Mexseda ji firaqan eve, tiþtên ku maddeyên avî û hiþk dikevinê re tê gotin. Gelek cûrên firaqan hene.
1. Hukmê Firaqên Zêrîn û Zîvîn
Karanîna firaqên ji zêr û zîv hatiye çêkirin, hem di destnimêjê de û hem di vexwarina avê de û hem di karanîna karên din de heram e. Lê eger zarûret hebe û ji xêynî firaqên zêr û zîvîn tiþtek neyê dîtin wê gavê karanîna vanan mubah e. Hz. Pêxember wuha gotî ye:
Nebe ku hûn hevirmîþ û dîbac (ew jî cûrekî hevirmîþe) lixwe bikin. Ji firaqên ku ji zêr û zîvan hatîye çêkirin nexwin û venexwin. Lewra ew firaq û hevirmîþan li dinyayê ji bona kafiran û li axretê jî ji bona me ye.[1][1]
Ji xêynî vanan di hinek karên din de jî, karanîna wan tê qiyaskirin. Ev herambun hem ji bona mêran û hem ji bona jinan e. Firaqên awa mêr û jin nikarin bikar bînin. Raykirin û karanîna van firaqan heram e. Lewra karanîna tiþtekî heram be raykirina wî jî heram e. Serqisê ji bona xemla malê raykirina vanan heram e.
2. Hukmê Firaqên Ku Bi Zêr û Zîvan Hatine Pînekirin.
Pirr dibe hindik dibe; karanîna firaqên ku bi zêr hatine pînekirin di her rewþê de heram e. Firaqên bi zîv hatine pînekirin; eger ji bona xemlê nebe ji bona hewcebunê be caîz e. Lê eger ji bona xemlê pîneyekî mezin lê hatibe kirin; karanîna wî heram e. Ji bona hewcebunê hatibe pînekirin jî Eger pîne mezin be yan jî pîne piçûke lê ji bona xemlê hatibe çêkirin, karanîna wî mekruh e. Caîzbuna delîla firaqên ku ji ber hewcebunê ve hatiye pînekirin eve: Qasim El Ahvel wuha dibêje: “Min li cem Enes bîn Malîk firaqa avê ya Hz. Pêxember dît, bi zîv hatibu pînekirin. Enes got min bi vê firaqê di ewqas demê de av dabu pêxember.”[2][2]
3- Hukmê Firaqên Din Yên ku ji Madenên Bibuha hatine çêkirin.
Karanîna firaqên bibuha ên ji Elmas, dur û mircanan hatiye çêkirin caîz e. lewra di derheqê vanan de tu qedexîyek varîd nebuye. Di eþya de tiþtê esil îbaha ye. Hemu tiþtên ku di derheqê wan de delîl tuneye mubah e.
4. Hukmê Karanîna Firaqên Kafiran
Karanîna firaqên kafiran caîz e. Hz pêxember wuha gotîye: “Firaqên kafiran biþon û bi wan xwarinê bixwin. [3][3]
Emrê Hz. Pêxember ya 'þûþtinê' ji bo îstîhabê ye. Dibe ku evan firaqên kafiran ji bo araq û beraz ku herame hatibe karanîn. Bikaranîna Kinc û eþyayên din yên kafiran jî, wek bikaranîna firaqan helal e.
FÝKRÎ AMEDÎ
Buxarî/5110; Muslim/2067, (ji Huzeyfe b. Yeman)
Buxarî/5161, (ji Ebu Sa'leben)