Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Divê PDK û YNK xwe biguherînin yan xelk wê wan biguherîne
Tevgera Goran hêzeke opozisyonê ye bi riya rexnegirtin û gotara rexneyî bo guherandina sîstema siyasî li Herêma Kurdistanê kar dike, bi baweriya bizava Goran kanalîzekirina nerazîbûna xelkê bi riya opozisyon û gotara rexneyî, gaveke bo girtina rê li ber derketina şîdetê.

11/02/2012 - 16:57
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Rûdaw: Di destpêka dirustbûna şîrketa Wişe de `rexne bi zimanê gulan` dirûşma we bû, lê ji dema ku we wek opozisyonê dest bi kar kir, zimanê medya û gotara we ya siyasî pir hişk e, hertim hun hikûmet û sîstema siyasî red dikin, hun vê yekê çawa şîrove dikin?

Şaho Seîd: Tevgera Goran hêzeke opozisyonê ye bi riya rexnegirtin û gotara rexneyî bo guherandina sîstema siyasî li Herêma Kurdistanê kar dike, bi baweriya bizava Goran kanalîzekirina nerazîbûna xelkê bi riya opozisyon û gotara rexneyî, gaveke bo girtina rê li ber derketina şîdetê. Yanî ji dêvla şîdet rasterast biteqe, em hewl didin bi riya gotara rexneyî nûnertiya nerazîbûna xelkê bikin. Duyemîn, em hewl didin bi riya şiyarkirina xelkê bo guherîna sîstema siyasî kar dikin.

“Me ji cemawerên xwe re gotiye, sîstema siyasî ya PDK û YNKê, sîstemeke cot hizbî ya totalîter e”

Lê hun di vê gotara rexneyî de hertim PDK û YNK’ê wek du modelên siyasî yên kirêt û xirab li ber çavê xelkê wêne dikin, hertim hun dibên divê ev modela desthilatê nemîne, vê wênekirina we xelk ji teqîn û şîdetê re amade nekiriye?

Şaho Seîd: Me xwestiye bi rastbêjî ligel PDK û YNKê tevbigerin, em bi rastbêjî ligel cemawerên xwe axivîne û me gotiye, sîstema siyasî ya PDK û YNKê, sîstemeke cot hizbî ya totalîter e, hikûmeta YNKê li Silêmaniyê û Germiyan û hikûmeta PDKê li Hewlêr û Dihokê serdest e, pêşmerge û ewlekarî û darayî di nav xwe de parve kirine, ev sîstema siyasî ne cihê qebûlkirinê ye û îro be sibe be her tê guherandin, em jî negiherînin yan divê PDK û YNKê xwe biguherînin yan xelk wê wan biguherîne. Ger em wiha nebêjin em derewan li xwe û li YNK û PDKê û gelê Kurdistanê jî dikin.

Piştî derketina opozisyonê, gotara siyasî û medyayê ya PDK û YNKê bi berdewamî diguhere û baştir ligel opozisyonê tevdigerin, mikur tên ku pêwist e sîstem bê baştirkirin û reform bên kirin û dibên me kar di vî alî de kiriye, lê gotara we wek xwe ye û naguhere?

Şaho Seîd: Nexêr, bi baweriya me heman sîstema siyasî ya totalîter ku berî derketina opozisyonê hebû niha jî berdewam e û wek xwe ye, tekane guherîn ew e ku opozisyon çêbûye, dirustbûna opozisyonê jî ne bi xêra YNK û PDKê ye, lê vîna xelkê opozisyon dirust kir.

“Sîstema siyasî nehatiye guherîn, dibe ku bersivdana PDK û YNKê hatibe guhertin”

Hun tu gaveke ber bi baştirbûnê ji PDK û YNKê nabînin?

Şaho Seîd: Sîstema siyasî nehatiye guherîn, dibe ku bersivdana PDK û YNKê hatibe guhertin û pêşî hinek tişt wek kufir didîtin, wek mînak gava 4 partiyan di sala 2008an de daxuyanî belav kirin, wek kufir berê xwe didan wê daxuyaniyê, lê niha gihiştine wê baweriyê ku opozisyon de facto ye û divê wek de facto reftar ligel bê kirin.

Hun dibên divê hikûmet pakêtên opozisyonê bicih bike, di aliyê lojîka siyasî de rast e hikûmetek ji du partiyên di hilbijartinan de serketî pêk hatibe, bernameya opozisyonê bike karnameya xwe?

Şaho Seîd: Di aliyê lojîkî de divê karnameya wan hebe, lê wan çend caran daxwaza nerînên me kiriye da ku bizanin divê hikûmet çi bike, dîtina me jî ew bû pakêtan bike karname, qinyata me jî wisa ye hikûmetek bixwaze reforman dike divê wisa bike.

Lê hun dibên `divê` pakêtên we bikin karname, yanî hun nêrîna xwe li ser wan ferz dikin?

Şaho Seîd: Ev pirsgirêkeke zimanî ye û em dikarin li ser dariştina wê lihev bikin, lê belê di rastiyê de ger hikûmetek bixwaze Herêma Kurdistanê ji vê kirîzê derbas bike, divê pakêtên opozisyonê bike karnameya xwe, êdî ew azad in wiha dikin yan nakin, û divê tehemûla berpirsiyartiyê jî bikin.

Di destpêka civînên pêncalî de herdu aliyan behsa wê yekê kirin ku gihiştine qonaxa baş, çima we ji pakêtên herdu aliyan karnameyeke kêrhatî ji hikûmetê re dirust nekir?

Şaho Seîd: Nizanim kî wisa gotiye, lê qasî ku dizanim me gotiye ev projeya opozisyonê ye bo reforman û projeya wan jî hebû, lê belê nizanim kî rê li ber wan girtiye projeya xwe bicih bînin.

Ger hikûmeta bê dest bi reforman bike, bi baweriya te gotûbêjên navbera opozisyon û desthilatê de wek pêwistî dimînin?

Şaho Seîd: Divê em bizanin reform çi ne û çawa tên kirin, bila em bizanin beşekî wan reforman pêk tê ji serwerkirina dadgeh û yasa û lêpirsînkirina tawanbarên 17ê Sibatê û dû re dadgehkirina wan, wê demê opozisyon helwêsta xwe diguherîne.

Di demekê de we 6 pakêt bo gotûbêjkirinê pêşkêş kirine, vegera li daxuyaniya we ya 7 xalî ne nameyeke bo cadeyê, da ku xwenîşandan bên destpêkirin?

Şaho Seîd: Nizanim çawa tê şîrovekirin, lê pakêtên ku hatine pêşkêşkirin ne berovajî daxuyaniya 7 xalî ne, pakêt hûrkirina wan daxwazan e bi zimanekî yasayî.

Ku dîtina siyasî ya bizava Goran hê jî daxuyaniya 7 xalî be, çima hun li benda pakêtan in, di demekê de pakêt hilweşandina hikûmetê û hikûmeta demkî lixwe nagirin?

Şaho Seîd: Bi raya me hikûmetek dikare wê karnameyê bicih bike ku hikûmeta demkî be.

Yanî bêyî hikûmeta demkî pakêt nayên bicihkirin?

Şaho Seîd: Ger kabîneya bê dirêjiya kabîneya borî be û li ser bingeha peymana stratejîk bê dirustkirin, nikare pakêtan bicih bîne, çiku peymana stratejîk di navbera YNK û PDKê de û pakêtên dijberiyê di tûrikekî de kom nabin.

“Divê em xwediyê hikûmeteke bin pêşmerge û ewlehî û dezgehên din ne di navbera PDK û YNKê de parvekirî bin”

Yanî hun dixwazin peymana stratejîk bê hilweşandin?

Şaho Seîd: Em destê xwe naxin nav pêwendiya dualî ya PDK û YNKê de, lê dîtina me ew e, ger em bixwazin sazî û dezgehên niştimanî yên serhizbî re bên dirustkirin, bi wê riyê dibe ku me di pakêtan de behs kiriye, divê em xwediyê hikûmeteke bin pêşmerge û ewlehî û dezgehên din ne di navbera PDK û YNKê de parvekirî bin, lê niştimanî bin.

Pêwendiya hersê aliyên opozisyonê jî nebûye wek rengekî peymana stratejîk, çiku hersê alî bi hev re hatine girêdan û aliyek gotûbêjan ligel desthilatê bike, herdu aliyên din rexneyan lê digirin?

Şaho Seîd: Du pêbendî hersê hêzên dijberiyê kom dike, yekem em hersê di bereya dijberiyê de ne û her aliyek ji bereyê derkeve ew pêbendî li ser namîne. Duyem, em di pakêtan de hevproje ne, wekî din her aliyek azad e.

Tê gotin Nêçîrvan Barzanî xwestiye raya we derbarê kabîneya xwe de bizane?

Şaho Seîd: Di vê serdana dawî de gava hat ba me, wek cîgirê serokê PDKê hat, ew şand jî ku ligel bû şanda PDKê bû, ne wek serokwezîrê raspartî hat û tenê veguhertina ra û nerînan hebû di civînê de.

We ragihand hun tevî hikûmetê nabin û Nêçîrvan Barzanî got, di dema pêkanîna hikûmetê de careke din serdana aliyan dikin, mebest jê beşdarîkirina we ye di hikûmetê de?

Şaho Seîd: Her civînek di pêşerojê de bê sazkirin li gor acendaya xwe dibe, her wê demê jî em dikarin li ser baxivin.

Biryara beşdarînekirina Goran di hikûmetê de, biryara dawî ye?

Şaho Seîd: Erê biryara dawî ye û bizava Goran tevî hikûmeteke nabe ku dirêjiya kabîneya berê be û li ser bingeha peymana stratejîk hatibe damezrandin.

Pakêtên we bo encamdana reforman e, lê ger kabîneya 7an ji we re bêje beşekî ji wan bicih tînim, bijarteya we çi dibe, li gor we başe kîjan beş pêşî bên bicihkirin?

Şaho Seîd: Lewma me navê wan kiriye pakêt yanî hemû bi hev re girêdayî ye, tu nikarî hêzeke niştimanî dirust bikî ku ewlehiyeke te ya niştimanî nebe.

Hêza niştimanî li ba we çi ye, hevgirtina pêşmerge û ewlehiyî ye li derveyî serdestiya partiyan?

Şaho Seîd: Erê, di pakêtan de agahiyên berfirehtir jî hene.

Behsa wê yekê tê kirin, bername heye di kabîneya 7an de ew hêz bibin yek, wê demê hûnê çi bikin?

Şaho Seîd: Vêga bila em bendewar bin.

Qala wêya tê kirin hun dixwazin tevî hikûmetê bibin, lê ji dengderan ditirsin?

Şaho Seîd: Em bi du xalan girêdayî ne, yekem bernameya siyasî ye ku em peyrew dikin, duyem baweriya xelkê. Erê pêwendiya me ligel xelkê xurt e û em naxwazin baweriyê ji dest bidin.

We soz daye xelkê qet tevî hikûmetê nebin?

Şaho Seîd: Me soz daye xelkê meê girêdayî bernameya xwe ya siyasî bin.

Ger wek opozisyon di hilbijartinan de serkevin, hun amade ne ligel aliyên din hikûmetê çêbikin?

Şaho Seîd: Wek bizava Goran, em amade ne di siberojê de hikûmetê ligel her aliyekî pêk bînin ku amade be Kurdistanê ji Kurdistana malê partiyan bike Kurdistana malê gel.

Rûdaw- Newzad Mehmûd-Saman Beşaretî

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
Mehmet Emîn Aktar: Kurd êdî naxwazin di nava vê sîstema heyî de bijîn û dixwazin sîstem bi temamî bê guhertin. (jêderk : rudaw)
Li Amedê wênekêşekî AKPê hate kuştin
Rêwîtiya Bi Zor û Zehmet Dest Pêkir
Ew li hemberî avê rêwîtiyê dikin. Armanca wan jî eve ku hêkên xwe daynîn avên germ.
Gul, Erdogan û Davutoglu pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
Neçîrvan Barzanî duh hat Anqereyê û îro cuda cuda ji bal Abdullah Gul, Ahmet Dvutoglu,
Şahidê jiyaneke bahozî: Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav
Abdulkadir Bingöl nivîsî : Sohbeta Di Otobisê de
Li Entakiyê şer 3 leşkerên Tirk hatine kuştin
Li Dihokê 300 hezar îmze ji bo serxwebûna Kurdistanê
Dihok (Rûdaw) - Grûpa Ala li bajarê Dihokê dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan ji bo serxwebûna Kurdistanê kiriye, di hundirê 15 rojên borî de 300
Dor Tê 27 ê Nîsan ê ?
Demîrtaş: Navê vê xakê Kurdistan e!
Baydemîr Xebatên Şaredariyê Vegot
Sucên Nifretê Tedikeve Destûra Nû
Artêşa Tirk sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
Goran digel YNKê civiya
Malikî: Mafê çarenivîsê ji bo kurdan berevajî destûrê ye
Kurd doza federalizma neteweyî-cografîk ji Îranê dikin
Hevpeymaniya Kurdistanê ’’Kerkûk bajêreke Kurdistanî ye”
Di Şerde Şewitandina Daristana
Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
Demîrtaş: Ti armanca AKPê ya ji bo çareseriyê tune ye
‘Divê Malikî di nav 15 rojan de dest bi cîbicîkirina biryarên Hewlêrê bike’
Leyla Zana: Pêwîste kak Mesûd pirsa Ocalan bike
Li 13 bajarên Tirkiye û Kurdistanê serdegirtin: 55 kes hatin binçavkirin
63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene
Mihemed Ferec bû emîndarê giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê
Erdogan serdana kampa Kılîsê a penabêran dike
Barzanî ji şerê di navbera alîgirên YNK û PDKê dilgiran e
Îstifaya Gursel Tekîn Hat Qebûl Kirin
“Gera me ya Amerîka tabloya Tirkiyê li wir nîşan daye ji holê rakir”
Cemil Bayik: Bila tu kes li bendê nebe gerîla çek dayne

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil