Mirov herî pir ji ber tîrêjên rojê bedena xwe diparêzin. Mijarek herî girîng ew e ku wekî çermê mirovan herwiha çav jî ji wan tîrêjan zerarek gelek mezin dibînin û dema ku mirov bi awayek hiþyar li çavê xwe miqate nebe mirov dikare ji ber wan tîrêjên neyînî kor jî bibe. Wekî çermê mirov çav jî diþewite, ew cihê þewitî di demek kin de winda dibe, lê acizî winda nabin. Ew acizî wha ne: Çav diþewite û wekî ku tu derziya li çav bixî av ji çav tê; di çerm de þanên reþ derdikevin, þêweyek ji wan jî di tebeqeya çav de nokteyê zer ên wek katarakt herî pir tê xuya kirin û dibin sedema nedîtina çav.
Herî pir kîjan tîrej ji bo çav bi zerar in?
*Dr. Mehmet Demir: Ew tîrêjên ku zerarê didin tendirustiya mirov ultravîole û înfra ret in. Tîrêjê ultravîole xwedî tîrêjê pêlê mezin in û bandora germbûnê zerarek mezin dide organîzmayê. Înfra red jî xwedî pêlê biçûk e û bi organîzmaya radyasonê bandorê dike ango bi wê þêweyê zerarê dide mirovan. Herçiqas di atmosferê de tebeqeya ku pêþiya tîrêjan bigre hebe jî, hinek ultravîole û înfra red tîrêjê wan disa derbas dibin. Li gor çermê bedena mirov çav zêdetir hasas e, ji ber wê ew tîrejên ultravîole û înfra red hîn pirtir zerarê didin çav. Di demên pir germ de dema mirov xwe ji wan tîrêjên rojê yê ultravîolê (uv) dijwar biparêzin divê mirov li çavên xwe miqatebin. Ew pertavê uvê zererê çav ê wek katarakt, pterygjum, fotokeratîtve, korneada dejeneratîf derdixe holê. Ev pirsgirêk dikare bibe sedema ku mirov xûmam bibîne, di çav de îrîtasyon, sorbûna çav, ji bo demekê dîtina çav bê winda kirin, herwiha carna jî dibe sedema korbûna mirov jî.
Xweparastinaji tîrêjên rojê bi çi þêweyê dibe?
Bi taybetî divê kesên ciwan çavê xwe ji tîrêjên uv biparêzin. Dikarin þewqeyek bi derdor ku çavê wan biparêze, an jî bila berçavkê bikarbînin. Zarok û ciwan ji ber ku hîn pirtir li derva dimînin ev jî dibe sedema ku hîn pirtir çavê wan li ber wan tîrêjan dimînin. Ev jî tê wê wateyê ku ew tîrêj zerarê didin tebeqeya retîna yê çav. Ew tîrêjên ultravîole A û C bandorek xirab li ser çav dikin. Ultravîole B jî dibe sedema þewata çermê mirov û çêbûna kansêrê. Ji bo ku mirov karibe çavê xwe ji tîrêjê A û C biparêze divê berçavka rojê bikar bîne. Ew berçavka rojê wan têrêjan dimije û çavê mirov ji wan diparêze. Gelek mirov giringiyê didin berçavkê ji bo estetîkê, lê ya herî girîng ew e gelo ev çiqas çavê mirov diparêze. Pêwîst e berçavk ji çav pir ne dûr be ango dema ku mirov berçavk bikar anî derdora çavê mirov bigre.
*Dr. Mehmet Demir pizîþkê çavan e û ji Bakurê Kurdistanê ye. Niha li bajarê Batmanê dijî.
RUDAW - Zelal Çelik