“Gelo wan zînetê ku te li xwe kirî, xwe pê xemilandîye û wan perde lezzetê xapînên dinyayê ji ber te rabin wê çi ji halê te were? Gazî te kirîye, te jî qebûl kirîye, te îdare kirîye, te jî daye dû, emrê te kirîye te jî îtaet kirîye. Eger di nêz de pêþî li te were girtin tu xelasgoxe kî jî nabînî. Dev ji vî karî berde û li roja hîsabê fikir bike. Li hemberê wan tehlûkê ku wê werin pêþya te tevdîra xwe bisitîne û li xeberdanê haran nenihêre. Eger tu li van xeberdanê min nenihêrî, tiþtê ku tu tê de ketî xefletê ezê te jê haydar bikim. Þeytan bi qirika te girtîye, bi te gihiþtîyê mirada xwe, ketîye can û xweyna te.
Ey Mu’awîye! Li ser ku di demborîyê de tu xizmet û bilindayîkî te tune, tu çawa tevgera xelqê didî ser piþta xwe, hakimîyeta ummetê dikî destê xwe! Wan halî ku dikiþînin xirabîye û serhildanê em xwe ji wan davêjin Xweda. Ez te hiþyar dikim li çûndina dû hewayên xapîn û ji ne yekîtîya hundur û dervayê te.
Ji bo herbê te gazî kir, madem wisa ye xelqê bihêle li alîkî û bi tenê derkeve hemberê min. Bi vî hawayî her du alîya, ji meþeqetê herbê xelas ke. Besîreta kê ji me ku bûye û qelbê kê ji me reþ bûye bira derê meydanê. Ez bavê Hesen im. Li Bedrê evê ku serê kalê te (Utbe kur ê Rabîa) xalê te (Velîdê kur ê Utbe) û birayê te (Henzele) qelaþt û wan kuþt ez im. Ew þûr hê jî va li ba min e. Min ne dînê xwe guhartîye ne jî Pêxemberek nû ji xwe ra çê kirîyê; ez li ser rêka wisa me ku, we bi dilê xwe terka wê kir, bi zor û bê dilê xwe jî ketine.
Li gorî zenna xwe tu li dû hildana xwîna Osman î; halhale, tu dizanî ku xwîna Osman li ku rijîye. Dixwazî here jê bixwaze. Ez weka dibînim; dema we fehm kir ku bi we hate vedan, ji tirsa cengê, weka devekî ku di binê barê giran da biore û bi leþkerê xwe ra li dû hev bi xwarina derba, ji wan musîbetê ku wê werin serê we û ji wundabûn weyê berdewamî, hûnê binalin û min dewetê kitêba Xweda bikin. Halhale ew leþker, ew kafirê bi ‘înad in , yan jî xayînên ku dev ji beyatê berdane.”