Heta Adem (a.s.) û Hewwa di cennetê da bûn bi rahetî û xweşî jîyanê diborandin, tirs ji wan ra tunebû û zehmetî ne didîtin. Wextê emrê Xweda bi cîh ne anîn ketin lepika şeytan, Xweda ezze we celle wan ji cennetê deranî û avêt ser rûyê erdê. Li ser erdê ji dar û gîya heta şêr û pilinga, fîla, hirç û gura gelek heywanê wehşî hebûn. Ji bo ev heywanê wehşî zerer nedin wan xwe dan serê çîyakî, ketin şikeftek bilind. Ji bo ku bikaribin weka di cinnetê da zikê xwe têr bikin, bi rahetî xwarin û vexwarin peyda ne dikirin. Adem (‘e.s) xwe ji çîya berda ket nava daristanê, heta ku tiştek xwarinê peyda bike. Adem (‘e.s) dest bi xebatê kir, şixulî. Westandin ji re çêdibû, xûdan dirijand. Dîya me Hewwa jî carna alîkarîya wî dikir. Dîya me Hewwa hemle derket, Xweda ezze wecelle kurek dayê, navê wî danîn Qabîl. Adem (‘e.s) bi vî zarokê xweyê ewwil şa bû. Ji dîya me Hewwa ra wezîfekî nû derket ku terbîyet û xwedîkirin û hilanîndanîna piçûka bû. Îdî ne dikarîya alîkarîya bavê me Adem (‘e.s) bike. Adem (‘e.s) bi tenê sêbe heta êvarê li pey rizqê xwe û zarokê xwe banzdida. Wexta dibû şev dihat şikeftê, bi Qabîl kêfxweş dibû, pê dileyîst. Salek derbasbû dîsa dîya me Hewwa hemle derket, Xweda zarokî da navê wî danîn Habîl. Adem (‘e.s) dîsa li peyda kirina xwarin û vexwarin va mijûl bû. Bi vî awayî sal û meh derbasdibûn, ewladê wan zêde dibûn. Habîl û Qabîl mezin bûn, le’b û leystokên zarokîyê berdan, alîkarîya bavê xwe kirin, xebitîn. Qabîl ji Habîl bi ‘emir mezîntir bû, lê Habîl ji wî zeximtir bû, rehm û şefqeta wî zêdetir bû. Hiz ji pez dikir û gelek xweşik li wan dinihêrt. Bavê me Adem (‘e.s), xebat û şixul, li Qabîl û Habîl û parve kir; îşê zira’et û çandahîyê da Qabîl, lewra Qabîl qelb hişk bû. Bê rehm û şefqet bû, ziraet û çandahî jî ne muhtacê şefqetê ye, şivantî û rêhîna pez û çêleka jî da Habîl, lewra ev şivantî muhtacê rehm û şefqetê ye.
Rojekî serê rojê derket, Adem (‘e.s) û Qabîl û Habîl ji şikeftê derketin, Qabîl çû nav baxçe û erazîyê xwe, Habîl çû ber pezê xwe, Adem (‘e.s) çû nêçîrê, Hewwa jî çû avê. çaxa bê şev, Qabîl fêkîyê xwe anî, Habîl şîr anî, Adem (‘e.s) jî hinek teyr û çivîk ji nêçîrê anî. Tev danîn ber xwe, xwarin, vexwarin. Xweda bereket xist fêkî û çandahîyê wan, bereket xist pez û dewarên wan.
Adem (‘e.s) ji Qabîl û Habîl ra got:
“Ev Xweda ewqas nîmeta daye we, lazim e hemberê van nîmeta hûn şukrê Xweda bikin, her yekî qurbanekî bidin, her yekî ji we tiştekî ji xwarinê bibin serê çîya deynin, bi vî hawayî hûn şukrê Xweda bi cîh tînin, him jî sedeqe û zekata malê xwe didin.”
Habîl pir kêfxweş bû, lewra sadiq bû bi Xweda ra, ehlê îxlasê bû. Ema Qabîl ji xwe ra got:
“Ez zehmet dibînim, xûdan dirêjim heta hinek mal berhev dikim, çima deynim serê çîya heywan bixwan? Çima ez jê feyde nebînim, nexwem, xeyrê min jê bi xwan?”
Ji bavê xwe ra tiştek ne got. Habîl çû nav pezê xwe, berxek rind, taze û sipehî bijart, serjêkir bi dilxweşî. Lewra digot: “Ew Xweda yê ewqas nîmet dayê mê, rizqê me daye, lazim e em şukrê wî bikin.” Lêbelê Qabîl çû ket nav dehla xwe, nav rezê xwe, hinek fêkîyê rizî bijart, çinî. Lewra dilê wî jî pîs bû, rizî bû, qelbê wî bexîl bû. Qabîl fêkîyê xwe yê rizî kevin ji Xweda ra hedîye kir. Dilê wî jî wekî hedîya wî bû. Lêbelê Habîl, baştirîn û hijatirîn malê xwe yê teze hedîyê Xweda kir, dilê wî jî wekî hedîya wî pak û paqij bû. Roja li pey, Qabîl û Habîl bi bavê xwe ra çûn serê çîya. Nîşana qebûlbûna hadîya wan ev bû: heçî hedyÎa ne di cîyê xwe da bima, wunda bibya, ne li cîyê xwe biya, ew hedîye ji alî Xwedê va hatibû qebûlkirin. Heçî hedîya di cîyê xwe da bîya, wunda nebûya, ewê bihat fehmê ku Xweda wê hedîyê qebûl ne kirîye.
Roja din hat û Habîl hedîya xwe li serê çîya nedît, fehm kir ku Xweda hedîya wî jê qebûl kirîye, bi dil xweşî şukrê Xweda kir. Lêbelê Qabîl wê hedîya xwe ya qirêjî li serê çîya di cîyê xwe da dît, xeyidî, aciz bû, kîna Habîl ket dilê wî û li bavê xwe zivirî û got:
“Te ji Habîl ra du’a kir, heta Xweda hedîya wî qebûl kir. Te ji min ra du’a ne kir.”
Adem (‘e.s) got:
“Nexêr, Xweda hedîya Habîl qebûl kir, lewra Habîl ji malê xwe yê baş bijart, kir hedîye, da Xweda. Qelbê wî jî paqij bû, bi Xweda va bû. Lê te malê xwe yê pîs hedîye kir ji Xweda ra, nîyeta te ji nebaş bû. Xweda hedîya baş qebûl dike.”
Habîl bi rêket û çû, Qabîl şûna wî da sekinî, bi kîn û hesed lê vegerî û da pey, bîna wî girt, digot; “Ew li ba Xweda ji min çêtir e!”, loma li nefsa xwe ne dikir, ji xwe ne di’inirî, sûc û qebahet ne dida bal nefsa xwe, ‘irna wî tev ji Habîl bû.
Şeytan çû cem, hêdî di goh da bakirê, got: “Birayê xwe bikuje!, Habîl bikuje!”
Serê xwe hilda, li Habîl nihêrt, dît ku hêdî hêdî dimeşe. Şeytan vê firsetê berneda, her ji re digot:
“Habîl bikuje! Habîl bikuje! Habîl bikuje!”
Qabîl banz da heta gihîşt Habîl, gazî kir û got: “Ez ê te bikujim!”
Li ser vîya Habîl heyirî ma, got:
“Tu ê çima min bikujî?”
Qabîl got:
“Lewra bavê min ji te bêtir hez dike, li cem Xweda jî tu ji min qenctir î, Xweda hedîya te qebûl kir, hedîya min qebûl ne kir.”
Habîl got:
“Tu min bikujî tu ê çi bibînî? Wê bavê min ji te bêtir bixeyîde, wê xezeba Xweda li ser te zêdetir bibe.”
Qabîl xwe avêt qirika Habîl, got:
“Ez ê te bikujim! Heta ez ji te rihet bibim.” Habîl got:
“Tu min bikujî tu rahet nabînî.”
Çavê Qabîl sor bibûn, got:
“Ez te ne kujim, ez rahet nabim.”
Habîl ji Qabîl zeximtir bû, qewîter bû, dîsa sakin sakin jê re got:
“Tu destê xwe dirêjkî, min bikujî jî, ez destê xwe dirîjî xûna te nakim, ez destê xwe bi xûna te nalewitînim. Lewra ez ditirsim, ez ji wî Xwedayî ditirsim ku Rebbê Alemê ye.”
Habîl ji wura dûr bû, Qabîl serê xwe nizimkir, sekinî. Bi tu awayî kîna Habîl ji dilê wî derneket. Qabîl mehzun mehzun hate şikeftê, xwe li goşekî dirêj kir, kar kir ku razê, xew ne hat, bîna wî teng dibû, meselê wê rojê hemî dihatin ber çavê wî ve. Şeytan dîsa ket binê wî, bakirê û got:
“Habîl bikuje! Habîl bikuje!”
Tehrîqa şeytan wî anî heyecanê. wextê bû şeveq, roj da şikeftê, derket, di dil da qirara kuştina birê xwe dabû. Habîl çû ber pez, dilê wî rahet, şah û sakin bû.
Qabîl derket çû, da ku cotê xwe bike. Rîyê wî tirş bû, kîna Habîl nava wî diperitand. Dema dît Habîl di nava pez da hêdî hêdî dimeşe, kîn di dilê wî da kelîya. Şeytan dîsa hat balê û ji ra got:
“Bikuje! Bikuje! Xwe rahet bike!”
Qabîl li çar alîyê xwe nihêrt, kevirek hilanî, avêt Habîl. Habîl bê rih li erdê dirêj bû. ewilîn xûn li ser erdê hate rêtin… Ser erdê bi xûna însana sor bû… Qabîl veciniqî, hişê wî hate serê wî, dema ku dît birayê wî di nava xûnê da digevize, nukê poşman bû, fehm kir ku karekî ne baş kirîye. Lewra bi gunah birayê xwe kuştibû. Birayê wî merivekî qenc bû, ji qencîyê hiz dikir. Lê Qabîl, ne qenc bû, ji qencîyê hiz ne dikir, di dilê wî da qencî roj biroj zêde dikir heta ku birayê xwe kuşt. Lê bi kuştina birayê xwe kar nekir, belkî xesar kir, xewf û tirs ket dilê wî, elem û keder ket dilê wî, rahetî jê ra nema, emînetî jê ra nema, hizûr jê ra nema… Bayê ku bi ser da dihatin her wekî jê re bibên:
“Mêrkuj! Mêrkuj!”.
Dar û ber her wekî jê re bibên:
“Mêrkuj! Mêrkuj”.
Her wekî heywanê wehşî gazî biknê, bêjin:
“Mêrkuj! Mêrkuj!”
ÇÎROKA QABİL Û HABİL
Wucuda wî ji tirsê tijî bibû, veciniqî, rabû ser pîya, lêbelê pîyê wî li dû ne diçûn, pêsîrtengî lê çêbibû. Gazî kir got:
“Habîl! Habîl!”
Lê rih ji Habîl xelas bibû, deng jê ne dihat. Dilê Qabîl sekinî, nizanibû wê çê jê bike, fikirî, got:
“Ez wî bihêlim ji hirç û gura re, an ne hildim ser milê xwe bibim.”
Tefekkur kir, mutale kir, paşê cesedê wî da ser milê xwe bir. Heyirî ma, nezanî çi jê bike, heta westîya rûnişt, bîna xwe da, mehzun mehzun lê mêze kir, nezanî çi jê bike, ji nefsa xwe aciz bû, got:
“Xwezî min nekuşta!”
Dîsa avêt ser milê xwe, gerand heta westîya, rûnişt, bîna xwe hilda. Îdî waha dewam kir; davêt ser pişta xwe, digerand, diwestîya, datanî. Nizanbû wê çawa jê xilas bibe. Dî vî awayî da rastî qijikek hat. Nihêrt ku qijik bi nukulê xwe erdê dikole, piştî ku çalek veda qijika mirar bi nukulê xwe kişand vê çalê û axê avêt serê û veşart. Qabîl dema wusa qijikê dît, ecêb ma, got: “Çi qas ‘eybe ji min ra! Ez wekî vê qijikê jî nabim heta ku ez cenazê birayê xwe veşêrim.”
Rabû, çalek kola, birayê xwe kirê û veşart. Adem (‘e.s) nihêrt ku Qabîl û Habîl dereng man, Ji bo peydakirina wan ji şikeftê derket. Qabîl dît ku bavê wî Adem (‘e.s) bi leqay wî de tê, tirsîya, fehm kir ku bavê wî, wî ‘efû nake, selametîyê di revê de dît, banz da. Adem (‘e.s) wextê dît Qabîl direve li dû çû û leqay xûna Habîl bû. Fehm kir ku Qabîl Habîl kuştîye. Dilê wî şewitî, histêr ji çavê wî barîyan, girî û gazî kir:
“Ey Qabîl! Te li birayê xwe çi kirîye?”
Qabîl deng ji her çar alîya da she kir, guman kir ku dinya tev gazî wî dike. Qabîl revî, Adem (‘e.s) ket pey û got:
“Ey Qabîl! Tu ruyê xweşîyê nebînî, te derîyê musîbet û belaya li xwe vekir, tu ebed û ebed ji xêr û xweşîyê dûrbî ey Qabîl!!!”
Çîroka Habîl û Qabîl bi me da fêhmkirinê ku; şeytan ne bitenê neyarê bavê me Adem (‘e.s) e, belkî weka wî neyarê zarokê wî ye jî heta roja qîyametê. Him bi me da fêhmkirinê ku; kafir û misilman her du jî xeta dikin, bes wexta misilman xetayê xwe fêhmdikin poşman dibin û tobe dikin weka bavê me Adem (‘e.s), ema kafir li ser xetayê xwe didomînin weka Qabîl. Him bi me dide fêmkirinê ku; şeytan temamê exlaqê xwe yê nexweş dide etb’a û hevalê xwe jî, weka hesed û israra li ser goneha. Him bi me dide fêmkirinê ku şeytan ‘eleyhî l’ene, gonehan bi însan dide xweşkirin. Dibê ku; “tu bikî tuê rehet bibî.” Bes me fêm kir ku însan bi goneha rahet nabe, çi qas dike kul û xemê wî zêdetir dibe, bêhtir hizûra wî direve, xesar dike, kar nake. Him bi me da fêmkirinê ku zulm û kuştin ji exlaqê kafira ye. Bi rica, hêvîya kafir destê xwe ji kuştinê nakişînin. Ji ber wî Xweda emr kir bi cîhad û kuştina kafira di şerîatên Pêxemberên dû ra.