Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
66. salvegera damezrandina Komara Kurdistan
Komara Kurd a Mahabadê, di 22'ê Çileya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê, di bin serokatiya Qazî Mûhamedê de hate îlankirin.

23/01/2012 - 17:43
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Komara Kurd a Mahabadê jî, li qada navdar Çarçirayê bi coş û heyecaneke mezin hate îlan kirin. Lê belê piştî Yekitiya Sovyetan û Dewletên Rojavayî li hev kirin, Îran ji nû ve bi hêz bû û berê xwe da komara ciwan ya kurd.

Li Koya pîrozkirina 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan

Bi mebesta 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan, îro li Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ li Koya merasîma pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Pîrozbahiyê ku li hola Azadî a PDK Îranê hatibû lidarxistin, Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, endamên Deftera Siyasî a PDK Îranê, Nunerê Hewlêrê yê PSK Ararat Jînwar û gelek kesayetên siyasî û endam û kadirên PDK Îranê beşdar bûn.

Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Di merasîmê de bi navê Deftera Siyasî a PDK Îranê, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê Mistefa Hîcrî axaftinek kir. Rêzdar Mistefa Hîcrî di axaftina xwe de behsa dersên ku ji Komara Kurdistan maye kir.

Hîcrî di berdewamiya axaftina xwe de pê li ser pêkvejiyan di nava Kurdan û cîranê Kurdan de kir û weha got; “pêkvejiyan tenê di nava wekhêvî de dibe. Kurd êdî wekî berê bindestiyê qebûl nake.”

Di merasîmê de herweha bi navê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îran, Yekîtiya Lawanî Demokrat ên Kurdistana Îran û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê gotareke hevbeş hate kirin.

Merasîm bi xwendina çend sirûd, pexşan û helbestan bi dawî hat.


Li Hewlêrê merasîma pîrozkirina 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan

Li Hewlêrê ji aliyê Yekîtiya Lawanê Demokratên Kurdistan û Yekîtiya Lawanê Demokratên Kurdistan a Îranê ve 66emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan hate pîrozkirin.

Merasîma ku li hola Yekîtiya Lawanê Demokratên Kurdistanê hatibû lidarxistin, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran-PDKÎ Hesen Şerefî, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Nunerê Hewlêrê yê PDKÎ Tahir Mehmûdî, Nunerê Hewlêrê yê PSK Ararat Jînwar, bi navê Komîteyê Herêma Kurdistan ya Meclîsa Neteweyî Kurd li Suriyê Bavê Sebir, gelek endam û kadirên PDKÎ û kesayetiyên siyasî beşdar bûn.

Merasîm bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtina yadî şehîdan destpêkir.

Di merasîmê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî axaftinek kir. Şerefî di axaftina xwe de behsa zirûfê pêkhatina Komara Kurdistan û sedemên têkçûna komar û dersên ku divê Kurd jê bistînin kir.

Piştî Hesen Şerefî, Serokê Yekîtiya Lawanê Demokratên Kurdistan Ûmîd Xoşnaw jî behsa dersên Komarê Kurdistan kir û pê li ser rola xortên Kurd di xebata azadî û pêşketina Kurdistanê de girt.

Di merasîmê de herwisa Yekîtiya Lawanê Demokratên Kurdistan a Îranê û bi navê Komîteyê Herêma Kurdistan ya Meclîsa Neteweyî Kurd li Suriyê Bavê Sebir jî axaftinek kirin.

Merasîm bi xwendina çend sirûd û helbestan bi dawî hat.


Yekem Komara Kurd


Komara Kurd a Mahabadê, di 22'ê Çileya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê, di bin serokatiya Qazî Mûhamedê de hate îlankirin. Komara Kurd a Mahabadê jî, li qada navdar Çarçirayê bi coş û heyecaneke mezin hate îlan kirin. Lê belê piştî Yekitiya Sovyetan û Dewletên Rojavayî li hev kirin, Îran ji nû ve bi hêz bû û berê xwe da komara ciwan ya kurd.
Di 17'ê kanûna 1946'an de, hê saleke komarê temam nebûbû, Îranê dawî li komara Kurd a Mahabadê anî. Dewleta îranê, di 30'ê Adara 1947'an de jî, li qada Çarçira, ku lê Komara Mahabadê hatibû îlankirin, Qazî Mûhammed îdam kir. Rêveberiya Îranê bi îdamkirina Qazî Mûhammed û birayên wî, xwest dawî li hewldanên azadiyê bînin û hêviya kurdan ya azadiyê ji holê rakin û navên pêşengên azadiyê bidin ji bîr kirin.

Bi kurtî vê destana dîroka nêz ya Kurdan


Di meha Çileya Pêşîn de piştî ku Sowyetê xwe ji heremê kişand, Îranê berê êrîş bir ser Azerbaycanê û piştre berê xwe da Kurdistanê û herdû komar jî hilweşandin. Di 17ê Çileya Pêşîn 1946an de Mehabat ket bin destê hêzên Îranê û bi awayekî fermî dawî li Komara Kurdistanê hat.Di 30ê Adara sala 1947an de seet 6ê sibehê Qazî Mihemed,kurmamê wî Seyîf Qazî û birayê wî Sadir Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê, li ciyê ku Komara Kurdistan hatibû îlan kirin, hatin sêdarkirin.

Bi dagirkirina Kurdistanê re çapemeniya Kurdî hat qedexekirin û agir berdan hemû pirtûkên Kurdî yên ku bidest xistin.Generalê Artêşa Komara Kurdistanê,Mele Mistefa Barzanî teslîmî hêzên Îranî nebû. Alaya Kurdî ji Qazî Mihemed wergirt û bi xwesteka Serokkomar bê ku şer bike û bibe sebebê xwînrijandinê li Mehabadê, bi hêzê xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê... Piştî 45 salan li başûrê Kurdistanê dewleteke ku ev 14 sal in ji dagirkeran hatiye paqijkirin û roj bi roj çêtir şewqa xwe dide 40 milyon Kurd, hat damezirandin û ala Komara Kurdistanê li ser çiya û baniyên wê hat bilindkirin.

Kurê Pêşewayê Kurd Elî Qazîdibêje “Ez dixwazim berî hertiştî 60 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beşên Kurdistanê pîroz bikim. Pêkhatina wê komarê, di dîroka Kurdistanê de bûyereke bê nimûne ye. Yekem car bû ku komarek bi navê Komara Kurdistan dihat damezirandin”.

Di derbarê pêvajoya damezirandina komarê û kamilbûna mercên damezirandinê de Elî Qazî dide zanîn ku Komara Kurdistan ne bi alîkariya Sowyetê, lê bi daxwaza kurdan hatiye îlankirin. Li gora axaftina Elî Qazî, Sowyetê nedixwest ku Kurd ji Komara Azerbaycanê cuda bibin û komareke serbixwe ava bikin.Lê Kurd guh nadin vê yekê û ew di roja 17.12.1945an de ala Kurdistanê li ser temamê dam û dezgehên dewletî bilind dikin.Li ser navê komarê jî Elî Qazî nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje, “Komar ne Komara Mehabadê ye. Navê wê Komara Kurdistanê ye û ev nav li ser gelek dokumentên wê demê tomarkirî ye. Ji bo Wezareta Ferhengê wiha hatiye nivîsîn, “Wezaretî Ferhengî Cimhûrî Kurdistan”.

Li ser beşdarbûna kurdên ji beşên din yên Kurdistanê ji bo vê bûyera dîrokî, Kurê Reş dibêje, “Bi taybetî ji başûrê Kurdistanê, xelkekî pir bi serokatiya Mele Mistefayê nemir hatin rojhilat û di damezirandin û birêvebirina Komara Kurdistanê de cî girtin.Wê demê Mele Mistefa Barzanî şerê dewleta Îraqê dikir û di encama wî şerî de ew tevî xelkê xwe derbasî rojhilat bû. Lê Komara Kurdistan ji dewleta Îraqê netirsiya û pêşwaziya wan kir. Ne bi tenê pêşwazî kirin, di heman demê de Pêşewayê rehmetî di dema îlankirina komarê de Mele Mistefa Barzanî ji herkesî bêtir nêzîkî xwe kir û ev yek di wêneyan de jî diyar e”.Li ser pirsa ku Pêşewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî kiriye jî Elî Qazî wiha axivî: “Li Îranê ev babet di pirtûkekê de gelekî vekirî hatiye nivîsîn. Dema ku di dadgehê de rayedarek ala Kurdistanê tîne û dixe bin lingên xwe, Merhûmê Pêşewa jê re dibêje, “Tu nikarî bêrêziyê li ala Kurdistanê bikî, ji ber ku min ew ala spartiye destê kesekî ku wê her berz bihêle û ew jî Mele Mistefayê Barzanî ye”. Ew al niha li cem Kak Mesûd Barzanî ye”.

Weke gotina dawî jî Elî Qazî ji temamê serok û rêber û gelê Kurd daxwaz dike ku roja damezirandina Komara Kurdistan, bikin rojeke milî û her sal were pîroz kirin.Her wiha rojnameya me bi boneya salvegera wê bûyera dîrokî xwe gihand kevintirîn endamê PDK-Îran Ebdulqadir Debax ku berê endamê Komeleya J.K bûye û peyama wî wergirt. E“Di serî de li gel pêşkêşkirina pîrozbahiyên cejin û bîranîna damezirandina yekemîn Komara Kurdistanê, ez jibo neteweya Kurd serketin, gihîştina armancan û jibo nîştimanê xwe yê xweştivî rizgarî û azadiyê ji Xwedayê Yezdan dixwazim”.Debax, peyama xwe wiha anî ziman, “Îro dîrokê erkeke giran xistiye ser mil û wijdana hemû mirovên Kurd. Pêwîste hemû jin,mêr, pîr û lawên rûniştvanên Kurdistanê bi zimanekî xurt derdê êş, bêbeşbûn û êxsîriya neteweya Kurd bigihînin Serokkomar, Serokwezîr û desthilatdarên welatê xwe.

Pêwîste hewara xwe bigihînin ber deriyê Yekîtiya Welatên Ewrupa û Yekîtiya Welatên Cîhanê.Divê em ji wan re bibêjin,werin ey desthilatdarên dinyayê karnameya wê yek saliya Komara Kurdistan temaşe bikin, ji aliyê dadwerî, demokratî, azadiya jinan, perwerde û hînbûn,pêşvebirina zanistê, cudakirina olê ji siyasetê, emniyet û asayişê di gişt aliyên jiyanê de, ji aliyekî din ve temaşeya karnameyên dewletên dagirkerên Kurdistanê jî bikin ji hemû aliyan ve.

Gelo ji wê salê û ta niha, ango di van şêst salan de dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi hemû hêza xwe ya maddî û manewî, karîne emniyet,asayiş û dadweriya civakî li welatên xwe û tenê li derdora xwe jî peyda bikin?


Girîngiya Komara Kurdistanê

Sala 1946’an li rojhelatê Kurdistanê komarek pêk hat û li pey wê jî jiyana kurdan a siyasî derbasî qonaxeke din bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildan ji hêla kurdan ve hatibûn çêkirin. Serhildana Kela Dim-Dim, Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî, Serhildana Simkoyê Şikak û Serhildana Qedemxêra Lek ku tev jî bi armanca bidestxistina mafên siyasî bûn. Hemû serhildan bi awayê xapandinê an jî di çaxê hevdîtinên siyasî bi serokên hereketan re hatibûn dawiya xwe. Serokên bizavê dihatin kuştin û êdî şoreş jî demekê diket hale bêdengiyê.

Bi çêbûna komarê re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî da mirovekî rewşenbîr bûbû serokê kurdan. Nave wî Qazî Mihemed û ji malbata Qaziyên Mehabadê yên naskirî bû.Gelo komar çawa û di çi şertan da pêk hat? Çima têk çû û hwd… belkî ev nivîs bikarîbe bersiva hinek pirsên we bide.

DESTKEFTÊN KOMARÊ

Di çend meh temenê komara Kurdistanê da gelek kovar û rojnameyên wekî „Kurdistan“, Helale, Girûgalî Minalan“ û dîwana şaîrên weke Wefayî jî hatin çap û belavkirin.

Girîngtrîn destkeftên komara Kurdistan ew bûn ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke seltenetî da „komar“ek hatibû damezirandin. Hisên neteweyî ji nûve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê da serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pêre şaîrên neteweyîî Hêmin, Hejar, Heqîqî, nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka kurda da ruheke nû dan vê qada jiyana kurda. Di qada siyasî da jî êdî li Îranê „pirsgirêka Kurdî“ bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin. Pisrgirêka ku îro mixabin „komara wehşet û cehaletê“ dixwaze bi îdama ciwanên kurd pêşiyê li ber bigire.

Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, neteweyî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekitiya jinên Kurdistanê. Komar xwedî manêfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn.

Li dû hilweşîna Komara Mehabadê

Paştî şikestina komarê û îdama Pêşewa Qazî rewşa dîsa Kurdistan mîna goristaneke tarî ket nava bêdengiyek xemgîn. Ji sala 1948’an çend xwîndevanên rêbaza Qazî hêdî-hêdî dest bi karê rêxistinî kirin. Kesên mîna Rehîm Sultaniyan, Ezîz Yusifî, Qasimlo, Xenî Bilûriyan, Kerîm Ovêysî û Ebdulah Êşaqî ji 1948’an û pêde di bin çavdêriya hizba Tudeh da careke din liv û lebateke nû dan KDP, lê wan endikarî bi bê hizba TUDEG bi serê xwe her karekî bikin. Salên piştre ew bi yekcarî ji hizba Tudeha Îranê dûr ketin.

Di dawiyê da tenê bi daxbarî û hesreteke mezin dikarim vê bêjim ku mîratgirên riya Pêşewa Qazî îro ne tenê 180 dereca ji doza wî ya bi şan û şeref dûr ketine, belkî di nava xwe da bûne çend perçe û ji hêla partiyên başûrê Kurdistanê ve di jiyana kempnişîniyê da hatine îzole û heta fetisandin jî. Hemû hîvî niha bi ciwanên PJAK’î ye ku hem hêzeke ciwan in û hem jî bi rêbaz û manîfestoya xwe ya siyasî nêzî rêbaza Pêşewa Qazî Mihemedê şehîd in

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Qedera hevpar a Kurd û Tuaregan
M.K.DILXÊRİ nivîsî : JI ELEGEZÊ KOÇBERÎ
Deh Hezar Belgeyên Dersimê Gihatin Parlamentoyê
Bona lêkolîna li ser komkujiya bûyerên Dersimê, Serokatiya Sererkaniyê ji parlamentoyê re bêtirî 10 hezar belge şand.
Azmûna Demokrasiyê
Îro salvegera muxtireya 12 adarê ye. Piştî derbeya 1960’î, carek din li welêt demokrasî rawestiya. Mudaxale, ne darbe bû, bi tenê muxtira bû, lê vê mu
Peyama 11-ê Adarê
Mem û Zîn  / Ahmedê Xanî
Di dema berê de padîşahek hebû, navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin "Mîrê Botan". Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû.
Çîrok: Elo Dîno (Kelha Bafê)
Belê, ji heyamê berê ve, ji kelha Bafê re tê gotin kelha ‘Elo Dîno, ew jî ji ber ku her di heyamê berê hukumdarek di kelha Bafê de rabû navê wî (‘Eled
Papa Incîla 1500 salî ji Tirkiyê dixwaze
Xurşîd Mîrzengî nivîsi : Firarên Binêxeta Fransawî (Dawî)
Arşîvên Dêrsimê nayên vekirin
66. salvegera damezrandina Komara Kurdistan
ÇÎROKA QABİL Û HABİL
Kurtedîroka Radyoya Êrîvanê û xebata Keremê Seyad
Dîroka girekî Helebçe bo 5500 sal vedigere
Xurşîd Mîrzengî nivîsî : Firarên Binêxeta Fransawî 2
Ataturk 'Hawar' jî qedexe kirîye
20 Hezar Leşkerên Tirk ji bo şewitandina 20 Kurda 
Dîtina Şînewarên Mîtanî û Somerîyan li gundekî Duhokê
Beyta ser Şêx Şehabedîn (serhildana Bitlîsê–1914)
Li Ewropa Dijîtiya Kurdan Çawa Pêşket?
Eskerên tevkujiya Dêrsimê behs dikin
Derbarê serhildana Agirî de belgeyên nû
Destxeteka nû li ser mîrîtiya Hekariyan
Îro Salvegera Şehadeta Ahmet Aydin e
Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê Li Mehabadê
DEWLETA ŞEDADİYAN
KURDISTANA SOR
Komkujiya Geliyê Zîlan çawa qewimî?
Serhildana Bedirxan Paşa
Peymana Lozanê xeniqandina gelê Kurd e!

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil