Li coxrafya Kurda qeder gergefê xwe cuda di neqşîne… Hîs û dîyarde (waqia) yên bo gele bajaran bîyanî, ji bo vê coxrafyayê gele nasin. Nasbûna wê xemgînîya dila, poşmînîya zimana û erjengîya di bîranda cihgirtî sivîk nake. Û li pey her êşekê wijdanên nutka wa hatî girtin, wijdanên vestîyayî –seva tişten hatîne serî avêtina hundirê xwe- kerbên amade ji bo teqînê hene…
Evder coxrafyayek komplîkeye. Aktorên we, komên berjewendîyê, yên hesapker, yên komplo sazdikin, yên dibin xulam, yên bikartînin û yên têne bikaranîn zehfin… Qada ceribandina projeyên navnetewî, argumanek girîng ya polîtîkaya derve, nuqteya gavavêtina hamleyên stratejîke.
Operasyonên sazumanî yên hezim kirinê li vê coxrafya têne kirin. Polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê vê derê jîyan dibînin. Yên baruta xwe hişk digirin , li vê derê dest tavêjine çeka xwe. Ev dere cihê şarezahîyêye, areneya mucadelêye bo gerîlla, kontrgerîlla, teşkîlatên sîxurî, dewleta kûr, ergenekonê.
Şevên tarîkirinê, giregira helîkoptera, dengên paleta, kontrolên nasnameyan yên bê dawî, kuştinên faîlên wa ne dîyar, şevên fîşekên şopa lê ronahîyek vecinîk çêdike ne bîyanîyên coxrafya Kurd e. Heremek awarteye, gumankerên ji rêzê têda di jîn.
Ev dere axek mustesna ye ku mirovên ji ber nasnameya xwe ya İslamî û nîjadî rastî zordestî û binpê kirina her du cûna jî hatî, lê dijîn.
Gele “Kawa” û gele “Dehhaq” di axa xwe ya bi bereketda xwedî kirîye, çemên xwe yên har da, têhnîtîya wan derbas kirîye. Her wiha wargehî kirîye bo zanyarîyê, malên îrfanê, kevneşopîyên qedîm, sazgehên ilmî, çanda devkî, têgihînên di Mezopotamyayê mecraya xwe ya hizar salîda avabuyî.
Fidan Güngör, bajarê mezbut û dilnizm yê coxrafya me li Hezroyê hate dinyayê. Sal 1949…
Macera(serborî)ya xwendinê ya Hezroyê destpêdike , di lîseya Zîya Gökalp ya li Amedê dewam dike. Biserketina mafê xwendina Zanîngeha İstenbolê Dibistana Bilind ya Meslekî Mîmartî û Endezyarî û revingîha xerîbîyê. Ji ber sedemên mecburî perwerdeyîya xwe nîvîda hêlan û zivîrîna Amedê. 1974 e da li TRT (Radyo û Televizyona Tirkîyê)yê destpêkirina karmendîyê, heman demê xwendina Enstîtuya Perwerdeyîyê Ya Amedê beşa Dîrok ê. Salên destpêka belavbuyîna eserên wergerandî û salên danehevên fikrî yên tevgerên hişyarbûyîna civakî yên derveyî Tirkîye di rewacêde. Şevên di nav rûpelên Quranê û Fîzilalê derbas dibûn. Avabûyîna zihnî ya ji zanîne ber bi hişmendîyê, ji hişmendîyê ber bi prensîba ve çûyî…
Salên rêbertî û mucadeleyê di bunyeya MTTB (Yekitîya Millî ya Telebeyên Tirk)da. Zewaca derengmayî ji ber xebatên İslamî yên sift (tirkî : yoğun) sala 1977 ê çêbu. Gel ji MTTB yê qetînê, pêngav avêtina mucadeleya İslamî ya serbixwe. (1978) Hizir kirina dûrketına atmosfera karmendîyê ya mirov sînor dike û têxe rêze û îstîfa kirin. Bi rîya bazirganîyê rizqê xwe temîn kirin. Faalîyetên (bizavên) guhorîna civakî yên bê navber, sift û bi xwendin û sohbetên adan ve xemilandî. Dembihêrkên eserên hilbijartî, alimên rêzdar û hişên xudan xemgînî ve pêk hatî. Wextên ji bo kadroyek pêşeng û gehiştina “nifşek bi şuur” hatîye weqf kirin.
Û bîyografîyek di 11 İlona 1994 ê da ji nişkave nîvîda hatîye vebirîn. Fidan Güngör windabûye… Winda…! Ev peyve hindi ku mezin di be, mezin di be di zihnada, çîroka jîyanek di zêhnada. Aqibetek ne wekî tu tiştîye ya hatî ser i.
Çi tişt, dê karesata (kendala) vebûyî tijî biketin di dinyaya rihên wan kesên paşdemayîda; ya ji bo windabûna yekî. Kîj dilê tekoşer dê ewî hevayê nedîyar, hişk û daqultandina we zor bi helikîne. Mejîyekê hizaran pirs lê derbasdibin ji bo hevîye geş girtinê dê çi hecetê bibînît, dê xwe pê çi teselî ketin? Kîj dua dikare, şikestina dilê mirovda kêmêk jî bît sivîk biketin?
Gelo heqeten winda bûn tiştekî çawa ne? Yan kesek winda kirin?
Bo kesen li duv (pey) mayîn zîyaretekî ser şînê bigrin çinebe, bersivên bi be tesellî çinebin, di navbera med û cezîra hevîyê û bêhevîbûnê xwe badîne û bi sekinîn hîssek çawane? Bi “lerzîyek li hewa ve hilavîstî mayî” tekoşîn kirin heddê kîye?
Birînen windayekî kîj derman dê sax (baş) biketin…
Bersiv di kolanên heta qirkê tijî yên Stenbolêde weşartiye? Hucreyeke sar ya malek kevn ya Êlih ê? Daristanên çîyayên Bolu yê yên rê nadin? Gundekî quncalê Şemzînan? Yan hucreyeke qerekolek tîrêj jê derbasnabe? Bersiv li kîderê yê? Coxrafyayeke pirs û sûcdaran helezonek weha çekirî, hinde derbasî nav hev bûyî, divê kê gazîken bo şehdeyîyê? Fidan Güngör 14 sale li kîderêye?
Temenekî feda kirîyê Mucadeleyê:
Fidan Güngör navekî pêşenge bo nifşekî ji salên 1970-yan derketîyê meydanê. Ew ji nêzîkbûyînên statukovan û milletperest, pegirên(tortuyên) kevneşopîyê, jiberkirinên sîstemê û têgehiştinên bermayîyên menfî yên dîrokê ve hecinîne durketinê ve, jîyana xwe weqf kirîye bo nifşek pêşeng û avakirina zihnîyetek sehîh.
Ew sal, salên teorî di hatin afirandin; heman demê teorîyên di hatine afirandin têr filtre nekirî derbasî pratîkê dikirin. Zêdetir demên “dînamîkên derve” motîvasyon dikirin û demên pirsên heremî bi dîtinên cîhanî di hatine tahlîl kirin bû. Salên Xwedênenasî û dejenere bûyîna çandî kûr bûyî û salên polîtîkayên komarê (Komara T.C.) semereyên xwe di da.
Ya tê jîyan temamî “şilîqînek sosyolojîke”. Pirsgirekên nijadî, dengên pêngavên şerê “kêm sift”, bajarbûnî, şewqên modernîyê yên erênî û neerênî, destpêkirina dîtina tevgerên İslamî di nav civakê, zordestîyên ser nasname û aîdîyetan hindî ku diçe zêdetir dihate hîskirin…
Fidan Güngör di van demên tekilhevda, di heremek herî xwudan problem ya coxrafya me da xebatên guhorîna İslamî domandîye. Ji ber hindê xebatên ilmî zêdetir, şexsîyeta xwe ya aksîyonî bijartebûye (temayuz kirîye). Ji ber acîl bûyîna pirsgirêka û xebatên teblîğe yên sift fersend ne dîtîye eserên fikrên wî şewq di de, bihêle.
Di vê bûyera û şexsîyeta nav rewşê wan de bi nirxînin. Parametreyên sîyasî û civakî yên dema tê de dijîn, begûman bûyera û şexsîyeta tesîr dike. Fidan Güngör û dinyaya wî ya têgehiştinê jî evê çarçoveyêda bê lekolîn kirin dê baştirbîtin.
Fidan Güngör di got; çi mucadeleya mesaja İslamê ya azadîker têra xwe hundirê xwe da bi cîhneke dê biserneketî bîtin , ji bo çareser kirina pirsgirêka nikare beşdarîyekê biketin û bal kişandîye ser “fikha hereketê”. Li gor wî mijulahîyeke bingeha wê ya fikhî (hikukî) çinebîtin ne mimkune temen dirêj bîtin. Ji ber hindê divê têkilîya navbera prensîbên İslamî û avahîya civakî bê lêkolîn kirin û di vê rastîyêda bê hereket kirin.
“Misilman çawa bi tevahîya jîyana xwe hemû babeta (behsa) da berpirsîyarin emrên İslamê ra rîayet biken, xebatên- ji bo hakîmîyeta İslamê di jîyanêda- dikin jî mecburin li gor van prensîb û esasa hereket biken.” (Ji Teorîyê Ber Bi Pratîkê Hereketa İslamî, Fidan Güngör, Weşanên Fıtrat)
Fidan Güngör anîye ziman ku ji bo guhorîna qedera bêoxir ya coxrafyaya em lê dijîn û rîya yekane ya ji bo pirsgirêka çareserîyên payîdar afirandin ”nifşek pêşeng” gehiştandine. Ev nifşe civakeke hilbijartî ya ji ulema, rewşenbîr û muttaqîyan ji pêk tê. Lê belê ev hilbijartîbûn palnade zîhnîyetek li ser “bingeha sinifê”. Ev hilbijartîbûn hemû tebeqeyên civakî nav xwe da di hewîne, bi rîya xwe zumreyekê ve sînor kirinê nakeve hindirê xwe, bi tenê paldana beşek bijare (elît) ve nabe arîstokrat, xwe beşên dî yên civakî îzole naket. Hilbijartîbûnek fikrî, aqîdewî(bawerî) û emelîye. Nifşek peşêng ku dê milê xwe bidete barê gûhorîna civakî.
“Komek pêşeng bila hebît! Anku serokatîyek ji rewşenbîr û ulema pêk tê, organîzasyonek gazî dike xêrê û ji xirabîyan dûr dixe, hêzek zilm û komployên kufrê berteref dike… Bi perçebûne ve belavnebe, ne wekî yên ketîne hevnekirinê, cehd û mijulahîyek potansîyela misilmana ya pêşve diçe bike yek û piştgirîya wan avabike…” (Ji Teorîyê Ber Bi Pratîkê Hereketa İslamî, Fidan Güngör, Weşanên Fıtrat)
Fidan Güngör, girîngîyek mezing daye, rolekî pêşeng hildana alima di mucadeleya civakîde û eve wekî sêlingek girîng di mucadeleyê da nirxandîye. Li gor wî organîzasyonên ji aliman bêpar, avahîyên zemîna wa ya fikhî(hikukî) nesax e. Ji paldankên fikhî beparbûyîn, di be sedema biryarên meşruîyeta wa biguman, biryarên biguman di be sedema pratîkên berevajî, pratîkên berevajî di be sedema binpê kirina referansa û binpê kirina referansa jî di be sedema dejenerebûnê. Reaksîyonek weha zincîrkî çêdibe ku dozek bi nîyetên baş ve destpêkirî bîne halek nenas û kesên bi îddîaya islah kirinê derketînê rê di be ku pêvajoyek wesa da bi xwe hewceyî “islahê” bin.
Fidan Güngör, di veguhorîna kesan û civakêda jêderkên gele cuda feyde dîtine hewce dibîne û li ser sekinîyê ku hemu wesaîtên meşru yên dê xizmeta xebatên islahe biketin hewceye bêne seferber kirin. Heke em behsên wê demê misilmana gengeşi dikirin ber bi çav biken, pêşniyarîyên Fidan Güngör yên behsa gotinê, mirov dikare bêje ku encamên dîtinek pêşîya dema xwe ne.
“Jêderkên cuda yên çandî wekî; muzik, edebîyatêda bi taybetî helbest, destan û çîrok, hunerên rind da mîmarî û xemilandin (çînî), şopa kûr ya di karakter (taybetmendî) û têgehiştina civakanda hêlaye, faktorên girîngin ku xebatên İslamî yên em dê biken da hewceye ber bi çav bigrin. (Ji Teorîyê Ber Bi Pratîkê Hereketa İslamî, Fidan Güngör, Weşanên Fıtrat)
Behsek dî ya girîng ku Fidan Güngör li ser disekinî ew bû ku hewceye Misilman meyla “antî-tez” buyînê dûrbikevin. Ji ber ku hebûna kesên antî tez, girêdayî yekîdînêye anku girêdayî tezê ne. Eşkereye yên li gor hamleyên kesên “tez” pêngavên xwe davêje û li gor stratejîya kesên “tez” cihê xwe dîyar dikin serfiraz nabin. Heke hinde kes rojeve dîyar dikin , hûn jî tenê çarçoveya wê rojevê fikr dimeşînin, heke hewe hemû enerjîya xwe giredabîte pêngave kesê li hemberî we dê pêngav bavêjît û pêngava hewe ya dijî pêngava wî, wê deme rewşek wehîm li wêderê heye.
Fidan Güngör li ser sekinîye ku kesên ji reaksîyonîyê xweyî dibin, wexte ew rewş û hêza reaksîyon nîşadidin ji holê rabu wê gavê hebuna wa jî bê wate di be. Reaksîyon şerte lê belê heke reaksîyon ne hereketek bi planîbe û hatibe halê yek armanca hebûne, di vê ew were lêpirsîn. Ji ber ku li wê derê bi gotina wî “nexweşîya antî-tez” heye.
Fidan Güngör di her kada mezlûmî û mexdûrî lê heyî hewceyîya înîsîyatîf hildana Misilmana parastîye. Azadîya bawerîyê, Pirsgirêka Kurd, mexdûrî û îstîsmara jinê, îstîsmara (mêtina) ked ê, bêedaletîyên parvekirinêda, neheqîyên ser ruyê erdê li cihen cuda peyda dibin û yên dî… Ber bi her qerînê ve bezîn, her eş teskîn kirin û dijî her xeletîyê sekinîn… Ew, ve hîssa xwe ya berpirsîyarîyê bi evê pirsê îfade dike:
Teqez (mutleqa) di vê bi bezin, îmkanên dest da hemû bêne seferber kirin û şeva xwe bêxine nav roja xwe gûhê xwe bidine dengê va mustezafa û ma nevê emrê Xwuda (c.c.) bînine cih?
Fidan Güngör nesekinî… Şahidîya heqqi û edaletê li gor înkanên xwe bi cih anî. Ji ber ku nesekinî û yê nesekinîbajî alîyê mîhraqên meşum (bêyom) “hate sekinandin”… Dihate zanîn rêwingê rîyek çi car nedihate winda kirin bû ji ber vê, alîyê hindekave “hate winda kirin.”
Em di fikirin ku, bi uslubek dara dikêşe agirê kerbê û gengeşiyên dîrokvanî geş dike Fidan Güngör bîranîn, ne kêrî meslehatê Misilmanaye.
Rîya herî rast ya şexsekî muhterem bîranînê ewe ku mîsyona wî û mîratê mucadela wî bête jîyandin. (jîndarî bê kirin)
Ya bilî vê ji girîyan (mersîyan) û dijminatîyê wêdatir naçe ku, ya yekemîn berhema bertekîyek insani, ya duduya tê wateya aqil û feraset hildine parantêzê.
Em Fidan Güngör bi minet û bêrî(hesretî) bi bîr tînin.
Xwudê şahide me gele bêrîya wî û kesên dî yên jîyana xwe ji bo rûmetên muqeddes feda kirîne kirîye…
We’l aqibetu lî’l muttaqîyn!...
Nivîskar : Emin Mansuri 01.09.2008
eminmansuri@fitrat.com
jêderk : http://www.fitrat.com/portre_detay.php?id=10