Jê yek: Eleqedarîya wî ya bi mazî û musteqbelê ye. Lê heywan, ne xwedîyê wê îdraqê ye ku biheqqî, van herdu zemanan bifikire.
Yê dudûyan: Îdraka wî ya ku têkildarê tiþtên çi enfusî, çi jî afaqî ye- yanî hundurîn û derveyî - umûmî û berfireh e.
Yê sisêyan: Muqeddemata ku ji înþaatê ra lazim in, keþf û tertîb dike. Mesela, amadehî û tertîba tiþtên wek kevr û dar û çîmento ku ji bo çêkirina malekî lazim in.
Ji ber vê qasê, wezîfa însan ya herî ewil û herî mezin, hemd û tesbîh e. Pêþîya pêþîn lazim e ku, bi zimanê nîmetên ku li dema mazî û niha dîtîye û yan jî dê li îstîqbalê da bibîne; paþê, bi zarê îkramên ku di nefsa xwe da, yan jî di dervayê wî da, dibîne; paþê bi lîsanê þehadet û muþaheda tesbîhatê ku mexlûqat dikin va, hemd û senaya Sanîê xwe bike.
Mesnewîya Nûrîye/Bedîûzzeman Seîdê Kurdî
Werger: Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî
GAZETEKURD