Serokê Baroya Şirnakê Nuşîrevan Elçî yê hewaliya xebatên kolandinê kiri got ku, eqrebayên kesên winda yên birinê herêmê, sê cesed ji kincên wan teşhîskirin.
Elçî got, hêj cesed tam in û kincên wan jî hêj ne rizî ne, jinên gundiyên winda, gel mêrên xwe nasîn hêstiran xwe çavê wan negirt.
Di Sala 1994an de ji ber îdîaya ‘Alîkariya PKKê kirine’, eskeran ji gundê Özbaşağaoğlu 5 kes biribûn û wê rojê heya niha tu xeber derheqê wan de na hatibû bihîstin.
Di çarçoveya pirsyariya Serdozgera Diyarbakirê, ya ser vê meselê destpêkiri de, li Çiyayê Küpelî, Çiyayê Gabar û eraziyê navbera Yağizoymakê û Fermandariya Tabûra Cendermeyan kolandin destpêkiribû.
Duh di encama lêgerînan de hat zanîn ku, cesedên hati dîtin aîdê Saît Şen, Beşîr Başkök û Abdullah Güler e. Du kesên winda yên din jî defnkirine eraziyê çiyayî, ji bo kolandinê dê misadê meqamên eskerî bixwazin. Lê belê xebata kolandinê ji ber ewleyiyê paşdeavêtin.
Serokê Baroya Şirnakê got ku, “ em dixwazin ku, maweya ewleyiyê bila gelek neyê dirêjkirin û cîhê duyemîn jî bila bê wekirin.” Li gor agahiyên hati wergirtin, hestîk; ji bo test a DNA û tespîtkirina nasnameyê, rêkirine Saziya Tib a Edlî.
Serokê Baroya Şirnakê Nuşîrevan Elçî diyarkir ku, cîhên bê kolandin du cîhên cuda ne û herêma yekemîn duh hat kolandin, herêma duyemîn jî ji ber ewleyiyê hêj na hatiye kolandin.
Elçi di daxuyaniya xwe de, “li gor agahiyên min ji parêzerên li wir erkedar/wezîfelî wergirti, cesed tam in, kincên wan hêj nerizî ne. bi taybetî me pirskir ku, bûyer nêzî 20 sal berî niha bûye, hêj kinc nerizî ne. Li gor beyana kesên zane, bitaybetî şiklê axê, li gor rewşa îklîmê dibe ser vê bandor bî.”
TRT XEBER