Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Ciwan Haco "Veger"îya !


12/02/2012 - 15:12
1:1 1:1,2 1:1,5
 

JI CIWAN HACO ALBÛBEKE NÛ !

’’VEGER’ ’, albûmek e ku ji wan stranên Ciwan Haco yên ku di salên destpêkê yên xortanîya xwe de disitirîn, pêk tê. Ciwan Haco, di wî temenê xwe yê ciwanîyê de jî li gor şêwaz û teknîkeke nû, lê bi motîvên muzîka gelêrî li tembûra xwe dida û stran digotin. Gotinên hin ji wan stranan bi xwe dinivisand û bestesazîya wan dikir. Hinek ji wan jî, ji alîyê xwîşka wî Dîlber Haco ve dihatin nivisandin. Wê serdemê, kurdên Sûriyeyê, nexasim yên nêzîkê sînor, karibûn guhdarîya radyoya TRTê bikira. Ciwan Haco jî guhdarîya wê radyoyê dikir û ji bo stranên ku diecibandin gotinên kurdî dinivisandin û bi wî awayî disitirî. 

Ciwan Hacoyê ku yek ji stêrkên herî geş yê muzîka kurdî ye bi albuma xwe ya ’’Veger’’ me dibe salên ku nû dest bi muzîkê kiribû. Di vê albûmê de Ciwan Haco, strana Aşık Daimi ya bi navê "Ne Ağlarsın" û ya Neşet Ertaş a bi navê "Tatlı Dillim" bi gotinên kurdî û bi navên “Esmer” û “Rêya Min Dûre” dixwîne.

Albûma nû ya Ciwan Haco, ji alîyê şirketa muzîkê ya bi navê “Pelrecords’’ê ve, ku demek berê di muzîka kurdî de bi derfetdayîna dengên nû navê xwe da bihîstin, hatiye hilberandin. Produksiyon û aranjorîya albumê jî Ayhan Evciyê ku ev demeke dirêj e bi Ciwan Haco re dixebite hilgirtiye ser milên xwe.

Herweha di albûmê de, ji muzîsyenên nifşeya nû Ümit Yılmaz bi tembûrê,  Ali Busse bi bas-gîtarê,  Ata Güner bi perkusyonê, Hüseyin Kemancı bi kemanê, Turan Vurgun bi qanûnê, Göksun Çavdar bi klarnetê, Sercan Halili bi kemançeya klasîk, Mubin Dünen bi neyê, Chris Harms, Steven Pfeffer, Ayhan Evci û Bernd Hilgert bi gîtarê û ji muzîsyenên nifşeya nû yê alman Gerrit Heineman jî bi klavyeyê hevkarîya Ciwan Haco dikin.

Di hin stranên albûmê de Rosna, Yekbûn û Mizgîn bi paşdengên xwe wek vokal alîkarîya Ciwan Haco dikin.  

Di albûmê de hûrgilîyeke balkêş jî ewe ku, ji bo strana “Esmer” a berhema  Aşık Daimi ya bi navê “Ne Ağlarsın”,  Ciwan Haco û Hülya Avşarê duetek çêkirine û di klîba heman stranê de jî dileyizin.

Albûma ‘’Veger’’ ku dê ji alîyê Sony Musicê ve bê belavkirin, ji bo ku pêvajoya muzîkal a Ciwan Haco nîşan dide, xwedî taybetîyeke girîng e. Albûm, dê di 14ê sibatê de li refên marketên muzîkê cihê xwe bigre.

Şayanê gotinê ye ku, dê Pelrecords di demeke nêzîk de hemû albûmên ku Ciwan Haco heta niha derxistine bi awayeke giştî cardin bide weşandin. 

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Weşanxaneyeke nû ‘Dîwan’ê 7 pirtûk derxistin
Pirtûka Jan Dost ya "Martînê Bextewar" Derket
“Îran di 14 rojan de cezayê îdamê li ser 4 girtiyên siyasî yên kurd ferz kir”
Girtiyê kurd Cengîz Mihemed Mecîdî di 30.04.2012 de hat îdamkirin
Li Amedê cejna zimanê kurdî hat pîrozkirin
Serokê KURDÎ-DERê: Ger em bixwazin bersivê bidin dagirkeran, divê em bi kurdî biaxivin”
Bername û beşdarên Fûara Pirtûkan a Amedê
Bo cara yekê anîmasyona bi zimanê kurdî hat çêkirin
Bo cara yekemîn, kartonfîlmek bi formeta anîmasyonê bi kurdî hat çêkirin.
Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke li ser komkujiya Roboskê
Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû li ser komkujiya Roboskiya ku di encama bombebarana balefirên şer yên Tirkiyê de 34 kes (piraniya xwe zarok) jiyana
Vekirina Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî (+Wênedank)
Qûrana Pîroza 6 Hezar Mitro
Li Iraqê Qûrana Pîroz a herî dirêj tê nivîsandin. Tê armanc kirin ku Qûrana 6 hezar mîtro bikeve Pirtûka Reaqorên Guiness ê.
Koma “Kardeş Turkuler” Li Hewlêrê bû
Koma stranan a navdar ya Tirkiyê; Kardeş Turkuler, li Hewlêrê konsereka coş û ecibandî da
Fîlmên kurdan berê xwe didin Bazîdê
Evdirehim O.AZAD nivîsî : Li Ser Ip Man MILLETÊ KURD Nêrîn
Rojnamevaniya Kurdî çawa dest pê kir?
‘Helebce.. Zarokên Windabûyî’ xelata şeşemîn wergirt
Gotûbêjên Peykerê Ker li Silêmanî Berdewam in
Geryaneke Wêneyî bi Mehmet Masum Suer re
XELATA ÇÎROKAN YA ŞERZAN KURTÎ YA II. 2012
Zerdeşt, Konfuçyus û Mihemed
Heftemîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan li Hewlêrê vebû
Weşanxaneyên Kurd bang li dewleta Tirkiyeyê kirin
Herî hindik Amed û Riha pirtûkan dixwînin!
Ahmet Guneştekin vê carê li 'Santral İstanbul' e
Li Colemergê Koma Beytên Kurdî Hat Avakirin
UNESCO bajarekî Kurdî di lîsteya navneteweyî de tomar dike
Romana Filehên Dêrika Çiyayê Mazî: 'Guhar'
Wêneyê komkujîya Kurdên Feylî diçe ser pereyê nû yê Iraqê
Çar pirtûkên Fethullah Gülen hatin wergerandinî Kurdî
Di Newrozê de Komar û Urmiye TV vedibin
Ji İbrahim Seydiyani bo zarokên Kurda GÛLDEXWÎN, Heidiya Kurd 21 ê Adarê derdikeve
Tizbîyê Herî Biha, Navên Xwedê ji Elmasa nekişkirî

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil