Þêx Salih:
‘’Ez Þêx Salihê Mîrqulya, kurê Þêx Mehmedcan im.
Di bîst û sisêyê temûza sîh û heftan de, Þêx Evdirehîm Efendî bi tevî dozdeh hevalên xwe ji Binêxetê dihatin. Du Selet hene, Seleta Jêrîn û Jorîn. Mîrqulyan gundê min e. Perîþanê jî û Dirikê jî gund in. Ev buyer di der û dora van gundan de derbas bû.
Þêx Evdirehîm Efendî û hevalên xwe berya þefeq lêde li Seleta Jêrîn, di bihurê çem ê Diyerbekir de derbasê vî alî dibin.
Wê çaxê navê keyayê Seleta Jêrîn Wisifê Rehîmê ye. Berya þefeq lê de, radibe dasa xwe digre dê here ser zevî paleyiyê. Wê dem ê xelk zû diçû çolê, di hinikahiyê de kar dikir.
Þêx Evdirehîm Efendî û hevalên xwe gihîþtibûn biniya Seletê, di binê gund re derbas dibin.
Wisifê Rehîmê di binê gund de, li ser rê wan dibîne. Bala xwe dide tev bi tifing in. Vedigre malê, tifinga xwe digre, zû vedigere, ji dûr wan diþopîne.
Þêx bi hevalên xwe ve digîjin nêzî Seleta Jorîn. Girekî heye. Girekî mezin e. Çem ê Seletê jî di ber re derbas dibe.
Dema Þêx û hevalên xwe digîjin biniya gir, dinya leyminî dibe. Berya tav bavêje, radiwestin, bi hev diþêwirin. Ji hev re dibêjin; ev der deþt e, erd rast e, daristan tune, em nikarin bi van tifingan derbas bibin. Ya qenc ew e, em dakevin nava çem, di nava çem de darebî, gez û zil jî hene, em karin heya êvarê xwe di nav de veþêrin. Gava êvarê tarî kete erdê, dîsa em ê rabin riya xwe bidomînin.
Haya wan ji keyayê Seletê Wisifê Rehîmê tune ye.
Xwe bera nava çem didin.
Di qeraxê çem de, di nava pelgan û biyikan de ciyê xwe çêdikin û radikevin.
Wisifê Rehîmê jî, dev ji wan berdide, lêdixe diçe Seleta Jorîn.
Wê dem ê, Seleta Jorîn xirabe bû, tenê mala Emerê Koperî lê bû.
Keyayê Seletê diçe ba Emerê Koperî û jê re dibêje:
‘‘Niha qefleyekî çekdar di çem ê Diyarbekir re di ber gundê me re derbas bûn, min ew þopandin. Heta binya gir min ew xistin nava çem ê Seletê. Nava gezan de xwe veþartin.’’
Emer dibêje:
‘‘De ka rabe em ê herin Seleta Jêrîn, em ê çend gundiyên te jî bi çekên wan!.. bi xwe re bigrin, herin qereqolê. Em ê haya qereqolê jî pê bixin.’’
Qereqol li hafa Seleta Jorîn, bi ser çem re ye. Haya Qaçaxan jê tuneye.
Emer û Wisifê Rehîmê bi hev re difitilin Seleta Jêrîn.
Dema tên gund, dinêrin di gund de telaþek, çûndin û hatinek, gengaþeyek heye. Gundî li hev diçin tên. Wisif dipirse:
‘‘Ev çi telaþ e li gund? Þer mer çêbuye, tiþtekî qewimiye?’’
Gundî dibêjin:
‘‘Na wele, cendime qumadariyê Bismil, vaye hatiye, dibêje eskerê min vaye li biniya Seletê, li qerxê çem rûniþtiye, hinekî nan bidin me, ez ê ji wan re bibim.’’
Emerê Koperî diçû Bismil, qumandarê cendirmeyan nas dikir. Dibêje ‘ka em herin balê.’ Diçin cem qumandarê cendirmeyan. Emer bala xwe dide ne qumandarê cendirmeyên Bismil e. Herê cilên wî, rutbeyên wî eynî ne, lê...
Emero jê re dibêje:
‘’Tu çi kesî?’’
Dibêje:
‘’Ez qumandarê cendirmeyê Bismil im…’’
Emer li pêþberê civatê þeqamekê lêdixe û jê re dibêje:
‘’Tu direwan dikî... Hebe nebe, tu jî hevalê wanên nava çem î...’’
Ew jî ji Emer re dibêje:
‘’Emer, ji xwe ez jî li yekî fena te guhbel û çavvekirî digeriyam… Tu merivekî aqil xuya yî. Xebera te ye, ez hevalê wame. Hemî kesên bi nav û deng in, min ji Binêxetê anîne. Min ew yeko yeko îqna kirin û civandin. Anîne xistine nava erdê Tirkiyê ku wan bidim girtin. Belkî efwa min derkeve... Lewra min jî wexta wextîn de sûc kiribû û reviyabûm çûbûm Surî. Min vana xapandine anîne pê efwa xwe derxim...’’
JI BO NIVÎSÊ HEMÛYÊ EVÊ GIRÊDANÊ VEKIN