Tê texmînkirin ku Xanî vê berhema xwe ji bo xwendekarên di medreseyê de dixwînin nivîsandiye.
Cara yekem min îdiaya ku dibêje hinek berhemên Ehmedê Xanî li Konya ne, ji peywirdarek ê Zanîngeha Selçûk bihîstibû. Navnîşanek aşkera nedida. Ketina li pey berhemên winda yê helbestvanê navdar ê kurd tenê ji vê gotinê dest pê kir.
PIRTÛKA DERSÊ YE
Ev gotin berê min da pirtûkxaneyên mizgeftên dîrokî. Cara destpêkê min ji mizgeftên xwedî pirtûkxaneyên mezin ên wekî Mewlana, Karatay, Yusufaga dest pê kir. Ev xebat bi qasî salekê dirêj kir. Di encamê de min qet tiştek nedîtibû. Ji ber wê jî min lêkolîna xwe li mizgeftên din ên derdorê berdewam kir.
Di encama mijûlahî û xebatên domdirêj de min di bin bodruma mizgeftek bi navê Y.A. ya Konyayê de ev berhemê Ehmedê Xanî dît. Li ser pirtûka dersan, tomarek bi navê Medrese heye. Pirtûk 27 rûpel e, lê ji ber baş nehatiye veşartin, 11 pelên beşa yekemîn xirab bûne. Rûpelên beşa dawî û berga pişta pirtûka Ehmedê Xanî hê jî winda ne.Tê hizirîn ku Ehmedê Xanî ku ji beşên fiqih, matiq û ziman pêk tê, ji bo xwendekarên medreseyan ên têgihiştî hatiye amadekirin. Xanî di pirtûkê de zimanek zanîstî bi kar aniye, ev yek jî vê pêşbîniyê xurt dike.
TAYBETIYÊN PIRTÛKÊ
Di berhemê de di bin sernavê “Ilm-Î Ereb” de destpêkak(pêşgotineke) heye. Beşa bi navê “Ilm-î mantiq” wê beşê taqîp dike. Di berhema ku Dîroka Îslamê, Fikiha îslamê û Erdnîgariya wê jî digire de her wisa zanyariyên li cîhana Îslamê belav bûne jî hene. Her beş bi destnivîsa sor hatiye destpêkirin ev yek jî balkêş e.
Hubra hinek rûpelên vê berhema ku navê Xanî li ser herikî ye, hinek peyvên wê jî bi qasî ku neyê xwendin deforme bûye. Berhema ku ji beşên fikih, mantiq, ziman û hwd pêk hatiye bi erebî hatiye nivîsîn. Lê belê tê dîtin ku şîrove bi kurdî ne. Ne zelal e ku berhem çawa hatiye vê mizgefta li Konyayê.
Lê belê tê texmînkirin ku birayê Saîdê Kurdî Abdulmecîd Unlukûl k udi sala 1967’an de wefat kiriye, ji bo ku berhem zirarê nebîne û rê li ber tehrîbbûna wê bigire ew daye pirtûkxaneya vê mizgefta Konyayê.
KURDÊN ANATOLYAYÊ
Xaleke balkêş jî ew bû ku nêzî wê mizgefta ku min lê ev berhem dîtiye goristanek heye û di wê goristanê de gelek miriyên kurd hatine definkirin. Tê zanîn ku Unlukûl bi salan li Urgupê miftîtî kiriye û piştî ku ji kar hatiye avêtin hatiye Konyayê cem qîza xwe bi cî bûye û gelek berhemên kurdî û tirkî yên kurdan ku ji qirkirina serdema pêşîn a Komarê xelas kiriye di arşîva wî de hebûye. Ligel vê berhema kul i Konyayê hate dîtin ku navê Xanî li ser e, nushayek ku ji yên Nûbihara Xanî ku tê zanîn gelek cuda jî hate dîtin balê dikêşe Konyayê ku gelo ev berhemên Kurdî ji aliyê Unlukûl ve hatiye Konyayê û ev yek jî wê îhtimalê xurtir dike.
Dîsa muhtemel e ku alimên kurd ên ji Medreseya Nûh Beg a Bêdlîsê hatine Konyayê ev berhem bi xwe re anîbe.
Di salên 1980’yî de tê zanîn ku gelek berhemên destnivîskî yên kurdî bi hinceta ku ew ê werin tamîrkirin anîne Konyayê. Her wisa dîsa ew jî îhtimalek e ku ev berhema Xanî jî ligel wan berheman hatibe Konyayê.
CELADET BEHS KIRIYE
Romanûs Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê ‘Destpêka Wêjeya Kurdî’ de dema qala Xanî dike, dibêje Mîr Celadet di hejmara 33’yan a Hawarê de qala berhemeke winda ya Xanî dike û Celadet dibêje digel hemû Lêgerînan ew berhem nehatiye dîtin.
Lêbelê ev berhema kum in xwe gihandiyê, ji ber ku pirtûkeke dersê ye, notên dersan tê de ye ne bawer im ku ew berhema ku Celadet qal dike ye. Xanî k udi navbera salên 1651-1707’an de jiyaye û tê zanîn ku gelek berhem nivîsandiye, lê belê heta niha tenê şeş berhemên wî (Dîwân, Nûbihara Piçûkan, Eqîdeya Îmanê, Eqîdeya Îslâmê, Fî Beyanni Erkanî Îslam û Mem û Zîn) li ber dest hene.
Dîtineke xurt ew e ku ji bilî vê berhema ku ya dersa şagirtan e, gelek berhemên Xanî yê ku yek ji sereke yên wêjeya klasîkî ya kurdî ye li Konyayê hene. Ji ber ku gelek alimên kurd hatine û li Konyayê medrese ava kirine. Li van medreseyan perwerdehiya olî bi Kurdî hatiye dayîn. ANF