Gerdûnasên rêxistina Nasa ya bo lêkolînên esmanî, karîn gerestêrkekî bîbîn ku, gelekî ser bi zevîya me ve diçe, li cihên ku nêzîkî jiyanê tê rêzkirin û “Navçeya Guncav bo Jiyan” tê naskirin û li nêzîkî sitêrkeke weke rojêye.
Li gorî raporteke BBC, ev gerestêrk bi “Kepler 22-b” hatiye bi nav kirin, meznahiya wê 2.4 caran ji zeviyê mezintire û germahiyê wê 22 c pileye.
Lê hîna tîma anostirologan nizanin ku ka ev gerestêr bigeha wê ji beran, yan ji gazan û yan jî ji ronan ( Sewail ) pêktê.
Gerdûnasên ser bi Nasa di kongireyekî rojnamevanî de, deskeftiyên Teleskopa Kepler ragihandin, heta weke niha gerestirkeke weke vê ku nêzîkî þêweyî cîhana meye ne hatiye dîtin.
Kepler 22-b , beramber dûriya navbera zeviyê û rojê de bi rêjeya %15 ji roja xwe nêzîktire û li ser vê gerestirêkê sale 290 rojin.
Roja gerestêrka Kepler 22-b bi qasî 25% tîrêj ji yên roja me kêmtirin bo vê yekê, pileya germahiyê navîne û ji ya cîhanî kêmtire, lewra ev dibê sedemeke alîkar kû av lê peyda bibe.