Medreseyên Palo, Gênc, Çewlik, Solhan û Egilê
09/02/2012 - 20:01 |
|
|
| |
Min tenê Medresa Melekan tesbît kir ku çewa tê gotin ustadêkê ku li bajarê Gêncê(Gînc ê) beriya 350 salan dersdarî kirîye û bi destûra Fermanrewayê Hikûmeta Gîncê li Solhanê Gundêk bi navê Melekan ava kirîye, li vî gundî Medreseyêkê Ýslamî bi kar aniye û ev gund heya vê rojê jî xwedî Medreseye. Medresa zemanê Mîran buye Medresa Neqþebendiyan.
Niha tiþtê ku em dikarin destolepo lê bigerin û mînak nîþan bidin yek weka Melayê Xasê ye ku li Hezan a gundê Licê di sala 1867 ê hatîye dinyayê û di sala 1899 yê da bi Zazakî (Kurmanckî) Mewlûda Nebî nivisandî ye. Di dema jîyan û bûyîna Xasî da otorîte û hikûmetên Kurdan ji mêjva lexu bûne, hatine tesfîyekirin û piþtî ku di sala 1847 ê da Bedirxan Beg teslîmî Osmaniyan bû û pêda hikmê Mîrekan ji seranserê Kurdistanê rabû.
Di nava vê dijwarîyê da Xasî di sala 1899 yê Mewlûda bi zaravê Zazakî dinivîsê û di sala 1909 yê ji terefê Ýttîhadçîyan va tê sirgûnkirin.
Ezê niha dagerime ser tesbîta Medreseyên Neqþebendiyan ku ev Medrese û Medreseyên zemanê Mîran, hetta ew Medreseyên Serpêka Ýslamê bi Emewî, Ebasî, Merwanî, Etabegî, Eyyûbî û wanên din va ne ji hevin. Ne tenê bi mufredatê, ne tenê bi rêkûpêkîyê û bitçeyên xwe yên xwemal, ev medrese bi nasnama xwe jî ne yekin.
Medrese û Hucre. Medresa ji alemê ra vekirî û ya li gora prensîbên tarîqetê. Medresa serbixwe ya ku hemî ilmên hevdemî li wan têne xwendin û ew Medresa ku ilmên fenê avêtîye dera ha.. Ev yek ji Siltan Mehmûdê II.’yemîn dest pêkir û di cimhûrîyetê da derket, çiqas ço xwe mehand heya ku îro ketiye halê man û nemanê.

MEDRESEYÊN MÎRAN - 11-
M e d r e s a B a z î d ê
Bazîda Ahmedê Xanî
Medresa Bazîdê bi navê Sînanîye Medreseyêkê bi rêkûpêk û rêzdar e. Mamosteyê vê medreseya bi xêr û bereket babê Þêx Ahmedê Xanî Ýlyasê kurê Eyaz e ku ev malbat li gora Qanatê Kurdo di sala 1662 yê da hatîye li Bazîdê cî û war buye. Ku evaha rast bî û nivsandina Mem û Zînê 1693 bî, piþtî ku ev malbat hatîye Bazîdê 31 sal þûnda feylezofekê Kurd ji nava Medreseyên Mîran dertê û dibî pêþengê netewevîn û welatparêzên hemî Kurdên dinyayê. Þêx Ehmedê Xanî di warê netewîyetê, ilmên dînê Ýslamê, eqaîd, hedîs, tefsîr, felsefe û hemu þaxên ilimdarîyên wî zemanî ji medresa Sînanîye bêhtir, bi giringi ji Medreseyên Xelat, Bedlîs û Ruhayê feyz standîye û ilimdarîya xwe ji vanderan standî ye.
Þêx Ahmedê Xanî li Þêrwan Medresa Zeeynelbeg û li Xoþabê jî Medresa Ýlmê (Extaîyy, e) da jî xwendî ye. Ev Medresa Xoþavê piþtî hingê mezin buye buye ‘kullîye’. Xanî di sala 1655 ê da ku Ewlîya Çelebî behsa dewlemendiya çand û ilimdarîya bajarê Bedlîsê dike û navê mekteb û medreseyên vî bajarî tînê ziman hêja zarokeke 4 salî ye. Gava babê wî li Bazîdê dibe Serwerê Medresa Sînaniye yê jî hê zaro ye.
Nexwe meriv dikarê texmîn bike ku Xanî di biçûkîya xwe da li ba babê xwe û di Medresa Sînanîyeyê da dest bi xwendinê kirî ye, paþî li Xelat, Bedlîs, Riha, Xoþab, Þêrwan û belku li gelek derên din jî geriya ye û xwendina xwe qedandî ye.
Di wan wext û zemanan da li herêmê medreseyên bergirtî û têr û dejî di kemalê da ne. Li Bazîdê Sînanniye, li Sera Mehmûdîyan – Sera Mexînan- Medresa Zerîn (1640), li bajarê Wanê Medresa Xwisrew Paþa, li Xoþabê Medresa Ýlmî ye, li Mahabadê Medrese û kulliyeyên Siltan Bûdaq Beg, li Miksê Medresa Mîr Hesenê Welî, li Hîzan Medresa Dawidîye ya Siltan Dawid, li Xelat û Bedlîsê Medreseyên hemdemî û bêhtir bi rêk û pêk, Li Derzin Medresa Þaqûlî Beg, li Girdikan Medresa Nasir Beg, li Þêrwan Medresa Zeynel Beg bi navê zeynelbegiyye. Belkî tû dem û wext weka zemanê xwendin û tehsîla Þêx Ahmedê Xanî Kurdistan aram û azad nîne. Ji ber azadiya Kurdistanê ye ku mejîyê Xanî, mejîyêk azad e.
Li Hemî derên welat Medreseyên Mîran hatine avakirin û sazkirin. Aramiya welat em bi bîrhatinên bezirgan û seyyahên wê demê fêr dibin ku gava karwanek ji Helebê dertê û di ser axa Kurdistanê da berê xwe dide Hemedanê ango Tebrîzê li tû derî asteng û þaþîyan li welatê Kurdan nabînin û rastî xirabîyê ango xiraban nayên. Çewan ku tesîra fermanrewanên Kurdan yê vî zemanî bi dîsiplîn û rêk û pêkîya dewletên wan hebin, her waha tesîra delavên aborî û xwendevanîyê jî divê em jibir nekin.
Em vê menzereyê di helbestên Xanî da jî dibînin û gava em bi çavêkê bê teref û mejîyêk qewmî bala xwe bidinê wê demê, emê tenzîm û sazîyên mîrekan û rejima wana adil baþtir bibînin û emê bi dîroka zemanê Mîran þehnaz bibin.
XANÎ
"Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Tehsîlê dikir me îlm û hîkmet"
|
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|