Mehmet Emin Dindar, parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku li Tirkiyeyê partiya desthilatdar e got, wî temaşeyî dîmenên ku di roja 28’ê kanûna 2011’an de 34 gundiyên Qilebanê bi balefirên şer ên Tirkiyeyê hatin kuştin kirine. Li gorî nûçeya Tarafê, Dindar got: "Qasî ku min temaşe kir li wê derê tu endamên PKK’ê nebûn û ji her haletê diyar bû ku karwanê kaçaxiyan e."
Dindar da xuyakirin ku diyar dibe hejmara hêstirên barkirinê ji hejmara qaçaxvanan zêdetir e û di dema bombebaranê de jî gundî nerîvîne û ev jî diyar dike ku ne PKK’î ne û wiha pêde çû: "Cenaze di dema bombebaranê de şewîtî ne. Ev jî diyar dike ku tu pevçûn çênebûye û bi wan re çek nîne. Herwiha di dîmenan de min nedît ku bi fîşekên îşaretê hişyarî hatiye dayîn."
Dindar her wiha got, ew ê wek parlamenterê herêmê dozê bişopîne û li bendê ne ku Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê xebata xwe li Qilebanê temam bike û piştî vê berpirsiyar li pêş darazê hesabê vê bidin.
Hate ragihandin ku, endamên Komîsyonê sibê dê derbasî herêmê bibin û bi malbatan re hevdîtin bikin û herwiha bi saziyên civaka sivîl, rayedarên îstîxbarî û îdarî re werin ba hev û tê payîn ku roja înê vegerin Enqerê. Piştî temambûna xebatê, komîsyon dê raporek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) bike.