Rewşenbîr wekî îdealan in, stêrk in, roj in ji bo civaka xwe, rê li ber wa vedikin, ronahî dixine jiyanê. Rewşenbîrê misilman di vê barê da gelek zêdetir hêja û bi qîmet e, ew ronahiya Îslamê û ya Qurana pîroz dibirqîne, hêza xwe ji Xwedayê be hesab bi hêz û qadirê her tişti hildigire.
Rewşenbîrê Misilman wekî mejî û xeyala Elî Şerîatî da ne tenê alim e ne jî tenê zana ye, ew berhevbûna va her du ya, ji bo pêşveçûna civakê tifaqiya wa ye. “Berpirsiyariya ewil ya rewşenbîra civaka xwe hişyar kirine. Ev hişyar kirine li gor awayê dîrokî, şertên civakî; 'netewî', 'çandî', 'polîtîk' yan jî sinifî (polî) dibe. Civaka me ya Kurda ya herî muhim hişyar kirina netewiye.
Rewşenbîrê Misilman bi vekirina deriyê îctihadê, li gor demê, ji bo sedsala xwe hikm û qaîdan çêdike. Bi şîrovekirina Quranê her dem heyecan û geşbûnê dixe dila, ew rastiyan bi dengekî bilind û bêtirs diqêrîne. Bêdaletiyên di civakê da rojeva wî de ye, mezlûm û belengaz her dem berçavê wî ne, ew gele di tirse mezlûm û zalim bêne têklêk kirin.
Dijî metin kirina kedê sekinîn û dewlemendiya civakê bi edalet parve kirin pêşenge ji bo wî. Ew îro dijî, lê bi zanebûna dîrokê pêşeroja civaka xwe hêj neha avadike, berî demê, pêşiya zeman difikire. Rewşenbîr perwerdeyiyê ra radibin, bi wê rûdinin û bi wê radizên, her gav xwe û der û dora xwe dikêşe nav kûrahiyên zanebûna tiştek nû, ya bêhempa.
Ew bi merhemete, însan der û dora wî ne, ew bi gotina herî delal û ya bi hiqmet gazî însana diketin. Xemgîne ji bo wan, bi derdê wan derd di be, bi kêf xweşiya wan kêf xweş di be.
Rewşenbîrê Misilman ê Kurd
Ez bawerim rewşenbîrê Misilman û Kurd ji ber barê wî yê giran gelek zêdetir qîmetê heq dike. Ji bo gelê me yê bindest û belengaz xebitîn, ji bo milletê Kurd yê mafê xwe jî nizane û bi mejiyê dijminê xwe difikire; riya heq nîşandan û dijminê wî bidine naskirin ne karekî hesane. Taritiya zilmê ya ew kas mezin her weha mezin bûyîna ronahî û zanabûna rewşenbîrê Kurd jî mecbûr dike.
Ey rewşenbîrê min, tu bi xatirê Xwedê, xatirê rewşenbîriya xwe ya pîroz, bê hêvî nebe; yek gava xwe ya bêhempa ji gelê xwe texsîr neke. Gehiştandina Seîdên nû bo civaka ji serokan mehrûm, zimanê Kurdî di şert û mercên zor da parastin, Milletê Kurd yê ku hatî veşartin ji nû ve derxistin û bî qelîte avakirin û pêşve birin, axiret û dinyaya însanê me avakirin, xortên me bi heyecan jiyanê ve girêdan li benda we ye. Xwedê alîkarê we be !