Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Nameya Şanzdehemîn
Ev name gihîştîye raza “feqûla lehû qewlen leyyînen.”(3)ê û dijwar nehatîye nivîsandin.

04/06/2011 - 07:34
1:1 1:1,2 1:1,5
 

    

1

          Ev name gihîştîye raza “feqûla lehû qewlen leyyînen.”(3)ê û dijwar nehatîye nivîsandin.

 

         Ev bersiveke bo wan pirsên ku ji alîyê gelekan ve hem bi eşkereyî hem jî manen hatîye kirin e.

(Min nedixwest vê bersivê bidim, li min xweş nayê. Min her tiştê xwe bi tewekkûla Xwedê ve girêdaye. Lêbelê ji ber ku  min di halê min de û di alema min de rehet nahêlin û berê min bi alîyê dinyayê ve difitilînin, ez ê ne bi devê Seîdê Nû, bi devê Seîdê Berê, ne ji bo şexsê xwe ya rast daku dostên xwe û Peyvên xwe ji gumreşî û ezîyeta ehlê dinyayê biparêzim ez ê rastîya rewşa xwe bo dostên xwe, bo ehlê dinayê û hikûmetê rave bikim. Ez Pênc Mijaran rave dikim.)

 

          MİJARA YEKEMÎN: Hatîye gotin: “Çima te xwe ji sîyasetê daye alî? Tu qet nêzîk nabî?”

Bersiv: Seîdê Berê yê pêşîya niho ne-deh salan hinkê kete nav sîyasetê. Digot dibe ku bi wesîteya sîyasetê xizmeta dîn û ilmê bike, lê bêhûde westîya û dît ku ew rê biguman e û zor e. Û ji min re fuzûlî ye. Hem ji xizmetên herî pêwîst re asteng e; rêyeke xeternak e. Piranîya wê li ser derewan e û îhtîmal heye ku mirov binezanîn bibe pêlehîstoka bîyanîyan. Hem ew kesê ku tevlî sîyasetê bibe yan dê biserkeve yan dê bibe dijber. Eger biserkeve.. medem ez ne karmendim û ne parlamenter im, nexwe sîyasetmedarî bo min tiştekî fuzûlî ye bêwate ye. Ma hewceyî bi min heye ku ez bêhûde tevlî bibim. Eger ez têkevim sîyaseta dijber de ez ê yan bi ramanê yan jî bi hêzê tevlî bibim. Eger bi ramanê be hewceyî bi min tuneye; ji ber ku mesele ronahî bûne û derketine holê, her kes mîna min dizane. Galegala bêhûde bêwate ye. Eger bi hêzê û bûyerderxistinê ez dijberîyê bikim, bo mebesteke ku çêbûna wê biguman, heye ku mirov têkeve hezaran gunehan. Di rûyê yekî da serê gelekan dikeve belayê. Hem wijdana min qebûl nake ku ji deh îhtîmalan seba îhtîmaleke yan dudowan mirov tekeve nav gunehî û yên bêsûç jî têxe nav gunehî. Ji ber wê çendê Seîdê Berê digel çixareyê; rojname û sîyaset û sohbeta dinyayê ya sîyasî jî terikand. Şahidê min yê vebir yê vê çendê eve ku ji wê demê hetanî niho ev serê heşt salan e min ne rojnameyek xwend ne jî min guhdarî kir. Ka bila yek derkeve û bibêje ku min xwendîye û guhdarî kiriye. Hal ewe ku, Seîdê Berê berî niho heşt salan di rojê de belkî heşt rojname dixwend. Hem ev pênc sal in bi baldarî li rewşa min dihête nihêrîn. Yê tişteke hindin ya sîyasetwarî dîtibe bila bibêje. Ya rast fikra mirovekî mîna min bihêrs û li gorî distûra “înnemel hîletû fîterkîl hîyelî”(4)yê hîleya herî mezin di bêhîletîye de dibîne û bêtirs û bêeleqe ne ku heşt salan heşt rojan jî veşarî namîne. Eger dilê wî çûbûya sîyasetê û daxwaza wî li ser wê heba, bêwîstî bi lêhûrbûn û lêgerînê nebû, dê ew bixwe mîna dengê topê deng vedaya.

 

         MİJARA DUWEMÎN: Seîdê Nû çima evqas xwe ji sîyasetê diparêze/xwe dide alî?

Bersiv: Ji bo ku  ji jîyana herdemî ya ji mîlyar salan zêdetire re bixebite û wê jîyanê bidest bixe..Naxwaze bi awakî fuzûlî tevlî salek-du sal jiyana dinyayê bibe û wê xebatê û bidestxistinê gorî wê bike. Hem ji bo xizmeta îman û Qur’anê ku ya herî girîng û herî pêwist û herî saf û ya herî rastîn e bi awakî tûndî ji sîyasetê direve. Holê dibêje: “Ji ber ku ez kal dibim, ez nizanim ez ê ji niho û pê de çend salan bijîm. Nexwe, tişta ku ji bo min herî girîng ewe ku ez ji bo jîyana ebedî bixebitim. Navgîna yekemîn ya bidestxistina bexteyarîya ebedî û mifteya wê îman e. Pêwîst e xebat ji bo wê bê kirin. Bes ji ber ku ez alim im, ji alîyê şerîetê ve berpirsîyarîyeke min heye ku menfeetê jî bidim mirovan, ez dixwazim xizmetê bikim. Bes ew xizmet yan dê di derbarê jîyana civakî ya dinyayê de be, ew jî ji destê min nayê. Hem di demeke bifirtûne de xizmeteke saxlem nayê kirin. Ji ber wê çendê min dest ji wî alîyî berda û min xizmeta îmanê ku ya herî girîng e, herî pêwîst e, herî biselamet e tercîh kir. Ew heqîqetên îmanê yên min ji nefsa xwe bi xwe re bidest xistîn û ew dermanên manewî yên min di nefsa xwe de ceribandîn daku bikevin destê hinên din de jî ez wî derîyî vekirî dihêlim. Dibe ku Cenabê Heq vê xizmeta min qebûl bike û ji bo gunehên min yên berê bike kefaret. Ji bilî şeytanê recîm mafê tu kesî –bawermend be kafir be, sidîq be zindîq be- nîne ku di pêşber de derkeve. Lewra bêîmanî naşibe tiştên din. Dibe ku di zulmê de, di fisqê de, di gunehên mezin (kebaîr) de lezeteke şeytanî ya bêqidûş (menhûs) hebe. Lêbelê, di bêîmanîyê de qet tu alîyên lezetê tune ye, elema di nav elemê de ye, tarîtîya di nav tarîtîyê de ye, ezabê di nav ezabî de ye.

Ez bixwe mirovekî bêeleqe û tenê me û mecbûrim ku ji bo xefirandina gunehên xwe yên berê bigerim. Vaye mirovekî mîna min di vê dema xwe ya kalîtîyê de, dest ji xizmeta jîyaneke ebedîya holê bêhed û nûreke qudsî ya mîna îmanê berde û  xwe bavêje lîstokên sîyasetê yên nelazim û xeternak çiqas dijê aqil e, çiqas dijê hikmetê ye, çiqas dînîtî ye; yên dîn jî bin dikarin vê bizanin.

Lêbelê, eger tu bibêjî Çima xizmeta Qur’an û îmanê men’a min dike?” ez ê jî bibêjim ku heqîqetên îman û Qur’anê di eslê xwe de mîna elmasekê ne, lê eger ez tevlî sîyasetê bibama mirovên ewam (yên nexwende) yên dikarin werin xapandin dê holê bihizrandabana: “Gelo ev ne bangeşeyeke sîyasetê ye daku alîgirên xwe çêbike?” Dê ew mirovên ewam mîna şûşeyan li wan elmasan nêrîbana. Wê demê bi ketina nav sîyasetê min ê neheqî li wan elmasan kiriba û qîmeta wan kêm xistiba. Vaye ey ehlê dinyayê hûn çima belaya xwe ji min venakin? Min li ser halê min nahêlin?

Eger tu bibêjî: Şêx carînan têkilî karê me dibin; carcaran ji te re jî şêx dibêjin.

Ez ê jî bibêjim: Hey efendîno! Ez ne şêx im, ez mela me. Delîla vê çendê jî eve; ev sere çar salan e ez li vir im, eger min terîqet dabaya yekî bi tenê jî wê demê mafê we hebû ku hûn gumanê bikin. Ya rast heçî kesê hatîye cem min min jê re holê gotîye: Îman pêwist e, Îslamîyet pêwist e; dem ne dema terîqetê ye.

Eger hûn bibêjin: Ji te re Seîdê Kurdî dibêjin. Dibe ku bi te ra ramana nijadperestîyê hebe; ew bikêrî îşê me nayê.

Ez ê jî bibêjim ku: Hey efendîno! Tişta ku Seîdê Berê û Seîdê Nû nivîsandî li holê ye. Ez şahidan nîşan didim ku min li gorî fermana vebir ya “El Îslamîyyetû cebbetîl ‘esebîyyetel cahîlîyete”(5) ji berê û pê de bi çavê nexweşîneke Ewropê û wek jehreke kujer li nijadperestîyê Nihêrtîye. Û ez holê mitale dikim; Ewropê ew nexweşîn avêştîye nav misilmanan daku cudahîyê bêxe navbera wan û wan perçe bike û ji bona daqurtîne amade bike. Xwendekarên min û yên têkilîya wan bi min re hene dizanin ku ji berê û pê de ez dixebitim ku vê nexweşîna Ewropayê tedawî bikim. Madem holê ye, ey efendîno! Gelo sedema wê çî ye ku hûn her bûyerê dikin hêncet û tengezarîyê didin min. Li rojhilatê leşkerek şaşîyekê bike, bi minasebeta leşkerîyê zehmet û ceza ji leşkerê li Rojava ye re were dayîn. Yan jî ji ber esnafê ku li Stenbolê mêrek kuştîye bi minasebeta esnafîyê dikandarê li Bexda were mehkûm kirin. Ji ber van bûyerê dinyayê çima û li gorî çi usûlê ez têm tengezar kirin. Kîjan wijdan hukmî dide? Çi kar vê dixwaze?

 

             MİJARA SÊYEMÎN: Pirseke holê ya dostên min heye ku rewşa min û vesa min mitale dikin û li wan gelik êcêp tê ku ez di hemberî her karesatekê de bêdeng dimînim: “Tu çawa di hemberî van zehmetî û tengezarîyan de semaxê dikî? Ji ber ku tu berê gelik bihêrs bûyî û biizet bûyî. Semaxa te ya bo heqareteke hindik jî nebû.

Bersiv: Du bûyer, du çîrokên kiçik hene, lê guhdarî bikin, bersiva xwe werbigrin.

Çîroka Yekem: Berîya niho du salan serkarekî der heqê min de, ez nehazir, bêsebep hin gotinên piçûkêxistinê (tezyîf) û biheqaret gotibûn. Paşê bo min gotin. Bi qasî demjimêrekî bi damarê Seîdê Berê ez xemgîn bûm. Paşê bi dilovanîya Cenabê Heq rastîyeke holê ket ser dilê min, ew tengezarî ji holê rabû û ew mirov bi min da fihêl kirin. Ew rastî eve ye:

Min ji nefsa xwe re got: Eger ew piçûkxistin û ew kêmasîyên ku wî dîyar kirine ya şexsê min û nefsa min be, Xwedê ji wî razî be ku eybên nefsa min dibêje. Eger rast bibêje wê min ber bi terbîyeya nefsa min ve bajo û dê bibe arîkar ku ez ji quretîyê rizgar bibim. Eger derew kiribe ev jî bo min arîkarîyeke ku min ji durûtîyê û navdarîya derewîn ku esasa durûtîyê ye rizgar bike. Belê ez û nefsa xwe li hev nehatine. Lewra min terbîye nekiriye. Yek mirov bibêje “vaye dûpişkek li ser stûyê te ye yan di paxil te de ye” û nîşanî mirov bide pêwîst e mirov jê nexeyide, mirov jê memnûn bibe. Eger piçûkxistina vî mirovî ya derheqê min de ji ber sifetê min ya xizmeta îman û Qur’anê be, ew ne ya min e. Ez wî mirovî hewaleyê xwedîyê Qur’anê yê min dide şuxilandin dikim; ew Ezîz û Hekîm e. Eger hema bixwaze dijûna bike min û heqaretê li min bike û min pûç bike; ew jî ne ya min e. Ji ber ku ez mişext im, êxsîr im, bîyanî me û destê min girêdayî ye, ne wezîfeya min e ku ez hewl bidim ku da rûmeta xwe bi destê xwe biparêzim. Ya rast ew (parastina wê) ya wan kesan e yên li vî gundî, li vê navçeyê, li vê parêzgehê serwerîyê dikin; ku ez lê mêhvan im û ew li min dinêrin. Dema yek heqaretekê li êxsîrê yekê bike ya xedîyê wî ye; ew dê biparêze. Madem rastî ev e, dilê min rehet bû. Min got “We ûfewwîdû emrî ilellahî, înnellah besîrûn bîl îbadî.”(6) Min welê hesiband ku herwekî wê bûyerê rûnedaye, min ji bîra kir. Bes mixabin, paşê dîyar bû ku Qur’anê ew fihêl nekiriye.

Çîroka Duwem: Îsal min seh kir ku bûyerekê rûdaye. Piştî rûdana wê bûyerê her çiqas min hema bi awakî kurt ew seh kiribû, lê min kirarîyeke (mûamele) welê dît ku herwekî bi awakî cidî pêwendîya min bi wê bûyerê re heyî ye. Jixwe pevrenivîsîna min nebû; hebe jî gelik kêm, min meseleke îmanê ji dostekî xwe re dinivîsî. Heta di nava çar salan de min nameyeke tenê ji birayê xwe re nivîsî. Hem min xwe bi xwe ji mirovan dûr dikir (îxtîlat) hem jî ehlê dinyayê men’a min dikir. Bes min di hefteyê de carekê karibû ku bi dostekî, yan du dostên xwe re hevdîtin pêkbianîya. Ji wan mêhvanên ku hatibana gund jî mehê de yek, dudo deqîqeyekê yan du deqîqeyan derheqê meseleke axretê de me hev didît. Di vî dîyarê bîyanî de ez bixwe bîyanî, tenê, bêkes.. li gundeke ku yekî wekî min nekaribe bo debara xwe karekê bike, men’a min ji her kesî, ji her tiştî hatîye kirin. Heta berîya niho çar salan mizgefteke ku hilweşîya bû min da te’mîr kirin. Li welatê min ji ber ku pelika min ya îmametî û waizîyê hebû ev çar sal in li wê mizgeftê melatîyê dikim (Xwedê qebûl bike) Lê di Remezana pîroz ya derbasbûyî de min nikaribû biçima mizgeftê. Carînan min bitenê nimêja xwe dikir; ez ji xêra nimêja bicemaet ya bîst û pênc qatan bêpar mam.

Vaye wek çawa min di hemberî kirarîya wî karmendê berîya niho du salan de sebr û semax nîşan da eynen welê min di van herdu bûyeran de jî sebr û semax kir. Înşallah ez ê bidomînim jî. Ez holê dihizrînim, dibêjim ku, eger ev ezîyet, ev tengezarî, ev çewisandin ji ber nefsa min ya eybdar û biqisûr be ez fihêl dikim.

Dibe ku nefsa min bi ve çendê xwe rast bike û hem gunehên min bêne xefirandin. Min gelik kêfa vê mêhvangeha dinyayê dîtî ye, ez hinek cefaya wê jî bibînim ez ê dîsa jî şukir bikim. Eger ev çewisandinê ehlê dinyayê ji ber xizmeta min ya îman û Qur’anê be, parastina wê ne ya min e; ez wî hawaleyî Ezîzê Cebar dikim. Eger armanca wan şikandina navdarîyeke derewîn ya ku eslê wê tune ye û sedema durûtîyê ye û ixlasê xira dike be û herweha eger dîsa armanca wan ew be ku berêxwedana mirovan ya bi alîyê min xira bikin, rehmet li wan be. Lewra ez dibêm qey gihiştina (mezher) berêxwedana mirovan û  bidestxistina navdarîya xelkê ji boyî mirovên mîna min zerar e, ya rast ez nefretê jê dikim. Hetta min ji ber rêzgirtina zêde dostekî xwe yê biqedr û gelik girîng belkî pêncî caran hişyar kiriye û ez pê re xeyidî me. Ew dixwazin min pûç bikin û di nezera xelke de kêm bikin. Eger mebesta wan ya ji vê çendê bona heqîqetên îman û Qur’anê yên ez wergêrîya wan dikim be, ew bêhûde ye. Lewra perde nakeve ber stêrên Qur’anê. “Yê çavê xwe bimiçîne ew bixwe nabîne, nikare li xelkê bike şev.”

 

         MİJARA  ÇAREMÎN: Bersiva çendik pirsên gumreş in.

 

Yekemîn: Ehlê dinyayê dibêjine min: Tu bi çi dijî? Tu çawa bêyî ku bişuxulî debara xwe dikî? Em di welatê xwe de ji yên naşixulin û debara xwe li ser pişta xelkê dikin hez nakin..”

Bersiv: Ez bi qitûtê (îqtîsadê) dijîm. Bil ji Rezaqê xwe mineta kesekî nastînim û ez bibiryar im ku nestînim jî. Belê ew mirovê ku rojê bi sed pereyan, ya rast çil pereyan debara xwe bike mineta xelkê nastîne. Min nedixwest vê meseleyê rave bikirama. Lewra dibe ku xurûrekê, ezîtîyekê (enanîyet) bide hîs kirin. Ji ber vê çendê eşkerekirina wê li min nexweş tê. Bes madem ehlê dinyayê bi awakî gumreş dipirsin; ez ê jî bibêjim ku ji zaroktîya min û vir ve, di hemû temenê min de distûreke min a jîyanê heye ku malê xelkê –welew zekat jî be- qebûl nakim, hem mehnameyê nastînim (bes di Darûl-hîkmetîl Îslamîyeyê de du salan bi zorîya dostan ez bêgav mam ku qebûl bikim.) hem ji bo debara jîyanê nakevin di bin minetê de. Mirovên min yên li welêt û herweha yên li her derê min nas dikin vêya dizanin. Di van pênc salên mişextîyê de gelik dostan hewl dan ku dîyarîyên xwe bi min bidin qebûlkirin; lê min qebûl nekir.

Eger bê gotin “Ê nexwe tu çawa dijî?”

Ez bi bereket û îkrama îlahî dijîm. Nefsa min çendan her heqaret û her neheqî heq kiribe jî bes, weke kerameteke xizmeta Qur’anê ez di derbarê erzaqê de bereketa ku îkrama Xwedê ye, dibînim. Li gorî raza “We emma bî nî’metî Rebbîke feheddîs”(7) ez ê hinek qencîyên ku Xwedê bi min re kirine bibîr bînim û weke şukreke manewî ez ê çendik nimûneyan bibêjim. Her çiqas şukra manewî ye jî lê tirsa mine w tirs e ku durûtî û xurûrê bide hîskirin û ew bereketa pîroz qut bibe. Lewra dema yek pesnê xwe bide û bereketa veşarî eşkere bike ew dibe sedema qutbûna wê. Bes, çareyeke din tune ye, ez bêgav mam ku bibêjim.

Vaye yek: Ev şeş meh in kîleyeke genim ku ji sih û şeş nanî pêk tê têra min kiriye, hêjan heye, neqedîya ye. Ez nizanim dê hetanî kengê (haşîye-1) têra min bike.

Ya Duduwan: Di vê remezana Pîroz de ji du malan tenê xwarin bo min hat, herduyan jî ez nexweş kirim. Min zanî ku ez ji xwarina xelkê hatime qedexekirin. Di hemû Remezana mayî de sê nan û sê oqqe birincî têra min kiriye. Evdila Çawîş ku dostekî min ê rast e û mezinê wê mala bimbarik ya di Remezanê hemûyê de li min nihêrî ye bo min gotîye û şahidê wê ye. Heta ew birinc piştî remezanê  panzdeh rojan qedîya ye.

 

Ya Sisêyê: Oqeyeke nîvişk hebû min û mêhvanên xwe li çîyê her roj pê nanî dixwar, sê mehan têra me kir. Heta mêhvanekî min ê bimbarik ê bi navê Silêman hebû. Nanê min jî, yê wî jî diqedîya. Roja çarşemê bû.

Min jê re got:

“Here nên bîne.”

Ma ji her alîyî ve heta du saetan mirov hene ku biçit ji wir nan bînit.

Got: “Ez dixwazim şeva înyê, li vî çîyayî, digel te em bi hev ra dua bikin.”

Min jî gotê: “Tewekkelna ‘elellah; bimîne.”(8)

Paşê jî ez û wî bi rê ve çûn çûn heta em gihîştin ser gir. Her çiqas ji çûna me re ti sedem û ti hêncet nebû. Di misînî de hinek av hebû. Hin ça û şekerê me jî hebû.

Min gotê:

“De bira, qurtek ça çêbike.”

Ewî dest bi wê kir; ez jî li binê dara qetrana ku li nuwala kûr dinêrîya rûniştibûm. Ez xemgîn dibûm û min holê dihizirand ku “Piçek nanê me yê kufikî heye. Ancax têra me îşev bike. Em ê du rojan çawa bikin û ez ê çi bibêjim vî mirovê dil-safî?” Ku min holê dihizirand, herwekî yek ji nişka ve serê min bifitilîne. Min dît ku nanekî mezin, li ser dara qetranê ye, di nav çiqilan de li me dinêre.

Min got:

“Silêman mizgînîya min! Cenabê Heq riziq da me”

Me ew nan anî; me lê nêrîya, me dît ku ti çûkan û ti ajalên hov zerar nedayînê. Ev bîst sih roj bûn, ti mirov derneketibûn serê vî girî. Wî nanî du rojan têra me herduyan kir. Me xwar, ku ber bi xilasbûnê bû, me dît vaye Silêman ê ku siddîqekî min î çar salan sadiq bû ji jêr ve tê.

Ya Çarê: Ew sakoyê ku min li xwe kiriye berî niho heft salan min bikevnîtî standibû. Ev pênc sal in, min ji bo kirîna kincên binde û serde, bo pêlav û gorê bi çar lîre û nîvan îdare kir. Bereket, îqtîsad û rehmeta Xwedê têra min kir.

Vaye mîna van nimûneyan gelik tişt hene û gelik alîyên bereketa îlahî hene; xelkê vî gundî dizanin. Bes zen mekin ku ez vêya bo pesnê dibêjim; ya rast ez mecbûr mam. Hem nehizrînin ku ev sedema qencbûna min e. Ev bereketana yan qencîyeke bo wan dostên min yên xalis yên hatîne cem min in, yan jî îkrameke bo xizmeta Qur’anê ye, yan jî menfeeteke bibereket ya îqtîsadê ye; yan jî rizqê wan çar pisîkên li cem min yên zikrê “ya Rehîm ya rehîm” dikin in ku di awayê bereketê de têt û ez jî sûdê jê werdigrim. Belê eger tu li miremira wan ya hezîn guhdarî bikî, tu dê zanibî ku ew “ya Rehîm, ya Rehîm” dibêjin.

Mijar ji pisîkê derket, mirîşk anî bîra min. Mirîşkeke min hebû. Di vê zivistanê de, mîna makîneya hêkan, kêm caran navbir bidabûyayê jî lê her roj ji gencîneya Rehmetê hêkek bo min dianî. Rojekê du hêk kirin; ez ecêpmayî mam. Min ji dostên xwe pirsîyar kir ku “gelo holê dibe?” Gotin ku “Ya rast ev qencîyeke Xwedê ye.” Hem çîçokeke vê mirîşkê hebû, havînê derxistî bû. Serê Remezanê dest bi hêkan kir, hetanî çil rojan dewam kir. Êdî ne bo min ne jî bo yên ji min re xizmetê dikin guman nema ku rewşa vê bimbarikê (çîçok) ku hem kiçik bû, hem di zivistanê de, hem di Remezanê de îkrameke Rebbanî ye. Hem çawa dîya wê dawî bi hêkkirinê anî tavilê wê dest pê kir; ez bêhêk nehiştim.

Pirsa dudowan ya gumreş: Ehlê dinya dibêjin ku: “Em ê çawa ewleyîya xwe bi te bînin ku tu dê tevlî dinyaya me nebî? Em te serbest berdin, dibe ku tu tevlî dinyaya me bibî. Hem em ê çawa zanibin ku tu konetîyê nakî? Em ê çawa zanibin ku ew rewşa te ne konetîyeke holê ye ku xwe mîna dest ji dinyayê berdayî (tarikê dinya) nîşan didî, bi zahirî malê xelkê nagrî, lê tu bi awakî nepenî nastînî?

Bersiv: Rewş û wezîyeta min ya di dadgeha rêveberîya awarte ya berîya niho bîst salan de û di wê dema berîya Azadîyê de ji gelekan re dîyar e.. herweha parêznameya min ya di Dîwana Herbê ya wê demê de ku jê re Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê dihate gotin bi vebir nîşan didin ku min di awayekî welê de jîyan derbas kiriye ku konetîyê bihêle, min tenezulî hîleyeke kiçik jî nekiriye. Eger hîle hebûya, min dê di nava van pênc salan de bi awakî temellûk-karane serî li we dabûya. Mirovê hîleker xwe dide hezjêkirin, xwe nade alî, her tim bo xapandinê dişixule. Lêbelê di hemberî êrîş û rexneyên herî girîng de min tenezulî tenezulê nekir. Min got: “tewekkeltû ‘elellahî”(9) û min pişta xwe da ehlê dinyayê. Hem ew kesê axret zanibe û bi rastîya dinyayê jî hesîya be û aqilê wî jî hebe jovan nabe, ji nû ve li dinyayê venagere û pê ve mijûl nabe. Piştî pêncî salan ew mirovê ku kesê wî neyî û bi tena serê xwe jiyana xwe ya ebedî gorîyî gewezetî û zirt û xapandina salek dudo ya dinyayê nake. Eger gorî bike nabe kone, ya rast dibe dîwaneyekî ebleh. Ma çi ji destê dîwaneyekî ebleh tê ku, hetanî mirov pê mijûl bibe. Bes gumana ku “li gorî xuyayî dest ji dinayayê berdayî” lê di dilê xwe de “daxwazkerê dinyayê” li gorî raza “wema ûberrîû nefsî înnennefse leemmaretûn bîssûî.”(10) ez nefsa xwe safî nabînim. Nefsa min her xirabîyê dixwaze. Lêbelê di vê dinyaya fanî de, di vê mêhvangeha demdemî de, di vê dema kalîtîyê de, di temeneke kurt de, ji bo lezzete hindik, mirov jîyana daîmî û bexteyarîya ebedî berbat bike ev ne karê ehlê aqil e; ji ber ku ne karê ehlê aqil û hişmendan e nefsa min ya emare bivê nevê bûye peyrewê aqil.

Pirsa gumreş ya sisêyan: Ehlê dinya dibêjin ku: “Gelo tu ji me hez dikî? Tu me diecibînî? Eger tu me biecibînî, nexwe çima tu ji me dixeyidî û nakevî nav me de? Eger tu me necibînî, nexwe tu dijber î; em ê dijberan biperçiqînin.”

Bersiv: Min neku hûn bi rastî min ji dinyaya hewe hez kirîba min xwe ji dinyayê nedida alî. Ez ne hewe ne jî dinyaya hewe diecibînim; lê ez tevlî nabim. Lewra mebesta min tiştekî din e. Hinek mijarên dî dilê min tije kirine; cih nehiştiye bo hizirandina tiştên dî. Erka hewe ewe ku hûn li destî binêrin, nekû hûn li dilî binêrin. Lewra hûn pergala xwe, ewleyîya xwe dixwazin. Piştî ku dest tevlî nebe, çi mafê hewe heye ku hûn bibêjin “bila dil jî ji me hez bike” û hûn bixwe jî qet ne layiq. Eger hûn tevlî dil bibin.. Belê wek çawa di nava vê zivistanê de ez biharê dixwazim; lê ez îrade nakim û ji bo anîna wê ez nikarim hewl bidim. Eynen welê, ez dixwazim rewşa alemê baş bibe, ez dua dikim û başbûna ehlê dinyayê dixwazim, lê ez nikarim îrade bikim; lewra ji destê min nayê. Ez nikarim bi kirdarî (fîîlî) hewl bidim. Lewra ne erka min e, ne jî hêza min heye.

Pirsa çarê ya biguman: Ehlê dinya dibêjin ku: Me hinde bela dîtine ku êdî ewleyîya me bi ti kesî nemaye. Em ê çawa ewleyîyê bi te bînin ku dema fersend têkeve destê tu li gorî daxwaza xwe têkilî nabî?

Bersiv: Mijarên pêşî ewleyîyê dide we; digel wê çendê di war û welatê xwe de, di nav xwendekar û xizmên xwe de, di nav yên li min guhdarî dikir de, di nav bûyerên bikelecan de ez têkilî dinyaya hewe nebûbim; ez li dîyarê bîyanî de, tenê, bi serê xwe, bîyanî, zeîf, bêhêz, bi hemû hêza xwe ve xwe dayî axretê, têkilîya wî ya bi mirovan re hatî qutkirin, bi boneya îman û axretê ji dûr ve hin dostên wî yên ehlê axretê heyî, ji bilî wan ji her kes re bîyanî û her kes bi çavê bîyanîtîyê lê dinêre.. (belê ez di rewşeke holê de me) mirovekî holê têkilî dinyaya we ya bêfeyde û bixetere bibe.. ne yê qat qat dîn be vêya nake.

         MİJARA PÊNCEMÎN: Der barê pênç gelşeyan de ye:

Ya yekemîn:Ehlê dinya ji min ra holê dibêjin: Çima tu prensîbên şaristaniya me, awayê jîyana me, şiklê kincên me li ser xwe tetbîq nakî? Nexwe tu dijberê me yî?

Ez ê jî bibêjim: Hey efendîno! Bi çi mafî hûn prensîbên şaristanîya xwe pêşnîyarî min dikin? Di rastîya xwe de hewe herwekî ez ji mafên şarîstanî êxistîm, ev serê pênc salan e hewe ez bemaf, ji axaftin û têkilîya bi mirovan re qedexekirî di gundekî de dame rûniştandin. Hewe hemû mişext di bajaran de bi dost û xizmên wan re hêla û hewe pelik dane wan, lê hewe bêsebep ez cûda kirim û yek, dudo netêde hewe nehişt ez bi ti hembajarîyên xwe re hevdîtinê pêk bînim. Ev tête wê wateyê ku hûn min ji ferdekî vî gelî û wek hemwelatî hisab nakîn. Hûn çawa pêşnîyar dikin ku ez zagona şaristanîya hewe li ser xwe tetbîq bikim? Hewe dinya bo min kire zîndan. Bo wî mirovê ku di zîndanê de ye  tiştên holê nayê pêşnîyarkirin. Hewe derîyê dinyayê li min girt; min jî destê xwe li derîyê axretê xist, dilovanîya xwedayî vekir. Bo wî mirovê ku li ber derîyê axretê ye çawa prensîb û adetên dinyayê yên tevlîhevbûyî tê pêşnîyarkirin. Çi dema ku hewe ez serbest berdam û mafê vegera bo cih û warê min hewe da min, wê demê hûn dikarin daxwaza tetbîqa prensîbên xwe bikin.

Gelşeya Duwem: Ehlê dinyayê dibêjin ku gerîngeheke fermî ya me heye ku hukmên olî û rastîyên Îslamê hînî me bike. Tu bi çi rayeyê weşana olî dikî? Madem tu mehkûmî mişextîyê yî, mafê te yê têkilîya van karan tune ye.

Bersiv: Heq û heqîqet nakevin bin yekdestîyê de. Îman û Qur’an dê çawa têkevin di bin yekdestîyê de? Hûn dikarin prensîbên dinyaya xwe û zagonên wê têxîn di bin yekdestîyê de; lebelê heqîqetên îmanê û esasên Qur’anê bi awakî fermî, di pêşberî ucretekê de nakevin şiklê kirarîyên dinyayê. Ya rast mirov wan razên ku daneke Xwedê ye, bi nêteke zelal ji dinyaye û ji wan tiştên ku li nefsê xweş tên bide alî wê demê dibe ku ew feyzana bên. Hem wê gerîngeha hewe ya fermî hêj ez di war û welatê xwe de bûm ez weke waîz qebûl û tayîn kirim. Min ew waizî pejirand, lê min mehname terikand. Di destê min de pelika min heye  ez dikarim bi wê pelika waizî û îmamtîyê li her derê emel bikim. Lewra mişextîya min neheq çêbû ye. Hem madem yên mişext vegerîyan, nexwe hukmê pelikên min yên berê hêj heye.

Ya Dudoyê: Ew heqîqetên îmanê yên min nivîsandine min rasterast bangî (xîtab) nefsa xwe kiriye. Ez her kesî venaxwînim; ya rast yên gîyanên wan hewce û dile wan birîndar li wan dermanen Qur’anê digerin, dibînin. Bes, hêj berîya ku tîpên nû derbikevin min ji boyî debara xwe rîsaleke xwe ya derbarê Heşrê de dabû çapkirin. Waliyê berê yê bêwijdan ew rîsale hûrnêrîn kir, ji ber ku tiştekî wê ya bê rexnekirin nedît nekarî têkil bibe.

Gelşeya Sêyemîn: Hin dostên min, ji ber ku ehlê dinyayê bi awakî biguman li min dinêrin, daku xwe li wan şêrîn bikin, zahirî xwe ji min dûr dikin, ya rast rexne dikin. Lêbelê ehlê dinyayê yên kone vê “xwe jê dûrkirin” û “xwe jê tirsandin”a wan ji xwe re rast nabînin; ya rast bi durûtî û bi bêwijdanîya wan ve girêdidin û bi çaveke xirab li wan dostên min dinêrin.

Ez ê jî bibêjim: Ey dostên min yên axretê! Ji ber xizmetkarîya min ya bo Qur’anê xwe ji min dûr nekin û merevin. Lewra înşallah zerara min nagihîje hewe. Eger em ferz bikin ku karesat bêt û zordestî li min bê kirin wê demê hûn bi “xwe jê dûr kirin”ê xilas nabin. Wê demê hûn ê wê karesatê û wê zilehê bêhtir heq bikin. Hem çi heye ku hûn xwe ditirsînin?

Gelşeya çarê: Ez di vê mişextîya xwe de dibînim ku hin mirovên ku pesnê xwe didin (xodfiroş) ketina teqna sîyasetê de bi nêrîneke mîna ya alîgir û dijberan li min dinêrin. Qaşo pêwendîya min jî mîna ya wan bi cereyanên dinyayê re heye.

Hey efendîno! Ez di cereyana îmanê de me; di pêşberê min de cereyana bêîmanîyê heye. Haya min ji cereyanên din tune ye. Di nav wan mirovan de yên biûcret hin karan bikin dibe ku xwe me’zûr bibînin. Bes ku yek bêûcret, li ser navê xîretê, bikeve rewşeke alîgir û dijber, belaya xwe bi min bide û min biêşîne, ev şaşîyeke gelik xirab e. Lewra wek çawa me berîya niho jî îsbat kiribû ku tu pêwendîya min ya bi sîyaseta dinyayê re tune ye. Bes min hemû dema xwe û jîyana xwe bo heqîqetên îman û Qur’anê veqetandîye û weqif kiriye. Madem holê ye, bila ew mirovê ku min diêşîne û wek dijberan belaya xwe bi min dide bihizrîne ku ew kirarîya wî herwekî li ser navê bêdînîtî û bêîmanîtîyê belaya xwe bi îmanê dide.

Gelşeya Pêncêmîn: Dinya madem fanî ye. Hem madem temen kurt e. Hem madem wezîfeyên gelik pêwist pirr in. Hem madem jiyana ebedî dê li vir bête bidestxistin.Hem madem dinya ne bêxwedî ye. Hem madem mudebirekî gelik Hekîm û Kerîm yê vê mêhvangeha dinyayê heye. Hem madem ne qencî ne xirabî dê bê ceza nemîne. Hem madem li gorî sira “Layûkellîfûllahû nefsen îlla wus’eha”(11) teklîfa ji quwetê zêde nîne. Hem madem rêya bêziyan li ser rêya biziyan tête girtin. Hem madem dostên dinyayê û rutbeyên wê hetanî li ber deriyê gorê ne; (nexwe) yê herî bextiyar ew e ku ji bo dinyayê axîreta xwe wenda neke, axîreta xwe fedayî dinyayê neke, jîyana xwe ya sermedî ji ber jîyana dinyayê xirab neke, temenê xwe bi tiştên nelazim telef neke, xwe wekî mêhvan qebûl bike, li gorî fermana xwediyê mêhvangehê tevbigere, bi selamet deriyê gorê veke û têkeve bextiyariya ebedî.

-------------------------

 

 

1- Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

2- Ewana kesên wisa ne ku dema ji wan re hate gotin: “Dijmin li ser hewe kom bûme, ji wan bitirsin.” Îmana wan zêde dibû û holê digotin: “Xwedê têra me heye, ew çi xweş wekîl e!” (Sûreta AlîÎmran, 173)

3- Jê re gotineke nerm bêjin.(Sûretê Taha, 44)

4- Bêguman hîle di bêhîletîyê de ye.

5- Îslamîyetê nijadperestîya Cahîlîyetê ji holê rakiriye.

6- Ez karê xwe bi hêvîya Xwedê ve dihelim. Bêguman ew bendeyên xwe dibîne.

7- Heçîke ne’meta Rebbê te ye, behsa wê bike. (Sûreta Duha-11)

8- Me tewekkula xwe danîye ser Xwedê.

9- Min tewekkula xwe danîye ser Xwedê (Sûrta Hûd: 56)

10- Ez nefsa xwe ji xirabîyê dûr naxim. Lewra heçîke nefs e, zêdê zêde fermana neqencîyê dide

11- “Xwedê ji hêza tu kesî zêdetir li wî bar nake” (Sûreta el-Beqere, 2:286)

 

FERHENGOK

Asteng                                                           : Manî

Bende                                                : Evd, kole

Bêgav                                                 :Mecbûr

Biyanî                                                : Xerîb

Bûyer                                                 : Weqeet

Çendan                                              : Her çiqas

Çewisandin                                        : Tezyîq

Demjimêr                                           : Saet

Dijber                                                 : Muariz, muxalif

Durûtî                                                : Rîya

Ebleh                                                  : Ehmeq, kêm-aqil

Fermî                                                  : Resmî

Galegal                                               : Axaftina zêde, çene çalma

Gelşe                                                  : Mesele

Gencîne                                              : Xezîne

Gerîngeh                                            : Daîre

Girîng                                                 :Muhîm

Gîyan                                                 : Ruh

Guman                                                           : Şubhe

Gumreşî                                             : Ewham

Hov                                                    : Wehşî

Hûrnêrîn                                             : Tetkîk

Jovan                                                 : Poşman

Karesat                                               : Felaket

Kirarî                                                  : Muamele

Kone                                                  : Qurnaz, kurnaz

Konetî                                                : Qurnazî.

Maf                                                    : Heq

Mebest                                                           : Meqset, armanc

Mehname                                           : Meaş

Mişext                                                : Sergom

Mijar                                                  :Mewzû, behs, noqte, nokta,

Navdarî                                              : Şohret

Navdarîya derewîn                            : Şohreta kazîbe

Nijad                                                  : İrq,

Nijadperestî                                       : İrqparêzî, irkçilik

Ol                                                       : Dîn

Parezgeh                                            : Wîlayet

Pergal                                                 : Îdare, rejîm

Pesn                                                   :Medh

Pêşnîyarî                                            : Teklîf

Pêwendî                                             : Têkilî

Pêwist                                                : Lazim

Qedexe                                              : Memnû

Raye                                                   : Selahîyet.

Pejirandin                                           : Qebûlkirin

Ravekirin                                           : Îzah

Rewş                                                  : Hal, durum

Rexne                                                 : Tenkît, eleştîrî

Rêz                                                     :Hurmet

Rêzgirtin                                            :Hurmet girtin

Rûdan                                                :Qewimîn

Semax                                                : Tehemul

Serkar                                                 : Midûr.

Serwerî                                               : Hukim

Şaristanî                                             : Medenî

Temen                                                : Jî, rmir

Ves                                                     : Îstîrehet

Vebir                                                  : Qet’î

Xeter                                                  : Tehlûke

Xeternak                                            : Biehlîke

Zagon                                                 : Kanûn

Zordestî                                             : Zulim

 

(Haşîye -1) Salekê dewam kir

 

(Haşîye-2) Ji ber van mademan e ku ez guhê xwe nadim zordestî û tengezarîyên ku li min tên kirinê û ez girîngîyê nadim wan û ez dibêjim ku “li ber meraqê nakeve” û tevlî dinyayê nabim.  

    Wergêr: Abdulkadir BİNGOL

 

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Bediuzzeman Said Nursi Li Şanliurfayê Hat Bi Bîranîn
Ka Çareseriya Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd?
Sempozyûma “Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd” di 6,7 û 8’ê mehê Nîsanê di Zanîngeha Artukliyê de pêk hat. Sempozyûm bi alikariya Zanîngeha Artukliyê ve
Ji biraziyê Bedîuzzeman ji bo kurda peyama sedsalî: 'XÎRET BİKİN MEYÛS NEBİN'
Ji biraziyê Bedîuzzeman ji bo kurda peyama sedsalî: 'XÎRET BİKİN MEYÛS NEBİN'
Seîdê Nûrsî Bi Mewludê Hat Bi Bîr Anîn
Li Suruç (Pirsûs) Şanliurfayê ji bo salvegera wefata alimê mezin û navdar yê kurdan Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, mewluda kurdî hat xwendin.
Ji bo salvegera wefata Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Di hemî jiyana xwe de wî ji xwe re Seîdê Kurdî gotiye. Lê jiber nexêrxwaziya hinek tirkan ji bo bêja kurdî, paşnavê wî guhertine û gotine Seîdê Nûrsî!
Gotina Yekem - Seîdê Kurdî
Ey bira te ji min çend heb şîret xwest. Ji ber ku tu leşkerekî bi temsîlatîya leşkerîyê digel heyşt çîrokan û çend heb heqîqetan bi nefsa minva guhdar
Ferqa însan û heywan çi ye?
Tiştê ku însan ji heywan vediqetîne:
JI RISALE DUAYÊ XWARINÊ
Ey siltanê me yî ku me bi nîmetê xwe perwerde dike
Nameya Bîst û Yekemîn (Werger:Nivîskar Abdulkadir BİNGÖL)
Ey ew xafilê ku di mala wî de dêyeke wî yan jî babekî wî ê extîyar, yan jî xizmekî wî yan jî birayekî wî yê îmanê yê belengaz yan jî nexweş heyî!
Nameya Şanzdehemîn
Ev name gihîştîye raza “feqûla lehû qewlen leyyînen.”(3)ê û dijwar nehatîye nivîsandin.
Heqîqet Heq e 
Li gor jiyana ciwakiya siyasî; dewrên mirov 
Derheqê Xeybetê de ye
Ku Dost Dixwazî
Saidê Kurdî ji Atatürk re dibêje wek Selahaddînê Eyûbî bike
Gotina Yekem
Kurd Muhtacî Çi Ne?*
EY Gelî Kurdan!
Nameya didoyê
Banga Seîdê Kurdî;  Ey Gelê Kurd! Di îttîfaqê de kuvvet heye...
Wecîzeyên ustad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî
L E M ’A Y A Y E K E M
N A M E Y A D U Y E M
Vasiyeta Bediuzzeman Mela Seidé Kurdi

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil