Wergerandin ji tîpên erebî (*): Cankurd
(Fî beyanî Erkanîl Islam)
Ev wek nivîseke pexþanî (نثري) jî ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivisandin
Min ew nivîs di kovara Cudî, hejmar 1 de sala 1990 belav kiriye û bi texmîna min ev kevintirîn metnê pexþana kurdî ye, ku gihaye me ta roja îro
Ger bipirstin kesî (1) ruknê di Islamê çi ne
Bêj Þehadet dane hem pênc weqtê limêj û rojî ne
Hem Zekat û Fitre û hem ê din Tewafa Kaabe ê
Ger hebit mesref nebe, tu manîî û tu dijmin e
Çiye îman di esil da, be luxet bawerî ye
Tu bizan qenc ku ew bawerî îcar bi çî ye
Bi Xwedê(y)û bi kitêban, bi resûl û melekan
Bike bawer ku xeyr û þer bi teqdîra wî ye
Bi yeqîn hem tu bizane, ku qiyamet heq e
Her çi ev reng nizanit, meger ew Rafidî ye (2)
————————-
(*) Min li ciyê (ع) (îî) an (aa) an jî (êê) bi kar aniye û ji bo (ح) her (h’) bi kar aniye
(1) li ber pevekê kesek jî hatiye nivisandin
(2) Rafidî: Ewên rastî nedipejirandin û wek desteyeke dij bi Islamê dihatin navkirin.
(Fî beyanî El-eeqîde We-Tewhîd)
Di vê parçeya hêja de Ehmedê Xanî li ser atomê jî radiweste gava dibêje:
“ Eger tiþtekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin
Heyûla tu nînin edîm û edîm
Dinê kafir e ê dibêjin qedîm..”
Li ba te muheqeq bitin ev cewab
Duhî gote min hatif bê h’îcab
Se ehmedo thenakeسأحمدثناك) ) bî qewlîn seh’îh’
Li tewhîdê Barî(الباري) bi lefzê fesîh’
Xwedê yek e, bê hevrêyo bê heval
Ne meezoliye, ne mirin, ne zewal
Ne esl û ne fesl e, ne da û ne bab
Heye û heyîna wî nabit hîsab
Ji bo wî tunîn cîhat mekan
Ne manend û mîthal û hemta nîþan
Mekanan mebîne ji bo wî rewa
Nîhayet eelel eerþî qed îstewa
Li wî ra neborîn ne weqt û zeman
Ne sal û ne mah û ne h’în û ne an
Ebed wî hebîtin ezel her heye
Di dunya û u’qba xudanê me ye
Ewî afirînand dem û cumle xelq
Nihin xeyrê û qet tu xaliq bi heq
Resûlê di wî cumle heq in temam
Xisûsen Muhammed eleyhîsselam
Ku ser defter cumle aalim ew e
Nibowete mektûb û xatem ew e
Xwedê aferînand ji bo w î felek
Ji bo xidmeta wî þiyandî melek
Ku qura’n ji eerþan digel wî hinar
Ji boyî h’ebîbê xwe îxtiyar
Ji bal xwe buraqek ji wî ra þiyand
Li zînek muzeyyen ew roniyand
Buraq digel refrefê dest bi dest
Bi emrê Xwedê ew birin pîþê dest
Di heft asîmanan Xwedê ew gerand
Helanîn Xwedê perde, rakir nîqab
Cemala Xwedê dît ewî bê h’îcab
Du caran bi çavan cemala wî dît
Lê derrê (ملائى ضر) melaê dibêjin nedît
Mebe sebebê munkîrê qed rea (قد رأى)
Ji xelqê tumaron eela ma yera (تمارون على ما يرى)
Eger tu dibêjî li ku dî Xweda
Xwedê ku li nik Sîdretulmunteha (سدرة المنتهى)
Muh’eqeq bizan wî Xwedê dîtiye
Nîhayet nizanit h’eqîqet çiye
Ji bo wî tu nine ne mîthal û þebîh
Kesê wesf biket dê çi bêjit bedîh
Sîfat di sebee(سبع) ji bo Zulcelal
Bizane heftin ê aarifê bîlkemal
Heyat û Zanîn, Qudret û Vînê, Kelam
Bihîstin digel Dîtinê bû temam
Qedîm in wekî zatê cumle ê zat
Xwedê nîne cewher, ne cîsm û ne eered
Ne kul, ne beed bizan bê xered
Eger bê guneh me mueezzeb biket
Ji bo wî heye me mueezzeb biket
Rewa ye biket ew li eebdî meþaq
Bi qehra xwe teklîfê ma la yutaq (ما لا يطاق)
Bi zulmê eger ew tekelluf biket
Di mulkê xwe da ew teserruf diket
Li me ferd e her çî ji bow î bikêr
Ne ferd e li wî ya ji bo me bi xêr
Iradet diket ew bi xêr û þeran
Rida nîne emma bi fîîla þeran
Bizan bende muxtarê fîîla xwe ye
Ne xaliq ne mecbûrê fîîla xwe ye
Muwafiq nebin qewl û niyyet, eemel
Li ba me dimînit îman bi xelel
Mirovê bi îman di dojê muqîm
Namînit bizan tu h’ekîm
Musilman bi qetl û zînayî tu car
Ne kafir dibit ne muxelled di nar (نار )
Ji meesiyetan wacib e tewbe zû
Guneh nine tewbe divîtin li dû
Ne meezûr e cahil ku xafil bitin
Ji Xaliq bi cehla xwe xafil bitin
Mirovê nizane delîlan durist
Dibêjin bi teqlîdê îman durist
Di weqtê eezaba Xwedê ket nizûl
Bi ser kafiran danîne îman qebûl
Wekî ji bo aasiyan nîne tewbe ricû’ (رجوع)
Ji weqta kî roj ji mexreb be tilû’ (طلوع)
Ji fîîla gunahan nebî ne berî (بريء)
Ji qîsmê jinan nine pêxemberî
Weliyan keramet dikin jê zuhûr
Dikin herfê aadet gelek jê sudûr
Xwedê dê bibînin musilman bi çav
Wekî li sayî bitin hîva þivav
Ji bîr dê bikin nîîmeta cennetê
Wekî bi dest keve dewleta riwiyyetê
Betal e tenasux, meh’al e h’ilûl
Meke îîtîh’ada du tiþtan qebûl
Eger tiþtekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin
Heyûla tu nînin eedîm û eedîm
Denî kafir e ê dibêjin qedîm
Meke lic (1) di Luqman û Iskenderî
Ji bo wan ne meerûf e pêxemberî
Yezîd î mirî leenetê lê meke
Be lebed (2) xebîsî xwe têkil meke
Melayîk Þeyatîn Cînan û wicûd
Heyin ta negê bona wan cih’ûd (جحود)
Wekî yek in ev herdu pîþk temam
Di rizqî te yêd h’elal û h’eram
Bêjme te fedla seha’bê Resûl
Bi can bawere bi dil ke qebûl
Ebo Bekir sedîq e yar e þefîq
Ew thanî ( اثنان ثاني) îthnan di xarê (غار) refîq
Ji ewwil di fedla sehab sermed ew e
Kerîm û eezîz sah’ib keramet ew e
Di pê wî bi h’eq U’mer dîn penah
Bi feth’ê di wî þane xundkar (3)
Xîlafet kemer ji bo mecala wî best
Ji h’ukmê wî piþta muxalif þikest
Di pê wî ve Osman bi h’eq bû h’ekîm
Ji Kerrarî (4) efdeltir e bê guman
Eve îîtîqada me der h’eqê wan
Di pê wan Elî sahibê Zulfîqar
Suwarê li Duldul þehê namdar
Tefewuq li serî di mayî heye
Bi meena birayê Resûlê me ye
Þefaeet dikin ewliya û enbiya
Bi îzna Xwedê bo kesê eþqiya
Di xeybê h’idorê duaa ye ether (دعا يه أثر)
Dibînit ji bora eyaba (أيابا) xeber
Bi fîîlê di qenc tu meke minnetê
Bi fedla Xwedê dê biçî cennetê
Bihiþt û cehennem heyin vê demê
Fena nabin ew naçine eedemê
Yeqîn dê bibîtin di Yewmilqiyam (يوم القيام)
Hîsaba h’elalî û eezaba h’eram
Ji bo ehlê xeyran necat û rîda
Ji bo ehlê þeran îîqab û ceza
Di qebrê da dê bit ji xelqê mirî
Suala Nekîrî digel Munkerî
Di h’eþrê teraz (5) û mîzan heye
Xerabî û qencî û kêþan (6) heye
Sîrat ew pira bi xewf û xeter
Cemîîê xelaîq dikin lê nezer
Cehennem li bin da û cennet li pêþ
Li ser wê îlahî tu destim bikêþ
Weger ne (7) ez î mucrimê bed eemel (عمل)
Dizanim ku dê bîte ser min xelel
Bi fîîlê di min ya îlahî neke
Digel min bi îh’san û lutfa xwe ke
Min û cumle ummeta Mustefa
Bibî cennet tabîêê (تابعى) Mustefa
——————-
(1) Lic: Cîdal
(2) Lebed: Xebaset
(3) Li ber peyva xundkar (þah) hatiye nivisandin û xuyaye ev peyva rastir e di vir de
(4) Kerrar : Imam Elî ye
(5) Teraz: Mîzan
(6) Kêþan: Hesab û lêpirsîn
(7) Weger ne: Eger ne, Heger ne
WELATPERWER.COM