Kurdên rojavayê diyar dikin ku ji bo rojavayê Kurdistanê mesele ne hilweşandina rejîma bidest xistina mafên neteweyî û mafên xwebirêvebirinê ye. Divê rejîm bê hilweşandin lê ger rejîm bê hilweşandin jî xetera nedayîna mafên Kurdan hene. Ji ber vê yekê girîngiya Yekîtiya Kurdan zêdetir rola esasî dileyze. Kurdên rojava di rojên dawî bo Yekîtiya navxweyî gavên girîng davêjin..
Partiyên Rojava ji bo yekitiyê protokol îmze kir
Endamê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl got; “ Me li Herêma Kurdistan hevdîtinên baş pêk anîn. Ji bo di navbera Kurdan de yekîtiyek çêbibe dê hewldanê me bidome. Me wek patiye Kurd ên Rojavayê Kurdistanê protokolek îmze kir. Ev protokol ji bo yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gelek girîng e.”
Îro li Hewlêrê bi beşdarbûna Endamê Melîsa Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Aldar Xelîl û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Dr. Huseyîn Koçer li hola Partiya Komînîsta Kurdistan semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Xelîl destnîşan kir ku wana li Herema Kurdistan bi partî û rêxistinan re hevdîtina pêk anîne û rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistan gotûbêj kirine.
Semîner bi yek xulek rawestandina ji bo şehîdên tekoşîna Kurdistanê dest pê kir. Di semînerê de tevî endamên partiyên Rojavayê Kurdistanê û gelek kesayet beşdar bûn. Endamê Meclîsa TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û destnîşan kir ku ji hemû dema zêdetir pêwistiya Kurdan bi yekîtiyê heye û wiha got “Me li Herêma Kurdistanê hevdîtinên baş pêk anî. Ji bo di navbera Kurdan de yekîtiyek çêbibe dê hewldanê me bidome. Me wek patiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistan protokolek îmze kir. Ev protokol ji bo yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gelek girîng e.”
EM JI BO HEMÛ REWŞAN AMADE NE
Xelîl dazanîn ew ji bo projeyên Dewletên Rojava li ser Sûriyeyê pêk bê muxalefetiyê nakin û wiha domand “ Em wek tevger ji bo hinek projeyên hêzên derve li Sûriyeyê pêk bên muxalefetiyê nakin. Muxalefeta me li ser esasê mafê demokratîk ên Kurdan û netewên din ên li Sûriyeyê pêk bê ne. Niha em weke TEV-DEM’ê li Rojavayê Kurdistanê bi gel re tevdigere û xwe ji bo hemû rewşa re amade dikin.”
GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYÎ
Endamê Melîsa Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl diyar kir wana xwestiye bi hevdîtinê li Başûrê Kurdistanê, yên bi hêzên Başûrê Kurdistan re, ji bo yekitiya Kurdan hewldanên xwe zêde bikin û wiha dawî li gotinê xwe anî “ Me ji hêzên Başûrê Kurdista xwest ku ji bo yekîtiya Kurdan hewldanê xwe zêdetir bikin. Berî niha li Hewlêrê konferansek bi sernavê Rojavayê Kurdistan û hinek partî beşdar bibûn. Dibe ku ger konferansên wiha bên lidarxistin hemû hêzên di amadekariyê de cih bigirin û beşdar bibin.”
Her du encumenên Kurdî yên ku xwe wek nûnerên Kurdên rojava dibînin, daxuyaniyeke hevbeş derxistin û mizgîniya Yekîtiya Kurdan ragehandin.
Di daxuyaniya hevbeş ya îro de, ku di navbera Encumena Nştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê EGRK de hatiye îmzekirin de, hate ragehandin ku Kurd û yekîtiya xwe biparêzin û wê rê nedin kesên ku parçebûna Kurdan dixwazin.
Di daxuyaniya hevbeş de, bal kişandin ser xebata hevbeş ya gelê rojava û yekîtiya gelê Kurd ku divê her kes li gor wê liv û tevgera xwe bike û ti alî rê nede ti kesî ku Kurdan ji hev dûr bixe, bi taybetî di xebata karekî û rojane de.
Her weha daxuyanî dide zanîn ku nabe ti alî navê aliyên din pîs bike û pêwîste: “Hemû sembol û nerîtên neteweyî yên Kurdan bên parastin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, tê aşkirekirin ku her du encumen lijneyên xwe yên hevbeş li navçeyan dadimezirînin û bang li welaparêzan dikin ku alîkariya damezirandina wan lijnneyan bikin.
Kurdên Rojava îro jî daketên kolanan
Îro di bin navê îna parastina milî de welatiyên Kurd yên li Rojawayê Kurdistanê de daketin kolanan û dest bi xwepîşandanên girseyî kirin.
Di xwepîşanda îro ya Kurdên Rojawayê de welatiyên Kurd daxwaza dawî anîn bi dîktatoriyet û hilweşandina rejîma Beşdar Esed kirin.
Her îro li Bajarên din yên Sûriyeyê de jî xwepîşandan dom kirin û hijmareke welatî jî bi destê hêzên ewlekarî yên rejîmê hatin koştin.
Tê zanîn ku, aliyên siyasî yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdistanê de dû roj beriya niha bihevre belavokek weşandibûn û yekgirtina xwe ji raya giştî re eşkere kiribûn.
Gelo Kurd dê makeqanûna Esad boykot bikin?
Kurdan bi armanca avakirina xweseriya demokratîk, li meclîs û dibistanê xwe li Rojavayê Kurdistanê ava dikin. Niha jî boykotkirina referandûma makeqanûna Beşar Esad gotûbêj dikin. Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muhemed diyar kir ku di makeqanûna nû ya Esad de navê Kurdan tune û got; “Em dihizirin ku neçin ser sindoqan.”
Serhildan û raperînên gel ên li Sûriyeyê ji adara 2011 ve berdewam dikin. Hate diyarkirin ku rêveberiya rejîma Esad ji bo pêşnûmeya makeqanûneke nû amade kiriye û dê di 26’ê sibatê de bibe refandûmê. Di nava komîsyona ku ji aliyê rejîmê ve hate amadekirin de tu nunerên muxalîfan cih negirtin.
Serokê mezintirîn partiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê PYD’ê Salih Muhemed bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya der barê referandûma Esad de û diyar kir ku di vê makeqanûna tê behskirin de tu mafên Kurdan cih nagirin.
DI MAKEQANÛNA NÛ DE NAVÊ KURDAN DERBAS NABE
Serokê PYD’ê Salih Muhemed got; “Di makeqanûnê de tiştek nû tune ye. Navê Kurdan derbas nabe. Em dihizirin ku neçin ser sindoqan. Lê me hîna biryar nedaye, em li ser vê yekê gotûbêj dikin.”
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ÇETEYAN NOBET
Muhemed destnîşan kir ku di makeqanûna nû de hin guhertinên biçûk hene, lê nikare bi vê yekê muxalefetê razî bike û wiha berdewam kir; “hemû muxalîf li dijî makeqanûna nû ne. Esad nikare bi makeqanûnên gel bixapîne.”
Rêberê PYD’ê, der barê nûçeya “PYD Efrînê rê kontrol dike” ya ku di hin malperan de hate weşandin, de jî agahî da. Muhemed destnîşan kir ku tu kontrolkirina rê tune û got; “Ev îdîaya ne ne rast in. Kurd bi xwe ewlekariya xwe pêk tînin. Ciwanên Kurd ji bo gel ji çeteyan biparêzin nobetê digirin. Ketin û derketina gundan kontrol dikin û nobetê digirin.”
NAVÊ GUND Û NAVÇEYAN DIBIN KURDÎ
Li gorî nûçeya ANF’ê di 16’ê sibatê de weşand, Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava aldar Xelîl di semînerê de du roj berê li Silêmanî li dar xist de ragihand ku navên gund, bajar û navçeyên Kurdan ên ku ji aliyê rejîma Beas ve hatibûn guhertin, dîsa dibin Kurdî.
Xelîl behsa hilbijartina meclîsên gund, tax û bajaran jî kir û got ku cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê gel bi îradeya xwe ya serbixwe beşdarê hilbijartinan bûye, rêvebiriyên xwe yên meclîsan hilbijartiye.
Xelîl axaftina xwe wiha domand; “Ev yek ji bo me firsendek dîrokî ye. Madem rejîm di vê rewşê de ye pêwîste em jî weke gel sîstema xwe ya alternatîf demek ji ya din zûtir ava bikin. Li ser vê armancê hilbijartina meclîsan pêkhat. Niha li Rojavayê Kurdistanê gel bixwe dibistanên xwe, navendên xwe yên çand û hunerî, navendên perwerdeyê ava dikin. Gel bi xwe bi hêza xwe alîkariyê kom dikin û malên xwe yên perewerdehiyê vedikin. Wekî din gelê me li her bajar û gundî biryar daye ku navên ku kiribûn Erebî cardin bikin Kurdî. Armanca me ji vê yekê ev e ku divê her kes bizane ku Kurd ne ji bo desthiladariyê bixin dest xwe lê ji bo bidestxistina mafên xwe beşrê şoreşa gelên Suriyeyê dibe.
Berjwendiyên Kurdan û hêzên navneteweyî digehêjin hev
Hêzên mezin navnetweyî ku ji bo berjwendiyên xwe wê bo Sûriyeyê jî bikevin tevgerê divê kurd jî vê firsenda dîrokî baş bikarbînin û ji bo bidest xistina mafên xwe yên neteweyî û mafê otonomiyê biyekrêzî tevbigerin û divê giranî li dîlomasiyê bidin. Li Sûriyeyê bûyerên dawî ji bo Kurdan firsendeke dîrokî derxistiye pêş û ger Kurd vê delfetê bikarbînin wê bikaribin mafên xwe yên navnetweyî bidest bixin. Ger ev firsend ji dest biçe wê êdî ne mimkun be ku Kurdên rojavayê Kurdistanê mafên xwe bi dest bixin berovajî wê di serî de dewleta Tirk dijminên Kurdan wê bo tune kirina kurdan çi ji destê wan bê wê bikin.
Bi taybetî li Sûriyeyê bûyerên dawî ji bo Kurdan firsendeke dîrokî derxistiye pêş û ger Kurd vê delfetê bikarbînin wê bikaribin mafên xwe yên navnetweyî bidest bixin. Di her 3 perçeyê Kurdistanê de êdî dem dema serhildanên giştî ne ji bo bidest xistina mafên netweyî. Êdî konjoktur jî pir mûsaîd e.
Di her 3 perçeyê Kurdistanê de êdî dem dema serhildanên giştî ne ji bo bidest xistina mafên netweyî. Êdî konjoktur jî pir mûsaîd e. Kurd li rojavayê Kurdistanê amadekariya xwepêşandanan dikin. Rexistinên Kurdan diyar dikin. Heta daxwazên gelê Kurd neyê dîtin û mafên wan serekî neyên dayîn ew ê di tekoşîna xwe de berdewam dikin. Her wiha Kurdên rojavayê diyar dikin ku ji bo rojavayê Kurdistanê mesele ne hilweşandina rejîma bidest xistina mafên neteweyî û mafên xwebirêvebirinê ye. .
Hewlên bo yekîtiyê hebin jî nebûna Yekîtî û yêkrêzî wek li hemû Kurdistanê li başurrojavayê Kurdistanê de jî pirgirêkek mezin e.
Divê mafên Kurdan bê naskirin
Divê rejîma dewleta Sûriye ji polîtîkaya xwe ya dijberî gelê Kurd gav şûn de biavêje û encamên pêwîst ji serhildanên gelê Rojhilatanavîn derxe ku hîn bi awayekî aşitiyane û hîn bi awayekî demokratîk daxwaz û mafê gelê Kurd ên rewa û hebûna wî ya siyasî û civakî bipejirîne. Biratiya gelê Kurd û Ereb li ser bingeha van xalan wê bê parastin. .
Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Li başûr rojavayê kurdistanê Kurd ji hemû mafên xwe yên netweyî bêparin û piraniya Kurdên rojavayê Kurdistanê ne xwedî mafê hemwelatî bûnê ne jî. Mafên wan yên tenduristî, bazirganî û sosyal ji destê wan hatiye standin.
Başûrê Rojavayê Kurdistanê perçeya Kurdistanê ya herî biçûk e. 23.000 km² ye. Ew Îro di bin desthilatdariya Surîyê de ye. Taybetiyeke herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ve ber bi rojhilat zirav û dirêj e. Ji rojava ve ber bi rojhilat her ku diçe qad û çarçova we ber fireh dibe.
Mirov dikare avhewaya başûrê Rojava bike du beş. Beşê yekem li rojava herêma Efrînê ye. Avhewaya herêma Efrînê, nezîkî avhewaya deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare. zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewaye herêma Efrînê, shîn e. Bi dar û ber e. Her cureyên daran hene. Lê piranî zeytûn in.
Beşê duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûde, Qamişlo û Dêrik dikevine vê herême berrî û deşt e. Çiya û daristan nînin. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carnan baran dibare. Di meha çile de, li Qamişloyê 7, li Dêrik û Amûde ji germahî 6 pile ye. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Hawînan ji çolên Erabistan û Sûriyê bayên germ tên û tesîr li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pileyî.
Di rojava de ji Çiyayê Gewr ve dest pê dike. Û pê re heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmanc tê. Çiyayê Kurmanc 1200 m bilind e. Herêma bajarê Efrînê rûerd gir û banî ye. Dar û daristan e. Avhewaya he rêma Efrînê nêzîkî ya deryaya Spî ye. Her cureyên dar, heşînahî ûmêweyan hene. Darên zeytûnan pirr in. Ji çiyaye Kurmanc heta rojavayê Kobanê, axa Kurdistanê teng e û Ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobanê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û Kurd li ser axa xwe dijîn Ii rojhilatê Kobanê heta Serê Kaniyê ax di destê Ereban de ye. Li ve herêmê Kurd kêm in.
Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in. Lê, Tirkiyê û Sûriyê di nav xwe de beş kirine. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyê de maye.
Bajarên Rojavayê Kurdistanê
Bajarên herême Efrîn, Kobanî, Serê Kaniyê, Amûde, Qamişlo, Tirbespî, Hesîçe, Êndîwer û Dêrik in. Li Başûrê Rojava Hesek bi tenê wîlayet e. Yên din qeza û nehye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Başûrê Rojava tê qebûl kirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn. Li bajarên Suriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên Kurdan hene..