Statuyên Zirkan henin, li herçar Statuyan jî Mizgevt û Medrese hatine avakirin. Medresa Girdikan Medresa Nasir Beg e, Medresa Derzin jî Medresa Şaqûlî Beg e. Medrese û Mizgevtên Girdikan niha jî ava ne, belê Medrese û Mizgevt û îmaratên Derzin kavil kirin e. Mizgevt û Medresa Derzin çendî ku li ser navê Şaqûlî Beg hatiye navkirin, lê li gora Şerefnameyê birayê Şaqûlî Beg Yaqûb Beg imaratên Derzin ava kirî ye. Yaqûb Beg bixwe jî dîwaneka wî ya bi Kurdî hebû ye. Li Gora Şerefnameyê ew fermanrewayêk gelek bi rêkûpêk û şair e.
Mîrekên Licê (Hetax/Etax) û Mîrekiya Hezro (Tercil) ji ber ku ev herdû bajarên kevin kavil bun û Mîran nawendên xwe bi Licê û Hezro guhartin, ez rastî navên Medresan li van herdû Mîrekîyên Zirkan nehatim.
Li Licê weqfek bi navê “Weqif Ehmed Beg” hatîye tenzîmkirin û Mizgevt û kullîyeyêk li ser navê vê Weqfê hatîye avakirin ku ev imarat di zemanê Ehmed Beg Etaxî da li dar ketî ye. Ev kullîye ya malbatê ye, weke ku hasîlata vê imaratê dimînê ji malbata Mîr ra.
Tercil piştî hingê Mîrên vêderê nawenda xwe neqlê Hezro kirin e, Tercil vala maye û kavil buye. Dîsa jî Mizgevta Mezin û bi vê Mizgevtê va girêdayî Medresa perwerdeyê hatîye amadekirin. Niha jî Hezro warê ilimdara ye.
Şaqûlî Beg û Mîr Nasir li ser mesela gundê Minar bi hev nakin. Her yek dixazê ku bixe ser axa xwe. Dawa gundê min yê Minar ji dawa Qıbrîsê girantir dibî. Şaqûlî Beg diçî Stenbolê. Sal 1535 e. Qanûnî Siltan Silêman İmparator e. Sedrêezzem Ristem Paşa yê xwesanê bi sedan aşa ye. Mirê me kurê Mihemmed Beg Zikrî ye ku ev mîr di şerê Çaldiran, Koçhîsar, Heleb, Şam û Qahîrê da xwe xistiye çavê Siltan Selîmê babê Qanûnî. Ewî riya xwe dîtîye, çend heb mihafizan daye dora xwe û berê xwe daye bajarê Stenbol, fermannameyê gundê minê Minar ji Seraya berz û bilinda ku siya wê dida ser hemî dinyayê girtî ye. Bê kêfêkê coş û xweş li ser rêka Bolo yê berê xwe daye welat, li bajarê Bolo rastî Nasır Beg û 30 heb leşkerên wî hatî ye.
Di şer da Şaqûlî Beg û hemî pasdarên xwe têne kuştin, Alaybegê Boloyê Nasir Begê Girdikî û pasdarên wî digrê davê zîndanê û xeber dide Sedrêezzem Ristem Paşa. Ristem Paşa ferman dike dibê: “-Ew kesên pêl siyaneta dewleta Osmaniye kirine, wan heqkirîye ku hun wana li ser rêka Stenbolê bi daran va daleqînin û leşên wan bi daran va bihêlın heya ku teyr û tûr biçik biçik goştê bedena wan bixwin..”
Di weqatê Mîrekan da Mizgevtên Minar, Erbo, Werqanis û Dodan hatine avakirin. Li Erbo, Miryanis, Werqanıs û Dodan Medreseyên Mîran nehatibine avakirin jî, ji berê va behsa xwendinê li van gundan ketîye nava çîrok û folklora vê herêmê. Mesela Feqîyê Teyran li 2 gundên Zirkan di Medresan da buye mêhvan. Ev herdû gund yek Werqanıs e, yê din jî Erbo ye.
Birahîm Heqqîyê Erziromî dibêjê :”- Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştirin ji textê Xwendîkar.”
Hin dibêjin ev gotina Şêx Brahîm Heqqîyê Basreta Botan e. Eynik û Eyndar li Botan 2 gundên şên in.
Bêkend Payîtextê Gurdilan û serdestî Mirsicê (Kurtalan) di çiyayê Gurdilan da ye. Minar gundêk ji gundê Zirkan e. Pişta xwe daye Çiyayê Sîserê, berê gund li Weysilqeran e.
Gundê Minar. Piştî tesfiya Mîran bu nehîye. Li ser Navça Bayikan a bi bajarê Sêrtê va ye.
Erbo gundek ji gundê Zirkan e. Ew çiyayên dixwîyên çiyayên Qelemis û Şêhebîbê nin. Mizgevta Erbo 500 sal berê ji terefê Yaqûb Begê Mîrê Derzin va hatiye avakirin. Weka ku hun van herdû gundan dibînin, li vê Nehye yê bi navên gundên Derzin, Girdikan, Dodan, Werqanis, Huweylok, Tûtî, Kîkan, Dêzlak, Sadê, Beytarûn, Taronîyê, Hingol û Miryanis gundên waha xweş û geşin.
D E R Z İ N
Ez derzinim
Derzin,
Ez dîrokim.
Destan û qewl û çîrokim.
Nekin kû ez derdê xwe bibejim,
Nekin kû çîya bihejin,
Pêt û wolkan rabin;
Teht û zînar biqelşin,
Rê û rêbar bihezin...
...
Ez Derzînim,
Nawenda welatê Zirkan’im.
Xweş warim,
Xweş mekanim...
Min pişta xwe daye Mergelo,
Berê min’l Meydanreş e.
Li derê zînîye Werqanis,
Payîtextekî Kurdan bûm.
Îro bindestim,
Bê mecalim,
Bê îmkanim.
...
Min bi Merwanîyan ra
Yekîtîyê girê da
Û bûme hevalbendê Eyûbîyan
Bi salan û salan
Min jî şerê azadîyê kir,
Û ketim ber sing ê neyaran...
Şerê Selçoqî,Artoqî,Teter
Û heya Mîreş û Mîsîpîyan.
Ez bum hevalbendê Şahsmaîl
Me Misîpî ji dinyayê rakir..
Şahê Safevî li me qelibî,
Me rîya xwe winda kir...
Heya kû Mevlana İdrîs,
Îlimdarê Bedlîsî rabû,
Rola Safevîyan tefand
Erîşên Ozbekên zalim
Rawestand û sar kir...
Di dîrokê da yekemîn car bû kû
Milletê Kurd yekîtî girêda
Û irada xwe ya millî
Beyan û eyankir...
…..
Mîrên min
Û Mîr û hakîmen Kurdistan’ê
Beranberê Siltanan bûn
Wê demê..
Em li ser axa xwe rizgar bûn...
Di seyr û sefer û qrên û şeran da
Em bi Artêşên xwe
Şerkêrên dijvar bûn.
Emîr û Fermanrewanên min,
Li Tewrêz û Kazwîn û Stenbolê
Û li Şam û Misir û Bexda yê
Qedîr bilind bûn
Dostnoo!
...
Ez Derzinim
Dîrok şahide ku
Ez warêkê zengîn bûm.
Bi rêl û daristanan,
Bi rez û bostanan,
Wek bûka bi xeml û xêz,
Ciwan û rengîn bûm
Ji Mergelo bigrê heya Çarpiran
Bend û zevî bûn wê demê.
Li van çîyan xezal diçêrîyan,
Şer û piling digerîyan,
Li bendê rezan
Qeba qeba kewên gozel;
Şalûl û bilbil,
Her dem
Li min mêvan bûn...
...
Ez Derzînim
Derzina bi nav û deng...
Navê min dixwendin
Tîcar û bazîrganan
Û seyahên Rom û Freng..
Karwanên Hînd û Çînê
Xerc û xerac û gûmrik
Didan min...
Bi aştî û aramî
Û bê deng..
...
Ji dar û daristanan
Tav nedida axa min
Ev çol û çîya
Tev gûl û gîya bûn
Li serê darên sîndar û mazî
Dêlîyên tiryan
Bilind dibûn..
Warê emîn û aram
Besta şêr û plingan,
Mekanê esmer û zêrîyan...
Rebîyo ! Çi xweşhalîye
Kû welat azad bin...
Û di destê xwedîyê xweda bin
Bê şer û qren
Bê gazin û gilî û deng
...
Dar û devî bi dilên xwe difeqin
Gûl û gîya bê tirs radibin
Di wê rewşê da..
Asîman tim hêşîne
Welat rengzêrîn e,
Aramî, azadî û dewlemendî
Dibin yek,
Milet bextewar û serfiraz e
Bê kuştin û şer û talan û ceng.
...
Ez Derzînim
Derzîna mîran!..
Mîr Xemza, Mîr Aqûp
Mîr Xelîlê Sikkedar
Û Şah Qulî Beg...
Gelo çawa wûnda bû ew dîrok
Bi kû da ço ew cehd û xebat
Ew xun û xwudan û emeg...?
....
Min dirav dikutan
Li ser Navê Emîr Xelîlê Sikkedar...
Al û artêş û meclisa min hebû
Dîwana Zirkan
Bi nav û deng bû
Bi Mîr û Emîr
Bi serdar û wezîr
Û Neqîbûleşref bûm.
...
Min li Deştok û Weteras
Mêrgemîran û Cotreşo
Bi hezaran...
Kerîyen mîyan diçêran da
Li çîyayê Qulê
Li Sîser û Kulîserê
Pez û devaran digeran da
Di gel colên berx û karan..
Rewûvên hesp û hêstiran
Bê xeter şevîn dibûn
Û li van deşt û çîyan
Diêwirîn
Hevalnooo!
...
Roj kû Roj e
Berê xwe ji min guhastî ye
Taw li min xayîne
Çol û çîya
Ji min xeyîdîne
Av û kanî çîkîyane..
Dar û ber belgên xwe venakin
Kew nafirin
Quling li ezmanê min nazivirin
Teyr û tûr bê tebatin
Rengê asîmanê min guherîye
Stêr û pêr
Şevên min rûnî nakin
Ez Derzinim looo!
Hûn îdî min nas nakin..
...........................
Şakir Epözdemir
|