“Dema hûn çûn bi ser dijmina da an jî ew hatin bi ser we da; qerergahê xwe li ber cîyê bilind, li palên çîyahan, li devê çeman ava bikin; (bi vî awayî) hium hûnê ji wandera îstîfade bikin, him ji hûnê ji þerê dijmina werin paraztin. Cengê di yek an du cebha da bimeþînin. Ji bo ku dijmin ji cîyên ku hûn jê ditirsin an ji cîyên ku ji we ra emîn tên êrîþ nekin, nobetçîya deynin serê çîya û serê girikên bilind. Bizanibin ku, pêþkerên ordîyê, çavên ordîyê ne; çavên pêþkera jî, pêþkerên (û pêþdîtên pêþkeran) wan in. Ji veqetandin (û belawelayê) dûr bimînin; dema hûn ji bo bîndanê sekinîn bi hev ra biseknin û dema hûn (rabûn) û meþîyan bi hev ra bimeþin. Bi þev, mertala li dora xwe biçiklînin (bila mertalvan li dora leþker nobet bigirin). (Bila) xewa we, weka av devwardanek (sivik û tam kirinek) be.”
***
أَفِي اللّهِ شَكٌّ فَاطِرِ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ
Gelo di (yekatîya) Xwedê da þik heye ku (ew) afirenîndeyê ezmanan û erdê ye. Îbrahîm/10
Zanîn û îqrar bi hebûna Xwedayê mezin diyar û eþkere ye û kafir jî bi wî îqrar kirîye. Herweha Xwedayê pak gotîye:
وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ فَأَنَّى يُؤْفَكُونَ
“Û bi rastî tu ji wan pirsiyar bikî ku, kî ye xaliqê tav û mehê ku di binê bandûra wî da ne?” Ewê bêjin: “ Helbet! Xweda ye.”Lê îjar ka ewan ça ji perestîya wî rû difetilînin?”
Lewmane Resûlê Xudê (s.a.a.) hate hêlbijartin û mirova dawetê tewhîd û yekperestî kir, ne îqrar bi hebûna Xudê.
Reha vê îqrar û îtirafê serkanîya vê destxistin û xerîze, hema ew fitret, hêza derk û famkirinek e ku Xwedayê mezin di tebî’et û xweza ya meriv da pêk anîye.
فِطْرَةَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا
(Sûreta Rûm/30)
Erê, Xwedayê mezin vê heqîqetê xistîye zihnê her kes û loma mirov di ‘eslê xilqet û zatê xwe da his dike ku ew bi xwe di destê xwe da nîne belkî di destê kesekî da ye ew kes eewî diparêze, arîkarîya wî dike, miqatê raman û kiryarên wî ye. Ew kes li seranserê cîhanê hukm dike û hemû heyîn bi arîkarîya wî li pîya ye.
Her hizrvanek fêm û bawer dike ku hemû cîhan tabi’ê yek sîstem û qanûn e û ew di ronahîya vê sîstem û qanûnê da ji hemû zerreyên ‘alemê behremend e ji hewayê bîna xw digire, avê vedixwe, ji hêþînatîyê dixwe, ji tîrêjên tavê behre dibe û fam dike ku hemû ‘alem bi yek hêzeke û ji yek serkanîyek pêk tê û di binê yek irade de jî tê idarekirin. Û bi pêwîstîya vê fitret, fam û derk e, ku di dema daxwaza xwe da ji wî dixwaze gava dijwarîyê da xwe penaha wî dibe, dema nîmetê da hêvîdarê wî dibe. Rewþen dibe ku ev his û derk ji z’ef û nezanî nîne, loma mirov ji kîjan tebeqe û kom be, her dem xwe ji hemû fikrên ‘ilmî, bawerî û ‘adeta dûr bixe û xwe mewcûdek ferz bike ku hema ev sa’et xelq bûye û tu kesekî ne dîtîye û tu gotinek ne bîhîstîye, wê demê li xwe û li cîhanê binhêre, ewê çi bibîne?
Ewê xwe mexlûqek bibîne ku xwedîyê çav, goh, fam û hiþ ku di kuncikek cîhana bê dawî da ewê xwe peyda bike û li kîjan alî binhêre ewê nihêra wî negihîje dawîya cîhanê, ewê cîhanê gelek mezin û xwe jî gelek piçûk bibîne, ‘erdê ku di binê nigê wî da ye gelek ‘ecîb û di ezmanê li ser ser wî ye ewê gelek xerîb bibîne. Di cîhanê da hereket û gerînek ewê temaþa bike, ewê bibîne tav û meh hil tên û diçin ava, þev roj bi rêkûpêk li pey hev tên û diçin û dema þevê da ezman ji sitêrkên birqên û sipehî tijî dibin, mehan û demsalan bi dor, bi rêkûpêk bi hesab di gerînekê da ne.
Mezinatî û taybetîya afirandin a xwe dibîne, bejna xwe, hestî û rehên beden, ‘ecîbbûna qelb û çêbûna hestî yê ser, çav, goh, sûret û sîstema hezm, gerîna xûn, lêdana qelb û çêbûna dest û tilîyan, çawakîya terkîb a beþên beden, çawakîya xwarin, temînkirina madde yên lazimê beden, sîstema çêbûn a zaran, nexþa hêz a ‘aqil, þehwet, xîyal, wehm û yên din di cismê xwe da dibîne û bê hemdê xwe îtiraf dike.
Belê, di vî rewþa weha da mirov bi canê xwe yek irade, yek rêbaz, yek jîyan, yek hêz, yek zanîn, yek heyîna heqîqî ku xwedîyê hemû ev sifetan e û bi meqama rih û can e. Bi eþkere dibîne û ewî li ser hemû heyîn bandûr û ji hemû agah û li ser hemû hêztir û gerîngerê hemû yê wan, dibêne û xwe bi hemû heyîna xwe girêdayî wî dibîne eger çi heqîqeta wî nikare têbigihîje û bi afirandina cîhan û sirra xilqet a xwe jî nikare fam bike. Lêbelê ewqas dikare fam bike ku çêkerê cîhanê heye bi navê Xudê, û têdigihîje ku di fitreta hemû heyînê da ev idrak heye û hemû digel heyîna xwe bi wî serkanîya yekta girêdayîne û hemû, bi hemû heyîna xwe bi heyîna wî îqrar û îtiraf dikin. Û bi xwezaî jî li hemherê mezinatî ya wî jî xwe teslîmê wî dikin û jê ra diçin secdê.
وَلِلّهِ يَسْجُدُ مَن فِي السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَظِلالُهُمبِالْغُدُوِّ وَالآصَالِ
“ Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra secdê dikin.” Sûreta R’ed/15
إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ وَاخْتِلاَفِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ لآيَاتٍ لِّأُوْلِي الألْبَابِ
“Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna þev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bona xweyê hiþan berate hene.”
Belê, xwedîyê fam digel balekî kêm his dike ku seransera cîhan a heyîn tijî ji jîyan, þu’ûr, dîtin û bîhîstinê ye û her yek ji mexlûqat bi zimanê batin, digel xaliqê xwe di nav raz û nîyazê de ye û heyîna wî îqrar dike û ewî tesbîh û teqdîs dike.
يُسَبِّحُ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ الْمَلِكِ الْقُدُّوسِ الْعَزِيزِ الْحَكِيمِ
“Çiqa tiþtên di ezman û zemîn da hene! Hemî Yezdanê serok ê pîroz û servahatê hekîm (bi perestî) paqijaya wî ji kemasîyan dikin.” Cum’e/1
Li vêderê ye ku mirov ji xwe bala xwe bide xaliqê xwe û alîyê wî ve diçe û nikare weha nebe. Li vêderê ye ku di meqama bendetî û ita’etê da ji wî tê. Li vêderê ye ku her çend sitemkar be, dîsa bi alîyê Xweda û dergehê wî vedigere û dilnizmî dike. Li vêderê ye ku gerek batinê mirova dît û gerek bi zahirê wan hukm nebe, ku her çi jî em ne baþ bin.
Li vêderê ye ku mirov li pey pêxemberê wî biçe û dixwaze rêbaza bendetî û ‘ubûdîyyetê ji zimanê pêxember hîn bibi û nêzîkê wî be û li hember jî wezîva xwe bi cîh bîne û xwe ji muxalifeta wî biparêze.
Imam Sadiq (a.s.) kerem dike: “Zanîna hemû mirova çar beþ e:
1- Nasîna Xweda, 2- nasîna xwe, 3- nasîna wezîfê, 4- nasîna ji rêderketinê.”
Emîrê Muminan ‘Elî (a.s.) kerem dike: “Xwedayê mezin pêxemberan þand da ku mirova bi alîyê fitreta wan ve bigihîne û nîmetên ilahî bîne bîra wan û huccetê Xweda bigihîne wan û sirrên ilahî ku di nefsa wan da veþartîye, hêlbijirîne û ayetên Xudê di zemîn û ezman da nîþanî wan bidin.” Nehc-ul Belaxe, paþîya xutbe ya ewil.
Ayetullah Fazýil Lankeranî