Pispor li ser wê nêrînê hemfikir in, ku ambargoyên neftê yên li dijî Îranê wê ji alîyê YE`yê ve jî bêne sepandin. Biryara fermî roja 23`yê Kanûna Paþîn li Brûkselê di civîna berpirsên welatên YE`yê de wê bête eþkerekirin. Hemû îtirazên hinek welatên endamên YE`yê yên wek Spanya û Yunanistanê, ku bi xurtî bi nefta Îranê ve girêdayî ne, hatin piþtguhkirin. Gelo encam wê çi bin? Fermo þîroveya Vladîmîr Sajîn:
Berî þîrovekirina encamên hinek pêngavan, gereke sedemên wê bêne famkirin. Di heman demê de, YE`yê ji me dide famkirin, ku derbarê problema Îranê de cîhana Rojava li ser konsensûsekê li hev kirine. Profesora ji Akademîya Çandinîya Gelêrî Tatyana Îllarîonova di wê derbareyê de wisa difikire:
``Qedexekirina împorta nefta ji Îranê pêngaveke gelek ciddî ye, ku welatên Ewropî kêm caran biryarên wisa distînin. Li vir aborî û sîyaset tevlihev in. Hemû dewletên Rojavayê êdî li ser wê bawerîyê ne, ku tevgerên Îranê yên li herêmê û bernameya wê ya atomê metirsîyên ciddî saz dikin``.
Tifaqîya welatên Ewropî ya li hemberê Îranê, dikarin bêjin, ku sûrprîz bû. Lê helwestên Tokyo û Pekînê jî sosret in. Japonya li dora 10 selefê nefta xwe ji Îranê dikire û roja 8`ê Kanûna Paþîn ragihand, ku wê çavkanîyên alternatîv bigere. Her weha li Siûdî Erebistanê jî. Lê, bi fermî li dijî ambargoyê derketibû. Çîn jî di nav heman helwestê de ye, ku ji 11 heta 14 selefên neftê ji Îranê împort dikir. Pekîn jî li dijî ambargoyê bû, lê wê jî baresteya nefta ji Îranê dikire di meha Kanûna Paþîn de bi du caran ve da kêmkirin. Koreya Baþûr jî plan dike, ku baresteya nefta ji Îranê dikire bide kêmkirin. Ew hemû ji bo Îranê wek sînyalên hawarê ne.
Îran her roj li dora 4 milyon bermîlên neftê hildiberîne. Ji wan li dora 2 milyon bermîlan eksport dike. Li dora 500 hezar bermîlan ber Ewropayê ve tê þandin. Ango 20-25 selefê tewaya nefta eksportê. Di sala 2011`an de Îranê plan dikir, ku ji neftê 100 milyar dolaran bi dest bîne. Ji ber ambargoyan her sal Îran dikare 15-20 milyar dolaran bi zîyanê bikeve.
Ji bo aborîya Îranê, ku bêy ambargoyên neftê jî di nav rewþeke giran de ye, zîyan wê gelek zêde be. Rîyalê Îranê dadikeve. Çend sal berî niha dolarek Amarîkî 9700 rîal bû. Di meha Çirîya Paþîn ya sala 2011`an de heta 11 hezar rîalan bilind bû. Piþtî daxuyanîya YE`yê ya derbarê ambargoyên li ser nefta Îranê, rîyalê wî welatî li dora 70 selefan nirx winda kir û nirxê dolareke Amerîkî gihaþte 17 hezar rîalan. Di maweya wan çend mehên dawîyê de, li Îranê nirxê xurek jî bi 40 selefan ve zêdetir bû.
Pêþbînîkirina wê yekê ne zehmet e, ku çi li benda aborîya Îranê ye, dema ambargoyên li ser nefta wê ji alîyê YE`yê ve bêne sepandin û Japonya, Koreya Baþûr û Çîn jî dest bi sepandina ambargoyan bikin. Di encamê wan ambargoyan da satandarda jîyana welatîyên Îranê wê dakeve. Ew yek ji wê bibe sedemê nerazîbûnên welatîyan û çalakîyên protestoyan dikarin destpê bikin. Hêjayê bi bîranînê ye, ku di sala 2013`an de li Îranê wê hilbijartinên serokkomarîyê bêne lidarxistin. Elbet opozîsyona Îranê encamên wan ambargoyan yên li ser gel, wê bînin bîra rejîma Ahmadînecad.
Eger realîteya Îranê bête berbiçavkirin, zehmetîyên welatî dikþînin, wan kesan nake desthilat, kesên li nêzê Rojavayê. Analîtîkê kompanîya ``Troyka-Dîalog``ê Valerî Nesterov di wê derbareyê de wisa ragihand:
``Ji alîyê YE`yê ve sepandina amabargoyên li ser neftê, tedbîreke bi guman e. Li gor nêrîna min, ew tedbîr wê tewaya rewþê girantir bike. Ambargoyên li dijî Îranê têne sepandin, erkên YE`yê yên hatinî destnîþankirin dabîn nake``.
Piranîya pisporan wisa dihesibînin, ku pêngavên li dijî Îranê têne avêtin, wê wî welatî neçar bike, ku berê xwe bide çêkirina çeka atomê û sîyaseteke dereke ya gelekî hiþk. Ew yek jî bi armancên YE`yê ve nakokîbar in.
Dengê Rûsya