Qeder, tirkî hindik daye min. Hetta tew qet nedaye. Zimanê min, zarê dilê min baþ fehm nake ku, rind wergerîne.
Him jî wateyan di cihekî kûr de derdixîne. Hin heqîqet perçe dibin. Fehm û dêhna we bila alîkarî li min bikin.(*)
-----------------------
Li ser hemû heqîqetên ku di hemû meqaleyên xwe yên ku di rojnameyan de min ew neþir kirine, hetta dawiyê rikoyî me. Heke ji hêla zemanê berê û mehkemeya Dewra Seadetê ve, bi edaletnameya þerîetê werim vexwendin, wan heqîqetên ku min ew neþir kirine, rasterast dîsan ez dê îbraz bikim.
Gava nebû, ez dê kirasekî li gor modeya ilcaata wî zemanî lê bikim. Heke bi celbenameya dîrokê, ji aliyê mejkemeya tenkîdên aqilmendan ve, ber bi aliyê ayendeyê ve werim celbkirin, ez dê dîsan van heqîqetan, hin ciyên ku ji ber tewsî û înbîsatê derizîne pîne bikim û bi awayekî nû li wê derê jî nîþan bidim.
Nexwe heqîqet xera nabe. Heqîqet heq e.
Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
(Werger: Ayhan YILDIZ)
(*) Beþa vê nivîsê Mele Dawut wergerandiye