Zewahîrî bi rêya vîdeoyê banga misilmanên li Tirkiye, Iraq, Lubnan û Urdinê kir û ji wan xwest piştgirî bidin dijberên ku li hemberî lîderê Sûriyeyê Beşar Esad şer dikin.
Zewahîrî bang li muxalifên Sûriyeyê jî kir û wiha axivî, "Divê birayên me yên Sûriyeyê baweriya xwe bi rojava, Tirkiye û welatên ereb neyînin. Jixwe hûn dizanin di heqê we de planên wan hene. Yekîtiya Ereban û rejîmên rizî yên piştgirî didin wan bawer nekin."
Zewahîrî ji muxalifên Sûriyeyê xwest ku tu car dev ji berxwedanê ber bernedin û destnîşan kir ku, 'qesab kurê qesabê' Beşar Esad rijandina xwînê didomîne û pêde çû: "Ger em azadî dixwazin, divê em ji vê rejîmê dûrkevin. Ger em dadweriyê dixwazin divê em bersivên tund bidin. Raperîna xwe bidomînin û hêrsa xwe biparêzin. Ji bilî hikumetên serbixwe arîkariya ti hikuemetê qebûl nekin.”
Zewahîrî ku eslê xwe ji Misrî ye, piştî ku rêxistina xwe Îslamî Cîhad di sala 1998’an de tevlî el-Qaideyê kiribû, bûbû cîgirê Osama Bîn Ladîn. Dema Bîn Ladîn li Pakistanê hate kuştin, Zewahîrî bû lîderê El Qaîdeyê. Zewahîrî di lîsteya lêgerînê ya Amerîka di rêza 3’emîn de ye û ji bo girtin an kuştina wî 25 milyon dolar xelat hatiye ragihandin.