“Bê þubhe dawîya kar (qîyamet) li pêþîya we ye. Mirina ku we hinartîye jî li piþt we ye. Bes, (barên xwe) sivik bikin û bikevin navê (bigihîjîn wan kesê ku li pêþya we çûne). Lewra evê ji we ewil çûye, li hêvîya evê paþîn e.”
Merhûm Seyyid Rezî waha dibêje: “Li gorî min (evan gotina), piþtî gotinên Xweda û Resûlê Ekrem, ji hemî gotina bilindtir in. Cumleyek weka “Bes, (barê xwe) sivik bikin, bikevin navê” vê cumle tune ku ewqas bi me’ne be û ewqas jî hatibe kurt kirin. Bi rastî ev, gotinek gelek bi hikmet e ku tînîtîya ‘ilmê radike. Min di kitêba xwe ya “El Xesais” de jî behsa mezinahî û bilindahî ya vê gotinê kirîye.