Pêþnûmaya guhertina Qanûna Teþkîlata Saloxgeriyê û Xîzmetên Saloxgeriyê yên Dewletê (MIT), piþtî guftûgoyên 12 seet û nîvan li dijî 63 dengan bi 266 dengan hat pejirandin. Serokkomar îmza bike û ew di rojnameya resmî de derkeve ê bibe serwer.
Li gor Qanûnê, endamên MÎTê an jî, ji wezîfedarên dewletê yên ku ji bo wezîfeyekê ji aliye serokwezîr ve hatine wezîfedar kirin, di dema wezîfeyên xwe de, heke tevli sûcekî bibin, ji bo ku di derheqê wan de lêpirsîn bê vekirin, divê destûra Serokwezîr bê standin.
Ev kes heke sûcên ku dikeve qada wezîfeyên dadgehên cezayan yên ewleyiyê ên taybet bikin, ji bo lêpirsîna wan jî destura serokwezîr hewce ye. Dema ev qanûn ket rewacê jî di lêpirsîn û peyketinên (kovuþturma) berdewamkirî de jî destura Serokwezîr ê bê stendin.
Wek tê zanîn dozgêrê taybet yê ewleyiyê bi îddîaya ku rê li ber avabûna KCK-ê vekirine, êndamê xwe xistine nav vê rêxistinê û karÊn neyasayî kirine, peyamberî di navbera berpirsên KCK-ê û serokê PKK-ê Abdullah Öcalan de kirine lê pirsîn li hemberî misteþarê nuha yê MIT-ê Hakan Fidan, yê berê Emre Taner û sê berpirsên din de vekiribû. Hetta li ser nehatina wan a îfadedanê dozgêr biryara desteserkirina berpirsên kevn ê MIT-ê dabû.
Ev bû sedemê nerzaîbuna hukumetê û di encamê de dozgerê dozê ji dozê hatibû vekiþandin, ji bal Desteya Bilind a Dozgêr û Dadweran (HSYK) lêpirsîn derheqê dozgêr de hat vekirin.
Hukumetê jî 11 mudur, komiser û polîsên îstîxbaratê û yên têkoþîna li dijî terorê êmniyeta Îstanbulê ku ew berpirs bûn ji operasyonên KCK-ê ên îstanbulê ji karên xwe hatin wergirtin.