Ji dema bûyer li Sûriyê rû dayîn (ji heyva Adarê heta niha) heta niha 8 hezar û 343'ê kes hatine kuştin.
16/02/2012 - 10:43 |
|
|
| |
Li gor daxuyaniya Mafê Mirovan ya Sûriyê ku navenda xwe li Londonê ye, ji heyva Adarê heta niha 8 hezar û 343'ê kes li Sûriyê hatine kuştin.
Di nava kuştiyan de 590 zarok hene, ji wan 119 keç in û 471 kur in.
Li gor daxuyaniyê her wiha; li Îdlibê 1030, li Deraa 1033, li Himûs 882, li Hemayê 1128, li Dêra Zorê 348, li dora Şamê 808, li Laziqiyê 317 û li Halebê 164 kes hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, çavlirê ye îro li Yekîtiya Miletan dengdan bo porjeya Erebî bê kirin. Her wiha hate zanîn ku 54 dewlet dê dengê xwe bidin projeyê û Rûsya jî, daxwaz kiriye di projeyê de serarastkirin bê kirin.
Avestakurd |
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
|