|
|
| |
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya niha gotibû “Ger pêwîst bike, em ê ji bo Komkujiya Dêrsimê lêborînê bixwazin”. Lê ev gotin pûç û vala derket. Biryara nepenî ya li ser belgeyên arşîvên Dêrsimê berdewam dike. Navê Dêrsimê lê nehate vegerandin, der barê gorra Seyîd Riza de tu pêşketinek nû tune û pêşnûmeya ji bo lêkolîna komkujiya Dêrsimê ji aliyê AKP’ê ve hate redkirin
Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz têkildarê Komkujiya Dêrsimê diyar kir ku qedexeya veşartinê ya li her belgeyên di arşîva Serokatiya Etuta Dîrok û Stratejiya Leşkerî de ranebûye. Her wiha heta niha gora rêverê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza nehatiye dîtin.
Piştî vê lêborîna Erdogan, Serfermandarê Tirk Necdet Ozel jî der barê vekirina arşîvên komkujiya Dêrsimê de daxuyaniyeke erênî da. Lê hemû serlêdanên ji bo Dêrsimê hatin kirin, hatin redkirin.
BIRYARA VEŞARIYÊ DIDOME
Parlementera serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk, bi boneya Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz bibersivîne, pêşniyarpirsek pêşkêşê meclîsê kir. Wezîrê Yilmaz bersiv da pêşniyarpirsa Tûglûk têkildarê komkujiya Dêrsimê de pêşkêş kiribû û têkildarê Komkujiya Dêrsimê diyar kir ku qedexeya veşartinê ya li her belgeyên di arşîva Serokatiya Etuta Dîrok û Stratejiya Leşkerî de ranebûye.
‘SEYİT RIZA’NIN MEZARINA İLİŞKİN BİLGİ-BELGE YOK’
Tûglûk di pêşniyarpirsa xwe de pirsa “Li gorî cihên peywendîdar ên fermî, di komkujiya Dêrsimê de derdora 10-15 hezar Kurd hatin kuştin, lê li gorî Kurdên Dêrsimê, ev hejmar nêzîkê 50 hezar e, gelo arşîvên we vê yekê piştrast dikin? her wiha Tûglûk ji bo dîtina gora Seyîd Riza jî pirsa “Hûn dê weke Wezareta Parastinê agahiyên di arşîva xwe de yên der barê gorra Seyîd Riza û hevalên wî de aşkere bikin?” Yilmaz di bersiva pirsnameyê de got; “Der barê van pirsên hatine pirsîn de lêkolîn hate kirin, tu agahî nehatine bidestxistin.”
TOMARÊN KOMKUJIYÊ LI KU NE?
Nunerê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Dêrsimê parêzer Bariş Yildirim ji bo tesbîtkirina du cihên cûda ya gorên komî yên Komkujiya Dêrsimê serî li Dozgeriya Komara ya Dêrsimê da. Serdozgerî bersiva “Tu tomar (qeyîd) tune ne” da Prz. Yildirim. Dozgeriyê, belgeyên di destê Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel de destnîşan kir û diyar kir ku dê cihên peywendîdar lêkolîn bikin.
NAVÊ DÊRSIMÊ “TUNCELΔ YE!
Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Komkujiya Dêrsimê got; “Ger di lîteraturê de tiştek wiha hebe, ez lêborînê dixwazim”, Parlementerê CHP’ê yê Kocaeliyê Mehmet Hîlal Kaplan bi boneya Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn bibersivîne, pêşniyarpirsek der barê vegerandina navê Dêrsimê de da Meclîsê. Kaplan di pêşniyarpirsê de pirsa “Gelo heta niha ji bo vegerandina navê Dêrsimê tiştek hatiye kirin an na?”
Kaplan di pêşniyar pirsa xwe de pirsên “Gelo hûn ji bo komkujiyên Sêwas, Mereş û Çorûmê jî lêborînê bixwazin?” û ““Gelo hûnê hemû belgeyên der barê Bûyerên Dêrsimê de yên di arşîvên Serfermandarî û Serokwezaretê de aşkere bikin an na?” jî pirsî. Lê Wezîrê Tirk Şahîn ev pirsane bê bersiv hişt.
LÊPIRSÎN JÎ TUNE
2 Piştî daxuyaniyên Erdogan ên der barê Komkujiya Dêrsimê de, BDP’ê di 29’ê mijdarê de pêşnûmeyek der barê Komkujiya Dêrsimê de da Meclîsê û xwest ji bo lêkolînkirina komkujiyê ji aliyê Meclîsê ve komîsyonek bê avakirin. Lê ev pêşnûmeya BDP’ê bi piraniya dengên AKP’ê hate redkirin.
Parlementerê AKP’ê yê Semsûrê Mehmet Metîner di wê demê de, der barê komkujiya Dêrsimê de got ; "Vê derê ne cihê axaftinên der barê Dêrsimê de ye."
anf |
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|