Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Seydayê Mele Ebdullah Varli Çu Rehma Xwedê
Komeleya Nûbiharê ji bo Seydayê Mele Ebdullah Varli sersaxî diyarkir, daxuyanıya komelê li jêr e. Em jî wek malpera UFKUMUZ.NET ji malbata seyda û gelê me ra sersaxî dixwazin, rehma Xwedê lê be...

05/02/2012 - 14:34
1:1 1:1,2 1:1,5
 

      Zanayê ‘ulûmên İslamê, nivîskar û rewşenbîr, xemxûr û çalakerê doza Kurd, Seydayê Mele Ebdullah Varli do (02.02. 2012) li Enqerê, li nexweşxaneya İbn-i Sînayê çu rehma Xwedê. Ji meha Îlona sala borî û bi vir ve Mamoste Varli, bi teşxîsa nexweşîya pençeşîra xwînê (losemî) di nexweşxaneya İbn-i Sînayê de di bin tedawîyê de bû. Cenazeyê Mamoste Varli sibê, (roja şemîyê) piştî nimêja nîvro li Erdîş a bajarê Wanê dê bête veşartin. Mamoste Varli, 72 salî bû.

         Mamoste Varli, ji malbatek mezin ku gelek ‘alim û zana jê derketine bû. Mamoste Varli, ji salên 80’yî vir ve jiyana xwe li Enqerê didomand.

         Seyda, der barê dîrok û çanda Kurdî de xwedî gelek behrem bûn. Lêbelê Ew; bêtir bi yekemîn meala Kur’anê ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn, hate nasîn. Wî, meala Qur’anê di sala 1977 an de xelas kiribû, lêbelê heta sala 1994 an, ji ber polîtîkaya dewletê ya red û înkarê ya li hemberî hebûn û çand û zimanê Kurdî nekarîbû meala xwe çap bike. Ebdullah Varli, meala Qur’anê ya ku bi navê “Quran a Pîroz û Arşa Wê ya Bilind/ Kur’an-ı Kerim ve Kürtçe Meali” amade kiribû, dabû  sazîya Diyanetê da ku destûr werbigre. Lê wê çaxê Diyanetê destur nedabû meala Kurdî. Seyda paşê bi destxistina derfetekê muweffeq dibe ku meala xwe pêşkêşî Serokkomarê hingî Silêman Demirel bike. Ev bûyer, wê çaxê li Tirkiyê gelek deng vedabû. Yekemîn meala Kurdî ya Seyda, ji alîyê naverok û terza wergerê ve di nava zana û rewşenbîrên Kurdan de bibû mezherê nîqaş û ‘elaqeyek mezin. Piştî vê berhemê Seyda bi navê “Dîroka Dugelên Kurdan” berhemek giranbiha derxist. Girîngiya vê berhemê ev bû ku Seyda derheqê dîroka Kurdan de ne bi agahiyên duyemîn, xwe gihandibû çavkaniyên yekemîn. Cardin; yek ji girîngtirîn berhemên wî, berhema ku ji du cîldan pêk hatiye ya bi navê “Dîwan û Jînewarîya Ahmedê Xanî” û “Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî Yêd Mayîn” bû. Di van berheman de jî, di bin ronahîya çavkaniyên yekemîn ku exlebên wan ji belgeyên arşîvan pêk dihatin, bi dirêjayî behsa dîroka Hekarî û Bazîdê, jiyan û berhemên Xanî kiribu. Ev berhem jî, ji alîyê bi rêkûpêkbûnê yekemîn berhema ku der barê arif û edîbê nemir Xanî de hatiye nivîsandin bû. Digel van berheman, yên wek pirtûka zanayê Kurdê Îranî, Prof. Dr. Reşîd Yasemî ya bi navê “Kurd û Peyvestegî û Nijadê O” wergerand û bi şîroveyan dewlemend kir.

         Mamoste Varli, heta dawiya temenê xwe, bi wê yextiyarîya xwe, ji bil çend saet xew û xwarinê, temamê wextê xwe bi xwendin, lêkolîn û nivîsandinê di borand. Ev çend sale li ser berhemek ku der barê Êzdiyan de bû di xebitî. Ji vê pêve cildê duyem yê Dîroka Dugelên Kurdan jî digot amade ye lê derfeta maddî dest nade ku wan bi weşînim.

         Li gor baweriya me; mirina ‘alimekî, mirina ‘alemekê ye. Seyda, hem bi ‘alimtiya xwe û hem jî bi rewşenbîrîya xwe mirovekî “zu’l-cenaheyn” bû. Ango wî hem kesayetîya dînî û hem jî wek rewşenbîrekî Kurd, zana û dilsozê doza xwe bû.

        Em wek Komela Nûbiharê bi minasebeta wefata Mamoste û Seydayê Mele Ebdullah Varli, ji bo malbata wî û ji bo gelê me taziyetên xwe pêşkêş dikin. Ji Xwedayê Dilovan hêvî û lava dikin ku wî ef û mexfîret bike û mekanê wî bihuşt bigerîne.

         Serê gelê Kurd û malbata Seydayê Mele Ebdullah sax be.

Xwedê bi rehma xwe şa bike û mekan bihuşt be.

 

Komeleya Nûbiharê

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
Mehmet Emîn Aktar: Kurd êdî naxwazin di nava vê sîstema heyî de bijîn û dixwazin sîstem bi temamî bê guhertin. (jêderk : rudaw)
Li Amedê wênekêşekî AKPê hate kuştin
Rêwîtiya Bi Zor û Zehmet Dest Pêkir
Ew li hemberî avê rêwîtiyê dikin. Armanca wan jî eve ku hêkên xwe daynîn avên germ.
Gul, Erdogan û Davutoglu pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
Neçîrvan Barzanî duh hat Anqereyê û îro cuda cuda ji bal Abdullah Gul, Ahmet Dvutoglu,
Şahidê jiyaneke bahozî: Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav
Abdulkadir Bingöl nivîsî : Sohbeta Di Otobisê de
Li Entakiyê şer 3 leşkerên Tirk hatine kuştin
Li Dihokê 300 hezar îmze ji bo serxwebûna Kurdistanê
Dihok (Rûdaw) - Grûpa Ala li bajarê Dihokê dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan ji bo serxwebûna Kurdistanê kiriye, di hundirê 15 rojên borî de 300
Dor Tê 27 ê Nîsan ê ?
Demîrtaş: Navê vê xakê Kurdistan e!
Baydemîr Xebatên Şaredariyê Vegot
Sucên Nifretê Tedikeve Destûra Nû
Artêşa Tirk sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
Goran digel YNKê civiya
Malikî: Mafê çarenivîsê ji bo kurdan berevajî destûrê ye
Kurd doza federalizma neteweyî-cografîk ji Îranê dikin
Hevpeymaniya Kurdistanê ’’Kerkûk bajêreke Kurdistanî ye”
Di Şerde Şewitandina Daristana
Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
Demîrtaş: Ti armanca AKPê ya ji bo çareseriyê tune ye
‘Divê Malikî di nav 15 rojan de dest bi cîbicîkirina biryarên Hewlêrê bike’
Leyla Zana: Pêwîste kak Mesûd pirsa Ocalan bike
Li 13 bajarên Tirkiye û Kurdistanê serdegirtin: 55 kes hatin binçavkirin
63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene
Mihemed Ferec bû emîndarê giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê
Erdogan serdana kampa Kılîsê a penabêran dike
Barzanî ji şerê di navbera alîgirên YNK û PDKê dilgiran e
Îstifaya Gursel Tekîn Hat Qebûl Kirin
“Gera me ya Amerîka tabloya Tirkiyê li wir nîşan daye ji holê rakir”
Cemil Bayik: Bila tu kes li bendê nebe gerîla çek dayne

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil