Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Kurtedîroka Radyoya Êrîvanê û xebata Keremê Seyad


29/09/2011 - 17:58
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Keremê Seyad ku 50 sala xizmeta Radyoya Êrîvanê kir, wiha dibêje; “Wê demê radyo ji cimeta me ya vê derê tiştekî gelekî sersorman (ecêpmayînê) bû. Radyoya Êrîvanê di sala 1930 de li Ermenîstanê dest bi xebata xwe kir, heyanî 37’an. Ew jî rojê pênç deqan. Dema radyoyê hat vekirin destpêkê ji aliyê Heciyê Cindî û jina xwe Zeyna Îbo ve xebat dikir.”

Keremê Seyad di 30’ê berfanbara sala 1938 de li nehya Talînê li gundê Heko yê Ermenîstnaê ji dayîk bûye. Li gorî wî malbata wan ji bajarê Qersê ya Bakûrê Kurdistanê ‘Dema Dewleta Romê (tirk) li Ermenî û Êzidiyan hate xezebê’ derbasî Ermenîstanê bûye. Seyad di temenê xwe yê ciwan dest bi xebatên nivîskarî û rojnamgeriyê dike. Her wiha 50 sal di Radyoya Êrîvanê de dixebite. Keremê Seyad ku niha li Ermenîstanê dijî, ji ANF’ê re çîroka xebata xwe ya 50 salan a di Radyoya Êrîvanê de got. Keremê Seyad di dawiya axaftina xwe dibêje; “Di dawiyê de ez ji gelê me re yekîtiyê tifaqê dixwazim. Tenê ji hevre başbin. Bi hevre tifaqbin. Roja îro dibêjin malê dinê qirêjiya destaye. Bila roja îro rojnameya Riya Tezere bibine xweyî. Li radyoyê xwedî derbikevin.”

Keremê Seyad wiha qala xebatên Radyoya Êrîvanê ya ku xizmeteke mezin ji bo ziman, wêje, çand û mûzîka Kurdan kir, dike:

ROJNAMEYA RİYA TEZE DI VAN SALAN DE RONAHÎ DÎT

“Wê demê radyo ji cimeta me ya vê derê tiştekî gelekî sersorman (ecêpmayînê) bû. Radyoya Êrîvanê di sala 1930 de li Ermenîstanê dest bi xebata xwe kir, heyanî 37’an. Ew jî rojê pênç deqan. Dema radyoyê hat vekirin destpêkê ji aliyê Heciyê Cindî û jina xwe Zeyna Îbo ve xebat dikir. Wan her duyan nuçeyên ferz ji bo respoplîkayê didan. Bi vî awayî kişand heyanî sala 1937’an. Hem li wir hem jî li rojnameya Riya Teze. Bi vî awayî kişand heyanî sala 1955’an ez ji bîr nekim, vê jî bibêjim di wan salan de rojnameya Rya Teze jî ronahî dît.

DI DEMA STARLÎN DE RIYA TEZE HATE DADAN

Dîsan salên Stalîniyê salên çetîn (zor) rojnameya Riya Teze di salên 1937’an te hate dadanê. Lê piştre salên 1955’an hem rojnameya Riya Teze hem jî Radyoya Êrîvanê ronahî dît. (dubare dest bi xebatê kirin) piştî radyoyê sala 1955’an ji nû ve dest bi xebata xwe kir.Wê deme serwerê wê Casimê Celîl bû. Wî du salan serwerî kir, Heciyê Cindî jî wê demê di akademiyê de êdî ilimdar bû. Di bin serweriya Casimê Celîl de radyoyê du sal xebat kir, pişte Casimê Celîl derbasî rêdaktorê para sazbendiyê dibe, wê derê de dîmîne çend salan kar kir. Piştî wê deme disekine heya sala 1958’an.

DEMA BARZANÎ HATE GUNDÊ HEKO

Dema Barzaniyê Nemir ji Moskovayê hate gundê Heko gundê me. Wê demê şabûneke gelekî mezin kete nav gund , gundiyan ji şabûna nizanin çi bikirana. Gundiyan digot vaye patşê me hatiye. Temamiya gundiyan ji gundên cîran ji gelto sorîkê qibixtepe beroj hemu hatin gundê Heko govendeke gelekî xweş geriya. Wî çaxî Barzanî, berî ez ji bîr bikim bêjim dema, Radyo Êrivanê 55’an hate vekirinê wê demê di nav heftiyekê de 15 deqan nûçe dihate dayîn. Di nav wê bernameyê de tenê muzîk, çend nûçe dihate dayîn. Lê şabûna ve di nav cimetê de radyoyên mezin hebû. Derdorara radyoyê govend digirtin û direqisîn. Dikarim bibêjim di nav hefteyekê de sê caran 15 deqan bû.

Paşê Barzaniyê Nemir ji şabûna got, divê Dengê Radyoya Êrîvanê li Kurdistanê bê bihîstin. Kengê jî hebe divê li Kurdistanê bê bihîstin. Ez bêjim wî xwest wekî here gundê Kurdan, malê Kurdan. Lê serokê gund, serokê nehyê, yê Moskovayê û yê Erîvanê nehiştin biçe. Gotin ne cihê jiyînê ye. Piştî çûyîna wî ew gilî pêşde hate kişandin, ji ber serokatiya Ermenîstanê û paşê ev gilî çû Rusyayê radyoya me di sala 1961’ê 1’ê meha nîsanê de êdî bû seet û nîvek. Zemanê dabûn bernameyan bû seet û nîvek.

DIBE BÊJERÊ RADYOYOYÊ

12 xebatkar hatin hildan. Berî wê serî binî, sê xebatkar bûn. Piştre 12 xebatkar hatin hildan. Navê xebatkaran Casimê Celîl, Xelîlê Muradov, Nûrê Polatova, Eznîfa Reşîd bûn. Lê sala 1961’e gotin divê dû kesek bêjerê (sipîker) hebin didu jî jin hebin. Wê demê zor bû ku bêjer (sipîker) bên hildane. Min wê demê hem rojnamevanî dikir hem jî wergervanî dikir. Hem jî serokê radyoyê Xelîl Muradov got; Kerem divê tu bêjertiyê jî bikî. Ji ber pirsa bêjertiyê, çiqas maqaledar, ilimdar û nivîskar binivîsin, wekî bêjer gotina wan baş bedew negihîne cî kêrî tiştekê nayê. Wî çaxî biryar dan ku konkursê (jurî ) avabikin, ji ber hilbijartina bêjeran). Jurî jî pêşekzan in, pêşekzanên Ermenî ne, Kurdî ne kesên zanyar in. Ger kesek amade neban, jî yanî bêjer dengê wan tanîn û guhdar dikirin. Wî çaxî dengê min jî bijartibûn wekî bêjertiyê. Gotibûn hun dibêjin jibona rojnamevantiyê wergervaniyê niha jî bêrtiyê dixwazin, wana jî gotibûn bêjertî ferz e. min wê demê hem bêjertî dikir hem jî wergervanî. Wê demê wekî bêjer hem ez qebûl kirim hem jî Sîdarê Emînê Evdal kurê Emînê Evdal. Dengê wî xweşbû lê kurdiya wî ne ewqas xweş bû. Mehekê ew xebitî piştî mehekê êdî ew derket. Ji mêran ez tenê mam wekî bêjer. Ez him tevî Eznîfa Reşîd xebitîm, hem jî gel Sêvaza Evdo xebitîm. Min ligel herduyan bêjertî dikir. Ligel herduyan dixebitîm, ligel herduyan jî min deng û bah dida. Lê şirovekirin û xeberdanên edebiyatê ewana du behra wan min dixwend, didane min. Ji ber digotin hem dengê te xweş e hem jî gotinan digehînî cî. Xwediyê meqalan, xwediyê nivîsandinan dihatin ji min re digotin ku xeberdanên wan, ji min re gotin, hêvî dikin tu baş bixwînî. Ne rinde ez dibêjim lê wisa bû.

DERSDARÊ MIN BABÊ MIN BÛ

Destpêkirina xebata min ya radyoyê de dersdarê min ê esasî babê min bû. Babê min gelekî rê nîşanî min dida. Gelekî guh dida min. Lê nêrî ez gelekî miqalan dinivîsîm, heybere heybere wisa dikir, ji bo meyla min zêdetir li ser be. Gundiyên me hebû Dewrêşê Şebab, çend hebên din hebûn, digotin xwedê daye Seyad kurê wî wê pêşde here. Ji ber hin di temenekî biçuk de navê wî di rojnemeyan de hatiye nivîsandin. Ji ber kîjan rojname dihatin, navê min dibin nûçe û nivîsandinan de hebû. Hemû gundiyan ev yek dizanî ne başe ez bibêjim lê ez êdî eyan bûm, dihatim naskirin.

38 SAL XEBATA ROJNAMEGERIYÊ

38 salan min xebata rojnamevaniyê û bêriyê kir. Piştî wan demên xebatê êdî li Ermenîstanê rewşa jiyanê xirap bû, dibe ku gazincê wan jî ji min hebe, wê rojê Eslîka Qadir jî hat, got gelek heval ji te xeyîdîne, kesên ku dema xwe de di radyoyê de xebîtîne, lê çûne. Gotine ku Keremê Deyad di nav axaftina xwe de gotiye wan kesan xebat hiştine û çûne. Ger ne wisan ba, min ê çima bigota. Wisa çêbûye ku min gotiye. Heta li cihê xebatê mirovê ne baş tune be yên baş nayên kifşê.

DIVÊ MIROV JI XEBATA XWE HES BIKE

Çi xebat hebe, divê mirov jê hes bike. Mirov ger ji xebata xwe ji pêşiyê xwe hes nekir êw ê negehije tu armancan. Ji ber min ji wê xebatê hes kiribû Xelîl Muradov qîmeteke mezin dida hevpeyvînên min û nuçeyên min. Qîmetê wê bilind datanî. Ji bo wê bilind datanîn ku mirovên dî heweskar nêzîk bibe û kar bike. Ez diçûm li gunda deng tanî dinivîsî û çêdikir. Tanî dihat dibihîst û dida. Ez dixwazim çi bibejim xebata radyoyê para kurdî, wekî kilam û miqam tunebûn zehmetbû. Ez bejna xwe li ber wan mirovan ditewînim liber wan kesên ku emek û ked dan ji bo berhev kirina kilam û miqamên kurdî. Kû roja îro bi saya emed û xebata wana radyoya me pêşde diçe. Ger mirov xebata derbasbûyî neşekirîne ew ne şîr helalî ye. Wî çaxî dema diketine gundan wî çaxî Casimê celîl bû dema diçu gundan Şamilê Beko dianî, Şamîlê Beko sazbendekî me yê nav û denge e, rehma xwedê lêbe gelekî bi nav û dengbû. Min bi xwe jî dît demekê me pêre ropörtajî çêkir axivîn, Casimê Celîl diçu gundan ew kesana dinanîn. Lê Xelîl Muradov teslim dikir digot filan sêtî were radyoyê ji bo dengê wî binivîsin. Dianîn dihatin radyoyê lê diviya mirov jêre kedeke mezin bida ji bo nivîsandina deng. Îsal êdî pencî salên min di Radyoya Êrîvanê de êdî temam bû. 50 salê xebatê. Hele hê Radyoya Êrîvanê de Ermenîstanê de kesekê pêncî salî cî da nexebitiye. Lê ji bona min çawa 50 roj e. ez pêncî salî ji bona wê yekê dibêjim wekî 50 sale ez wan kilam û miqaman dibihîsim, têr nabim. Çiqasî daynim guhdar bikim, dixwazim ese dîsan guhdar bikim dixwazî nivê şevê ve, roj be ronî hebe çi dibe bila bibe ez dixwazim wekî wan kilam û miqaman careke din guhdar dibik. Dîsan dibêjim ez pêncî salê xebitîme lê dîsan têr nabim ji vê xebatê hes dikim.

KILAM Û STRAN MIROV ZINDÎ DIKE

Kilam stran û miqam tiştekî wisa ne mirov zindî dike. Mirovan wisa dike wekî mirov têde zindî dibe, mirov dîroka xwe bi bîr tîne, çavkaniya muzîka xwe bi bîr tîne, her tiştî bi bîr tîne. Dema Radyoya Bexdayê dest pê dikir, kar dikir, dema cimeta me ya vê derê Radyoya Bexdayê gundar dikir, ew jî hurmeta min ji hemuyan re heye lê nivçe bû. Ne tam Kurdî bû. Miqamên wî wisa. Lê dîsan jî cimeta me ya vê derê bi vê yekê kêfxweş dibûn. Ev ne tenê ji bo me wisan bû, heman demê ji bo Bakûr, Rojhilat û Rojava jî wisa bû. Dema navê Meyrem Xan, Mehmed arifê Cizrawî hebûn, piştî demekê navê wan pêşde hatin. Cimeta me ya Bakur nivî zêdetir, li radyoya me dest pê kir hate dayîn heskirina wê nizanibûn çi bigotan.

KURDÊN BAKÛR GELEK JI RADYOYA ME HES DIKIRIN

Gundiyekî me navê wî Ardaşê Cimo temenê wî 80 salî bû, niha li Tiflîsê dimîne got,’ Kerem em çûn Bakurê Kurdistanê rastî cimetê hatin wana nedizanî ku em kurapê hev in, Ardaş kurapê min e, gotin ez bextê kurê we me hun cem Radyoya Êrîvanê tên. Di destê me de wekî runê helandî jî hebe an hiriya şuştinê be jî em hemuyê wêde davêjin, dema radyoyê tê em guhdarî Radyoya Êrîvanê dikin. Ger pezekî me hebe, em difroşîn radyoyekê dikirin. Kurdên Bakûr gelekî zêde ji radyo me hes dikir, heskirinekî zêde ji radyayê re hebû. Heta niha jî wisa ye. Ev 50 sal e wekî ez kar dikim. Dema derbasbûyîna min ya serweriyê jî dema halê Ermenîstanê gelekî xirap bû, çaxê cimeta Ermenîstanê ji ser riya xwe şexîtîn çûn, wisa jî cimeta me çûn derveyî Ermenîstanê wisan jî xebatkarên me.

JI 12 XEBATKARAN EW TENÊ MA

Ji 12 xebatkaran ez tenê mam. Wezîrê Eşo bila nexiyîde, hirmeta min ji bo wî heye çû Belçîka, Cemalê Usiv çû Rûsyayê, Ehmedê Gogê bila rehma xwedê lêbe çû Elmanyayê, Tosinê Reşîd hat salekê xebetî, çû Awusturalyayê, hemû çûn wê demê berpirsyarê giştî yê radyoyê banî min kir, got, were em radyoyê bidin girtin. Min got, ger em bidin dadan, tiştekî gelekî xirab e. Heya me da vekirin gelek zehmetî hate kişindan, ji bo vekirina wê. Min got daxistina radyoyê ne tenê ji bona gelê me ji bona we jî ne baş e, xirab e. Got ez li gel te me. Lê ji vir heyanî mala te 9 kîlometre. Wî çaxî xeberdana me di radyoyê de rojê du cara dihate dayîn, yek êvarî, yek jî şev. Got şev maşîne nîne tiştek nîne. Riya berfê riya qerimî tu yê çawa ji wir herî malê heya Narincê. Got tiştekî ji te we re, ji bona min ne rind e. Min got ez ê tenê nemînem. Got wê demê tu yê çawa bikî? Min got ez ê kurê xwe bînim. Wê demê kurê min Tîtal di Zanîngeha Yerevanê ya ser navê Birîsov ya Îngilîzî, Ermenî û Rusî de dixwend.

Paşê serokê Agentiyê Lêvom Mamokyan rehma xwedê lê be, got Kerem kifşe tu yê radyoyê xweyî bikî. Min jî got heyanî ji min bê ezê xweyî bikim. Paşê min qîza xwe Leylê anî. Ji ber ku tişta ji me re lazim yek alîkariya min bike werger bike. Bila rewşenbîrên me li vir çend rewşenbîrên me saxin îro jî min û Cemalê Miraz axivîn got, rast e ti hatî te got tenê miqalekê ji min re tercume bikin, tiştên din hemuyê ez ê bikim.

Di dema salên xebata me de di dema rehmetî Xelîl Muradov de, di dema xebata wî de wî gelek dengbêj sazbend ji gunda dianî, dengê wan dida nivîsarê û ketine nav arşîva kilamên me. Şamilê Beko sazbendê kurdê herî nav û deng e rehma xwede lê be. Şeroye Biro ji aliyê çar parçên kurdistanê ve tê nas kirin. Ez şevekê çûm mala Şeroyê Biro Xelîl Muradov, ez şandim, min derheqa wî de nivîs anî, hat pê radyoyê da careke jî hatibû çubû çiyê zozanan tevî kurapê xwe Mecîdê Faris vegeriyabûn. Xelîl Moradov banî min kir, got, Kerem were dengê herduyan jî binivîse. Wê demê dengbêjên wekî Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Egîdê Têcir Şebabê Egîd, Sosîka Simo, Zadîna Şekir, Belga Qado Memedê Musa gelekî mîna wan hene dema xebata min de, dengê Fatma Îsa starana wê ya herî tê zanîn “Miho” bû, ji aliyê radyo guhdaran ve jî hate qîmetkirin. Dîsa Reşîtê Baso, Karapetê Xaço, Dawîtê Xemo.

Ez meselekî bînim. Berî çend salan bû. Ez di mal de runiştîbûm yekî ji min re têl kir got, Keremê Seyad tu yî? min got, erê. Got ez ji kurdê Rojhalata Kurdistanê me, ez dixwazim rastî te bêm min got ser çava. Got ez li medyana Lênîn li ber avahiya poştê, got ez lî hêviya te me. Me silav xuş û bêş da hev. Got xizmeta me dizanî çiye, min jî got bibêje çiye? Got ez cara diduyan têm vê dere Ermenîstan ê. Ez cara ewilî hatime, vegeriyame, ji min pirsîne te çû Erîvanê dît min got erê, te çû Keremê Seyad dît, got min gotiye na. Te çû Karapetê Xaço dît gote, min got, na. Te Reşîdê Baso nedît wê demê tê wê wateyê te çî li Erîvanê dîtiye. Got ez niha pê maşîna xwe hatime ese te jî bibinim, Karapêt jî Reşîdê Baso jî bibînim. Piştî nan xwarinê em bi he vre çûn me Karapetê Xaço dîtiye, peyre jî em çûne mala Reşîdê Baso dîtiye. Pey wê yekêre got ez vegerim herim îranê ezê bibêjim min Erivan dîtiye.

Xeberdanên me dikete nava xeberdanên Moskovayê. Moskovayê serwerîya para xeberdanên me dikir. Her cumhuriyetekê para wan ji aliye Moskovayê ve, dihat kifşkirin û heman demê serwerê wê jî. Wisan qewimî ku para xeberdanên me bibin Moskovayê. Êdî dem hat gotin divê hûn avahiyên xwe biguherin para xeberdanên we here Moskovayê. Piştî wê edî ma û xwe bêdeng kirin. Du serokê radyoyê yê Moskoveyê yen para devre, bi hev re ketin hêcetê, yekê nedixwest ji vê derê derbikeve, yekê jî dixwest bi temamî bike bin berpirsyariya xwe. Lê ne hat guhertin wisa jî ma. Sekînî, dewleta sovyetê rast bibêjim dizîve şixul dikir. Ne dixwest wekî tiştên ku di radyoyê de, tê gotin welatên derve rexne bike, bizanibe. Ji me re digotin ji nişkê ve ger kurdên ji derveyî Ermenîstanê hatin vê derê gotinên me ji bo welatên devre ne jî. Ve pirseke siyasî ye. Tiştekî ezê bibêjim li vir divê ew nuçe hebe. Min enformasyonek meqaleyek nivîsî wekî, me di wî çaxî de name distandin û dinivîsî wekî em gotinên we dibihîsin, min jî nivîsandinek nivîsandibû ku em gotinên guhdarên xwe yên hêje Ermenistanê yên welatê dereke distînin.

Min rojekê berê xwe dayê, serwerê para xeberdanên me Xelîl Muradov banî min kir gote; Kerem were Hakop Ayvazyan sedirê Komîtê banî te dike. Got ka te çi kiriye. Min jî pirsî, min, çi kiriye, got were banî te dike. Em rabûn çûn cem wî, ew jî nu ji Moskovayê hatibû. Got Wezerata Karê Derve yê Moskovayê banî min kirine ku ew meqeleya te di rojnameya bi zimanê Rusî yê Komunîzmê de nivîsiye wekî em nameyan ji welatên derve jî distînin, got Wezareta Karên Derve Sovyetê rexne kiriye û eşkere kiriye û ji bo te gelekî ne baş daxivin ji ber vê namê.

Min jî got ji min re, negotine tiştekî wisa neke, ger bigotana, min diqet kiriba. Got careke din tiştekî wisa nekî. Piştî wê yekê gelek wext derbas nebû, dengê me ji Balyozxana Soyvetê li Tirkiyeyê wisan jî ji Balyozxaneya Sovyetê ya Îranê nivîsîbûn û qeyîd kiribûn anîbûn, hatibûn li Moskovayê guhdar kiribûn. Wekî dengê me li wan deran çawa tê bihîstin û qîmet kirin. Çawa guhdar dikin. Gelekî baş qîmet kiribûn. Demek zêde neçu banî me kirin gotin hun dikarin êdî azad û bi serbestî bibêjin em axaftinên xwe ji bo welatên derve jî guhdarên derve didin. Kê çawa dixwaze dikarê nêrînên xwe fikrên xwe binivîsin. Niha ez bibêjim piştî Sovyetê dema azadiya Ermenîstanê de êdî ji min re meydan fireh bû. Êdî dengê radyo gundaran bi telefonê hatin bihistin.

Ji salên 50 heyanî 61 zêdetir çandî bû. 61 ê jî bernameyên çandî gelekî zêdebû. Dema tekoşîna me li bakur başur li rojhilat û li cihen din gelekî zêdebûn radyo guhdarên me yên hêja min pêşde jî gotin gumana me tenê radyoya we ye.

Destpekirin radyoya me guhdar kirin ji me re jî gelek axaftinên telefonê û name rêkirin. Ew name niha gelek ji wana li gel min e, ez xweyî dikim. Di arşîva min de tênê xweyî kirine. Paşê jî ez qet ji bîrn akim leşkerekî Kurd li eskeriyê de hatiye ser sînorê Ermenîstanê û Tirkiyê, di namê de wekî nivîsiye ez niha li ser sînorê Ermenîstanê û Tirkiyê sekinîme, ez li radyoya we guhdar dikim, ez gelekî kêfxweş dibim ez him şa dibim him jî digirîm. Him hêsrên şa bûnê hem jî hêsrên eşqê ji çavên min tên. Min gelekî dixwest wekî radyoya we bidîta. Ez dixwazim bibejim hema di van demên dawî de televîzyonên Ermeniyan li Bakur qesidîne. Yêrkir Medya çûye Bakurê Kurdistanê, rastî gelê me hatine şaredarê Amedê Osman Baydemîr hurmeta min ji bona wî heye, ku gotiye min gelekî dixwest wekî min Radyoya Êrîvanê bidîta û karmendê wê jî pê re. Îca ewana Yêrkir Medya hatin cem me, wêneyên me kişandin axaftinên min û yê Tîtal girtin tevahî dan nivîsandin û fotoyên me hildan birin çûn. Hurmeta mi ji wan re heye. her tim jî cimeta Ermenî dema diçin Bakur, rastî gelê me yê wê derê tên gelekî dileşq û kêfxweş dibim ku silavên şaredarê amedê tînin digehînim me. Hurmeta min ji wan tevan re heye.

Rewşa radyoye dema Sovyetê de, dema meaş hebûn, pê meaşa wî çaxî xebatkarek dikarî xwe xweyî bike. Niha hinek zehmete xwe xweyî bikin. Ji bo yek bikare endamê malbata xwe xweyî bike diçe du cihan dixebite, yan nikare neferên xwe xweyî bike. Gelek ji wana nikarin xweyî bikin. Yê ku hiştin çûn bila ji min nexeyîdin.

Serokê Radyoyê ji bo wî hirmeta min heye, Armên Amîryan got, ger hûn mesrefa radyoye binîn, bidin em ê rojê du setan jî bikarin zemanê axaftinê bidin we. Lê mesrefa wê zehmet e. Niha em roja nîv setê axaftinê didin. Di nav nîv setê de, em nûçeyan didin, piştî nûçeyan, em borçdar in, şirovekerineke siyasî bidin, paşê ji çand û kultura Kurdî. Û ez wê yekê jî bibêjim me heyanî niha wekî bibêjim ji bernamê derketine derneketine tu carî elbet derneketine.

LI BAKÛR KULMEKE AGIR VÊ KETIYE

Ji bo serokê radyoyê salên 95-96-98’an carna xeberdanên Kurdî daye, cihekî derbarê zimanê dayîkê, cêrga xerîbê xwe digerim, ewana me daye. Di nav wan serhildanên Kurdan de Serhildana Qazî Muhemed, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Barzanî gelek serhildan û ilehî van salên dawî wekî niha li Kakur îro çi diqewime ku temamiya gelên cîhanê haş pê heye, dizanîn wekî kulmeke agire pê ketiye, vêsandina (temirandina) wê tun eye. Gel êdî şiyar bûye. Tê bîra min sala 1963’an rojnamevaneki ji şiwêdyayê çubû Bakur, me şirovekirina wî hilda, wergerand pê radyoyê da, gotibû, dema ez ketim nav axa Tirkiyê, min pirsyar kir, ji derveyî gelê Tirk tu gelên din li vir dijîn gotibûn, na, gotibûn tenê Tirk in. Gotibû lê paşê dema ez çûm nav gel geriyam, min berê xwe dayê, dît ka çiqas Kurd li wir hene. Du behra wê Kurd rastî min hatin ne ku Tirk. Ez dixwazim çi bibejim dewlata Tirkan wê demê hebûna Kurdan veşartiye lê niha hatiye seranser. Li Başur roja îro em şa dibin wekî pareke Kurdistanê azad bûye.

TELEVÎZYONÊN KURDÎ LI SER HÎMÊ RADYOYA ÊRÎVANÊ VEBÛNE

Niha gelek televîzyonên Kurdî li ser hîmê Radyoya Êrîvanê hatine çêkirin. Axaftinên wan axaftinên Radyoya Êrîvanê ye. Miqamên wan miqamên Radyoya Êrîvanê ne. Hemu temam yên Radyoya Êrîvanê ne. Hîmê wan radyo û televîzyonan yên Radyoya Êrîvanê ne. Ez şa dibim ku li ser hîmê wan axaftinan gelek tiştên nû tên çêkirin. Em şimşad kirin jî lazim e. Rastî divê, xirap nekin ji textê ji xeberan dur nekevin lê dema tên şimdadkirin ew jî baş in. Niha Serokê radyoyê Armên Amîryan banî min kir got ‘tu dikarî wekî fonda edebiyatê bidî dewlemendkirin. Ez dizanim wekî hunera te ye ji ber ku dema Sovyetê de navê artîstiyê artîstê kovara Ermenîstanê yê emekdar dane min. Navenda Ermenîstanê îzbat kir, şande cihê bilind, piştre kerr bûn, heyanî van salên dawî, di van salên dawî de navê rojnamevaniyê yê emekdar dane min. Sala 2006’an de ev xelat dane min. Lê serokê radyoyê got divê fonê bidî dewlemend kirin. Ji ber gelek numuneyên bedewbûnê yên baş ji ermeniyan hildayî yan jî ji gele me hildin bikin fond. Dema fonda me dibihîse gelekî kêfxweş dibe. Bêjerê Soyvetê yê nav û deng dema sala 1943-45’an Yurî Lêvîtan, Hîtler, gotibû ‘hûn tenê zimanê wî jê bikin, bînin piştre em dizanin em ê çi bikin’. Ez çi dixwazim bibejim ewî me re ders derbas kirin. Wî rêzîpka xwe pêşkêşî min kir, got ez te bimbarek pîroz dikim ji ber ku min çi dixwest ez ji bêjerên Ermeniyan re bibêjim ew hemu li cem te hene.

Ji ber ku ez niha bêjerê dereca bilindim wisa jî rojnamevanê Ermenîstanê yê emekdar im. Paşê jî Başurê Mezin hurmeta min ji bo serokatiya wan heye, ji bo pêncî saliya radyoya me ez teklîf kirim wekî sê sed çar sed kesan li wir amade bûn, ez pîroz kirim û mêdal dane min. Paşê jî cîveneke heweskar çêkirin.

LI REXMÊ HEMÛ ZORIYAN DEST JI RADYOYÊ BERNADE

Rast bibêjim. Dema mirov rewşa cimetê niha dibîne kedereke mezin e. Û halê xwe yê aboriyê dibîne ber xwe dikeve. Berî çend rojan ji Wanê nêzî 30-40 mirovan ji bo dîtan min tenê ji bo dîtina avahiya radyoyê hatibûn vê derê. Digotin tenê me xwestiye em bibînin, Dengê Radyo Êrîvanê ji ku derê tê weşandin. Dixwazim bibêjim li ku derê jî rastî min hatine gotine, birayê Kerem tu ger ji vira dertiyayî biçûyayî ew navê te, ew hurmeta te wê nebiya, çiku niha heye. Dema ez niha difikirim, ez ji vir neçuyîna xwe ne poşman im. Rast e, zehmete lê divê mirov li himber zehmetiyan bi ber xwe bide. Lê ger ez niha bihêlim herim ji min re ne hirmute, ne qedre ne jî bi dilê min e wekî ez herim. Rewş li Ermenîstanê gelekî zehmet e. Ez jiyana xwe di dehsaliyê de min zarokatiya xwe li gundê Heko nava gelî Gevoza de nava kulîka de derbas kiriye. Hetanî 20 saliyê, piştî 10 saliya din re ez dîsa li gundê xwe bi karê rojnamevaniyê ve mijul bûme, min jiyê xwe şa derbas kiriye. Ez bi nîvîsandina xwe re kêfxweş û firnaq bûme. Dema her meqeleyekî min nuçeyekî min derketiye pere şa bûme. Dehsaliya piştî 20 saliyê re ez hatime radyoyê.

RADYO JI MIN RE BÛYE ŞABÛN

Radyoya Êrîvanê êdî ji min re bûye şabûn,bûye dilê eşq, riya ronahiyê, li pêşiya min vekiriye, qedirê min bilind kiriye. Dema mirov cilekê li xwe dike, hetanî yê li himber qîmetê nede wî kincî mirov nizane ew cil li mirov tê an na. Lê dema yê himber dibêje ew cil li tê, wê demê mirov dizane ew cil li mirov tê. Ez dixwazim bibêjim li Bakur, li Başur, li Rojhilat û li Rojavayê dibe ez hesîdîme. Neku ew dehsaliya sisiya bûye ya çara û pênca bûye, şeşa bûye. Dixwazim bibejim ez pêre kêfxweş bûme. Her rast hatineke min bi radyo guhdarên Îranê, Tirkiyeyê dema tên, vir mirov dibînin, yan ji mirov diçe wir wan dibîne hirmeta min ji bo hemu radyo û televîzyonên Kurdî hene çiqas radyo û televîzyonên Kurdî hebin jî Radyoya Êrîvanê ji bona me cuda ye.

50 SALÊN MIN WEKE 50 ROJAN E

Ji bo pêncî saliya xwe, ez dikarim bêjim min re tê wekî pêncî roj e. Wekî 50 rojan hisap dikim ji min re wisa tê. Serokê radyoyê li pirtuka xebata min nêrîbû wekî ez ji 61’ salê min dest bi xebatê kiriye hele wekî qet 50 salî tune. Yek ji rojnameya Azgê mirovekî hatibû cem serokê radyo, gotibe em dixwazin derbarê filan kes de binivîsin. Wî jî gotibû bi rastî haya min jê tune bûye ku Apê Kerem ewqas sale dixebite radyoyê de. Min jî got kê ji wan re gotiye ku ez ev qas sale dixebitim. Gotin na wekî em dixwazin binivîsin. Ji bo pêncî saliya xebata min di Radyoya Êrîvanê de heye amade kirin û şiklê min jî birin ji bo bidin. Di rojnameyên cûda cûda de jî hatin nivîsandin Zagros, Riya Teze wana hesap nakim di vê dawîyê de. Ez dixwazim bibejim hurmeta min ji hemuyan re heye. Rz ji roja xwe razî me.

YEKITIYA GELÊ XWE DIXWAZE

Di dawiyê de ez ji gelê me re yekîtiyê tifaqê dixwazim. Tenê ji hevre başbin. Bi hevre tifaqbin. Roja îro dibêjin malê dinê qirêjiya destaye. Bila roja îro rojnameya Riya Tezere bibine xweyî. Li radyoyê xwedî derbikevin.

Sala 62 ez zewîcim, sê qîzên min û kurekî min heye. kKurê min Tîtal niha redoktorê rojnameya Riya Teze ye. Qîza min Leylê ligel min, di radyoye de kar dike. Keça min niha hiquqnas e, li Rusyayê kar dike. Qîza min a din jî li vir kevaniya mala xwe ye.

5 SAL JI BO RIYA TEZE JÎ XEBITÎ

Min ji bo Riya Teze 5 sala kar kiriye, du sal û nîva careke du sal û nîva jî carekê. Carekê Mîroyê Esed banî min kir, carekê jî Tîtalê Efo banî min kirin min, alî wan kir, pênç salan min kar kir ji bo rojnameya Riya Teze. Min paşê redaktorî ji bo pirtukên Kurdî yê Rûstemê Zal a Kurdî ya Heciyê Cindî redekte kir. Nûçenameya kurdî û Rûsî ya frazêlogiyê ya Mexsimê Xemo, gelek pirtukên bedewetiyê, paşê pirtukên dersa niha têne li ser textê xwendevanane min redekte kirine. Min di Kîno Filma Zerê de artistê Ermeniyan yê nav û deng Wilademîr Abaciyan min kurdiya wî kir, lê qewlê şêx wekî li ser mirî, qewlê dibêje min gotiye min di filma Zerê de cih girtiye.



ANF NEWS AGENCY

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Qedera hevpar a Kurd û Tuaregan
M.K.DILXÊRİ nivîsî : JI ELEGEZÊ KOÇBERÎ
Deh Hezar Belgeyên Dersimê Gihatin Parlamentoyê
Bona lêkolîna li ser komkujiya bûyerên Dersimê, Serokatiya Sererkaniyê ji parlamentoyê re bêtirî 10 hezar belge şand.
Azmûna Demokrasiyê
Îro salvegera muxtireya 12 adarê ye. Piştî derbeya 1960’î, carek din li welêt demokrasî rawestiya. Mudaxale, ne darbe bû, bi tenê muxtira bû, lê vê mu
Peyama 11-ê Adarê
Mem û Zîn  / Ahmedê Xanî
Di dema berê de padîşahek hebû, navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin "Mîrê Botan". Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû.
Çîrok: Elo Dîno (Kelha Bafê)
Belê, ji heyamê berê ve, ji kelha Bafê re tê gotin kelha ‘Elo Dîno, ew jî ji ber ku her di heyamê berê hukumdarek di kelha Bafê de rabû navê wî (‘Eled
Papa Incîla 1500 salî ji Tirkiyê dixwaze
Xurşîd Mîrzengî nivîsi : Firarên Binêxeta Fransawî (Dawî)
Arşîvên Dêrsimê nayên vekirin
66. salvegera damezrandina Komara Kurdistan
ÇÎROKA QABİL Û HABİL
Kurtedîroka Radyoya Êrîvanê û xebata Keremê Seyad
Dîroka girekî Helebçe bo 5500 sal vedigere
Xurşîd Mîrzengî nivîsî : Firarên Binêxeta Fransawî 2
Ataturk 'Hawar' jî qedexe kirîye
20 Hezar Leşkerên Tirk ji bo şewitandina 20 Kurda 
Dîtina Şînewarên Mîtanî û Somerîyan li gundekî Duhokê
Beyta ser Şêx Şehabedîn (serhildana Bitlîsê–1914)
Li Ewropa Dijîtiya Kurdan Çawa Pêşket?
Eskerên tevkujiya Dêrsimê behs dikin
Derbarê serhildana Agirî de belgeyên nû
Destxeteka nû li ser mîrîtiya Hekariyan
Îro Salvegera Şehadeta Ahmet Aydin e
Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê Li Mehabadê
DEWLETA ŞEDADİYAN
KURDISTANA SOR
Komkujiya Geliyê Zîlan çawa qewimî?
Serhildana Bedirxan Paşa
Peymana Lozanê xeniqandina gelê Kurd e!

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil