Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Jîyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Ji Pênûsa Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî

13/09/2011 - 06:21
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Dengbêjên Mêvanê Dîwana Dilê Min Ev in:» 1 Mamoste Evdalê Zeynikê 2 Şêx Silê (Sêwî Silo) 3 Gula File 4 Fêrîkê Borîzan (Fêrîkê Çilborî) 5 Mistefayê Çiftborî 6 Mistefayê Xelê Heyran 7 Mihemedê Mîrzik 8 Ferzê  9 Reso  10 Siloyê Gulê 11 Îboyê Gulê 12  Mihemedê Îbo 13 Mihemed Salihê Beynatî 14 Hecî Sîno 15 Filîtê Aktepî 16 Feqiyê Qizqapanî 17 Hecî Ebdulkerîm 18 Sidîqê Zorava 19 Şakiro (Kewê Ribat) 20 Mihemedê Beyro 21 Huseyno 22 Zahiro 23 Sebrî 24 Sidîqê Şêxweliya 25 Sidîqê Baxçe 26 Hecî Evrehmanê Perê 27 Kerem 28 Ehmoyê Bêrtî 29 Xalê Birê 30 Kawîs Axa 31 Mihemmed Arif Cizîrî 32 Hesen Cizîrî 33 Îsa Berwarî 34 Şeroyê Biro 35 Karapêtê Xaço 36 Cemîl Horo  37 Ehmedê Canşa 38 Kesê 39 Xenî 40 Baqî Xido 41 Teyiboyê Sêrtî 42 Hesen Zîrek 43 Fadilê Kufragî 44 Zekiyê Mistefê 45 Miradê Kinê 46 Celalê Babiyê 47 Bavê Saleh 48 Salihê Qubînê 49 Nûriyê Qerekosê 50 Tehsîn Taha:»



CİWAMÊRÎ

Kesên ku ji min zêdetir bin, ew taca serê min in. Lê ên ku ji min kêmtir bin, ez Taca serê wan im:Ebdurehîmê Mûşî”.

SONDA ME

Karwanên azadî yê
Wê bînin rizgarî yê

Doza Şehîd bernadin
Hetanî azadî yê.

Me soz daye Şehîdan
Bernadin em vê riyê

Me sondxwarî bi Qur'an
Ta azad kin Kurdistan

Ji DİLAWER EMÎ RE

Qebqeba Kewê Gozel
Ji mêj da, ta ji ezel
Me sondxwarî bi Furqan
Heta em herin mezel

Bernadin em azadî
Rêber Şêx Seîd, Qadî
Tu wext namirin Serwer
Dijîn di dil ebadî

Şaîr-Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî

Ez di sala 1967 an de payîzê li bakûrê Kurdistan, herêma Serhedê, gundê girêdayî navenda bajarê Mûş'ê, li Sahag'ê ji dayîk bûme”. Di sala 1989 an de payîzê bûyerekî li me qewimî û em ji gundê xwe koçber bûn! Ez di 09.10.1988 an da zewicîm, 5 heb jî zarokên min hene. Bi navê: Mûhammed, Mirad, Ayşe, Rozerîn û Evîn. Navê dayîka min Hecî Qîmet. Navê bavê min jî Hecî Ehmed e. Sê bira yên min û pênc jî xwîşkên min hene. Bi taybetî dayîka min Jineka pir maqûl û pispor e. Di piştî ku Bavê min wefitî, em di saya Xwedayê Mîhrîban û Dayîka xwe ya aqilmend û pîroz de li ser piyên xwe man. Heyanî mirinê ez tu carî ked û renca Dayîka xwe ya pispora dilbirîn ji bîra nakim. Mixabin bavê min di sala 1980 de ket bin Motorê, çû ser dilovaniya xwe.

EŞÎRA ME

Ez ji Eşîra «Ziktî»ya me: „Lê Bapîrên me ji Bexdayê hatine çûne li navçeya bajarê Çewligê li gundê girêdayî Bongila li Gilêşîn û Gov'ê bi cî û war bûne. Her wiha Gelemperiya malbata me hemû mirovên Teqwa û 'Alim bûne. Lewra Bapîrên me ji Malbateke Xanedan bûne. Her wiha hîna jî, ji Apê me yê Bongila re dibêjin „Mehmed Efendî”. Ji ber vê yekê ye ku ji Malbata me ra têgotin: „Malbata Sofiyan”. Ev nav jî ne ku navek wisa hêsan e. Lewra malbatên ku ne liyaqê vî navê payedar bin, bêguman Gel tu wextê navek wisa payedar liyaqî tu malbatê nabîne. Lewra vî navê ku ewqas giranbiha jî, ji aliyê Gel ve liyaqî malbata me hatiye dîtin. Çavkaniya vî navî jî Gelê me yê navçeya Bongila ye.

Lê dema ku li bapîrên me bûyerekî di qewime, ew îcar ji Gilêşîn û Gov'ê diçin gundê nêzî Gov'ê li Sayer'ê bi cî û war dibin. Bapîrên me xwarzî yê Eşîra 'Omerî' yan e. Ji ber ku Bapîrên me û Xalên xwe zehf zêde ji hevûdu hezkirine û li ser hevûdu xeyîdîne, lewra em li ser 'Eşîra Omerî' yan jî hatine nasîn. Lê di piştre xizmên me li wir ji hev belav bûne, hinek Apên me li Çewlig û navçe ya Çewlig'ê li Bongila man e. Kalikê me yê Celo hatî bajarê Mûş'ê li gundê 'Sahag'ê bi cî û war bûye û Birakî jî çûye gundê girêdayî navçe ya bajarê Mûş'ê, Gimgim'ê li gundê Rindaliya bi cî bûye. Her wiha Bira yê wan yê bi navê Gurco an jî Gurcî jî çûye 'Şam'ê li Taxa (Mihel) Ezîze bi cî bûye. Lê belê niho eqrabayên me li bajarê Riha û gelek bajarên welêt belav bûne. Îcar Gilêşîn li kêleka gundê Gov'ê ye.

Biqasî ku ez dizanim 'Eşîra Ziktî'ya û Eşîra Omerî'yan Eşîrên mezin in û îro li her çar aliyên Welat û Cîhan'ê belav bûne. Li aliyê din 'Eşîra Ziktî'yan bi Zaravayê Kirdkî diaxivin. Belê bav û Kalên min jî bi Zarava yê Kirdkî diaxivîn. Di gundê me de gelek Dimilî hebûn. Lê mixabin niho kes bi Zarava yê Kirdkî naaxivin! Ji xêncî çend heb mezin û rûspî yan. Lê em niho bi Zarava yê Kurmancî diaxivin.

BAPÎRÊN MİN

1. Ehmed Bavê Ebûzer 2. Ebûzer Bavê Huseyn 3. Huseyn Bavê Celîl 4. Celîl Bavê Mele 'Elî 5. Mele 'Elî Bavê Mele Emîn 6. Mele Emîn Bavê Hecî Ehmed 7. Hecî Ehmed Bavê Ebdurehîm. Her wiha Fatma jî bapîra min e.

Zarokên Celîl: 1. Mele 'Elî 2. Xalit 3. Yasîn. Lê du kurên wî jî mirin e. Zarokên Mele 'Elî: 1. Mele Emîn 2. Şefîq 3. Hecî Şerîf 4. Hecî Huseyn. 

Lê hîna jî Malbata Me, bi Navê Kalikê Meyê «Celo» tê nasîn. Ango ji me ra dibêjin: „Celo ya”. 'Elî dema ku Feqî bûye,  ji ber meşhûriya wî ye ku jê re gotine: „Feqî 'Elî”. Lê di piştre dîsa bi navê Mele 'Elî hatiye niyasîn.  Îcar di dema muhaciriya Ûris de miletê me tev çûbûn bajarê Amedê. Bapîrê bavê min Mele 'Elî wê çaxê li navçekî Amedê diwefite. Hê jî gora wî li wir e.

Bapîrên Dayîka Min: 1. Şûrdar (Mihemed) bavê Xelê 2. Xelê bavê Seîd 3. Seîd bavê Hecî Nejmedîn 4. Hecî Nejmedîn Bavê Hecî Qîmet, Hecî Salih û Îbrahîm e. Zozan jî dapîra min e. Pîrika min a Zozan qîza Xalê Kamil e.

EQREBAYÊN ME

Xizmên me li Sûriyê jî hene. Ez texmîn dikim ku 200 – 250 an jî 300 sal berê, birayê Celîl yê ku bi navê Gurco an jî Gurcî, ji bajarê Mûş'ê an jî, ji bajarê Çewligê ji gundê Gilêşîn an jî, ji Gov'ê çûye "Sûriyê, li bajarê Şam'ê li Mihela Ezîze bi cî bûye. Biqasî ku min li ser vê yekê lêkolîn kir, Bapîrê me yê Celo du car an jî sê caran çûye dîtina bira yê xwe yê Gurcî. Lê mixabin ew qet nihatiye ba bira yê xwe yê Celo. Bapîrê me yê Celo pir lava birayê xwe kiriye, jê re gotiye were em cardin herin ba me herêma Serhed'ê pir xweş e. Celo kiriye û nekiriye wî serwext nekiriye. Apê me yê Gurcî ji Celo pirsiye; gotî ma hîn jî li herêma Serhed'ê berf dibare an jî na? Celo gotiye, belê hîna wek berê berf dibare. Apê me yê Gurcî jê ra gotiye, bi Xwedê heta ku çireçira çarix û lekanan were bîra min, ez êdî nayêm herêma Serhedê.

Ji ber vê sedemê bapîrê me yê Celo bi ser bira yê xwe da giryaye û bi dilekî kul hatiye herêma Serhedê û êdî ew jî, ji bira yê xwe xeyîdiye û careke din neçûye dîtina wî. Mixabin ji wê demê vir da, me tu agahiyeke erênî ji malbata apê xwe yê Gurcî negirtî ye! Birastî ew apê me her dem di bîra min da ye. Tika min ew e ji kesê/ên ku malbata apê me dinasin, bila ji kerema xwe re min li ser van; Navnîşanan agahdar bikin: dengbej@hotmail.de  an jî Malpera www.serhed.org

JİYANA MİNA Lİ WELAT

Min jiyana xwe heyanî sala 1990 î li Welêt derbas kir. Di pişt re em koçberî Metrepola Tirkiye yê bûn. Ji sala 1995 an û vir de, ez wek penaber hatim Almanya yê. Ez hê jî li Almanya yê dijîm.

REWŞENBÎRÎ YA MİN

Mixabin min bitenê pênc sal 'Dibistana Seretayî' xwendî ye. Sed heyf û mixabin ew jî ne ku bi Zimanê Dayîka xwe! Lê belê her çiqas min Zanîngeh û Zanko yên fermî nexwendibe jî: „Ez dikarim pir bihêsanî bibêjim ku min «Zankoya Jiyan'ê» xwendiye. Ji ber ku ez ji zarokatiya xwe de zarokekî jîr û pispor bûm, lewra ez di nav Çand û Hunara Kurdî de mezin bûm û min fêra xwe jê wer girt. jixwe tişta herî girîng jî ev e”.

Sed heyf û mixabin ji ber ku: „Ziman û hemû Mafê me yê mirovatî, ji aliyê zaliman ve hatiye «xesp» kirin”. Sed heyf û mixabin min qet bi Zimanê Kurdî nexwendî ye, an jî ez qet neçûm e qursa Zimanê Kurdî. Lê min xwe bi xwe, xwe perwerda Zimanê Kurdî kirî. Bêguman ez pir pê şad û serbilind im ku ez îro bi Zimanê Dayîka xwe ya 'bindest' dinivêsînim! Lewma çiqas lîstik li ser Zimanê Kurmancî tên lîstin, em hemû jî pir rind dizanin. Pêwîst e ku em hemû Kurd li Zimanê xwe yê pîroz û Welatê xwe yê bindest xwedî derbikebin! Da ku em bikaribin xwe ji bin zilma zaliman Rizgar bikin!...

Xwendina Qur'an a Muqedes jî, ez ji Rehmetiyê Bavê xwe fêr bûm. Rehma Xwedê Teala li Mamoste yê min be. Ji ber ku min Qur'an xweş di xwend. Lewra bavê min di nav zarokên xwe de, pir zêde ji min hezdikir. Lewma mamosteyê min pir di xwest ku min bi da xwendin. Lê sed heyf û mixabin me mirad bi hev nekir û em bi hev şa nebûn. Ez hê zarok bûm, min Mamoste yê xwe yê hêja û dil birîn wenda kir. Lê ez pir, rind dizanim ku ew derd û kul û êş û jan bi wî ra çûn bin axa sar. Mamoste yê min Tu di dilê min de zehf zêde şêrîn e. Ez qet Te ji bîra nakim. Carekî din Rehma Xweda yê Mîhrîban li wî Ruhê Te yê pak be Mamoste yê min. Her wiha min bi delfetên xwe gelek Hedîsên Olî û Mewlûda Kurdî jî xwendî. Ji xêncî Zimanê Kurmancî yê Zikmakî. Ez zimanê Tirkî û Almanî jî dizanim.

EZ BİBÎRANÎNEKÎ XWE Jİ WE RA BÎNİM ZİMÊN

Dema ku min dest bi xwendina Qur'an a Pîroz kir. Bavê min ê Rehmetî min şand Mizgeft'ê, ji bo ku ez baştir fêrî xwendina Qur'an a Pîroz bibim. Wê demê Feqî yan li gundê me dixwend in. Ez çûm Mizgeftê ji bo dersê. Feqî carekî ji min ra rêzekî xwend. Di dûvre Feqî ji min ra got, îcar tu bixwîne? Çima ku min rêzekî şaş xwend. Feqî sîlekî li bin guhê min xist, hûn bawer bikin pilîskên êgir ji bin guhê min firîn, hişê min çû, çavê min tarî bûn. Ew çax jî ez hê  8-9 salî û zarok bûm. Di ser da, ji min ra bibêje çi rind e? Ji min ra got ezê pê guhê te bigrim te di şerqê ra bibim, di şamê ra jî bînim. Ez hatim malê, min sondxwar ku êdî ez neçim Mizgeftê dersa Qur'anê. Belê eviya jî tê wate ya ku gotina mezina, dibêjin: „Xwedî kir bi nanê xwe, kir êgir berda canê xwe”.

ŞAÎR-DENGBÊJÎ Û BİLÛRVANÎ YA MİN

Ez li ser van 6 navan têm nasîn: 

Ebdurehîmê Mûşî

Dilbirînê Deşta Mûşê

Bawer Şeyda

Mêrxas Yado

Rênas Mûşî

Nezan Bêwar

Payedar Zaza

Min heyanî nika ji «1000 î» zêdetir Kilam, Helbest, Qesîde û Melodiyên Bilûrê Afirandin e. Her wiha min «8» Kasetên Stran û Bilûrê jî bi awayeke amatorî dagirtî û di nav gel de daye belavkirin: „Ez biqasî '300-400' miqamên Bilûrê” jî di zanim. Ji xêncî wî jî Roj heye ez sê Helbestan jî diafirînim. Hemd û Sena ji Xweda yê min ra ku roj bi roj Hunera min dewlemendtir dibe. Lewra ez Şaîr-Dengbêj û Bilûrvan im, her wiha Qerfkar û Çîrokbêjim jî: Ez ji 15-16 sali ya xwe vir de Bilûrê bikar tînim. Dema ku li Welêt Dawetekî çê dibû, carcaran em çend Bilûrvan hebûn me 20 - 30 şevan li dawetê pifî Bilûrê dikir. Wê dema ku ez behsa wî dikim, ew çax li gundê me û derdorê Saz an jî Def û Zirney tunebûn. Wê demê Gel bi piranî, li ber Bilûrê Dawet dilîstin û direqisîn. Dema ku Bilûr jî tunebiya, du kesa Kilaman di gotin û dudan jî li wan di zivirandin, wisa di reqisîn. Carna jî hinek mirov hebûn pir xweş nîna di kirin û gel li ber dengê wan Dawet di leyîst. Bêguman eger ku Dengbêjek jî di Dawetê da heba, adeta dawet geş dikir û dikemiland. Xwezil bi wan dem û dewranên borî. Dema ku li gundê derdora me jî dawet hebûna, me 9 - 10 hevalan hevûdu digirt û em diçûn, me heyanî serê sibeyê Dawet dileyîst, Stran digot û em di reqisîn. Di Daweta qîza xaltiya min de, min şevekî ji êvarê heyanî serê sibeyê, Bilûr lêxist û milet li ber reqisîn. Ew çax ez hîna xort bûm, li ser kewna xwe bûm, kêf û eşqek mezin di nav dil û cergê min de hebû. Dema ku min li Dawetan Bilûr lêdixist, lîstikvan li ber nalîna Bilûra min mînanî tûra di nav avê de diricifîn. Eviya jî eşq û evîn û hêzek pir mezin dida min. Sed heyf û mixabin, îro ew urf, edet, kêf û eşq jî nema ye! Dawetên îro bûne 4 - 5 saet. Kêf û şahî êdî wek berê nema ye. Ew adetê me yên berê dîroka me ya kevn û kevnar mixabin êdî tev ji holê rabû ye! Ji bo vî yekê jî, birastî ez pir xemgîn im. Ez çûme gelek Navçe û Gundên derdora Mûş'ê heta Çewligê jî, di gelek Dawetan de min Bilûr lêxistî. Ji 15-16 saliya xwe vir de, ez di warê Çand û Hunera Kurdî de xizmeta gelê xwe dikim, birastî ez bi vî yekê jî pir serbilind im.

Şaîr-Dengbêjî  û Bilûrvanî ya Min: „Ez dikarim bibêjim ku ji ber derd û kulên bindestiya dinya derewîn tê”. Her wiha ez pir dibin bandêra mamoste Apê Reso, Şakiro û Zahiro de jî mame. Lewra ez ji wan ra minetdar im.

BEŞDARÎ YA MİNA TV, ŞEV Û ŞAHİYAN

Ez heyanî nika «9 - 10» caran derketime Roj TV yê. Bernameya Şevbêrka Dengbêjan. Her wiha ez gelek spasdar im, ji bo Hozan Şemdîn û malbata Roj TV. Lê belê ez bi dehan caran jî derketime şev û dawetan jî. Lewra xebat û xizmetên minê Hunerî hîna jî berdewam in. Her wiha ez tevî 4 Bernameyên Çand û Hunerê ên Zankoyên Almaya yê jî bûme, 2 caran li bajarê Bochum'ê û du caran jî li bajarê Dortmund'ê. Heyanî niho min di 3 -4 Malperên Kurdî de jî karê Nivîskarî ya Kurdî kirî. Bêguman ji bo ku îcar ez ji gelê xwe ra xizmeteke dewlemendtir bikim, lewma min: „Melpera Wêje, Çand û Hunera Kurdî www.serhed.org” di sala 2007 an de damezirand û ez nika bi berfirehî tê de ji gelê xwe re xizmetê dikim. Bêşik ev jî, ji bo min rûmet û serbilindiya herî mezin û payedar e.

KOMA EVÎN

Min û Dijwar Mêrdînî me di sala 2004 an de «Koma Evîn» damezirand. Em nêzî salek jî çûn Dawetan. Mixabin di pişt ra, ji ber hinek pirsgirêkan me karê Komê bi dawî kir.


VÎDEO KİLÎBÊ MİN

Di www.youtub.com'ê de gelek Vîdeo Kilîbên min jî hene. Wek mînak: „1 Dewrane 2 Delîl Yadê 3 Lêlê Dîlber 4 Yara Şêrîn 5 Gorî Gorî”. Bilûr û hwd. Her wiha van Vîdeo Klîbên min hemû di Malpera min a www.serhed.org û Facebook'ê de jî hatine weşandin.

 

 

 

 

Girêdank û Navnîşanên Pelên Min ev in:

YouTube: http://www.youtube.com/user/dengbej49

Facebook: http://www.facebook.com/profile.php?id=1135508532

Facebook: http://www.facebook.com/pages/wwwserhedorg/122044597858546

GEŞTA MİNA Lİ WELAT

Ez çûme Amed, Riha, Çewlig, Elezîz, Meletî, Bedlîs, Tûxtewan, Derya Wanê û (Gola Krater), Agirî  (Bazîda kevn). Li Riha yê min Gora Hz. Îbrahîm û Hz. Eyyûb jî tewifand. Her wiha ez li gelek Çiya û Zozanên Welêt jî geriyame. Metrepolên Tirkan jî ez çûme Îzmîrê, Edenê, Mêrsînê, Antalya yê, Enqerê, Bursa û Stembolê. Her wiha ez li gelek Dewletên Ewrûpayê jî geriyame.

MİN Dİ ZAROKATİYA XWE DE Lİ BA HEQİYÊ CÎ DİGİRT

Ji ber ku Heq navê Xwedayê Mîhrîban e. Lewra Heq tu wext li ba kesên biîman û biwijdan nayê mandale kirin! Lewma min tu wextê zilm û zora zaliman nepejirandî û ez napejirînim jî!...

DİBİSTAN Û HÊLÎNA DENGBÊJ Û BİLÛRVANA HERÊMA SERHEDÊ

Mamoste û Şahê Me Hemû Dengbêjan ên navdar ev in: „Evdalê Zeynikê, Şêx Silê (Sêwî Silo), Gula File, Fêrîkê Borîzan (Fêrîkê Çilborî), Mistefayê Çiftborî, Mistefayê Xelê Heyran, Mihemedê Mîrzik,  Ferzê, Reso, Siloyê Gulê, Îboyê Gulê, Mihemedê Îbo, Mihemed Salihê Beynatî, Hecî Sîno, Filîtê Aktepî, Feqîyê Qizqapanî, Hecî Ebdulkerîm, Sidîqê Zorava, Şakiro, Mihemedê Beyro, Huseyno, Zahiro, Sebrî, Sidîqê Şêxweliya, Sidîqê Baxçe, Kawîs Axa û Şeroyê Biro. Ji Rojhelatê Kurdistanê Gundê Conî: Xalê Birê”.

Bêguman van Şaîr-Dengbêjên wek Feylezofa, Navên xwe di Dîroka Kurd û Kurdistanê de bi Tîpên Zêr dan nivîsand in û mohra xwe jî li dîrokê dan û ew ketin nav pelên dîrokê, lewra ew bi awaz û nav û dengê xwe yên payedar êdî bûne nemir. Birastî van Mamoste yên bi nav û deng, di dîwana dilê min da ciyê xwe yê herî mezin û rind girtine. Her wiha wê di nav xasbaxçe yê minê lîloz û binefşan de herdem mêvan bin û bi awazên xwe bijîn.

ŞÊXÊ NÊRİYÊ

Li gor salixên salixdara dibêjin: „Şêxê Nêriyê jî Helbestvanek bi nav û deng bûye, lê wî bi xwe Kilama negotiye. Lê belê mamoste Evdalê Zeynikê pir Helbestên wî kirîye kilam û straye”. Jixwe têgotin ku Evdal mirûdê Şêxê Nêriyê bûye”. Pêwîst e ku Ked û Renca Dengbêjan  neyê ji bîr kirin: „Bi taybetî dengê mamoste Şakiro îro li her çar aliyê Kurdistanê û li Cîhanê belav bû ye. Şakiro dema ku davêje qirikê ango gewriyê û dixulxulîne, wek Kewê Ribat di qaqibîne. Sewta wî wek sewta Kewî nêr e. Di warê xulxulandinê de îro tu kes nikare bibêje ku ez Şakiro me. Şakiro di warê awaz û li hevanînê de jî pir serkeftî û hosta ye”.

GOTİNÊN BALKÊŞ Û DİLSOTÎNER ÊN DENBÊJAN

Ez bi rêya Têlefonê bi Mamoste Zahiro ra axivîm. Zahiro ji min ra got ku dema ku Şakiro Kilam digot, mirov bi tevê Hesp û Zînê xwe va di çû devê wî. Ew qas meşhûr bû. Rehma Xwedê li wî û hemû Mamoste yan be. Lewra rojekê ji mamoste Reso pirsîne, gotine Tu Dengbêjek zehf zêde meşhûr e, Te ewqas Dengbêjan dît, li gor ramanên te kîjan Dengbêj meşhûrin? Apê Reso  wiha dibersivîne: „Di miqam û lihevanînê de Şakiro, di Şîrandina awazê de jî Huseyno meşhûr e”. Dibêjin Rojekê Şakiro li civatekî Kilaman digot, dema ku bala xwe didê camêrekî çû sênîyekî biçûk anî li nav civatê gerand, qaşo wê pere kombike. Şakiro dibêje tu çi dikî? Camêr dibêje ezê ji Te ra hinek pere kombikim. Mamoste destûrê nade, dibêje jixwe gelê me feqîre, ez ji bo xwe pere naxwazim. Her wiha rojekê Surmelî Memed Paşa ji mamoste Evdalê Zeynikê ra dibêje, were ez vî gundî tevî li ser te Tapo bikim. Evdal dibêje axa yê min eger ku tu vî gundî li ser min Tapo bikî, dê vî gelê gund bi çi debara xwe bikin. Evdal dibêje na ezbenî Tu wê Axpîna li jêrî gund bide min, ji min ra bes e. Karapêtê Xaço, di qisedanekî xwe de gotiye: „40 mîlyon Kurd nikarîbûn li yek Dengbêjek xwe xwedî derbiketana”! Sed heyf û mixabin ez dibêjim belê pir raste! Rojnamevaneke Kurd rojekê diçe cem Şakiro, dixwaze ku bi wî ra hevpeyvînek çê bike. Şakiro jê ra dibêje: „Ez ji gelê xwe xeyidîm e”. Mamoste yê me hemû yan Reso ji birçiya mir! Me ewqas di warê Wêje, Çand û Hunera Kurdî de xebat û xizmet kir, Kurd tu wextê li me xwedî derneketin! Aşiq Feysel'ekî Tirkan hebû, Tirka wî mezin kir û bi Cîhanê da nasîn. We ji me ra çikir? Ez çawa derê dîwana dilê xwe ji te ra vebikim û bi te ra hevpeyvînê çê bikim?!...

Ez li vira bi hêstirên çavê xwe Mamosteyê xwe yên mezin, Evdalê Zeynikê, apê Reso, Şakiro û hwd. hemûyan bibîr tînim, ji wan ra rêz digrim. Rehma Xwedê li wan be ciyê wan Bihuşt be înşelah û Rehman. Ez ji zarokatiya xwe de li dengê Rehmetiyê Reso û Şakiro guhdarî dikim. Ez dikarim pir bihêsanî bibêjim ku min pir feyz ji wan herduyan wer girtî ye. Sed heyf û mixabin van Dengbêjên ku ez behsa wan dikim, îro dîwana wan wala maye... Bêguman ciyê wan hemû yan vala maye û ez bawer nakim ku tu kes jî ciyê wan bigire. Birastî min pir li dengê mamoste Zahiro jî guhdarî kirî ye. Ez dikarim bibêjim ku Zahiro jî di nav dilê min de ciyê xwe yê herî rind girtiye û ez gelek tişt ji wî jî fêr bûme.

XWEDÎ DERKETİNA Lİ ÇANDA DENGBÊJAN!

Sed heyf û mixabin gelê me qet li wan xwedî derneket! Jiyana hemûyan çawa derbas bû, em pir rind dizanin. Eger ku gelê me zikat û sedeqe yên xwe bidana wan, dîsa ew nediketin wî rewşa xerab û xetere. Wekî ku em hemû jî dizanin ev Ziman, Çand, Huner, Wêjeya devkî heya Dîroka Kurd û Kurdistan, di saya serê van Dengbêjan de bê nivîs bi devkî hetanî roja îroyîn hatiye. Gelê me di saxiya wan de tu qedr û qîmetek nedan wan! Lê divê ev Kultur ji holê ranebe û were parastin! Ji ber ku: „Dengbêjî «Dîroka 6 Hezar» salîye”. Lewma pirr beriya mamoste Evdalê Zeynikê jî hebûye.

Dengbêj Zahiro

„Mamoste Zahiro dibêje bila werin pirsa Hunera Ebdurehîmê Mûşî ji min bikin, bibêjin Hunermendekî çawa ne? Zahiro wê ji we ra bide salixê Ozan û Dengbêjan e. Zahiro gotiye Ebdurehîmê Mûşî hem Şaîr e hem Dengbêj e û hem Hozan e. Eger ku hûn diha zêdahiya wî ji min di pirsin? Bêşik Bilûrvan e”.
Bi rêya Têlefonê min û kekê Zahiro me ji hevra Kilam gotin û min Bilûr jî, ji wî ra lêxist. Zahiro li piştî guhdarî kirina Kilam, deng û Bilûra min, Kilam avêt ser min. Ka bala xwe bidinê ku mamoste Zahiro çawa Ebdurehîmê Mûşî aniye zimên...

Dengbêj Zahiro:

Lolo bira min go çûm Almaniyê.. lo li devê gazê
Evrehîm bira wele dengê wî Bilûra te tê guhê min,
fena dengê.. lo Mey û Sazê
Heyran dengê birayê min îşev wisa kete guhê min,
Wisa li min xweş tê, mîna qîrîna.. quling û qazê
Lolo bira wele min îşev te gelek acis kirye,
Ez dikarim ji te ra bêjim êdî bes e.. tu here razê
Ê hê neman neman...

Silav û Rêzên Min ji Mamoste Zahiro ra

Ez silav û rêzê xwe yên biratî, bi tevî hembêzek gul, sosin, nêrgiz û rihanên Palaxa Mêrga Celo, ji Mamoste Zahiro ra dişînim. Mamoste Zahir, tu di dilê min de pir mezin, xoşewîst û pir jî şêrîn e. Ez hêvîdar im ku emrê te wek ava Çemê Ferat û Dîcleyê dirêj be û ewî Awaza te ya zîr û zelal her dem li dinê be.

Şîreta Dengbêj Zahiro

Ji dîwana mere xana!
Fehmê xwe hilnede ji heywana!
Berê xwe bide dîwana Dengbêja, Hozana
Guhê xwe bide gotinê box û berana

Rexneyên Dengbêj Zahiro ji bo Stranbêjan

Ez bi Almanyê diketim wa bi dar e
Li me tê sura sibê bîna bayê sar e
Ev çi îş e, ev çi şuxul e, ev çi kar e?
Mirov bi sermayê xelqê nabe tucar e!
Ha eger ku tu nikarî! nede pişta xwe wî bar e!...


Welatê me Serhed e, pez derket e van Zozana
Bihare Welatê me Serhed e, xelqê Welatê me derketin Zozana
Werin rûnên, ez ji we ra bidim salixê Şaîr û Dengbêj û van Hozana
Piştî ku îro evana dinya xwe guherand in,
Îcar hela werin binêrin li piştî van Şaîr, Dengbêj û Hozana
Li gelek ciya hinek rûdinên di qarişî camêra de,
qet guhê xwe nadin dengê van Dengbêj û van Hozana!
Qet nayê bîra tu kesî emegê van Dengbêj û van Hozana?
Îro jî li ser keda wan rûniştine bi bîra xwe naynin!
Bira Felek mala te mîrat be,
Te çima li me qedandî ye koka Şaîr û Dengbêj û Hozana?


Bihare êlê barkir mal çûn Zozana
Min bala xwe dayê gel derketiye li ser bana
Min dêna xwe dayê ji êvarê hetanî sibê, tê hokînê Şivan û Berxivana
Hela kekê ez îro bala xwe didimê mala Felekê mîrat be,
Yaho qe îro di mahdenê da tune ye dengê van Şaîr û Dengbêj û Hozan û Bilûrvana?
Ê Xwedê bi qencî û xirabî tu kesî nexe ser zar û zimana


Kanê ew dem û dewrana te ya berê?
Kanê ew çavê teyên wek fenerê?
Kanê ew aqil û gotinê te yên wek defterê?
Ez îro bala xwe didimê ku mînanî rengê,
Hikûmatê embargo dane serê!...

Kanê ew dem û dewrana te ya xweş?
Kanê ew çavên belek, ew zaravê te yê şêrîn?
Ew simbêl û porê te yê reş?
Evrehîm bira, bila êdî qe kes pesnê xwe nede!
Wele 'emir ji dehan berjêr bûye, maye şeş
.
Gotin: Dengbêj Zahiro / Ji Zargotinê Veguhastina Nivîsê: Ebdurehîmê Mûşî

Kilama Evdalê Zeynikê li ser Surmelî Memed Paşa Gotî ye

Wexta ku Ziya - Ejderha li Surmelî Memed Paşa dixîne û wî nivkuştî dike. Mamoste Evdalê Zeynikê diçe ji bo Surmelî Memed Paşa û li ser wî vî Kilama dilsotîner dibêje:

EZ ÇÛM XOZANÊ BİLİND CÎ YA

Ji Vira Wêda Mamoste Zahiro: „Min dî Surmelî Memed Paşa ji wêda hat li nava çavê xwe dixist digiriya, mala felekê mîrat bibe, Surmelî Memed Paşa bavê Evla Begê li Xozanê bû kuştiyê destê Ziya, ji min ra got Evdal yeqîn ez dimrim? Min serê wî li ser çoka xwe danî. Ji min ra got; Evdal bibêje tu wek Melakî donzdeh Îlmî? Min jê ra got hatanî ku ruh ji devê wî kişiya? Wexta ku ruh ji devê wî kişiya. Ewî bi min ra pir emeg dabû. Di dewsa hêstirê avê de xwîn ji çavê min rijiya. Ro li ber ava bû, min dî perde hate ser çavê min îşiq ji ber çavê min biriya. Mamoste Zahiro li Kilama Xozanê zêde kiriye”.

Ji Vira Wêda Mamoste Evdalê Zeynikê: „Ez bûm fena paza ku gur bigre, mame li dû bira û keriya. Ez li vî welatê xwerîb bûme fena Teyrê ku ji refê xwe qetiya. Ew mirovên di ba min ra derbas dibûn, herçî kesê ku ji zimanê min fêhm dikir, gêrî li min vegeriya. Gotin bes e, hafiz bibêje te cîgerê me şewitand, kezebê me heliya? Bi milê min girtin ez birim odê camêra, min dî li jorê bû pirqepirqê lawê nekesa bi min keniya. Ji min ra gotin Evdal te wenda kirî yekê mîna Surmelî Memed Paşa, êdî ciyê te li jorê nema, di dîwana de kes cî nade te. Wê gavê histûyê bavê te xwar bû bi ser gopalê wî da, di nav sol û şekalê xelkê de, lawo ez mame li pişt deriya”. Li ser van gotinên Zêrîn ez bitenê dibêjim sed heyf û mixabin mamoste Evdal.


Ramanên Mûşî Li ser Dengbêj û Bilûrvana

Li gorî bawerî ya min Dengbêj û Bilûrvana diwarê çand û hûnerê de mohra xwe li Dîroka Kurd û Kurdistanê xistin, şanenav jî kirin. Ew hemû wek Fîlozofa bûn. Hişê wan ango bîra wan, wek Kompîturê bûn. Mixabin em îro dizanin ku êdî pir hindik kes behsa wan dikin!... Yek Aşik Feyselekî tirka hebû tirka wî bi qasî çiyayê Agiriyê mezin û bilind kirin! Gelo çima em li van dîrokzan, zimanzan û mamoste yê xwe yên payedar xwedî dernakevin û wan bi bîr naynin? Eviya ecêbek pir giran e, şermeke zehf zêde mezin e, ji me ra!

Dengbejî Çiye, Çi di Dengbêjî yê de Heye Ango Dengbêj Çi Tînin Ziman:

Bêguman mirov dikare bibêje ku Dengbêj di dema xwe da TV, Radyo, Çand, Huner, Dîrok, Dibistan û Zanîngeha Zimanê Kurdî bûn. Bêşik Dengbêja hetanî roja îro bê nivîs bi devkî ev Dîrok û Zimanê Kurdî parastine û hetanî vira anîne. Pêwîst e ku hemû Kilamên wan werin Çapkirin, ji bo ku wenda nebin û ji holê neyên rakirin. Neyara bi her tiştên me lîstine, lê bitenê nikarîbûn ku bi Kilamên Dengbêja yên Kilasîk bilîzin. Ji ber ku Dengbêjî karê her kesî nîne û her kes jî nikare vî sitîla Dengbêjan bikar bîne. Eger ji Dengbêjan neba, ji sedî sed miletê me niha bi gelemperî asîmîle bûbû. Ji ber ku dagirkeran hemû mafê milletê me çopand in û qedexe kirin. Ji xêncî wî jî Dibistan û Zankoyên Kurdî tune bûn, kesî bi Zimanê kurdî nedixwend. Ji aliyê din de jî şansekî me yê pir mezin hebû ku Zimanê Kurmancî Zimanek pir dewlemend, bi kok û ji dîroka kûr û dûr ya bi sedan sal berê tê û Zimanek pir kevn û kevnare ye.

Di Dengbêjiyê da: „Bax, baxçe, rez, bostan, mêrg, çayîr, çîmen, deşt, zozan, gund, bajar, çiya, gaz, bêlan, çem, newal, mesîl, şax, derya, dehl, daristan, gor, goristan, kevir, zinar, leheng, şêr, piling, teyrê baz, teyrê tawiz, kew, kaw, qaz, quling, xezal û hwd. Sêv, porteqal, xurme, hêjîr, bîstan, zebeş, qawin, gilor, petêx, şimamok û hwd. Gul, çîçek, sosin, rihan, nêrgiz, lîloz, binefş, beybûn û hwd hene.

Dengbêj şeref, rûmet, Ol, xak, Kurdistan, yekîtî, sîtemkarî, zor û zext, destdirêjî, nefî kirin, nijadkujî, komkujî, kuştin, lêdan û 29 serhildanên kurda, şewitandina 4500 Gundê Kurda, penaberî, bi darê zorê koçber kirina 9 -10 mîlyon kurda û hwd. tînin zimên. Ji xencî wî evîndarî, hezkirin, bêrî kirin, dilşewatî, medh û pesnê Serok û Rêberan, egît û mêrxasên ku ji bo kurd û Kurdistan canê xwe fîda kirin, Dengbêj wan bi Kilam û Destanan tînin zimên. Dengbêj derd, kul, êş, jan, hesret, keser, keder, bindestî, axîn û nalîna miletê sitembar ango mezlûm tînin zimên. Lewra ez dibêjim: „Kî qedr, qîmet û ciyê Dengbêjan nizanibin, li gor baweriya min, ew tu tiştek ji dinyayê fêhm nakin û ew pir jî nezan in”. Lewma ez dibêjim her Dengbêjek wek Dibistan û Zankoyekî bûn”.

KİLAMA MAMOSTE FERZÊ „XEZAL”

Marûf Kilama Mamoste Ferzê ya bi Navê „Xezal” di Albûma xwe ya ewil da nivisandî ye „Gotin û Muzîk” Marûf!... Teqez ev Kilam Kilama mamoste Ferzê ye û ez ji zarokatiya xwe de li vê Kilamê guhdarî dikim. Her wiha ez bi mamoste Zahiro ra jî axivîm, mamoste bixwe jî destnîşan kir ku ew Kilam Kilama Dengbêj Ferzê ye. Pêwîste ku em kêmasî yên wiha mezin nekin, hevalê Marûf!...

DENGBÊJ Û HOZANÊN DİN
51 Apê Bekir 52 Efoyê Esed 53 Reşîdê Baso 54 Egîdê Têcir 55 Neçoyê Cemal 56 Mecîdê Silêman 57 Feyzoyê Rizo 58 Cahîdo 59 Şemsedîn 60 Becetê Kopê 61 Hozan Aydîn 62 Sulhedîn 63 Mehmûd Qizil 64 Mihemed Emîn Bakan 65 Qinyas 66 Kawîs Milanî 67 Seydo 68 Heqê 69 Ehya Gerdî 70 Mihemed Şêxo 71 Şivan Perwer 72 Aramê Tîgran 73 Ciwan Haco 74 Cewadê Merwanî 75 Hozan Şemdîn 76 Huseynê Omerî 77 Xidirê Omerî 78 Huseynê Farê 79 Kazo 80 Mehmûd Hesen Kirorî 81 Gênco 82 Seyîdxanê Boyaxçî 83 Seîd Yusuf û hwd.

DENGBÊJ Û HOZANÊN JİN

1 Eyşe Şan 2 Meyrem Xan 3 Îran Xan 4 Fatma Îsa 5 Eslîka Qadir 6 Xana Zazê 7 Merziye Rezazî 8 Fatê û hwd.

Her wiha ez hemû Dengbêjan bibîrtînim, ji wan ra rêz digrim. Yên ku çûne ser Dilovaniya xwe, ez ji wan ra Rehma Xwedê Teala dixwazim. Yên ku saxin jî Xwedê saeta sax, emrê dirêj bide wan hemû yan. Dengê wan tim û tim li dinê be. Mixabin ez hemû Dengbêjan rind naz nakim. Herçiyên ku min ji bîr kirine an jî ez navê wan nizanim, bila li min biborînin.

EZ BİRÎNDARÊ SEWTA WE ME KEWÊN RİBAT

Ez birîndarê Kilam û Awazên Dengbêjan
Nalîna Bilûrê Bilûrvanan
Lorîkê çavê Dayîkan
Kurdistan a bindest
Nalîna sêwiyan
Fîxana bêkesan
Hewara bindestan
Welatê Serhedê
Zozanê Şerefdînê
Lîlozên Deşta Mûşê
Gul û sosin û nêrgiz û rihanên Palaxa Mêrga Celo
Wan Kaniyên avê sar û cemidî, çem û çavkanî ya me.


NALÎNA DİLÊ MİN BİLÛR

Min di jiyana xwe de Gelek Bilûrvana Nazkir û bi Gelekan re jî Pifî Bilûrê Kir. Bilûrvan ji Gundê Me Sahagê: 1 Ebdurehîmê Mûşî 2 Xalê min Hecî Mehmûd 3 Salih bira yê wî 4 Şavedînê kurê wî 5 Ebdulkerîm bira yê min. 6 Sîracedîn pismamê min. Ji Deşta Mûş'ê: 1 Şemsoyê Xorongî, 2 Behrî 3 Senoyê Mêxdiyê. Ji Mûş'ê Baxla Mêlik: 1 Eylo 2 Hecî Mehmûdê Çîçê 3 Hecî Behlûl 4 Kemal 5 Salih. Ji Gund'ê Mûş'ê Baxçe: 1 Kino 2 Âbid. Ji Roj TV yê: 1 Casim 2 Yasîn. 3 Memo. Ji Qerejdaxê: 1 Hesoyê Kinik 2 Elî 3 Muhyedîn. Ji Wêranşehr'ê: 1 Xalit. Ji Bêrtî ya: 1 Feqî Kuçuk 2 Zoro. Û ji gundê girêdayî navenda bajarê Mûşê, ji Xirbê Feqîyan 1 Ziya 2 Şêxmûs. Ji Radyoya Êrîvanê: 1 Egîtê Cimo Şahê Bilûrê.

Van Bilûrvanên ku min binav kirin, sirf ana ên ku tên bîra min ev in. Lê wekî ku ez pir, rind dizanim bi hezaran Bilûrvan hebûn li Kurdistan'ê. Ji vana jî mixabin gelek ji wan çûne ser Dilovaniya xwe. Ez ji yên mirî ra Rehma Xwedê dixwazim. Ji ên sax re jî, saxî û silameti yê dixwazim û silav û rêzên xwe ji wan ra dişînim.

BİLÛR

Bilûr Amûrekî Muzîkê ye û ji dîroka pir kevn û kevnar ya Kurd û Kurdistan'ê tê. Bi taybetî Bilûrê di warê Çand û Hunera Kurdî de, cîyê xwe yê herî balkêş û taybet girtî ye. Bi sed salaye, ku ji aliyê Bilûrvanan ve deng û awazên Bilûrê ji gel ra tê pêşkêş kirin.

BİLÛRVAN Çİ TÎNİN ZİMÊN?

Bilûrvan jî wek Dengbêjan, derd, kul, êş, keder, hesret, axîn û nalîna di nav dilê gelê me yên bindest de tînin zimên û wî panzehîrê davêjin derva. Her wiha Bilûr ji sedî 90 Şivanan bikar aniye. Helbet Bilûr ji Şivanan ra him heval bûye, hem jî sebreke mezin. Esas ew nalîn û kalîna Bilûrê ji destê feqîriya bindestiyê tê. Bêguman eger ku ji Bilûrê neba, ji xwe ez nebawer im ku ew şeş mehên nîvê salek biqediya. Ji ber ku Şivanên reben li serê Çiya û baniyan birçî mane, nexweş ketine, li ber şilî, serma û seqemê mane. Ji ber vê yekê ye ku Şivêna pê Bilûrê derd, kul, keder, êş, jan û ewî panzehîra ku di nav dil û hinavên xwe de jî dane der. Lewre dengekî wilo bi bandêr û xweş ji Bilûrê der tê. Ew deng jî, ji nav dil û cergên Bilûrvan tê der.

BİBÎRANÎN

Sala ku li Herêma Serhedê gîha ji bo debik û debara heywanan hindik ba, wê salê pez dibirin aliyê Riha yê. Bilûrvan Hecî Mehmûd salek pezê xwe dibe Siwêreg'ê. Li wir rastî şivanek tê. Bala xwe didê ku şivên Bilûrê lêdixe. Eva rind li şivan guhdarî dike, şivên gelek pifî Bilûra xwe dike û paşê disene. Hecî Mehmûd dibêje ka Bilûra xwe bide min ez jî hinek pifî Bilûrê bikim? Şivên dibêje fermo û Bilûra xwe dide wî. Eviya dest pêdike, dilorîne û zarînê bi Bilûrê dixîne. Çar pênc miqamên xwe lê dixîne, îcar dest bi miqamên şivên dike, piştî ku du, sê heban lê dixîne.  Pir zêde zora şivên diçe, şivan di cî de çêrî xwe dike, dibêje tu êdî bi Bilûra min Bilûrê lênaxîne. Hecî Mehmûd ji ber ku Bilûra wî bi wî ra nebû, heyanî ku biharê vedigerin tên gund, wisa wan miqamên şivên bi fîtikê lêdixîne, ji bo ku ji bîra neke. Bilûrvanek pir meşhûr bû. Di piştî çûyîna Hecê ra êdî Bilûr terikand. Zûda çûye ser Dilovaniya xwe. Lê kurê wî yê Şavedîn hê jî Bilûrek xweş lêdixîne.

HEVPEYVÎN Bİ EBDUREHÎMÊ MÛŞÎ RE «RÖPORTAJ»

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TEYRÊ PERSİPÎ

Ez  ji teyran, teyrê persipî me
Gul û sosinê li mêrga şî me
Navê min Dengbêj Ebdurehîm e
Ji hunerê ra wek marê tî me

Ez  bilbilê  çiyayê  welat im
Kew Ribatê, Sîpanê Xelat im
Şa'ir-Destanbêjê rojhelat im
Bo wêjeyê bi kar û xebat im

M’navê xwe kola li birca welat
L’ser nivîsand Şa'irê rojhilat
Van Helbestên ku min nivîsandî
Mohr kir dîroka Sîpanê Xelat

Rezîl,  riswaye  kesên  bidize!
Dadgeha Yezdan ewê darize
Xwendevanên Şa'ir didin şahidî
Helbestên Mûşî tu wext narize

ŞAÎR-DENGBÊJ EBDUREHÎMÊ MÛŞÎ

dengbej@hotmail.de

 

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Şêx Fexriyê Mala Bokarik
Şêx Fexriyê Mala Bokarik, yek ji qehremanên me yên neteweyeyî ye. Piştî têkçûna Serhildana Şêx Said Efendî alqandina wan şêx û alimên pê re, apê Şêx F
Di Dîroka Îslamê De ‘Alimên Kurd û Nêrîna Rojane
Ji nav Kurdan ji xaynî meşayihin- mûtassavif gelek alimên îslamê yên bi bandor derketine.
Şêx Evdirehmanê Garisî
Şêx Evdirehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Sala 1926 an 27ê, digel hereketa Aqûb Axa yê Erohî wekû serkêşekî wê hereketê li her
Jîyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Ji Pênûsa Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Fidan GÜNGÖR (1949 - .... )
(Ev bîyografîya hêja, zimanê Tirkî ji alîye birêz Emin Mansuri bi zimanek edebî û gele rind hatîye nivîsandin, Xwude jê razî be. Bi armanca daxwazîya
Di xuyakirina bawerî û yekaniyê de / Ehmedê Xanî
Bîranîna Şêx Seîd
Neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy, di 86'emnîn salvegera kalikê xwe Şêx Seîd yê di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Deriyê Çiyê yê Amedê hate darvekirin de axivî
Simko İsmail Ağa
Martin VAN BRUINESSEN/ 20. Yüzyıl Başında Türk-İran Sınırında Bir Kürt Mütegallibe:
Melayê Cizîrî (1567-1640)
Di dîroka Kurd de ji kesên herî girîng yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi şi'r û helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê Kurdan de li d
Hemzeyê Miksî;
Kurtiyek Ji Jîyan û Serhatîya Hemzeyê Miksî; Rewşenbîr û Xebatkar û Sîyasetvanê Gelê Kurd
Hecî Mûsa Begê Xwêtî (1855 – 1928)
Şehîd Îzzeddîn Yildirim  
FAHMKİRİNA SEYDA
II. Şeyh Abdusselam BARZANÎ:  
Salih Begê Hênê 
BİYOGRAFİYA MÎRÊ DENGBÊJAN RESO
ALİŞÊR EFENDİ
ANTOLOJÎ YA DENGBÊJ ŞAKİRO
MELE SELÎM EFENDÎ
Mele Mistefa Barzanî
Xalit Begê Cibrî
Dr. Fuad (1887-1925)
İmam-ı Müslim
Şêx Ehmedê Karazî Diyarbekrî 
Sultan Şêxmûs (Şêx Mûsa Ez-Zolî) 
Mîr Mihemedê Rewandizî, Mamed Paşa
Feqîyê Teyran : Jîyan û Berhemên Wî
Şîyah Pûş
Selahaddin-i Kurdi
Mewlana Cizîrî – evîndarê Sultanê Kaînatê

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil