Hesenkêf, Mêrdîn, Amed, Farqîn, Nisêbîn, Stewir, Midyad û dor û berên vê herêmê.
22/12/2011 - 20:42 |
|
|
| |
Hesenkêf, Mêrdîn, Nisêbîn, Erxenê, Farqîn, Riha, Serêkanîyê û bi xirabeyên Dara va, heryek bi serên xwe xezîneyên çand û kultır û ilm û zanînê ne.
Piştî destpêka İslamiyetê belkû di wextê Çaryaran da li Nisêbîn, Cizîr, Riha, Dara û Mêrdînê xwendina medreseyên islamî dest pê kirin e.
Weqatê Emewiyan, Ebbasiyan, Merwaniyan, Artûqîyan, Eyyûbîyan û Mîrek û hikimdarên Kurdistanê da ev xwendin û perwerda ilmê İslamê û ilmên misbet yên hemdemê zemanên xwe li van bajaran di dereceyeke bilind da meşîya ye.
Li Hesenkêfê em dikarin navên Medresa Adilîye û Medresa Kamilîye tenê bidin ku ev Medrese li ser navên Siltan Adil û Melik Kamilên Eyyûbî hatine avakirin û ketine xizmetê. Li Hesenkêfê navê mektebêk bi navê Mecahend Mektebxanesî jî diborê.
Li Bajarê Mêrdînê Medresa Zincîrîye yê di sala 1385 ê hatiye avakirin. Medresa Qasimîye di dema Sultan Qasim 1487-1502 da hatiye avakirin.
Medresa Şehîdîye ji terefê Necmeddîn Gazî 1239-1260 va hatiye avakirin. Medresa Altûnboxa di salên 1390 da da ava buye. Medresa Şêx Libben ango Xelîlîye bi navê Melîk Mensûr tê ifadekirin ev medrese ji di dawiya sedsala 13 yê da li bajarê Mêrdînê ava buye.
Medresa Marûfiye 1300, Medresa Şah Sultan di serê sedsala 16 yê da ava buye. Medresa Derê Stewrê di sedsala 14 yê da hatiye avakirin. Medresa Mizaferriye navbera sedsala 13 û 14 yê hatiye avakirin. Medresa Hussamîye, Hisameddîn Timurtaş 1121-1150 avakirî ye. Medresa Harzem Taceddîn (Kiziltepe) di salên 1300 dan da 8 km.jii Kiziltepe dûr li ser ava Zerkan di qernê XIII da hatiye avakirin.
Medreseyên Mêrdînê gelekin. Navên Medreseyên bi navên Sittî Razvîye, Şêx Emînuddîn, Sultan Hatûn, Sultan İsa, Polad Bey, Hacî Şahqûlî Beg (Kiziltepe), Haci Şahqûlî Beg Mêrdîn…
Ev Medreseyên hanê hemî li bajarê Mêrdînê hatine avakirin. Li herêma Mêrdîn, Midyad û Nisêbînê ne tenê çand û zanîna İslamê, her wıha li van dor û beran zengînîyêkê mezin û giring jî çanda mesîhîyan jî heye. Bi taybet Asûrî mohra xwe li vê herêmê xistine. Ev dewlemendiya çanda Mêrdînê di vî ruyî da zor pêşketî ye. Di van salên dawî da li bajarê Mêrdînê û Diyarbekir ê Osmaniyan şaxekê zanîngeha Tibbê jî xistine xizmetê. Navê vê Zangoyê ‘Maristanîya Mêrdînê’ ye.
Dîyarbekir (Amed ) ev bajarê di dilê alemê da şêrîn, her dem nesîbê xwe ji xwendin û zanînê girtî ye. Selaheddînê Eyyûbî di dawîya sedsala 12 yê da 40 barên devan kitêb ji kitapxana Amedê bar dike dişeynê Misrê Kitapxana İskenderîye yê.
Beriya İslamê jî ev bajar li vê herêmê serbajar e, piştî İslamîyetê û heya vê gavê jî Amed ne tenê paytextê armanc û hêviyan hesreta azadîyê ye, ew paytexta ilm û zanîn û kultira Kurdan û ya Kurdistanîyan e.
Medresa Mesûdiye, Medresa Ziyayîye, Medresa Sincarîye, Medresa Elî Paşa, Mielimxaneya Suca yê kurê Hesen, dîsa Mektebxaneya Molla Sûca. Ji xeyrî vana vê paşîyê Osmaniyan zangoya Tibbê jî li Amed û bajarê Mêrdîne mezrandiye.
Medreseyên Xarpêtê yek jê Medresa Arslanîye yê ye. Medresa Zahirîye û Medresa Mela Ehmed jî 2 Medreseyên Xarpêtê nin.
Çemîşkezek : Li çemîşkezekê jî Medresa Yelmanîye hebû ye. Ev yek tişteke balkêş e.
Erxenê : Medresa Helebîye ketiye xizmeta xwendin ê.
Medresa Çêrmûkê bi navê ‘Medresa Ebdillah Paşa (Çetecî) tê ziman.
Farqîn hê ji dema Roma û Bîzansiyan va nawendêkê fermî ye. Dewleta Merwaniyan ji 100 salan zêdetir vêderê kirine paytext, piştî hingê Selçoqîyan bi destê wezîr Cuherê bêbext ku xiyanet bi vê dewleta Kurdan ra kir, hate ser hikim û evder kirin serekbajarê selçoqiyan, piştî hingê Eyyûbi 2 caran vêdê kirin dewlet, moxıl û Aqqoyînîyan Farqîn anîn gihandin 1514’a.
Li gora peymana Tifaqa Kurd û Osmaniyan evder jî bû sancaxeke Kurdistanê. Şerefname ji Beglerê Farqîn, Qulp (Psûr) û Batmanê ra dibêje ‘Beglerên Silêmanî yê’. Hikmê van hersê sancaxên ku bi (ocaklık ê) tên bi navkirin û weki ‘Ekrad Sancaxî’ di qanunnameyên Osmaniyan da hatine tescîlkirin. Vê paşiyê di belgenameyêkê Osmaniyan da ku sala 1846 ê ji Walîyê Diyarbekirê ra hatiye şandin(1) da tenê navê Qulpê derbaz dibî û statuya vêderê dîsa weke berê (Ocaklık) e. Farqîn û Batman dibe ku sala 1819 yê di qetilama Êzîdiyan da ji halê hatibin rakirin.(2)
Medreseyên bajarê Farqîna Qedîm û serbilind li gora ku Şêx Misbehê hêja beyan kir evin :
Medresa Qere Behlûl, Medresa zemanê Merwanîyan e. Qere Behlûl jî prensek ji malbata Merwaniyan e. Ji xeyrî vê Medresa Qedîm Medreseyên zemanê Neqşebendiyan ku li vê herêmê hatine avakirin wê ezê di şaxê Neqşiyan da bînim ziman.
Li Sawurê (Stewrê), Li Midyad, Dêrik, Nisêbîn, Wêranşar, Hezro û çend bajarên din digel ku medreseyên wan yên qedîmî hebin jî mixabin Min nekarî vana tesbît bikim.
Di tesbitên Medreseyên Neqşebendiyan da, inşellah emê vê valayîyê dagirin.


Şakir Epözdemir |
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|