Yekîtiya navdewletî bo nexweşiya şekir ragehand vêga hejmara nexweşên şekir li cîhanê gihiştiye 366 milyon kesan û salane jî zêdeyî 4 milyon kesan bi vê nexweşiyê dimirin.
Yekîtî dibêje li gor agahiyên ku di lêkolînan de hatine bidestxistin, di sala 2011an de hejmara kesên ku bi nexweşiya şekir ketine gihiştiye 366 milyon kesan û butçeyên ku di wê nexweşiyê de tên xerckirin salane zêdeyî 465 milyar dolarane.
Yekîtiya navdewletî bo nexweşiya şekir amaje da wê yekê ku, ev hejmarên nû di civîna hevgirtî ya Ewropa bona lêkolînkirina nexweşiya şekir li bajarê Leşbona hatin ragehandin ku ji aliyê UN hat sazkirin bo dijayetîkirina nexweşiyan.
Seroka yekîtiya navbirî Jen Cloddy daxuyand, hejmara nexweşên şekir berbi zêdebûnê ye û ew hejmar û agahî jî belge ne li ser wê yekê ku nexweşiya şekir bûye rikberiyeke mezin li pêşber hemû cîhanê û na be bê paşguhxistin: “Di sala 2011an de di her 7 çirkeyan de kesek bi nexweşiya şekir dimire.”
rudaw