Rûdaw: Yekgirtû piştî van bûyeran tund diyar bû, çima?
Mihemed Ehmed: Xwedayê mezin di Quranê de dibêje, xweda pê xweş nîne ku xelk dengên xwe bilind bikin bi şêweyê nexweş, tenê bo wî kesê zulim lê tê kirin dema zulim li wî tê kirin wê demê bo nîşandana wê zulma li te tê kirin hin tiştan bibêje. Me hertim behsa dijberîkirina gendeliyê û bi hevrejiyanê kiriye û zerara me bo kesê nebû. Sala borî dema hinek xwediyên genaratorên elektirîkê meşek sazkirin gef li buroyên me hat kirin. Ma gelo ti têkiliya generatorên elektirîkê bi me heye? Lê ev tê wateya ku her dema tiştek bilivlive senaryoyeke amade heze bo lêxistina Yekgirtû. Me di sala 1996`an de helwest hebû himber serdagirtina gundê Kelekîn û em hatin dorpêçkirin. Me di sala 2005`an jî pêngav avêt berbi opozisyon bûnê, evca êrîşî buroyên me kirin. Em di nivîsandina destûr, yekgirtina hikûmetê û dijberîkirina gendeliyê ligel PDK û YNK`ê beşdarbûn. Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê çendîn caran destxweşî li helwesta me ya kurdewar kiriye li Bexda. Me got mumkîne ew hêjî li me tênegihabin, loma me çavê xwe niqand ji bûyera 2005`an, lê vaye dubare bû û em tometbar jî kirin bo êrîşkirina ser birayên Êzîdî û Xiristiyan. Vêca ev hemû zulma li me hat kirin wisa kir ku em bêdeng nebin. Ev hemû tometbarkirine em gelekî êşandin.
Lê di lihevcivîna Silêmaniyê ya dijî şewitandina buroyên we de, peyva te ji ya hemû serkirdeyên Yekgirtû tundtir bû û li pişt te jî dirûşmên gelekî tund dijî PDK`ê dihatin bilind kirin?
Mihemed Ehmed: Ji ber ku min bi xwe pênc salan karê hevbeş ligel wan kir. Ew hemû dizanin em çendî dilsozbûn bo vî gelî. Min di wê rojê de got em ne dijî xebata ti partiyekêne, lê em dijî wan kesanin ku partiyê bo xwestekên xwe bikartînin.
Eger Ecinan jî buroyên me şewitandibin her PDK pê berpirse.
Komîteya Lêkolînê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hin xal li ser PDK`ê, Hikûmet û Yekgirtûyê jî ragihandin, herwiha got dadgeh divê encaman yekalî bike, we çima retkir?
Mihemed Ehmed: Me hestkir ku vê komîteyê bêalî û babetîbûn neparastine. Wê dakokî ser wan tiştan dikir ku behsa kar û reaksyonan dikir, derbarê me digot hin kadro û endamên Yekgirtû, lê derbarê PDK`ê de dibêje alîgirên PDK`ê. Manê eger Ecinan jî buroyên me şewitandibin her PDK pê berpirse. Ji ber ku PDK ji wê navçeyê berpirse, manê em dizanin ku efserê Asayişê di nava wan de hebû. Em yeko yeko wan kesan nas dikin. Ji xwe pêwîstiya buroyên Yekgirtû yên şewitî bi komîteyan nebû, lê pêwîst bû komîte bê pêkanîn û bê zanîn ka ji bingehê ev pirsgirêk çawa çêbû û kî bûn yên êrîşî ciyên din kirin. Em çaverêyî wê yekê bûn ku Serokê Herêma Kurdistanê bê cem me û her tişt ronî bibe û destê xwe li dilê me bide. Me niha jî têkilî nekiriye ku kek Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye û divê wisa tevbigere, lê ne weke Serokê PDK`ê. Bi kêmanî bigotaya ku hinek zanyarî cem wî hene û ewê bide dadgehê bila dadgeh vê meselê yekalî bike.
Tu bawer nakî ku daxuyaniyên pêşdem û hevdu tometbarkirin ev rewş aloztir kir?
Mihemed Ehmed: Bêguman bandora wê hebû bi taybetî dema tu bizanî ku zulm li te tê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê divê bihataya, ev bûyer protesto bikaraya û pêrabûnên xwe encamdana wê demê biryarên wî li cem hemû aliyan dihatin qebûl kirin. Ew diçe Badînan û naçe serdana buroyên me bike ku buroyên wî ne. Tiştê ji hemûyê nexweştir ew bû dema ew çûye Dihokê ligel serpirsê melbendê me yê Dihokê rûnişt û li wir got bila girtiyên wan bên azadkirin. Lê dema ji salona civînê derdiketin berpirsekî PDK`ê li Dihokê ber deriyê got tiştekî wisa tune û em wan azad nakin.
Divê PDK lêborînê bixwaze û bêtawaniya Yekgirtû îlan bike
Li navbera Yekgirtû û PDK`ê çi hewlên nû hene bo gihiştina lihevhatineke siyasî?
Mihemed Ehmed: Gelek haya min ji vê nîne, lê gok li meydana PDK`ê ye. Diyarbûye ku me xelk ne dehifdaye. PDK divê lêborînê bixwaze û bêtawaniya Yekgirtû îlan bike û lêpirsînê bike, ji xwe em ne dijminên PDK`êne û ti dijminatiya me nîne. Vêca da êdî ser hemû tiştan êrîşî me nekin, wisa başe em buroyên serpê (demkî) çêkin, ji ber ku bi vê şêweyê ev hêk ser vî werîs naraweste.
Gelo em dikarin bêjin ku bûyerên Badînan jî di bin bandora Buhara Erebî de bûn?
Mihemed Ehmed: Nexêr, em "eyb" dibînin ku bibêjin em li bin bandora Buhara Erebî de ne. Em xwe wisa kêm nabînin ku taqlîda xelkê bikin. Ez gelekî heyf dibînim ku ewqas biçûk temaşeyî nerîna me bikin û wisa bizanin ku em di bin bandora serhildanên Buhara Erebî de ne. Ji ber ku em niha jî dubare dikin ku Herêma Kurdistanê ne mîna ti welatekî dine û xelk divê weke me bikin. Ji xwe em ne Tutîne. Me projeya çaksaziyê pêşkêşkiriye, ji ber em naxwazin taqlîda Buhara Erebî bikin û me gotiye wisa bikin baştire. Em dibêjin ev desthilat û ev ezmûn wisa baştir û xurttir dibe. Ji xwe opozisyona weke me li ti ciyekî dinyayê tune. Kurdistan ne Lîbiya û ne Sûriyeye, em hemû divê tiştekî baş û xweşik bo bikin.
Ma dibe hûn û PDK wisa ji dûr hevdu tometbar bikin, çima hûn bi hevre rûnanin?
Mihemed Ehmed: Me rûniştin red nekiriye, em dibêjin bila zemînesazî çêbibe da em rûnin û bawerî çêbibe. Tev xeletiya meye, ev hemû gelekî xirab ligel biryarên Serokê Herêma Kurdistanê tevdigerin. Ti alî wan cîbicî nake. Pêwîst bû dema Serokê Herêma Kurdistanê biryarekê bide, li hemû Kurdistanê bihata cîbicîkirin. Lê em ewqas civiyane û me ewqas komîte avakirine, êdî biryarên Serokê Herêma Kurdistanê bandore xwe nemane. Her kesên di desthilatê de bi xwe biryarên Serokê Herêma Kurdistanê cîbicî nakin.
Wate pirsgirêk bêbaweriye?
Mihemed Ehmed: Tu wisa hesab bike ku grûpek ji Sûriyê hatine û buroyên me şewitandine. Başe Sûriyê şewitand, lê ji xwe PDK li wê sînorê desthilatdare. Piştre Serokê Herêma Kurdistanê biryar derxist ku girtî bên azadkirin û tu piştî 20 xulekan bibêje ez wan azad nakim, ez ê çawa baweriyê bi te bikim.
Gelo Mam Celal ti hewldanek heye bo nêzîkkirina we û PDK`ê yan gelo ti hewlên duyemîn ên Elî Bapîr hene?
Mihemed Ehmed: Hewl û raspardên Mam Celal hebûn bo civîna pênc alî, lê ne ji bo civîna me. Lê hewla duyemîn a mamoste Elî Bapîr nebû, tenê ew hewla wî ya yekemîn bû. Em bi xwe opozisyonin û niha beşeke opozisyonê bûye navbeynkar. Em hurmeta vê yekê digirin, lê PDK`ê di demjimêr 12`î şevê de xelkê me girtine. De bila berî civîna wê rojê azad bikirana, ma ne dikarî vê bike û doza lêborînê bike.
Ango bêyî lêborîn xwestinê ev rewş normal nabe?
Mihemed Ehmed: Normal nabe, ji ber ku em himber hev bê bawer bûne. Ev desthilate û berpirsyariya vê navçeyê di stûyê wê de ye. Ew eger bi cesaret kar neke û biyar nede û ji desthilata xwe berpirs nebe, ez çawa dikarim baweriyê pê bikim.
Têkiliya we û PDK`ê ligel Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiyê, AKP`ê başe. Gelo ti hewldanên wan nebûn bo ji hevnêzîkkirina we?
Mihemed Ehmed: Em ne ligel wê yekêne ku ti hêzek ji derve maytêkirina karûbarên hundirî Herêma Kurdistanê bike. Em dixwazin xwe bi xwe vê çareser bikin. Her ji ber vê yekê jî me li Parlamentoya Îraqê ji Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanê paşde ne kişand. Em naxwazin xelkê derve pirsgirêkên me bizanin. Ev pirsgirêka me ya hundirîne çima Ereb û xelkên din bizanin. Ji xwe me dikarî em rojeke rûniştinên parlamentoyê bo bûyerên Badînan terxan bikin, lê em giliya rewşa xwe ji kesî re nakin.
Berî bûyerên Badînan, rûniştinên germ di navbera serkirdayetiya we û PDK`ê de hebûn. Gelo we pêşbîniya van bûyeran dikir?
Mihemed Ehmed: Nexêr.. me got êdî bûyera 2005`an dubare nabe. Lê niha ku dubare bûye em gelekî bêbawer kirine. Lê em dîsan bira û mirovên hevin û li dawiyê dive her em vegerin cem hevdu. Em opozisyon jî bûn, lê têkiliyên me yên xweş û berdewam hebûn. Me pêşniyarên baş didan wan bo çaksaziyê.
Hûn di vê bawerê de ne ku serkirdayetiya PDK`ê di bere de ye û bi plan haydarî van bûyerên Badînan bû?
Mihemed Ehmed: Me wê demê û niha jî wisa negotiye. Me gotiye PDK berpirse ji vê navçeyê. PDK li wir desthilatdare û dema kesek li Zaxo karekî têkdarane encam bide û ez lêkolînê nekim, ev tê wateya ku PDK bi vî karî raziye. Em li pêşî û dawiyê PDK`ê weke berpirsyar tometbar dikin. Partiya Demokrata Kurdistanê divê bi xwe îsbat bike ku ev ne biryareke wê ya navendî bû.
Hûn hest nakin ku aliyek heye dixwaze navbera we aloztir bike û pirsgirêkan mezintir bike?
Mihemed Ehmed: Gelekî hene, pêşiyê aliyê ku dijî ezmûna Herêma Kurdistanê ye gelekî pê xweşe û dixwazin em neghîjin hev. Heta bi hevbeşên me yên Îraqî jî mumkîne gelekî ji wan pê xweş be. Loma me nexwest em ji Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanî paşde bikşînin û vê mijarê li wir bidin axaftin.
Tê gotin ku we nerîna Tevgera Goran wergirtiye derbarê rûniştina ligel PDK`ê?
Mihemed Ehmed: Tiştekî wisa eger hebe jî normale, ji ber ev meseleyeke taybete bi hemû partiyan. Ji xwe di rastî de ne tenê Yekgirtû armanc bû di vê meseleyê de, lê YNK û heta PDK bi xwe jî bû armanc. Ev bazirganên şerin di nava van partiyan de.
Buroyên we li Hewlêr û Dihokê jî hene, gelo tevgera berpirsên PDK`ê yên kîjan van herdu bajaran baştire?
Mihemed Ehmed: Tevgera berpirsên PDK`ê yên Hewlêrê baştire. Yên Dihokê xirabin. Gelek berpirsên PDK`ê hebûn hewldan êrîşên dijî me asteng bikin. Di nava PDK`ê de rêjeya kesên ji tevliheviyan hez dikin, kême, lê ew bi bandorin.
Hûn wan nas dikin?
Mihemed Ehmed: Ez naxwazim navan bêjim.
Di sala 2005`an de PDK bi lez rewş normal kir?
Mihemed Ehmed: Wê demê kek Nêçîrvan serokê hikûmetê bû û serê sibehê serdana me kir û lêborîn xwest. Herwiha serdana malên şehîdan kir û bedela me û xwîna şehîdan jî da. Her di heman şevê de Serokê Herêma Kurdistanê bûyer protesto kir. Kek Nêçîrvan roleke baş list, ew weke Serokê Hikûmetê û weke PDK jî hat cem me.
Min projeyek amade kiriye ji Serokê Herêma Kurdistanê û Serkkomarê İraqê re bişînim
Rewşa Îraqê niha li ser lêva karesat û ketiye nava aloziyeke siyasî ya mezin. Hûn bawer dikin ku ev rewş we neçar bike ku hûn pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bikin?
Mihemed Ehmed: Min projeyeke dirêj amade kiriye ku bişînim bo Serokê Herêma Kurdistanê û Serkkomar. Min di birêjî behsa wê yekê kiriye ka çawa em dikarin saziyên xwe bikin saziyên nîştîmanî û nava mala kurdî organîze bikin. Em divê hin berpirsan danin navçeyên nakokî li ser ku bi şêweyekî layiq tevbigerin û bi vê şêweyê em van navçeyan bikşînin. Herwiha li Bexda em mînaka Kurdên modern û haydar nîşan bidin û komîteyên hevbeş ligel welatên cîran ava bikin. Ev projeyeke ferehe û min bi hûrî daniye. Ez di vê bawerê de me ku eger nexşeyeke stratejîka me ya ron nebe, em nikarin wisa bkin. Em weke opozisyon jî projeyekê bo aşitîbûna nîştîmanî amade dikin. Em naxwazin vê carê jî weke berê du alî bên aştkirin û em rûnin. Em dixwazin hevbeşên nîştîmanî yên rastî ava bibin, ango hemû alî di Îraqê de hevbeş bin.