MAZLUM-DERê rapora xwe ya binpêkirina mafên mirovan a sala 2011an eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku dewletê ji bo çareseriya pirsa kurdî riya ewlehî û şîdetê çêtir ditiye û tê destnîşankirin ku di salekê de 34 hezar û 947 kes hatin binçavkirin û 158 bûyerên kiryara nediyar pêk hatin.
Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya Mazluman (MAZLUM-DER) Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a 2011ê eşkere kir. Alîkarê Sekreterê Giştî yê MAZLUM-DERê Haşîm Savaş rapor ji raya giştî re eşkere kir û got, pirsa kurdî di sala 2011ê de jî pirsa herî girîng a Tirkiyeyê bû û wiha berdewam kir: "Dewletê ji bo çareseriya kêşeyê dest bi riya hevdîtinan kiribû, lê piştre vegeriya rêbazên berê yên tundî û ewlehiyê." Savaş, da xuyakirin ku kurd bi salan bi terora dewletê re rû bi rû man û ji ber vê siyasetê îro rihê cudabûnê zêde bûye.
'Dewletê gelê xwe bombebaran kir'
Di raporê de tê xwestin ku dewlet dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û mafên kurdan ên xwezayî bide û wiha didome: "Girtina nûnerên gel ên hilbijartî, nasnekirina vîna gel e. Neheqiya ku li dijî Hatîp Dîcle hatî kirin, li dijî tu kesî nehatiye kirin. Li Qilabanê jî dewletê bombe li ser welatiyên xwe barandin û me di vê komkujiyê de helwesta çapemeniyê ya stoxwarkirî dît."

Alîkarê Sekreterê Giştî yê MAZLUM-DERê Haşîm Savaş di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Di sala 2011ê de 158 bûyerên kiryar nediyar rû dane û hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane jî 130 kes in.” Savaş bilêv kir ku di çalakiyên dijî sivîlan de 64 kesan jiyana xwe ji dest dane, 342 kes jî birîndar bûn û di encama teqîna mayîn û bombeyan de jî 259 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de tê diyarkirin ku, di sala 2011ê de 34 hezar û 947 kes hatine binçavkirin û ji wan 516 kes jî hatine girtin. Li gorî raporê, di girtîxaneyan de 84 bûyer pêk hatin û 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha ji ber azadiya raman jî 4 hezar û 624 sal ceza tê xwestin û cezayên hatin dayîn jî 6 hezar û 625 sal in.
Li gorî raporê di sala 2011an de 7 bûyerên rawestandin û qedexeya weşanan pêkhatine û 56 rojnameger hatine binçavkirin.
rudaw