Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
ÇIRA: BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ
Her sê komele jî di daxwuyaniyên xwe da gotin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bi zimanê kurdî perwerdehî bê kirin.

20/02/2012 - 21:45
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Bi mebesta pîrozkirina "Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" Komeleyên Amed, Agirî û Îstenbol ÇIRA yên çand û hunerê bi meş û daxwuyaniyan derbarê zimanê zikmakî de daxwaziyên xwe careke din dan zanîn. Her sê komele jî di daxwuyaniyên xwe da gotin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bi zimanê kurdî perwerdehî bê kirin.

Komeleyên Amed ÇIRA, Agirî ÇIRA û Îstenbol ÇIRA ji bo pîrozkirina "Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" 19 Sibat 2012 roja yekşemê daxwuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê endam û alîgirên Komeleya Amed ÇIRAyê bi awayeke girseyî ji komeleyê hetanî AZC Plazayê meşiyan. Girseya komeleyê bi dûrişmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jîyan nabe”, "Her tişt ji bo azadiya ziman" qêriyan. Endamên komeleyê bi def û elbane strana Aramê Tîgran ya "Zimanê Kurdî" jî gotin û gihîştin ber AZC Plazayê. Li wir serokê komeleyê Ramazan Moray bi kurdî daxwuyaniyê xwend. Endamên komeleyê daxwuyaniyên Bulent Arin çî bi pirtûk û ferhengên kurdî şermezar kirin. Piştî daxwuyaniyê pastayên ku ji tîpên "Q,W,X" hatibûn çêkirin îkramê xebatkarên çapemeniyê û gelê Amedê kirin. Girse demek stranan got û govendê gerand.

Li Agirîyê ji Roja Ziman Hat Pîrozkirin

Di heman rojê de Komeleya Agirî ÇIRA ya Çand û Hunerê ji avahiya komeleyê hetanî himber Denizbank bi dûrişmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jîyan nabe”, ”Bijî azadîya Kurdistan” ve “Ziman hebûna me ye.” meşiyan. Li cihê ku daxwuyanî bê xwendin endam û alîgirên komeleyê sirûda neteweyî xwendin. Serokê komeleyê Halîl Îbrahîm Cengiz bi kurdî, sekreterê komeleyê Fatîh Yalçinkaya jî bi tirkî daxwuyaniyê xwendin. Çalakiya ku gelê Agiriyê jî pê re eleqedar bûn bê xirûcir bi dawî bû.

Daxwuyaniya her sê komeleyan weha ye;

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di sedsala 21an de, di “Dema Zanistî û Teknolojiyê” de li ser gelek zimanên li dinê polîtîkayên dewletan yên asîmîlasyonê û zordestiyê hene. Ji ber van polîtîkayan nêzik î 3000 ziman li ber mirin an jî wendabûnê ne. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de bi mebesta ku wê xeterîya jiholêrabûn, asîmîlasyon, zordestî û qedexeyên li ser zimanên zikmakî yên hindikayî û gelên bindest bên rakirin 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” pejirand.

 

Rêzdaran,

Mirov bi saya zimên bîr û rayên xwe, êş û dilşadiyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Ziman raman e, lihevdûkirin e. Bi saya zimên berhemên hatine afirandin neqlê nifşên nû dibin. Ziman bîra mirovahiyê ye. Bi saya zimên mirov xwe binav dikin. Ziman nasname û nîşana hebûna mirov û gelan e.

 

Lê li Tirkiyeyê nêzikî 20 milyon kurd, nikarin zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayeke azad bikar bînin. Zimanê kurdî bi deh salan e li himber polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Li gel kurdî bi dehan zimanên din jî li Tirkiyeyê hatine qedexekirin û li himber asîmîlasyonê li ber xwe didin.

 

Di vî warî de Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an mor kiribû jî bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 89 sal e ev bi cih nayê. Her weha li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30. ya vê peymanê nepejirandiye.

 

Elbet rewşa zimanê kurdî ya 20 sal berê û ya îroyîn ne yek e. Derbarê zimên de dewletê polîtîkayên xwe guhartiye. Avakirina TRT6ê, li zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên erênî ne. Lê zimanê kurdî hê jî di destûra bingehînde wek zimaneke fermî nehatiye binavkirin. Her weha Bulent Arinç ku ji yek xwediyên polîtîkayên dawîn yên dewletê ye bi daxwuyaniyên xwe zimanê kurdî diçewisîne, kêm dibîne û layiqê perwerdehiyê nabîne. Ew jî wek yên beriya xwe polîtîkayên red û înkarê dajo .

Em dixwazin careke din bi birêz Bulent Arinç û yên wek wî difikirin bidin zanîn ku zimanê kurdî zimaneke dewlemend e. Her weha zimanê kurdî, xwedî edebiyateke dewlemend e ku bi hezaran berhemên hêja ji aliyê şair û nivîskarên kurd ve hatine afirandin. Îro Zimanê kurdî ku li Îraqê li gel zimanê erebî ji yek zimanê fermî ye û her hewa li Herêma Kurdistana Federe jî ji destpêkê hetanî unîversîteyê wek zimanê perwerdehiyê tê bikaranîn. Zimanê kurdî bi qasî zimanê tirkî zimaneke xwedî rûmet e û ji bo perwerdehiyê têra xwe heye.

Banga me ji hukûmetê re ye; divê dev ji van polîtîkayên kevneperest berdin. Hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê dewletê ve hatine morkirin bi cih bînin. Di prosesa çêkirina destûra nû de zimanê kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê hatine qedexekirin bi aweyeke fermî bipejirînin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.”

KOMELEYA DIYARBEKIR ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ
KOMELEYA AGIRÎ ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ
KOMELEYA ÎSTENBOL ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ
19.02.2012

YORUMLAR

Hê nehatiye şîrovekırın

Xeberên di vê karegorîyê de

Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
Mehmet Emîn Aktar: Kurd êdî naxwazin di nava vê sîstema heyî de bijîn û dixwazin sîstem bi temamî bê guhertin. (jêderk : rudaw)
Li Amedê wênekêşekî AKPê hate kuştin
Rêwîtiya Bi Zor û Zehmet Dest Pêkir
Ew li hemberî avê rêwîtiyê dikin. Armanca wan jî eve ku hêkên xwe daynîn avên germ.
Gul, Erdogan û Davutoglu pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
Neçîrvan Barzanî duh hat Anqereyê û îro cuda cuda ji bal Abdullah Gul, Ahmet Dvutoglu,
Şahidê jiyaneke bahozî: Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav
Abdulkadir Bingöl nivîsî : Sohbeta Di Otobisê de
Li Entakiyê şer 3 leşkerên Tirk hatine kuştin
Li Dihokê 300 hezar îmze ji bo serxwebûna Kurdistanê
Dihok (Rûdaw) - Grûpa Ala li bajarê Dihokê dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan ji bo serxwebûna Kurdistanê kiriye, di hundirê 15 rojên borî de 300
Dor Tê 27 ê Nîsan ê ?
Demîrtaş: Navê vê xakê Kurdistan e!
Baydemîr Xebatên Şaredariyê Vegot
Sucên Nifretê Tedikeve Destûra Nû
Artêşa Tirk sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
Goran digel YNKê civiya
Malikî: Mafê çarenivîsê ji bo kurdan berevajî destûrê ye
Kurd doza federalizma neteweyî-cografîk ji Îranê dikin
Hevpeymaniya Kurdistanê ’’Kerkûk bajêreke Kurdistanî ye”
Di Şerde Şewitandina Daristana
Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
Demîrtaş: Ti armanca AKPê ya ji bo çareseriyê tune ye
‘Divê Malikî di nav 15 rojan de dest bi cîbicîkirina biryarên Hewlêrê bike’
Leyla Zana: Pêwîste kak Mesûd pirsa Ocalan bike
Li 13 bajarên Tirkiye û Kurdistanê serdegirtin: 55 kes hatin binçavkirin
63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene
Mihemed Ferec bû emîndarê giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê
Erdogan serdana kampa Kılîsê a penabêran dike
Barzanî ji şerê di navbera alîgirên YNK û PDKê dilgiran e
Îstifaya Gursel Tekîn Hat Qebûl Kirin
“Gera me ya Amerîka tabloya Tirkiyê li wir nîşan daye ji holê rakir”
Cemil Bayik: Bila tu kes li bendê nebe gerîla çek dayne

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil