Ey siltanê me yî ku me bi nîmetê xwe perwerde dike; ew nimune û sihên ku te daye nîþanê me, eslê wan û çavkanîyên wan bide nîþan. Me bibe, cihê selteneta xwe. Me li van çolan mahfneke. Me hilde hizûra xwe. Li me merhemetê bike. Ew nîmetên te yî ku te livir dane tamkirin, wana li wê derê (axîretê) bide xwarin. Me bi koçberîyê û dûrahîyê ne de ezab. Ew raîyyeta te ye îtaetkere ku bi hesreta te ye û ji te re spasdare, serberedayî nehêle, wana tune neke.
Ya Reb! Qisûra me, bibexiþîne. Me ji xwe re ebd qebûl bike. Heta dema ku emanetê xwe ji me bistînî, me ji emanetê re emîn bike.
Rihê me ji laþê me re, qelbê me ji nefsê me re, aklê me ji mîda me re bixe serwer. Me bixê ji wan ebdên ku, lezzetê ji bo þikur dixwazin.
Ya Reb! Bi hirmeta bereketa Resûlê Ekrem Eleyhisselatu wesselam, ew rizqê te yî maddî û manewî yî ku te ji me re ihsan kirîye, bereketê jê re ihsan bike. Amîn...
(Çavkanî: Sözler-10. Söz)
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî
Werger: Vehbi Vural / Gazetekurd