Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Şehîd Îzzeddîn Yildirim û Wesiyeta Wî


26/01/2012 - 23:42
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Îzzeddîn Yildirim di 1946an li gundê Qizilqayê navçeya Panosê (bi Qarakosê ve girêdayê ye) hatiye dinyayê. Navê bavê wî Tahîr, diya wî jî Zezo (Zeyneb) bû. Dê kevaniya malê, bav jî seyda bû. Tev şeş bira û xungek bûn, Îzzeddîn di nav zarokan de yê duyem e, navê birayên wî; Elî, Emîn, Osman, Şemsettîn û Cesîm, navê xunga wî jî Cewahîr e.

Derbarê malbatê bi du ga, du mange/çêlek,  du nogin û deh mîha dibû. Lê piştê mirina bavê neçar dimînin û bi neçariyê jiyana xwe dewam dikin.

Xwendina xwe bi mekteba seratayê dest pê dike, di nav zarokan de zarokek jîr bû, bavê wî nahêle ku here mektebê, çimkî mekteb li gorê sazûmana dewletê perwerde dikir, bi vê sedemê ji mektebê girt.  Mamostê wî li ber bavê wî geriya ku bişîne mektebê lêbelê bavê wî nehîşt here mektebê. Xwendina  xwe ya Qur’anê jî ji bavê xwe ders girtiye.

Seyda Îzzeddîn Yildirim di sala 12an de ji gund derdikeve diçe medreseyên Kurdistanê, dibe feqî û dest bi xwendina îlmê olî dike. Di medresê de bi saya Seyda Nureddin Geylanî bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî dihese,  tefsîra Qur’anê pirtûkên Risaleyê Nûr nasdike û li ser lêkolîn dike. Di bin bandora Rîsaleyê Nûr û ramanên Seîdê Kurdî de dimîne û dibe şagîrtê Rîsaleyê Nûr.

Di sala 1973an de li bajarê Manîsayê ji bo xwendina Rîsaleyê Nûr ew û hevalên xwe ketin hepsê, paşê jî hatin berdan.

Raman û hestê xwe bi tefsîra Rîsaleyê Nûr nû dike. Ji bo xîzmeta Îslamê diçe Entawê xîzmetê dike. Di xîzmetê de balkêşê dikşîne ser xwe ya xîzmeta serkeftî. Ji ber vê hevalên wî, wî dişînin bajarê Çorumê, li Çorumê jî bi helwesta xwe ya narîn û mêrxasiyê xwe ji bo Îslamê bi fedekarî û egidî xîzmetê dike û gelek mirovan bi Rîsaleyê re dide naskirin. Ji wîrê jî diçe bajarê Eskîşehîrê.

Kekê Îzzeddîn Yildirim ji bo xîzmetê dibe waqif li Eskîşehîrê cih digre û dest bi xîzmeta Qur’anê dike. Li vir jî gelek bi salan xîzmetê dike. Ji bo pêşveçûna Îslamê û bi awayek nûjen ew û hevalên xwe Zekeriya Ozbek, Huseyin Daşqin,  Giyaseddîn Bingol û Yasîn Yildirim di 1990î de Weqfa Zehrayê li Eskîşehîrê ava dikin,  paşê navenda Weqfa Zehrayê dibin Stenbolê.

Usdad Bedîuzzeman dixwest ku li Kurdîstanê li bajarê Wanî, ji ber ku Kurdîstan di navenda Anatoliyê, Qefqas, Erebîstan, Farîsan û Rojhilata navîn e. Ku zarokên Kurd,  Ereb,  Fars û Tirkan bi îlmê olê û fennê bixwînin, bi taybetî jî ji bo pêşeroja zarokên Kurda, çimkî kurd gelek paşda manin. Îzzeddîn Yildirim fikir û armanca Ustad Bedîuzzeman ya Medresetuz Zehra pir giring dibîne, biryar dide ku li bajarê Wanê Medresa Zehrayê çê bike. Pêşnûma Zanîngeha Zehrayê ewul ji bo bingeha Zanîngeha Zehrayê “pêşnuma Lîseyê” çê dike,  paşê jî erdê dikire û dest bi avahiyê dike. Wexta ku erd distine pir bi kêfxweş dibe. Wî çaxê pêngavek mezin davêje.

Îzzeddîn Yildirim bi şagîrdan re pir mijûl dibû,  ji bo pêşketina wan rê dida ber wan digot “Zaningehê miheqeq bixwînin?”. Car jî ji salê carekî an du caran medresan seranser tev ziyaret dikir û bajar bajar digeriya,  şewk û hîvî dida telebe û hevalên xwe û pirsgirêkên wan çareser dikir. Ku diçû kîjan bajarê hevalên wî derê ji nû ve şîn û jîn dibûn….

Îzzeddîn Yildirim mirovek pir cuda bû,  ji bilî evditiya xwe heyata xwe dida Îslamê û xîzmeta Îslamê dikir. Ji bo xîzmeta Îslamê nefsê xwe û karê xwe yê dunyewî tev xistibû paş,  feregat dikir,  fikir  û ramana wî tim Îslam bû. Îzzeddîn Yildirim di ekola Rîsaleyê Nûr de weqifek bê mîsal bû,  di heyeta wî de fikra wî,  hêviya wî tim yek bû. Ji serî de heta dawiya temenê xwe. Tu car hêviya wî neşikiya, tim hîvî û çareserî bela dikir. Ji bo vî jî tu car sebir û metaneta xwe wenda nekir.

Bi vî helwesta xwe di wexta xwe de bi hezaran mirov û şagîrd gihaştin û Rîsaleyê Nûr da naskirin. Di heşê wî de tim “ Çawa xîzmeta Îslamê bikim. Ku çi bikim bila Îslam pêşkeve” hebû.

Îzzeddîn Yildirim tu car meqem, şohret û namdariyê nedixwest,  ji bo ewlehî û rehetiya xwe ajotvan,  ewleyî,  berdestî nexwest,  hevalên wî pir xwestin ku ji bo ewlehiyê wî biparêzin lêbelê wî tim nexwest. Tim digot “Her tişt di destê Xwedê de ye”

Xawarin,  cilê xwe bi destê xwe dişuşt,  li nivandariya birayê xwe de jî heta ku ji destê wî dihat li wir nedima diçû cem şagîrdan dima.

Seyda ne wek alimê din bû,  raman û siyaseta wî gelek gihîştî bû. Di têkoşîna çepgir û rastgirê siyasî de fikra her kesî digirt û rêzdar bû ji her kesî re,  weşanê wan dişopan,  ferq nedikxist nav wan,  ramanê xwe li gor îslamê digot û rê dida ber her kesî. Heq li gorê dewletê,  milliyetê,  nefsê an rêbera naguhere,  li gorê wî heq heq bû. Ji riya heqqê tew dernediket,  heq çi bû, rastî jî ew bû jê re.

Pirsgirêka kurd wî pir diêşand,  paşmayîna kurdan û umeta Îslamê dilê wî dişewutand,  Digot “pirsgirêka Kurd li gor Îslamê were çareserkirin, ” Mumîn tev birane lêbelê divê misliman li kurda xwedî derkeve û biratiya xwe bi kirinên xwe nişan bide

Di nav cematên Îslamê de kesek nikaribû bi behsa mafê mirovan bikira lêbelê ew di heyata xwe de tim qal û parastina mafê mirovan dikir,  kî qala kurdan an mafê mirovan dikir ji wan re digotin “ çepgir,  komînîst, dabeşkar, nîjadperest ” û paşê jî îlan dikirin, lêbelê ew ne jî ji yekî bû, tenê heqqiyê digot û misliman bû,  ji bo Xwedê heqiyê digot û li gor kesî nedipeyîvî.

Kekê Îzzeddîn di 1992an de pi piştgiriya wî û hewla wî kovarek bi xwerû kurdî derket bi navê “Nûbihar”ê. Ev kovara Nûbiharê hem li Tirkiyê him jî di nav cemaetê Îslamê de cara yekem  û kovarek bi xweru kurdî,  çandî,  edebî û hunerî bû. Paşê jî di wî salê de bi navê “Pirsgirêka Kurd çawa çareser dibe?” Sempozyumek ava kir di sempozyumê de;  rewşenbirê tirk û kurdê oldar û demoqrat fikir û ramanên xwe gotin. 1993an de jî bi zimanê tirkî “Yenî Zemîn” yanê “Zemîna Nû” derxist. Di kovara Yenî Zemîn de “Pirsgirêka kurd û cîvakî,  guherîna makezagonê wd. Pirsgirêkên giring û çareseriyan dihanî ziman. Kî diçû cem Seyda Îzzeddîn Yildirim ji sohbet û şîretê wî sud werdigirt û zanibûn ku çi mirovek alîm û rewşenbir e.

Îzzeddîn Yildirim mirovek kurd bû,  bawermend û oldar,  fikra wî Îslam û kurdayetî bû û ji hev cûda nedikir,  pêşveçûna Îslamê xelasiya Kurd û gelê umeta Muhammed bû. Li cem wî çi ol,  mezheb, fikir wd… dibe bila bibe lêbelê divê li dijê ola Îslamê û kurdatiyê nebe  û bi hev re rêzdar bin. Bi dijmantiyê tu kes siud nagire û aram nabe. Dixwest ku mirovên mezlum,  mislimanê mezlum ji bindestiyê xelas û azad bibin. Wî tim digot “Nebin xulamên xulaman bibin xulamê xwe û gelê xwe”

Îzzeddîn Yildirim di sala 1999an di 29ê Çileyê Pêşin, di meha rojiyê de li Uskudarê di medresa xwe de dijiya; ew û hevalê xwe fitara xwe xwaribûn, kekê Îzzeddîn xwe amedehiya nimêja terawîha dikir, wê gavê du mirovê xulamkarê zalim wî revandin,  di 28’ê Çileyê Paşîn 2000an de jî li stenbolê li taxa  Qartalê di malekî de ew û havalên xwe M.Şehîd Awci bi şehîdkirî hatin dîtin. Wexta ku wî dîtin hîna jî xwîn ji pozê wî dihat û nû kuştibûn. Û di 1ê Sibatê de li Stenbolê piştê nimêja nîvroyê bi beşdariya deh hezeran heval û telebên wî li gorîstana Eyubê wî û M.Şehîd Awci li cem hev defin kirin.

Îzzeddîn Yildirim nêzeka mehekî wenda bû,  di sermayê de kiribûn di bin avahêyê de di ava cemedê, li bin şekencê mabû, zordabûnê ku mîna gotinê zaliman bike. lêbelê ew di bin şkencê de ma û bi gotinê wan nekir,  tirs û mirin ji wî re hîç bû. Di wasiyeta xwe de jî aniye ziman hêviya xwe ji hevalên xwe nebirye û şîret kiriye xuyaye ku armanca wî ne nefsî bûye,  tenê dawe û hevalên wî bûye,

Zalimê xwînxwar kekê min Seyda Îzzeddîn Yildirim şehîd kirin, dijmin xwest ku wî ji holê rakin belkî doza wî wenda bibe û kurd bi kurdan bide kuştin lêbelê ew hêvî bû ji hevalên xwe.

Kekê Îzzeddîn Yildirim şehîd bû lêbelê ew weka berê bi rûyê biken li hevalê xwe temaşe dike û tim dişopîne û xîzmeta xwe ya îslamê dike! çimkî şehîd namirin û nizanin ku mirîne… ruhê te şad be rêberê min û Kekê min tu xem neke telebe û hevalên te li pey ramanên te ne.

Ruhê te jî şad be Kekê M. Şehîd Awci

Xweda cihê we bihuşt bike kekên min hûn şehîdê Îslamê û Rîsaleyê Nûr in.

 

Wesiyetname

 

Bismihî Subhanehû

Ezîz, Nûr û hemdilê koma Zehrayê

Ji we tevan re bi selam û muhabbetan,

Hevalên ezîz, jiyan û mirin teceliya muhyî û Mumîta Xwedê ye,  jiyan û mirin jî di destê Xwedê de ye. Heyatê bi bê wasite,  mirinê jî bi wasitan dide tecelî kirin.

Ji we re şîreta min; di mabeyna misilmanan de her timî weke unsurek aşitiyê bijîn. Di derbarê misilmanan de bi hÎmê husnê zen bikin.

Buxtanên ku bi çapemeniya sazumanê têyê avêtin guhê xwe Medinê. Di tevahiya heyeta xwe de ji bo serweriya qanunê îlahiyê bişxulin û bi şixuliyan re bibin.

Bi derdên mislimanên bi rûyê zemîn re bi derdnak bin.

Ya duyem: avahiya Zehrayê yê ku li wanê dewam dike,  belkî armanca ustad pêk bîne,  me bi hêviyek destpêkiribû,  ji bo qedandina wî xîret bikin.

Ya sêyem; li derdorê hinek deynê min hebe ji bo saxkirinê xîret bikin., li dukana Bursayê de 2000 markê kekê min heye,  ku were firotan bi wî sax bikin. Paşê ku jê çi ma bidinê avahiya Wanê,  bi ……… re mîqdarek perê min hebû wî jî bidinê avahiyê.

We emanetê Xwedê dikim.

Birayê we

Îzzeddîn Yildirim

(gazetekurd)

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Gunay Aslan: Divêt PKK jî bikeve cepheya Emerîka-Tirkiye-Kurdistanê
Îsmaîl Heqiyê Bûrseyî û dijminahiya kurdan
Çima oldarên tirkan neyarê kurdan in?
Diyarbekir dibe paytext
'Li Geliyê Zîlan heroj 200 kes dikuştin!'
Leşkerên artêşa Tirkiyê piştî Kurdan dikujin cendekên wan dişewitînin, tecawizî keçên kurdan dikin; zarok, jin, keç, xort, kal û pîr didin ber xwe, bê
Îsmaîl Beşîkçî: Ev Sedsal Dikare Bibe Bihara Kurdan
Divê Kurd hertim “prensîba xwe bi xwe birêvebirinê” biparêzin. Ji bo ku ev pîvana sereke di jiyanê de pêk bê, divê Kurd di nava hewldanan de bin. Qet
Platforma Abant’ê ji bo makeqanûna nû tiştên wêrek pêşnîyar kirin
Platforma Abant’ê, cara sêyemîn ji ber çêkirina makeqanûna nû civîya.
  Rûsya û Cîhana Îslamî
Grûpa Têgihîştina Stratêjîk Mirov dikare deh salên pêşîn ên sedsala me, wekî qonaxa nêzîkbûna Rûsyayê bi Cîhana Îslamî ve binav bike. Proseya han bi
Şehîd Îzzeddîn Yildirim û Wesiyeta Wî
Îran: neft, ambargo û şer
Pispor li ser wê nêrînê hemfikir in, ku ambargoyên neftê yên li dijî Îranê wê ji alîyê YE`yê ve jî bêne sepandin.
Tĕkilîyên Kurdên Elewi û Çep bi CHP re Sendroma Stockholmê ye’
Di 24.11.2011-an de di telewîzyona Kanal A-yê de û di 27.11.2011-an de jî di TRT-6ê de Qetlîama Dersîmê hat niqaşe kirin. Niqaşa di derbarê Qetlîama D
Ji bo Desthilatdariyê, bê PKK çareserî; ji bo BDP-ê bê TBMM rê heye?
Îslamiyên Kurdistanê û doza kurdî
Mîmara ‘Pêşîvekirina Kurd’ AKP ye yan DYA ye?
Xweseriya li Belçikayê
Kitêba Sempozyoma Bedîuzzeman derket
‘Erdogan dixwaze bi çareserkirina pirsa kurd bikeve dîrokê’
Çima dibêjin Êzîdî ne Kurd in?!
Li Kurdistanê setrenca Nabuccoyê
Sîyaseta Kurd û Musilmanên Kurd
Dîroka rojnamgeriya Kurdî ji rojnameya Kurdistan û heta îro
SÛRÎ DI BIN ÇAVÎYÊ PERTAVÊ DE
Bombebarankirina Lîbyayê-Proseyeke gumanbar û armancên ne zelal .
Prof. Kirbaşoglu: Divê gelê Tirkiyê Misrê ji xwe re bike mînak
Derheqê Gotina "Kurd û Zaza" de Îsmaîl Bêşîkçî
Birîna xeder a Amedê: Laşfiroşî
Zazaca Yazınının Tarihçesi (I)
Diyarbekir li hêviya peyamek erêniye
Peyvên zimanê kurdî li Qur'anê da
„Hêsrên Salhedîn"
Pêşkeftina me û rola şevgêrên şevê

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil