Piştî parlamenterên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin, parlamenterên BDP'ê û Eniya Ked û Demokrasiyê ji bo 2 rojan dest bi grevê kirin. Parlamenter ji bo pirsgirêk bi rêya muzakere û diyalogê çareser bikin dest bi çalakiye kirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku ew hevî dikin ku ev çalakiya wan rê li pêş çareseriyê veke. Kişanak, anî ziman ku ew di têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê de bi israrin û dîsa biryara xwe dubare dikin.
Parlamenterên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, operasyonên siyasî û leşkerî û komkujiya li ser gelê kurd berdewam dikin şermezar bikin, dane destpêkirin. Parlamenterên BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê jî bi armanca piştgiriyê bidin Irmak û Sariyildiz, ji bo pirsa kurd bi rêya aştî, diyalog, muzakereyê çareser bibe, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibe li navenda giştî ya BDP'ê 2 rojan dest bi greva birçûbûnê kirin. Beriya çalakiyê pankarta "Ne Şer muzakere, ne tecrîd û azadî" hate daliqandin. Dîsa parlamenterên BDP'ê û eniyê dê berdilkên li ser "Çareserî di diyalogê de ye" û "Çareserî di muzakereyê de ye" hatiye nivîsandin li xwe kirin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, parlamentera Amedê Leyla Zana, Parlamenterên BDP'ê Sirri Sakik û Nazmî Gur ji ber gera xwe ya Herêma Kurdistanê de sibe tevlî çalakiyê bibin. Îro jî Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, parlamenterên BDP'ê Îdrîs Baluken, Halîl Aksoy, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu, Erol Dora, Îbrahim Bînîcî, Adîl Kurt, Sirri Sureyya Onder, Demîr Çelîk, Esat Canan û Husamettin Zenderlîoglu amade bûn. Parlamenterên BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê beriya çalakiyê li Navenda Giştî ya BDP'ê daxuyanî da. Li ser navê parlamenteran Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak daxuyanî da.
'Hikûmet demokrasiyê ji bo xwe talûke dibîne'
Kişanak, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ji bo çareseriyê rexne kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê hemû kesên ji bo demokrasî û aştiyê têdîkoşe ji bo xwe talûke dibîne û wiha got: "Tirkiye ji aştî û demokrasiyê dûr dikeve. Ber bi şer û aloziyê ve diçe. Berpirsiyarê vê yekê Hikûmeta AKP’ê ku 10 salin li ser navê demokrasî, aştî û azadiyan tev digere ye. Li ser navê hewldanên demokrasiyê şaredar, parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl jî di navde zêdeyî 6 hezar siyasetmedar girtine. AKP ji ber ku ji hewldanên demokrasiyê ditirse, li dijî parazvanên demokrasî, aştî û muxalifan şerek daye destpêkirin."
'Tecrîda li Îmraliyê pêvajoyê dixe nava talûkeyê'
Kişanak, destnîşan kir ku hikûmeta ku hesabê komkujiya li Roboskiyê û kuştinên din nedaye li pêşberî wan e û wiha got: "Tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan pêvajoyê aloz dike û pirsgirêkê girantir dike. Birêz Ocalan di çareseriya pirsa kurd de rolê sereke dilîze. Divê hikûmet vê roj û mîsyona wî bibîne. Lê ligel vê yekê 7 mehin li ser Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Ev pêvajoyê û çareseriyê dixetimîne."
'Em dê çalakiya xwe ya birçîbûnê bi biryar bidomînin'
Kişanak, destnîşan kir ku ji bowî li tecrîd, operasyonên siyasî û leşkerî û polîtîkayên bêçareesiryê bên bi biryar çalakiyên xwe berdewam bikin. Kişanak, da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Selma Irmak û Faysal Sariyildiz û 60 girtiyên bêdem û bêdorveger û tecrîd, operasyon bi dawî bibin, dest bi greva birçûbûnê kirine. Kişanak, da zanîn û ew di biryara xwe û daxwazê xwe de pir zelal in. Kişanak, bilêv kir ku ew dê bi têkoşina xwe ya bi rûmet li ber xwe bidin û her tim di aştî, azadi û daxwazên gelê kurd de israr bikin."
Bang li hikumetê kir
Kişanak, bang li hikûmetê kir û xwest vîna milyonan li ber çavan bigre û daxwazên milyonan gelê kurd paşguh neke.
Kişanak, ji hikûmetê xwest ku guh bide dengê parlamenter, siyasetmedar û gitiyên ku ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê bedena xwe dane ber agir û wiha got: "Ji bo çareseriyê divê bi lezgîn diyalog û muzakere dest pê bikin. Divê meclîsa Tirkiyeyê li hemberî pirsa kurd rolê xwe yê dîrokî bilîze. Divê meclîs li hemberi vê pirsgrêkê bêdeng nemîne.”