Hestiyên ku li Diyarbekirê di wargeha berê ya JİTEM’ê de derketin, hêviya malbatên wendayan zêde kirin. Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine wendakirin, diyar kirin ger hestiyê miriyê wan bê dîtin, ew ê kêfxweş bibin û ev yek trajediyeke pir mezin e.
30/01/2012 - 19:15 |
|
|
| |
Çîroka hemû malbatên wendayan dişibin hev. Salên 90’î bû. Rojek texsiyeke spî ya Toros hat. Ji texsiyê sê kes derketin. Bêtêl di destê wan de bû. Ew ji ber derî birin… Hemû çîrokên wendayan bi van hevokan dest pê dike. Hestiyên ku ev du hefte ne li wargeha berê ya JİTEM’ê ya Saraykapiya (İçkale) Diyarbekirê derdikevin, hêviya malbatên wendayan zêde kir. Yek ji van malbatan jî malbata Acar e. Çîroka hemû malbatên wendayan dişibin hev. Salên 90’î bû. Rojek texsiyeke spî ya Toros hat. Ji texsiyê sê kes derketin. Bêtêl di destê wan de bû. Ew ji ber derî birin… Hemû çîrokên wendayan bi van hevokan dest pê dike. Hestiyên ku ev du hefte ne li wargeha berê ya JİTEM’ê ya Saraykapiya (İçkale) Diyarbekirê derdikevin, hêviya malbatên wendayan zêde kir. Yek ji van malbatan jî malbata Acar e.
Di sala 1994’an de kesên ku xwe weke polîsên sivîl didin naskirin, li gundê Imbara Bismilê ji texsiya Toros peya dibin û Mehmet Salim Acar ji ber derî, ji ba kurê wî dibin. Ji wê rojê de tu agahî ji Acar nehatiye sitandin. Kurê Acar ku ew çax 7 salî bû û bavê wî ji ba wî birin İhsan Acar (25), ji AKnewsê re wiha behsa vê çîrokê kir:
“Di ser vê bûyerê re tam 18 sal derbas bûn. Heta ev sal bihurîne tiştê ku me kişandiye Xwedê dizane. Di van 18 salan de em li mala xwe rûneniştine. Li ku cesedek wendayî derdikeve, em diçin. Li ku hestiyek derdikeve em baz didin. Em dibêjin belkî hestiyê bavê min be. Me serî li Serokwezîrî, Wezareta Karê Hundir, Walîtiya Diyarbekirê, Dozgerî û Cendirmeya Bismilê dan. Lê mixabin tu tiştekî ji van deran derneket.”
Malbata Acar, bi tu awayî xwe ji vê dozê nadin paş. Digel ku ew ji aliyê polîsan ve tên tehdîtkirin jî vê dozê dibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Tirkiye ji bo ku li Ewropayê giliyê dewletê nekin, pêşniyara çareseriya dostane li malbatê dike û 70 hezar sterlîn pere teklîf dike. Lê malbat vî pereyî û vê çareseriyê qebûl nake.
‘Mirov ji dîtina hestiyan kêfxweş dibe?’
Kurê wenda İhsan Acar, ev danûstandin û nîqaşên ku di navbera wan û dewletê de pêk tên, wiha vegot: “Gotin werin em li hev werin, em vê dozê di nava xwe de hel bikin. Me çareseriya dostane qebûl nekir. Me pere negirt. Ev hestiyên ku niha li Diyarbekirê derketine hêviyek e. Divê dewlet bi ser van hestiyan re here û rastiyan derxe holê. Eger dewlet dewletbûna xwe nîşan bide, mezinahiya xwe nîşan bide, ev tişt dê derkeve holê. Quwet û samîmiyeta dewletê jî dê bi vê yekê re derkeve holê. Daxwaza me ew e ku ev cesed derkevin.
Kezeba me şewitî. Cesedê me li ortê tune ye. Hestiyê me derkeve ortê, em kêf dikin kêf. Em dibêjin gelo ev hestî dê yê me be? Ma mirov ji hestiyan kêf dike? Lê em kefê dikin. Em dixwazin hestiyê bavê min bê dîtin. Em jî weke her mirovî ji bavê xwe re gorek çêbikin û biçin ser gora wî fetheyek bixwînin, dua bikin.”
Acar, got ku kesên bavê wî ji ba wî birine tu caran ji bîr nake û ew kengê wan bibîne, dê wan nas bike.
‘Pêşî gund şewitandin piştre gundî birin’
Hevjîna Dilber Bulut Mustafa Bulut jî di sala 1994’an de ji gundê Licê dibin. Li gorî Dilber Bulut, rojek leşker davêjin ser gund, gundê wan dişewitînin û hevjînê wî Mustafa Bulut ji ber derî dibin. Bi hevjînê wî re 5 gundiyên din jî dibin. Lê gundiyên din vedigerin, Mustafa Bulut venagere. Dilber Bulut, ev çîrok ji AKnewsê re wiha vegot:
“Ew çax zarokekî min 20 rojî bû û yek jî yek salî bû. Ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye sitandin. Ji mala me 5 kes birin. Cesedê 3 kesan di gorên komî de derket lê yê hevjînê min Mustafa û kurmamê min Fexrî hêj nehatine dîtin. Çiqas goreke komelî derdikeve, em meraq dikin, diçin ser. Em dibêjin belkî yek ji wan aydê zilamê min be.” Bulut, da zanîn ku wê navê hevjînê xwe Mustafa li kurê xwe kiriye û ji hikûmetê xwest ku hesaba van kuştinan ji kujeran bipirse.
Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyeyê ji sala 1984’an û vir de, 17 hezar kuştinên kiryar nediyar pêk hatine û kujerên van kesan hêj nehatine dîtin û cezakirin. Hemû kurd di wê baweriyê de ne ku ev kes ji aliyê Saziya Îstîxbarata Leşkerî (JİTEM) ve hatine kuştin.
Maşallah Dekak AKnews

Maşallah Dekak AKnews |
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|