Piştî du salan Rûsya vê statûyê stand û salek şunda jî, di sala 2006 de Grûpa Têgihîştina Stratêjîk a `Rûsya û Cîhanê Îslamî` hat damezrandin. Ew, saziyeke şêwirdariyêye, ku serokwezîrên berê, wezîrên berê yên karê derve yên Rûsya û 20 welatên Îslamî, yên mîna Misir, Kuveyt, Mexrîb, Tûnis, Îmaretên Erebî, Pakîstan, Tirkiye, Îran û yên welatên din tê de cî digrin. Wezîrê berê yê karê derve yê Rûsyayê, hevserokê Grûpa Têgihîştina Stratêjîk akademîsyen Yevgenî Prîmakov li Moskowê di yekemîn civînê de behsa armanca damezrandina vê grûpê kir û wisa axivî:
"Gelo, armanca damezrandina grûpa me çi ye? Bi ya min, du sedemên wê yên giring hene. Ya yekê: têgihiştina yek ji giringtirîn metirsiyên cîhana hevdem, ango dabeşbûna cîhanî li gorî dîyardeyên olî û şaristanî ye. A rast jî, dabeşbûna cîhanê bi du beşan: cîhanê îslamî û ya ne îslamî. Ya herî metirsîdar ev e, ku li pişt wan hewildanan ne tenê gotarnivîsên rojname û kovaran, belkî çendîn zanyar û sîyasetmedar jî hene. Rûsya yek ji mezintirîn dewletan e, ku bandor li jiyana navnetewî dike. Û di wê wateyê de Rûsya her tiştî dike, ku pêşiya vê meyla metirsîdar a ji bo miroveytiyê bigre. Sedema duyemîn a damzrandina vê grûpê jî, bi rewşa Rûsyayê ya êtnîkî û olî ve girêdayî ye. Li Rûsyayê zêdetir ji 20 mîlyon miliman dijîn. Ew ne penaberin, wekî yên li hin dewletên Ewrûpayê. Ew, beşekî organîk a gelheya binecî ne. Dibe ku tu dewlet, ya ku gelheya wê ji piraniya xrîstiyanan û kêmaniya mislimana pêk tê, nikare wekî Rûsyayê bibe mînaka pêkvejiyaneke aştîyane, têkelbûna çandan û damezrîna civakeke taybetmend".
Ji sala 2006-ê vir ve civîna vê grûpê du caran li Rûsyayê hatine lidarxistin: civîna pêşîn li Moskowê, û ya duyemîn jî li paytexta Tatarisatnê Kazanê pêk hatiye. Ji xwe, di sala 922 de şanda xîlafeta Abbasiyan hatibûn vê erdê û hingê kal bavên Tatarên îroyîn bi awayekî fermî dînê Îslamê qebûl kiribûn.
Tatristanê, ku li peravên çema Volgayê ye, mirov dikare roja îro, wekî mînaka pêkvejîyana misliman û ortodoksan binav bike. Vê gavê li Tataristanê nêzîkî 1500 perestgehên îslamî û zêdetir ji 500 perestgehên ortodoksî hene. Di duyemîn civînê Grûpa Têgihîştina Stratêjîk a Kazanê de serokkomarê pêşîn ê Tataristanê Mîntîmer Şaymîyev gotareke pêşkêş kir û wisa axivî:
"Tatristan keleha bakûrî ya cîhana Îslamî ye û dê her wisa jî bimîne. Di heman demê de Tataristan di beşa Ewrûpî ya Ewrasyayê de ye. Û ji ber vê taybetmendiya xwe jî, dikare ji bo pêşketina diyaloga di navbera rojava û cîhana Îslamî de roleke giring bilîze. Û emê vê yekê bikin. Li Tatristanê, ango li Rûsyayê ezmûna hevkariya olên cuda heye. Divê em bi dengekî bilind bibêjin, ku pevçûna şaristaniyan wê derbas nabe. Li Felestînê serkeftineke leşkerî nikare bê bidestxistin, lê belê serkeftina aqilê dikare bi serkeve. Li Îraqê hêza çekdarî nikare ser bikeve, lê belê serkeftina nîyeta xweşbînî mumkune. Li Îranê ti wateya ferzkirina tiştên ku li dijî berjewendiya welêt e, tune. Pêdivî bi sîyaseteke din a dadprerwer heye".
Mîntimêr Şaymiyev heta sala 2010-ê du caran serpereştiya şanda Rûsyayê di civînên Grûpa Têgihiştina Stratêjîk kirine: carekê li Stenbolê, carekê din jî li bajarê Erebistabna Seûdî yê Ciddeyê. Di pêncemîn civîna grûpê de, ku di meha Kanûna Pêşîn a sala 2009 de li Kuveytê hatibû lidarxistin, herêmeke dina ê Rûsyayê, ango Komara Îngûşetya jî, beşdarî li diyaloga bi welatên Îslamî bû. Serokê Komara Îngûşetyayê Yûnûsbek Yevkûrov di vê bareyê de wisa diaxive:
"Meşandina diyalogê di çarova Grûpa `Rûsya û Cîhana Îslamî` de hem ji bo cîhana tevayî, hem ji bo Rûsyayê û bi taybetî jî, ji bo herêma Bakûra Kafkasyayê balkêşe. Li gorî geljimêriyê, li Rûsyayê bi giştî 182 netew hene û ji wan 157 netew di komarên Bakûra Kafkasyayê de dijîn. Û dido ji sisêyan wan mislimanin. Gelheya Îngûşetyayê 500 hezar e û %95-ê wan mislimanin. Li komara me 200 mizgeft, du Enstîtûyên Îslamî û 35 medrese hene û li hemû dibistanan di çarçoveya bernameya perwedeyî de dersê `Bingehên Îslamê` tê hînkirin. Bi kurtasî, li Înguşetyayê hemû şert û merc hene, ku civak pêdiviyên xwe yên ruhî û olî pêk bîne. Lê mixabin, nezantiya dînî carna dibe sedem, ku ciwan bikevin riyên radîkal. Lewma jî, divê alîmên Rûsyayê û yên cîhanê îslamî zû bi zû kom bibin û bi hevre, ji civakê re şîrove bikin, ka rastî çiye û derew çiye. Eger na, hingê tiştekî di warê perwerdeya dînî de em nakin, dê dijminên me yên hevpar bikin. Lewma jî, bi ya min, xebata Grûpê dikare bibe alîkar, ku em, ji bo propogandaya nirxên îslamî hewlên xwe bikin yek".
Di pêncemîn civîna Civata Têgiştîna Stratêjîk a `Rûsya û Cîhana Îslamî` de di navbera Wezareta Karûbarên Îslam û Weqfan ya Kuveytê û Civata Miftiyên Rûsyayê de, ji bo vekirina Navenda el Wesetiye, ango Riya Naverast a Îslamê li Rûsyayê, peyman hat îmzekirin. Piştî îmzekirina peymanê, cîgirê serokê Civata Miftiyên Rûsyayê Ferîd Esedûlîn wan zanyariyan ragihandin:
"Bi ya min, vekirina li Moskowê Navneda el Wesetiye pir giring e. Ji bo ku Îslama li Rûsyayê tu car ji cîhana îslamî dûr bûye. Li Rûsyayê, bi taybetî jî, li peravên Volgayê û Kafkasyayê her tim doktrîneke taybet hebûye û alimên han di berhemên xwe yên îlahiyetê de riya naverast telqîn kirine û ev yek li erdê Rûsyayê êdî rûniştiye. Belavkirina hizrên el Wesetiye, ango Riya Naverast, bi nêrîna min, navgîneke bandordare li dijî îslamfobiyê û ji bo pêkanîna diyalogeke reel li gel şaristaniya rojavayê".
Beşdarên Civata Têgiştîna Stratêjîk a `Rûsya û Cîhana Îslamî` her wisa pêşniyar kirin, ku grûpeke wergerên profesyonel bê damezrandin, da ku pirtûkên Rûsî bên wergerandin bi zimanê Erebî û berovajî. Serokê Enstîtûya Rojhilatzanî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê profesor Vîtalîy Naûmkîn di vê mijarê de wisa diaxive:
"Bi ya min, divê pitûkeke mezin, an jî, ansîklopediyeke derbarê Rûsyayê de bê weşandin û berhema han bê wergerandin bi zimanê Erebî, her wisa li cîhanê Erebî bê belavkirin. Divê ev berhem derbarê dîroka Rûsyayê de zanyarîyeke berfireh bide. Di serî de jî, derbarê mislimanên Rûsyayê de. Ji xwe xebata weşanvaniyê, divê ji vê yekê destpê bike".
Balyozê Rûsyayê yê ser pêwendiyên bi Rêxistina Hevkariya Îslamî ve Konstantîn Şûvalov dibêje, civînên Civata Têgiştîna Stratêjîk a `Rûsya û Cîhana Îslamî` diyar kirin, ku helwêsta beşdarên her du alî yên diyalogê, li ser gelek pirsgirên navnetewî wekî hev e:
"Êdî dem hatiye, ku xebata grûpa Têgiştîna Stratêjîk bê guhertin. Daxwaza her du aliyan jî ev e, ku mekanîzmeke hîn berhemtir bê damezrandin. Di civîna Kuveytê de hat pêşnîyarkirin, ku bila entellektuelên rojavayê, yên Amêrîkî jî nav de, beşdarî xebatên vê Grûpê bikin. Pêşnîyareke pir di cî de ye. Di warê pêwendiyên di navbera şaristaniyan de, vê gavê mekanîzmên cuda hene. Û bi nêrîna min, beşdarîkirina entelektuelên rojavayî, dê ji bo me jî sûdmend bibe. Di van platformên diyalogê de, dikarin nûnerên şaristaniyên cuda jî beşdarî bikin. Bê guman, hin kes hene, ku li gorî wan şaristanî yek e û hin dewlet û hinek gel di astên cuda de xwe gihandina vê şaristaniyê. Lê belê nêrîna han hem ji aliyê Rûsyayê ve, hem jî, ji aliya dewletên Îslamî ve tê redkirin".
Hin endamên Grûpa Têgihîştina Stratêjîk, ên ji welatên Erebî pêşniyar kirin, ku ji bilî mislimanên Rûsyayê, bila entelektuelên Kinîseya Ortoksî ya Rûsyayê jî beşdarî vê diyalogê bikin. Wekî tê zanîn di welatên Îslamî de, civakeke mezin a xaçparêz hene. Cîgirê serokê Senatoya Rûsyayê, hevserokê Grûpa Têgihîştîna Stratêjîk ``Rûsya û Cîhana Îslamî` Aleksandr Torşîn dibêje, ezmûna Rûsyayê wekî dewletekî laîk, ku tê de gelên ortodoks û yên misliman pêk ve dijîn, ji cîhanê Îslamî re dê sûdmend bibe:
"Rûsya dewleteke bê hempaye. Tê de 182 gel û netew, her wisa nûnerên 62 dîn û mezhebên cuda dijîn. Lê tevî vê yekê, di dîroka Rûsyayê de tu car şerê mezhebî, yan jî dînî rû nedaye. Û bi ya min ev yek raseriyeke me ye. Wekî parlamenter, ez dikarim bêjim, li parlamentoya Rûsyayê her tim misliman hebûne. Wekî nûnerê baska jorîn a parlamentoyê, ango Senatoyê jî, ez dikarim amaje pê bikim, ku hejmara parlamenterên misliman û bandora wan li Rûsyayê her ku diçe zêdetir dibe. Xurtbûna faktora îslamî di nav Rûsyayê de, dê bibe sedema guhertineke erênî ya di pêwendiyên bi cîhana îslamî ve jî. Pêşketinên han bi taybetî, di warê fînansî, veberdêrî û çandî de pêwîstin. Vê gavê divê xebata grûpê derbasî qonaxa gavavêtineke pratîk bibe. Û ez bi bawerim, ku pêwendiyên me yên li gel cîhanê îslamî, dê pêş bikeve!"
Dengê Rûsîya