Di 24.11.2011-an de di telewîzyona Kanal A-yê de û di 27.11.2011-an de jî di TRT-6ê de Qetlîama Dersîmê hat niqaşe kirin. Niqaşa di derbarê Qetlîama Dersîmê de di Kanal A-yê de bi tirkî û di TRT-6ê de bi kurdî kurdî hat kirin. Beşdarê van programan îbrahîm Guçlu bû.
04/12/2011 - 07:25 |
|
|
| |
Di 24.11.2011-an de di telewîzyona Kanal A-yê de û di 27.11.2011-an de jî di TRT-6ê de Qetlîama Dersîmê hat niqaşe kirin. Niqaşa di derbarê Qetlîama Dersîmê de di Kanal A-yê de bi tirkî û di TRT-6ê de bi kurdî kurdî hat kirin. Beşdarê van programan îbrahîm Guçlu bû.
Di bernameya Aziz İstegun û Şexmus Çakan de, ‘rojeva heremê’ de Îbrahîm Guçlu dûr û dirêj behsa qetliama Dersîmê kir. Serokê Komelaya Bektaşi Celal Hortoğlu ji bi telefonê beşdari bernameyê bû, li ser avira Tayyip Erdoğani bi erêni rawestiya. Pişti ku Îbrahîm Guçlu rola Mistefa Kemal ji wi pirsiya bes disa pesna Mistefa Kemali da û got ku ‘Mistefa Kemal wê demê nexweş bŭ.’
Îbrahîm Guçlu di niqaşeyê de di derbarê Qetlîma Dersîmê, Qetlîamên Kurdistanê, Siyaseta Dewleta Kemalîst, CHPê, Uzra Serokwezîr de nêrînên li jêr anîn ser zimên:
‘DERSIM JI DEMA OSMANİYA BIBU KELEMA ÇAVAN’
‘Dersîm, ne tenê di dema dewleta Kemalîst ya neteweya Tirk de , lê di dema Osmanî de jî wek prisgirekêk hatiye şirove kirin û loma jî li hemberî Dersîmê Hukûmeta Merkezî ya Osmanî di sala 1907, 1908, 1909, 1916-an de êriş biriye ser Dersîmê. Osmaniyan xwestiyê ku Dersîmê teslîm bigrin û bi xwe re entegre bikin. Lê di vê siyaseta xwe de bi serneketin.
Ew êrişa di dema Osmanî de di dema dewleta Kemalıst de jî dom kir. Dewleta Kemalîst ji bona ku Dersîmê bigre bin bandora xwe ya siyasî û entegreya dewletê bike û Dersîmê bike Tirk, ew plâna xwe di sala 1926-an de çê kir. Gav bı gav ev plâna xwe xist jîyanê. Girêdayî plâna îslahkirin û teslîmgirtina Dersîmê, di sala 1935-an de Qanûna Dersîmê hat pejirandin. girêdayî vê qanûnê tasfiye û koçkirina gelê kurd li Dersîmê xebatê dest pê kir. Di sala 1937-an de serokê Dersîmê Seyîd Riza, 7 hevalên wî û lawê wî di Dadgeha Îstîklalê de mehkûmî cezayê îdamê bûn û bê îtiraz hatin îdam kirin. Di sala 1938-an de Qetlîama Dersîîmê pêk hat.
‘Komara Tirkiyeyê, dewleta miletê tirk jî nîn e’
Ez li vir dixwazim tiştekî zelal bikim: Dewleta Tirk, wek Dewleta Neteweyî ya Tirk tê bi nav kirin. Ev terîfa jî ne di cîh de ye. Lewra Dewleta nû miletê Tirk jî temsîl nedikir. Bes elîta îttîhad-Terakkîcîyan û KemalIstan temsîl dikir. Ez loma jî terîfa, “Dewleta Kemalîst” rastttir dibînim.
Lewra her çiqas dewleta Kemalîst digot ku dewleta me dewleta neteweya Tirk e jî, Tirkên sunî, Tirkên elewî, Tirkên îslamî, Tirkên komunîst yên ku ji kemalîzmê re muxalîf bûn, heta lîberal û nasyomnalîstên makul jî temsıl ne dikir.
Dewleta Kemalîst ji bona xwe olekî dewletê, mezhebeka dewletê, miletekî dewletê, îdeolojiyek dewletê, dîrokek fermî ya dewletê ava kir.
Dewleta Kemalîst loma berpirsiyarên Fırkaya Serbest û Partiya Demokrat di serîhildanên neteweyî Kurd de berpirsiyar pejirandin, dadhgeh kirin. Komunîstên kũ piştgiriya wan kiribûn kûştin.
‘Divê Dersim bê terif kirin…’
Dersîma em îro jê behs dikin, eynî Dersîm nîn e. Dersîma berê, Dersîma îro, Xarputê, Erzîncanê, Çewlegê (Bîngolê) digre nav sînorên xwe. Loma jî Serokê Dersîmê Seyîd Riza ji bona ku bi dewletê re mizakare bike diçe Erzîncanê û li Erzîncanê dîl dikeve.
Seyîd Riza ji Erzîncanê tînin Xarputê û li Xarputê wî, hevalên wî dadgeh dikin û wan li wir îdam dikin.
Loma jî dema ku serhejmarên tên telafûz kirin, divê gorî dema berê ya çerçeweya Dersîmê bê pejirandin. Dema ku tê gotin ku 50 hezar Kurd li Dersımê hatine kuştin, ev hejmara ne mûbalaxe ye.
Lewra di sala 1938-an de Dersîm xwediyê serhejmarek mezin bû.
‘helwesta Serokwezîr jî gelek êrenî ye…’
Wek tê zanîn niqaşeya Qetlîama Dersîmê, dema ku Hukûmeta Partiya AKPê pêşî biryara projeya “vebûna pirsa kurd”, pişt re biryara projeya “vebûna demokratîk”, an jî “vebûna biratî, yekîtî û ewlekarî” da, di Meclîsê de dest pê minaqeşe kir. Di wê demê de ev niqaşeya ji aliyê Onur Oymenê ku îdeologê CHPê ye de vebû. Lê ev nerînên Onur Oymen di derbarê Dersîmê de êrenî nebûn û negatîf bûn.
Onur Oymen di Meclîsê de li hemberı nêrînên serokwezîr gelek aşkere digot ku wek li Dersîmê dayikên kurd girîyan, nûha jî dikarîn dayikên kurd bigrîn. Lewra Serokwezîr digot ku “em dixwazin pêşiya girîyên dayikên Tirk û Kurd bigrin”.
Ango Onur Oymen, ji bona çareserkirina pirsa miletê Kurd, metoda Tirkkirin, qirkirina Kurdan pêşniyar dikir.
Girêdayî nêrînên Onur Oymen niqaşeya Dersîmê dest pê kir. Serokwezîr wê demê jî diyar kir ku li Dersîmê qetlîam pêk hatiye. Ji vê qetlîamê CHPê berpirsiyar e. Lewra CHPê wê demê Li Tirkiyeyê yek partî bû û desthilatdar û hukûmet bû.
Kemal Kılıçdaroğlu di vê niqaşeyê de di destpêkê de xwediyê helwestek êrenî bû. Kiliçdaroğlu Onur Oymen rexne kir. Lê pişt re li hemberî siyaseta navendî ya CHPê dengê xwe birî û teslîmê wan bû.
Ev niqaşeya di derbarê Qetlîama Dersîmê de wê demê temirî. Di van rojên dawî de dîsa ev niqaşeya bi nêrînên mebûsê CHPê Huseyîn Aygun hat rojevê. Huseyîn Aygun ji hevalên xwe reaksîyon û tepkiyek mezin dît. 10-11 mebusên CHPê gelek aşkere û bi riya çapemenî Huseyîn Aygun mekhûm kirin. Li hemberî vê jî Kemal Kiliçdaroglu wek Kurdekî Elewî bê deng ma. Helwest nîşan neda.
Serokwezîr di derbarê Qetlîama Dersîmê de ew axevtina xwe ya dîrokî girêdayî bi belgeyan anî ser zimên. Raste rast nebe jî baxişandin ji gelê Dersîmê û ji gelê Kurd xwest.
Ew helwesta serokwezîr gelek girîng e. Ji aliyê Kurdan de jî gelek êrenî hat pejirandin û şirove kirin. Hîç şik tune ye ku piştî ev nêrînên serokwezîr nermiyek û hêviyek di nav Kurdan de çê bû ku “hîn derfet hene ku Kurd û Tirk bi hev re bi awayê berê ne, lê di nav statuyek wek hev de bijîn.
Ev nêrînên di derbarê Dersîmê de di heman dem de vîzyona siyasetmeder, partiyan, hukûmetê ya di çareserkirina pirsa miletê Kurd de jî derfetên nû û helwestek nîşan dide. Helwesta CHPê, Kemal Kiliçdaroglu û hevalên wî di derbarê Qetlîama Dersîmê de nîşan dide ku di çareserkirina miletê Kurd de jî ew hêviyek nadin. Bawerim ew helwesta dê di makezagona nû de jî tesîrek mezin bike.
Helwesta serokwezîr dîroka fermî derewîn derxist. Niaqaşeya li ser Qetlîama Dersîmê bû sedem ku hem terefên Tirk û hem terefên Kurd, hem desthilatdar û hem jî muxalîf, nêrînên xwe yên di derbarê dîrokê de ji çav derbas bikin.
‘Sedema Qetlîama Dersîmê’
Dersîm, di dema Împeratoriya Osmanî de, hem bi qeraktera xwe ya mezhebî û hem jî bi qeraktera xwe ya nîv-otonom ji bona hukûmeta merkezî ya sûnî pirsgirêkek mezin bû. Bo wê jî hukûmeta merkezî ji bona ku Dersîmê bigre bin bandora xwe û li li ser gelê Dersîmê hikûm bike, gelek caran êriş biriye ser dersîmê û zerarek mezin daye gelê Dersîmê.
Piştî ku Împeratoriya Osmanî hat hilweşandin û li ser mîrada wê Dewleta Tirk ya neteweyî û unîter ava bû, Dersîm ji bona dewleta nû ya Tirk bû kelemek. Lewra Dersîm hem bi qeretera xwe ya mezhebî, hem jî bi xweserî û otonomîbûna xwe li hemberî dewletê ya îslam û sûnî, li hemberî dewleta unîter û kolonyalîst problemek bû. Loma jî diviyabû ku bihata tasfiye kirin.
Lê di destpêka avakirina dewleta Tirk ya neteweyî de li Koçgiriyê, li Bedlîsê, li Amedê û Pîranê, li Agiriyê, serîhildan u berxedanên milî yên Kurd hebûn, dewleta kolonyalîst ya Tirk derfet nedî ku êriş bibe ser Dersîmê. Piştî ku li Agiriyê serîhildana neteweyî ya Kurd hat temirandin, dor hat Dersîmê.
Dewleta Tirk ya neteweyî ji bona ku nîv-otonomîbûna Dersîmê ji holê rake, êrişek mezin bir ser Dersîmê. Loma jî wek tê gotin, Dewleta Tirk ji bona ku li Dersîmê serîhildana ji bona Kurdistana serbixwe pêk hatibû, êriş nebir ser Dersîmê.
Dewleta Tirk ji bona ku statuya Dersîmê ya nîv-otonom ji holê rake êriş bir ser Dersîmê. Gelê Dersîmê jî di bin serokatiya Seyîd Riza de ji bona statuya xwe ya nîv- otonom biparêze li ber xwe da. Di encama berxwedana Dersîmê û êrişa li hemberî berxwedana Dersîmê de, bi deh hezaran kurd hatin kuştin, bi dehhezaran kurd ji Dersımê hatin surgin û koçber kirin. 134 gund jî hatin vala kirin û hatin şewitandin.
Dema ku Qetlîama Dersîmê pêk hat li Ewrupayê Faşîzm pêş diket û Dewleta Kemalıst jî bi wan re di nav tîfaqê de bûn…
Di Qetlîama Dersîmê de pirsek din ya gelek balkêş heye. Divê mirov li ser vê pirsê jî raweste. Di salên 1936-37-an de li Ewrupayê, faşîzm pêş diket, li Îtalyayê û Elmanyayê jî faşîzm desthilatdar û hukûmet bû. Dewleta Kemalîstan jî bi Elmanyayê re xwediyê pêwendiyek gelek xurt bûn. Serleşkerên Elman, serleşkerên Dewleta Kemalîst perwerde dikirin.
Wek te gotin jiyana pir partiti li Tırkiyê bi destê CHPê dest pênekırıye, bo ku faşizm lı Ewropa têk çu, CHP ji mecbur ma ku ev sistema nu bipejırine.
Loma jî di Qetlîama Dersîmê de li cem demara kolonyalıst û dagirkerî, demara faşîst jî xwediyê rolek girîng bû.
Qetlîama Dersîmê, xelekeya dawî ya qetlîama miletê kurd e…
Dewleta Kemalîst piştî ku ava bû hebûna miletê Kurd red kir, idîa kir ku “Kurd tirk in.” Loma jî dest bi siyasetek organîzekirî ya asîmîlasyonê kir. Bi vê siyaseta Dewleta Tirk qirkirina nijad û miletê kurd dest pê kir. Hemû mafên miletê Kurd hatin xesip kirin.
Hîç şik tune ye ku ew zulmek û neheqiyek mezin bû. Miletê Kurd û berpirsiyarên miletê kurd jî mimkun nebû ku vê zulmê û neheqiye bipejirînin. Loma jî diyar bû ku Kurdên xwe li hemberî ev siyaseta Dewleta Kemalîst xwe rêxin û ji bona mafên xwe yên neteweyî xebat bikin û bikevin nav têkoşînê.
Dewletê ji bona ku ev yeka dizanî, tevgera Kurdan provake kir. Beriya kurd serîhildin, dewletê provakasyon pêk anî.
Di encamê de jî, di sala 1919-an de li Koçgiriyê, di sala 1925-an de li Amedê, Çewlikê, li Xarputê, li gelek herêmên Kurdistanê yên din, di sala 1930-32-an de li Agriyê, li Sason û Zîlanê qetlîam pêk anî.
Qetlîma Dersîmê beşek ji van qetlîamane ne. Dersîm, raste rast berdewamiya Koçgiriyeyê.
‘Uzre serokwezîr girîng e, lê têr nake…’
Uzre serokezîr girîng e. Lê têr nake. Divê serokwezîr, Qetlîamên din yên li Kurdistanê jî bine rojevê. Qetlîama Çorumê, Maraşê, Sîvasê, yên van salên dawî li Kurdistanê pêk hatine jî binê rojevê. Dıvê dewlet nuve bê avakırın.
Di taybetiya Qetlîama Dersîmê de divê daxwazên gelê Dersîmê yên li rojevê ne, pêk bên. Ji bona vê: 1- Divê navê Dersîmê bê îade kirin. Bo ku dewlet nave Dêrsimê rakır ŭ navê qetliamê,’Tunç eli’ dani, dıvê ev nava rabe. 2- Mezelên Seyîd Riza û hevalên wî divê bên diyar kirin. 3- Divê ew malbat û kesên hatine surgin kirin, bên diyar kirin. Zarokên wan malbatan vegerin Dersîmê. 4- Ew keçên Kurdan yên wek ewlad hatine dayîn, diyar bibin. 5- Mal û milkên Dersîmiyan bên îade kirin. 6- Li Dersîmê û li tevayî Kurdisatanê neteweyek hat qirkirin. Tewanek mirovî pêk hat. Divê riya hûqûqî ya navneteweyî û herêmî ji vê tewanê re vebe.
Mezelên Şex Said Efendi, Xalid begê Cıbri ŭ Seidê Kurdi,Alişer efendi ji ne diyar ın.
Ji van hemû daxwazan zêdetir jî, daxzwazên miletê Kurd yên neteweyî divê bên pejirandin. Kurd, ji aliyê maf û statuya siyasî û îdarî de bi miletê Tirk wek hev bin.
‘Kî ji Qetlîma Dersîmê berpirsiyar e?’
Ji Qetlîama Dersîmê û miletê Kurd, Dewleta Kemalîst berpirsiyar e. Ji van qetlîaman serokwezîr, hukûmet, serokkomarên Dewleta Kemalîst berpirs in. Wek tê gotin Înonu, Bayar, Fewzî Çakmak, berpirs in. Lê di ser wan re jî M. Kemal Atatirk berpirs e, bo ku dı navbera sala 1926-1938 her tışt bı emrê wi hatiye meşandin.
Wê demê li Tirkiyeyê partiyek hebû, Ew jî partiya CHPê bû. Ez dikarin bibêjim ku dewleta partiyê hikûm dikir. Loma jî CHPê di qetlîmanên Kurdistanê de berpirs e.
‘Kurdên di nav CHPê de ne dest û dev ji CHPê berdin…’
Di Qetlîama Dersîmê û hemû Qetlîamên Kurdan de CHPê berpirsiyar e. CHP ya dê xwe biguhere, an jî dê sucdariya xwe ya mirovatî bidomîne. Loma jî ji vê partiyên re divê Tirkên layiqî vê yekê ne, kesê wek Baykal û Onder Sav serokatî bikin.
Lê Kurd û elewiyên Kurd dema ku ji CHPê re serokatî û berpirsiyarî bikin tewanek mezin li hemberî miletê kurd dikin. Divê Kemal Kiliçdaroglu û hemû kurd ji CHPê îstifa bikin.
Arikariya rewşenbirên Kurdên Elewi ŭ çep, awira Kılıçdaroğlu nişana sendroma Stockholme ye u pir balkeşe.
Divê Sezgîn Tanrikulu û mebusên ku orîjînên wan Kurd in, ji bona ku ji berpirsiyariya dîrokî xelas bibin, divê dev ji CHPê berdin.
Gelek aşkere tiştek heye ku CHPê ji gelê Kurd baxişandin naxwaze. Lewra ew partiyek otorîter û faşîst e. Di vê merheleyê Baaas li Suriyeyê çi ye, CHPê jî ew e. Kılıçdaroğlu têk çuye.’
YK/Rizgarî Online
|
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|