|
|
| |
Hat zanîn, xelkê komelgehên Şariya, Xetarê û Şingalê yên ser bi parêzgeha Duhokê, ku hemû kurdên êzîdî ne, kampanya komkirina alîkariyê bo mexdûrên erdheja Wanê dan destpêkirin.
Endamê komîteya Şariya ya PDKê Aşûr Girêpanî, derbarê vê yekê de got, komîteya Şariya bi alîkariya navendên rewşenbîrî û saziya mamostayan li komelgeha Şariya kampanya komkirina alîkariyê bo mexdûrên erdheja Wanê dane destpêkirin.
Girêpanî, diyar kir, xelkê Şariya beşdarî vê kampanyayê dikin û heta niha 8 milyon û 141 hezar dînar alîkarî hatiye komkirin.
Berpirsê nivîsîngeha Laleşê ya Xetarê Dawûd Mûrad jî got, xelkê Xetarê jî, bo piştevaniya mexdûrên erdheja Wanê, dest bi komkirina alîkariyê kirine û heta niha gelek pere hatiye komkirin û her wiha li Şingalê jî, ev kampanya didome.
Komelgeha Şariya, 8 km dûrî bajarê Duhokê ye û ser bi qezaya Sêmêlê ye û 12 hezar kes tê de dijîn.
Wek tê zanîn, di encama erdheja 7.2 a Wanê ya 23ê Cotmehê de, zêdetirî 600 kes miribûn û nêzîkî 5 hezar kes jî birîndar bûbûn.
|
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|