindé ku ji Medresa Mîr Hesen mezûn buye Mutilla Beg e. Mutilla Beg Mîréké bi edaleté û rastî û diristîya xwe navdar e. Li ser edalet û hikmé wîyé adil bi sedan mîsal û gotûbéj di nava dev û lévén xelké welaté Miksé da henin.
Lîder û péşkéş û navdarén milet û welatan rojé carek ji dayîkén xwe ra çénabin. Şexsiyetén mezin û navdar di war û diyarén azad û aram û dewlemend da radibin. Kurdan wan rojan di hémana Mîran da û bi taybetî di medreseyén İslamé da bi dest xistin e, lé çem û çiya û zerîbén Kurdistané Kurdan ji hev dûr xistine. Ezezî û hesûdiya bé oxir, kîn û buxz û baxiziya vala û beyteşe, mezin û péşkéş, zemanén xweş û geş li Kurdan heram kirin e.
Mîr Hesené Welî, Feqîyé Teyran û Mitillah Beg û Hemzayé Miksî; 4 stérkén asîmané Kurdistané nin. Ew di waré merivperwerî û insanetîyé, di waré ziman û véje û candé û di waré edalet û mafperwerîyé da mînakén héjéyé pesné nin. Belkî ku rojék bé, em heykelén van herçar héjayan li parka bajaré Miksé bilind bikin.
N O T E J Ê R
1-Zirkan dikevé navbera bajarén Sért û Bedlîsé, ango dikevé navbeyna Çemé Bedlîsé û Çemé Şérwan (Kezer.) 2 Mîrekin. Derzin û Girdikan. Dewleta nijadperesta hîlebaz weke hemî çandan û herémén qedîm vé statuya ku 700 salan xwe bi xwe idare kirî ji hev xistî ye. Péşî Mîran rakirin, Koçeran anîn li ser singé démaniyan siwar kirin, gundé min Minar kirin Nehye û bi Şérwan va girédan. Qezayé me bû Şérwan, Miteserifiya me bu Sért, wilayeta me bû Bedlîs, paytexté me bû Stenbol, zixt û zordestiya serseré me bûn cendirme û koçer. Ew çanda 700 sale kete biné emré koçer û romiyan. Gava ku em savaré dikutin û bi dangan li conî dixin, em dibéjin : “ Heré’w hayé! Dan kuta yé! Dané me ye! Romî nexwin! Koçer nedzin! Besî me ye! Téra me ye! Her’w hayé.. Her’w hayé!..”
Niha ev nehye 64 gundin, beşek li ser nawenda Sérté ye, çend gund bi Navça Şérwan va nin, beşeke biçûk jé ketiye ser Bedlîsé û beşa mezin bi Bayîkan va girédayî ye. 4 eşîrén ku ne weka hev difikirin û çanda wan jî ji hev cuda ye xwe li dora gundén Kurmancan (démaniyan) lefandine ku çanda wan û Kurmancan pir ji hev dûr e. Eşîr her yek di nava xwe da çanda xwe, Kurmanc jî di nava xwe da çanda xwe, bé medrese û mektebén netewî, piştî salén 1950-60 an bi mektebén pişaftiné xwe bi tesadifî li ser pîyén xwe digirin ango ji hal ketine. Ev mînak, ev çîrok serhatiya hemî heréman û çandén herémî nin.
2-Mizgevta Erbo ji terefé Şaqûlî Begé Mîré Derzin va 500 sal beré weka Mizgevt û Medrese bi rékûpék hatîye avakirin. Feqî dizané ku serhildana jinan konploya Mela ye.
Malbatéké Mîran yadi jiyané da :
Faruq Begé M i k s î
Dostanîya min û Farûq Beg ji 30 salan béhtir domand. Mixabin ku em ji hev dûr ketin, Ez ji Tetwan qetîyam hatim Enqeré, min téra dilé xwe hevaltî bi wî merdeméré aqilmend û héja ra nekir.
Ji ber ku tékilîyén min û Farûq Beg germ bûn û ez çend caran çome Miksé, çome Gewaşé, çome zîyareta malbata Rasim Beg û Cemîl Beg; dikarim béjim ku bi gelemperî dereca Beglerén Miksé di dilé min da zor bilind e.
Mîrzadeyén Mîrekén Miksé bi rastî hemî qedirşînas û ciwamérin.
Farûq Beg berîya her tiştî merd bû. Çavén wî ne li zengînîyé û koçk û seran bû. Bi şev û roj, havîn zivistan di kar û kespé da bû. Mirazé wî ew bû ku ber û méhvanén xwe bi serbilindî péşwaz bik e. Dema ku di 1974 é da ez li Miksé lé bûme méhvan, min û şirîké xwe Ebdirehman Begé Bestî kerîyék pez ji Koçeran kirî, wî çend rojén ku em li wé, bé hed û hisab méhvan ji wan ra dihatin û her dem sifra wana Mîrane li erdé bû.
Li biné wî çîyayé 3500 metro bilind, di nava wî Gelîyé kur da me ne tené goşté masîyan, lé ji hemî tiaman û bi dehan cureyén xwarinan ku ji mitbaxa dewlemenda Mîrane derdiketan tam kir. Tamû lezeta xwariné li alek, tam û lezeta méhvanperweriya van Mîran ez hîç jibîr nakim.
Farûq Beg û birayé xwe Nacî Beg bi beşereke xweş û bi kéf û henek bi méhvanan ra rûdiniştan, heya ku mévan hemî xwe nedane paş, evan caméran bi wan ra bûn .
Heroj pezék serjé dikiran. Bi wî goşté tér lezzet û Masîyén bé emsal xwarinén şehane dipehtan, mitbaxa wan belkî ku li bajaré Bedlîsé ango li bajaré Sileymanîyé di hindek malén xanedanan da mabin.
Çanda wan ya masîyén ‘alabalık’ gelék bi péşda çobû. Ne tené Walî û brokratén bajaré Wané, ji Enqeré Konsolosé Emerkan jî diço li Farûq Beg dibû méhvan û Masîyén ava Miksé dixwara.
Min divé ku Ava Miksé hemî kes bibînin.
Ev av yek çemék e û ji yek çavîyek derté. Dîtina vé avé ji dîtina ava Çataxé, ji ya Béxalé û Kanîya Cindîyan giringtir û balkéştir e. Ev kanî weke 2000 metre li serdestî bajér ji kuna rizdeyek (kevir) der dibî û dipişqé. Wisa cemidîye ku meriv nikaré çend sanîye destén xwe téda bihélé, wer avéké şîrîn û sivike ku kes jé tér nabî û Masîyén Alabalık di nava vé avé da xweş lezet dibin.
Dibéjin ku Feqîyé Teyran bi avé ra ştexilî ye. Gelo ka carek herin ser wé avé, ku tozek şaîrtî, helbestvanî di seré we da hebî û hun li ber çemé Miksé bigerin û herin seré kanîyé, gelo mimkine ku pirsén ku Feqî ji vé avé kiribin hun nekin.?
Feqî çi dibéje ? :
Ey av û av, ey av û av
Ma tû bé eşq û muhbeté
Mewc û pélan tavéy belav
Bé sekne û bé raheté
Ji işqa ké her téy û téy
Heta kengé her béy û béy
Bo min béje heyrané kéy
Da ez bizanim qisseté
Lazim te mehbûbek heye
Yan dost û metlûbek heye
Yan meyl û mensûbek heye
Lew bé libas û kisweté
Ava Miksé ?.... Ji yek çavîyek derté û xilas nabî, gavû siet, sal û zeman diheriké, jé tér nabî, pél dide, dibezé, direqisé, nawesté û poşman nabî. Ev av merivan dîn dik e. Hikmetek ji hikmeté Rebbil’Alemîne. Ew Feqîyé ku di Medresa Mîr Hesené Welî da teshîl kirî ye, hevalé Melayé Cizîra Botan e, Şahé teyr û tûran û bellendekana ne, evîndaré welaté Kurdan e, azad e, serfiraz e, sergerdan e.. Ew ne di biné nîré esaretéda ye, ew ne mehkûmé polés û cendirman e. Ew deşt û deşt, gelî bi gelî, çîya bi çîya bé xem, bé keder û xeter bi şev û roj digeré. Feqî ne tené haval û hogiré Cizîrî ye. Ew hevalé hemî Kurdistanîyan û berdevké xelké ye. Mizgevt nemane ku Feqî deriyé wan venekirîye, Medrese nemane ku kombûn û civînan lé nekirî ye.Ew malé xelké bû, xelq jé hez dikira, ew hevalé xelqé bû, xelk jé hez dik e.
…
Piştî sala 1974 é jî, çend caran min û Ebdirehman Begé şirîké xwe rîya xwe bi Miksé xist. Me di salén 1975/77 é da li Miks û Şaxé guz sitandin, me li Zozanén Miksé kerîyén pez da gerandin û da çérandin, bi minasebeta ticareté be jî min li Welaté Feqîyé Teyran, Mîr Hesené Welî û Mitilla Beg, rojén ku hîç nayén jibîrkirin dît û borand.
Tiştén ku ne xweşin, tiştén ku nav û hinavén merivan disojin û birînan di dilé merivan da vedikin ev mirina sara bé bext û bé meléz e.
Niha Tené ew kesén ji beglerén Miks û Kawaş û Bargiré min winda kirine gava ku ez wan şexsîyetan didime bîra xwe, valeyîyeke kûr di dilé min da deng dide. Hey hawar û hey hawar.
Ez dixwazim ji van Begleran çend navan bihejmérim. :
Mehmed Tewfîq, di sala 1974 é da gava ku min vî şexsîyetî nas kir, ew 70 salî hebû, Kurdperwerek weka wî kém bûn, ji Melayé Meşhûr ( Bedîuzzeman) Mela Seîdé Kurdî, gelék hez dikira. Gava ku min wî didîta weka ku ez Hemzayé Miksî bibînim, wisa sebra min bi wî Kurdé dîndar û teqwa dihata. Li gora Mihemed Tewfîq Beg, ew kesé Kurd bî û xîreta Kurdayetîyé nekşîné, misilmanî û bawermendîya wî di xetereyé da ye.
Şewqî Beg, birayé Farûq Beg û babé Ebdilmewla bû. Şewqî beg şexsîyetéké zana û rewşenbîréké pir héja bû. Lékolînér bû. Tiştan bi Kurmancî dinivsanda, ez nizanim ka ew xebatén wî çi lé hatin.
Ebdilmewla yé kuré wî mihendis bû, li Enqeré qederék di Midûramîya YS yé da kar kir, piştî hingé istifa kir û ofîsek li Enqeré vekir, di ciwanî ya xweya ku bibû babé Mîr Hesen da ji Enqeré bi teqsîya xwe û bi xanima xwe ya keçmama wî keça Nacî Beg Gulşen Xanima ku niha Parlemané bajaré Wané ye(2008) û bi kuriké xwe yé biçûk Mîr Hesen va nézîké Kawaşé qezayeké dijwar û bé şensîyek derbaz kir û çavén xwe li vé dinyayé girt. Ez dibéjim ka bi hezaran dostén Ebdilmewla dilbirîn û xemgîn bûn.
Niha ezé kî béjim û kî nebéjim? Ezé navén wan dostan réz bikim. Hun jî bizanin ku ev şexsiyet hemî héjane ku meriv wan bîr bîné.
Farûq Orhan,Tewfîq Orhan, Şewqî Orhan, Ebdilmewla Orhan, Fewzî Orhan, Reşîd Orhan, Cemîl Haqan, Orhan Ayhan, Kemaleddîn Ayhan, Zeki Bedirhanoğlu û birayé wî İhsan Bedirhanoğlu
Ev şexsîyet hemî héjayé pesné ne. Mirin heq e. Carcara meriv dibéje ‘xwezla mirin tinebuya’ lé ev daxwaz xelete. Belé mirin sare, bé meléze, bé bexte. Hema bila Ebdilmewla ‘Trafîk Kazasi’ derbaz nekira. Mabû 2 kilometre ku ji Enqeré bighéjé mala xwe.
De bila Farûq Beg sedsalan emir bikira. Bila Zekîyé Şéxî Begé hîç nemira. Ew weke Çorçîl bû, siyasetger û péşkéşéké mezin bû. Dosté min bû. Ji min hez dikira. Keké İhsan Begé ku çend dewran bû parlemané Wané birayé wî bû. Çerx û dolaba vé malbaté Zekî Beg digeran da.
Nacî Beg niha saxe û ji beré va ( 20 sal zédeye) Reîs Beledîyé Navça Miksé (Bahçesaray) ye. Ew bi Farûq Begra mezin bû ye. Di nava irf û adet û toreya welaté xwe yé ku tené bab û kalén wan 600 salan véderé weka dewletéké serbixwe idare kiribûn da borandîye, dîsa Mîr e, dîsa Reîse, lé di biné qontrola cendirmeyéké Çoromî da bé text û bé tac ésîre û reîsé ésîra ye.
Ne ale, ne erke, ne artéşe, ne iqtîdar e. Û ya sosret ewe ku gava em qala Mîran dikin ev Kurdén ku ji dîroké tû derzan negirtine, madén xwe diqermiçînin. Ew nizanin ku Kurdistan bi tesfîya mîran bû simirge û Kurd ji wé demé va mane bé otorîte.
Nacî Beg merivéké enteresane, ecébe, pir zekî ye, şaire, xweş sihbete, şîrîn e. Dosté Turgut Ozal bû niha dosté Teyîb Erdoğan e. Ew jî weka Mîrekén beré bilind difiré, îdî min jibîr kirî ye. Xwezî Mehmed Tewfîq niha sax buya û rewşa Nacî Beg bidîya.
Taybetmendîyéké Nacî beg ewe ku nanpéjéké weka wî li Londrayé peyda nabî. Tû dibéjî ka çanda pehtû péja zemané Mîran xwendî ye. Dikaré 100 çeşît xwarinén Mîrane bipéjé.
Sala 1979’an, Şerefeddîn Elçî hate Wané, ji Wané derbazî Miksé bû, ez û bi çend heval û dostén xwe va jî gihatine wan. Me nexwest Şerefeddîn Elçî bi tené bimîné. Şerefeddîn Bey ji bona silha Koçerén Dûdéran û Miksîyan diço Miksé. Walîyé Wané jî péra hate Miksé. Ew kesén ku bi Wezîré Avadankiriné ( Bayındırlık Bakanı) Şerefeddîn Elçî ra hatibûne Miksé, Koçerén Dûdéran û xelkén Miksé ku di merasima silhé da cî girtibûn ji 500 kesan ne kémtir bûn.
Nacî Beg di dervayé malé da li bexçeyék hazirîya méhvanan kiribû. Xwarina wan bi desté xwe pehtibû. Ewî her merivek porselenek û kefçî û çetelek da desté wan û bi desté xwe xwariné li cemaeté belav kir.
Hun bawer bikin bi hindikayî min şeş heft cure birincé(pîlawé) ji desté Mîr girt û xwar. Birinca bi goşt, birinca bi mewîj, birinca bi masî, birinca kakilén bayîvan, birinca bi dendikén hinaran, goşt, masî, tirşik, dolme, kifte û dewlemendîya Mitbaxa Mîran, méhvandarîya Kurdan. Ew kesén ku nané Farûq Beg û méhvanperwerîya Nacî Beg dîtibin, ne mimkine ku carek jî wé merdeméranîya wan jibîr bikin.
Xanedanî dewlemendîya miletanin. Ereb bi kî téne naskirin? Bi merdîtîya Xatemé Teyî, Xanedanîya Cizîra Botan bi sifra Mîr Tajdîn dewlemend dibî. Gelo sifra Xan Ebdelé Mîré Bedlîsé di dinyayé da dîrokzan mane ku nexwendibin?
Ji sifreyén xanedanén dora Mérdîné qal dikiran lé min vé dewlemendîyé di salén dora 1990 é da li Qesra Qenco, di serxweşîya birayé Ahmed Tirk da dît. Ez û Şiyaré kuré xwe û Seydayé Mela Ebdirehmané Licéyî bûn. Gava ku em ji qesré berjérî xaré bûn, min ji Mela Ebdirehman ra go:
“- Ew kesén ku li ser sifreyeke waha dewlemend rûniştibin, ew sed xela û celan bibînin, hiç birçîbûn nayé bîra wan.”
Niha ku ez vé meqaleyé dinivsînim 14 yé heyva remezané ye, siet 5’é hévaré berîya fitaré ye, ji ber vé yeké emé hindek din qala xwarinan bikin. Belkî gava we vé nivîsa min xwend hun jî bi niyet bin. Dibéjin kitik mişkan di xewda dibînin. Merivén ku bi rojîbin hişé wan li ser xwariné ye.
….
Dewlemendîya Mitbaxa Kurdén Başûr
Bîna Mitbaxén Mîran, ji hindek derén Başûr té
Sala 2001 é di heyva Gulané da ez jî bi ‘İş Adamîyén Tirkan’ ra çome Kurdistana KDP é û ya YNK é. Wé demé 2 Kurdistan hebûn. Em 35 mér û jin, ji Enqeré ‘Ankara Sanayî ve İş Adamlari Derneği(ASİAD)‘ çobûn ku li Hewlér û Sileymanîyé bi ticarén wan ra tékilî danin û ticaret û miteidî (miqawilî) yé bikin. Mesela me xwarine, emé rojek qala Ticareté jî bikin.
Li Kurdistana Başûr, çi li Silémanî yé, çi li Hewlér û Dihoké sifreyén wan dewlemendin, pir çeşîdin, Xwarinén térlezetin. Lé şirketek bi navé Mîran ku xwedîyé şirketé Ehmed Mîran bû 2 neqlan xwariné da me. Carek li malé gazî 5- 6 kesan kir, carek jî em 35 kes li Otéla wî bûne méhvan. Salona me xwarin lé xwar, 300 kes lé bi cih dibuyan, Ehmed Mîran saloné ji me ra amade kiri bû. Bi şeklé ‘U’ yé masan rast kiribû. 8 cure birinc hebû. Rengé van birincén sergoşkirî sor, zer, kesk, sipî, penbe bûn. Birinc di bergéşén mezinda, li ser wana goşt û kebab xemlandî bûn. Goşté sor û sipî û bi taybet masîyén avén şîrîn téra 500 merivan hebû.
Tirkén Enkeré, esnafén Ostîm û Sîteleran, ku di heyata xwe da kém dû kab xwarin li cem hev dîtine, ev kesén ha hemî ji xwe ra mane şaş. Tené Seroké Dernegé ne té da ew Cengiz Bizbeyoğlû bû. Xelké Toqaté bû. Bozbey jî Mîr bûn û Kurd bûn. Lé Cengiz tené digo
“- Em û Ferrûh Bozbeylî eqreba nin. Em ji Mereşé hatine Toqaté.”
Ev ticarén ku dewlemendî û xanedanîyé nedîtî li vé sifreyé mane heyîrî. Tebeqa xwe hildidan, ji vî serî diçon seré din, biçek ji vé sénîyé, biçek ji ya din dikirin tebeqa xwe, ji hevra digotana :
“- Başe eva evî vé sifra giran rast kir. Me mehcûb kir. Gelo ew siba bé Enqeré, li me bibe méhvan, emé çi danıne ber.? Yé din dikenîya digota :
“- Emé bibin restorané, gazî garson bikin, çi bixwazé, bila bixwe. Ma em dikarin vî karı bikin?
Ez diréj nekim, mideték şunda rojek Cengiz Bozbeyoğlu telefon kir ku biçime derneké bo em méhvané xwe Ehmed Mîranî yé Prensé Babanîyan bibine xwaringe yé.
Me Ehmed Mîran bire liqonteyeke ku hemî Enqereyîyan nas dikiran. Restoran li Çetin Emecé, nézîkî Balgaté, li ser cadé, cîyéké luks û berfireh bû. Salona Restoranté 300 kes hiltanîya lé ji me péva kes lé nebû.
Em hene 15 kes bi méhvané xwe ra. Tené ez bi Kurdî dizanim, ji ber vé yeké ez tercûmanî dikim.
Garson hat, dipirsé ka kî çı dixwe. Min ji Ehmed Mîran pirsî kané wé çi dixwe, wî pirskir ka çi heye, Min gote Garson ka çi xwarina wî heye. Garson go :
“- Tené em İskender dertînin. Ji vé xwariné péştir nîne.” Min jî ji Ehmed Beg ra xebera garson tercûme kir, Ehmed Beg go :
“- Kolestrol bi min ra heye ez nikarim İskender bixwim.”
Wel hasilé kelam, me ji Ehmed Beg ra selateyék héşîn (yeşil salat ) xwest, evî camérî seré çetelé xwe li çend heb pincaran da û em rabûn.
Hindek ji van Enqereyîyan ji hevra gotin :
“- Me hé li Silémanîyé dizanîya wé emé li péşberé vî camérî şermezar bibin. “
Ewan bi kéfa dilé xwe xwarina xwe xwaribûn. Yé ku ji xwaringeyé birçî rabû mévané wané merd û camér Ehmed Begé xwedîyé Conpanîya Mîran bû
….
Tesbît û dîtinén Farûq Beg, pir balkéş bûn
Me dîsa sifra Farûq Beg dewlemend kir, hîvîdarim ku ew zadé ku Farûq Beg bi kéf û zewq dida méhvanan, ew zad jéra bibe zexîra axreté.
Hindek tesbîtén Farûq Beg hene dixazim bi xwendevanan ra payé bikim. Farûq Beg gelék caran li ser sîyaseta Tirkan ya di derheqé Kurdan da tehîlan û tesbîtan tanîya ziman. Digo :
“- Wexté em zarok bûn, dayîkén me bi cîyek va çon, em çend zarok mane li malé, me çaydanek dejî şîr kir, şîré xwe keland û bi aqilé zaroktîyé sifra xwe rast kir. Me çaydana şîr vale kire qedehan, me dest pé kir nané xwe xwar. Me hew dî ku çaydan di seré pişîké da û pişîk dide nade seré wé ji çaydané dernakevé.
Di biné çaydané da şîr mabû, pişîka reben seré xwe xistibû yé alastibû û îdî nikarîya seré xwe derxe derva.
Em jî lé gerîyan ku seré wé derînin lé me da û neda seré kitiké ji çaydané derneket.
Em rabûn bi pişîké leyîstin. Me tilîya xwe datanîya devé lûlıka çaydané digrta, bén li kitiké teng dibuya, pişîk radibû lotikan, nefes jé xilaz dibuya, me tilya xwe hiltanîya, hédî hédî roh diketa kitiké, me carek din û carek din vé senaryoyé taze dikira. Heya daykén me hatin, kitiké ji wî ezabî rizgar kirin.
Halé Kurdan jî weka halé wé kitiké ye, gava ku béna Kurdan teng dibî, Kurd îdî nikarin di biné zilmé da idare bikin, te di İsmet Paşa tiştek got, tedi Ewnî Doğan Go : “- Rengé Bayraqé ku ji ber xwîna şehîdan sore, nivé wé xwîyné ya Kurdane,” tedî Tirgût Ozal go “- lazime em nîzama federalîyé minaqeşe bikin, ango Siléman Demirel go : “- Em realîta Kurdan dipejirî nin.
Seré Kurdan her di çaydané da ye, tené béna wan bi van derewan derdikevé, her gotinéké wan lîderén Tirkan çend salén Kurdan bi avé va dibin. Kurd nizanin çi dikin.
Xweda ku xweda ye, ji bona ku insana bîné ré bi hezaran tawîzan dide, behsa ceneta xwe dike, behsa horî û xulmanan dike û wan bi cehenemé ditirsîné.
De ka béje, sîyasetén Kurdan ji Kurdan ra çi wad dikin. Di ceneta wan da çi heye. Gelo ku Kurd xilas nebin û ev rewş bi salan û salan bidomîné, wé ezabéké çewan li wan bibaré? wé péşîya wan herin nawala waweylé an na? Kurd gelék ji dawa xwe dûrin, tiştén xerîb dibéjin.”
……..
Sala 1994 é ez havînéké sax li bajaré Wané mam. Wé salé min dest bi inşaata Arıtma Ava Pîs ya Erdîşé kir. Farûq Beg jî miteidî dikira, di desté wîda şoleke ava xwariné hebû, me hev li ‘İller Bankası’ dîdîta, ez diçome Ofîsa wî ku li ser cada Mereşé bû.
Di vé salé da PKK yé kuré wî Ednan revand, çend rojan bi xwe ra gerandin û berdan. Di vé buyeré da ne tené Farûq Beg, lé hemî beglerén Miks û Kawaşé metîn û li ser hemdé xwe bûn. Ewan wî tiştî normal didîtan û ew Wanînîyén bajérî ango brokrat dihatana seredana Farûq Beg tiştén eletewş digotan, lé yek merivék ji malbatén Mîran tişteke ji gulek girantir negotin û guhén xwe nedane dijberan..
Öz Vanlı
Farûq Beg carek ji min ra go :
“- Tû dizanî ka ev Özvanlı kîne? Ev hemî ji silala qerwaşén Ermenîya nin. Gava ku Ermenî revîyane, mifteyé xanîyén xwe teslîmî qerwaşén xwe kirine.
Tû dizanî ku ji qedîmî va Kurd xulamtî û qerwaşîyé nakin, ev Özvanli ecemin, ne Kurdin, ji ber vé ewan qerwaşî û xulamtîya Ermenîya kirine.
Gava ku Ermenî revîyane tişték bi xwe ra nebirine. Mifteyé (kilîd) malé teslîmî xedema xwe kirine û gotine ku em paşda dagerîyan başe, ku em nehatin ji xwe ev mal û milk dimînin ji we ra.
Ez bawerim ku di véderé da jî Ermenîyan nexwestîye ku Kurd li ser malén wan rûnin. Sebebé vé ewe ku ji Kurdan hez nekirine, neyartîyeke dijwar ketîye navbera Kurd û Ermenîyan, sebebé mayî jî ewe ku gava dagerin wé bikaribin mal û milk û xan û manén xwe ji Eceman paşda bigrin. Bi vé armancé Ermenî çone û Ecem mane’l ser malén wan, hemî mal û milk û xan û manén Ermaniyan gihîştine kebanîyan.
Niha tû dizanî ku rojek Ermenî dagerin ser malén xwe wé nevîyén wan kebanîyan çi béjin ?”
Min go: “- wé çi béjin ?”
Go : “- Wé béjin ‘ sen rehmetlî Grabét Begin torînîsen, axxx! ax, benim nenem anlatiydi, anlatiydi, bende hep ağliydim.”
Bi Kurdi: ‘Tû nevîyé rehmelé Grabétî? Ax ax! Her carek ku pîrika min qala wan dikira ez ji wan ra digirîyam û min stérkan dibaran da”
Farûq Beg digo:
“-Şolé van eceman ji tav germé heya hévaré ewe ku kirya dikanan û xanîyan berhev bikin. Ersan bifroşin. Pereyén xwe bihejmérin û fesadîyé bikin.
Pereyén xwe yén zéde jî li bajaré Wané ranazînin, exleb li Stenbol milkan distînin, ango apartmanan ava dikin.
Ji sibé heya hévaré ji hev dipirsin, ka te desméj şûştîye an na, çaxé niméjé hatîye ? Ka emé li kîja mizgevtî niméj bikin?
Ma te bihîstîye ku kirédaré filankes iflas kirîye? Ka em herin xebera wî jé heye? Wax wax wax!.. tû rast dibéjî, de bila niméj bimîné, em herin xeber bidine xwedîyé dikané.”
Farûq Beg bi Tirkîya Eceman digo : “- Sen namaz kilib, abdest alip, wakıt gelıp, hanki camide kilib?.. Sen işitib, falancanin kıracısının vaziyeti iyi deyil.. Dikan sahibine gidelim haber verelim, namaz kalsin, namaz kalsin. “
Öz Wanlı, kurén qerwaşén malbata Girebét û Xaçoyan.
Niha bûne efendîyén Kurdan.
Wey Ermenîno we çikir?
We xwelî li serén xwe jî kir, li seré me jî kir.
….
Xutba Koçeran
Farûq Beg car caran xutba koçeran dixwenda, meriv ji Kenan zikopişto dibuya. Rojek li gundéké Silopya rastî xutba wan hatibû. Koçerek yé hevalé wî gotibû :
“- Farûq Beg keremke em herin xutbe yé.” Farûq Beg pirsî bû ka koçer jî niméja xutbeyé dikin, ka melayé wan heye. Evé koçeré dosté wî dibéje :
“- Belé, Farûq Beg, ma çewan em xutbe nakin, meleyé me heye û Meleyé me nestéleye, ka rabe em herin niméjé, niméja me jî bibîne. Koçer jî missilmanin ji kerema Xwedé ra“
Niha em guhdarîya Farûq Begé bikin ka xutba koçeren çiqas modern e.
“- Koçeran Kutba xwe li ser bané mizgevté eda kirin. Mizgevta wan xanîyeke yek qat bû. Rojeke sayî bû, tesîra tavé ne zéde bû. Seré biharé bû.
Çi berik merikén mizgevté hene anîne seré ban raxistine. Koçeran xwe li ser wan palasan diréj kirine. Yén ku berén wan li Melle nin yén ku pişta xwe dane Mela. Hinek ji wan cixara xwe dikşînin. Xutbe li ser ‘şeşekan e’. Mela seré xeberé, biné xeberé dibéje ‘ şeşek waha bûn û Şeşek waha çon. “aşûreyén şerif û aşûreyén pîroz’.
Yekî xwe rast kir beré xwe da mela go :
“- Hema tû dibéy şeşek û şeşek, dibé ka hemî roj betalin hema tené şeşek henin. Qey rojén din jî tinenin ku te girtîye bi van şeşekan û bernadî ?” Mela go :
“- Ma çewan rojén din tinebin, tobe estexfaré xwe bike, hemî roj jî rojén xwedé ne. Aşûreyén şerif hene, remezan heye, qendîl hene, rojén pîroz gellekin.”
Wî digo : “- Xwezî xutbe hemî weka xutba koçeran nestéle buya.”
……..
Farûq Beg, bi Sértîyan ra, bi xelkén Berwaryan ra, bi gelek kesan ra tékilîyan danî bû. Mala wî mala méhvanan bû. Ji Şéxler û Mela û Miftîyan, ji begler û axa û kurmancan, ji Ereb û Ecem û Romîyan, hemî kes qesta vé malé dikiran, ewî di zangoya xelké da xwendi bû. Ji mekteba jiyané ruhsat girtibû. Ew bi rastî prenséké héja bû. Farûq Beg, prensék ji Prensén Kurdan bû.
Gava Mîrén me hebûn Medreseyén me, dan û sitandin û exlaqé me, mitbax û peht û péja me, cilberg û xeml û xéza me medenî bû, bajarî bû, şaristanî bû. Osmaniyan li ser navé reform û islahatan Nîzam û Tenzîmén hezarsale rakirin, kel û bajarén Kurdan kafil kirin, Medrese derketin derveyé bajaran, Neqşebendî
Medreseyén xwe yén ku navén wan Hucrenin li dora bajarén qedîmén Kurdistané ava kirin û wé çanda şarıstanîya hezarsale dane windakirin. Kurdistan bû gund, lime tefîyan çira û find.