Þêx Evdirehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Sala 1926 an 27ê, digel hereketa Aqûb Axa yê Erohî wekû serkêþekî wê hereketê li herêma Botanê þerê Dewleta Tirk kiriye.
22/02/2012 - 00:18 |
|
|
| |
Þêx Evdirehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Sala 1926 an 27ê, digel hereketa Aqûb Axa yê Erohî wekû serkêþekî wê hereketê li herêma Botanê þerê Dewleta Tirk kiriye.
Hevalên ku Þêx Evdirehmanê Garisî re beþdarî di wî þerî da kirîne, ji serî ve Aqûb Axayê Erohî ye, Pîrezîn Axayê Garisî û Gurgîn Axayê Berwarî bûye. Di vî þerê azadiyê da piraniya Herêma Botanê ji dest Hikûmetê derêxistine û kontrol kirine. Ew þer çend heyv domandiye, lê belê Hikûmetê ew dorpêç kirine û di herêmê de asê mane.
Þêx Evdirehmanê Garisî harîkarî ji Mala Þekir Axayê Giravî xwestiye. Ew eþîrên herêmê heta eþîra Ertûþiyan jî, bi harîkariya wan rabûne. Li Geliyê Jîrkan derbeyên mezin li eskerên Tirkan dane, li wêrê du tabûrên wan ibade kirine û rê vekirine, bi rêka gundê Kêsteyê derbasê Kurdistana Îraqê bûne. Ew xelkê ku hatine, li Zaxo, Deþta Silêvanê, li Þingal, Mûsil û Duhokê berbelav bûne.
Di wê navê re leþkerên Tirkan, Pîrezîn Axa û kurê wî, Aqûb Axa û kurê wî (her wekî Seyîd Riza û kurê wî), Gurgîn Axa û gelek þervanên dî girtine, birine li ber çemê Ava Kezerê ew tev gulebaran kirine.
Þêx Evdirehmanê Garisî, çewa ku me seh kiriye, endamê Hereketa Xoybûnê bûye jî û nêzînkiya wî pir bi Malbata bedirxaniyar re jî hebûye, têkilî bi Þêx Ehmedê Berzanî re daniye û ji xwe berê têkiliya wî bi Mele Mistetefa Berzanî re hebûye
Lê belê piþtî ku Þoreþa Þêx Evdirehmanê Garisî berbelav bûye, Þêx Evdirehmên her têkiliyên xwe yên siyasî berdewa kirine û her di wê demê da têkilî bi Îhsan Nûrî Paþa re jî daniye.
Sal 1994, ez çûme Qamîþloyê ba Mele Ehmedê Êrsî (li Erohê) û min ev agahdarî ji devê wî wergirtine. Mele Ehmed Êrsî jî, yek ji çekdarên Þêx Evdirehmanê Garisî bûye û weha gote min:
”Ez jî bi Þêx Evdirehmanê Garisî re bûm. Em çûn Kurdistana Îraqê. Pêþî em çûn ba Þêx Ehmed Berzanî. Þêx Evdirehmanê Garisî harîkarî jê xwest, da em Þoriþa Agirî xurt bikin û herêma Botanê jî ji destên dewletê derxînin. Þêx Ehmed belê da Þêx Evdireman ku dê harîkarî bike. Piþtre em derbasî herêma Soranê bûn û em çûn ba Malbata Þêx Mehmûd Berzencî, me harîkarî ji wan jî xwest.”
”Di vegerê da em hatin Hewlêrê, li wirê Reþît Axayê Turkman Þêx bi destê Ingilîzan da girtin. Ingilîzan Þêx birin Mûsil û 40 roj girtî hêlan. Wê demê mezinekî Ermen li Mûsilê hebûye, têkiliyên wî bi Ingilîzan re xweþ bûne, wî Þêx Evdirehmanî da berdan.”
Li Zaxoyê ermeniyekî ji herdu çavan kor hebû, ez xelet nebim, navê wî Vartan bû, rojekê gote min: ”Du katibên Þêx Evdirehman ên Ermen hebûne, hertim pê re digeriyan.”
Hevalekî min Pêþmerge jî hebû, babê wî çekdarekî Þêx Evdirehman bûye. Wî ji devê babê xwe weha seh kiribû û gote min: ”Þêx Evirehman piþtî ji Mûsilê hatiye, derbas bûye çûye Sûrî.”
Mele Ehmed Êrsî jî gote min: ”Dema ku êx Evdirehman hatiye Sûrî, têkelî bi Haco Axa û Nayîfê Paþê re daniye. Konsolosê Frensayê dîtiye. Li wêrê teybûra xwe kirine ku harîkarî bikin û bên þerê azadiyê bikin. Piþtre Þêx çûye Bêrûdê û Mir Celadet Bedirxan dîtiye. Dema Þêx ziviriye, Mîr Celadet kopalek û xencerekê dane Þêx Evdirehmanî.”
Þêx Evdirehmanê Garisî dema ji Bêrûdê hatiye ku here herêma Botanê, li gundê Baneqesrê devera Dêrika Sûrî, li mala mamê min Mihê Êrkendî bûye mêvan. Mamê min jî weha gote min:
”Wextê Þêx Evdirehman hat mala me, diya min pir xizmeta wî dikir. Rojekê ha me dît zelamek hat ba Þêx û tifekekî qut di destan de bû, du rext fîþek jî li piþta wî bûn, navê wî Necmoyê Sêrtî bû. Þêx Evdirehman jî zelam kom dikirin da derbasî Bakûr bibit û dest bi þerê azadiyê biket.”
”Necmoyê Sêrtî heroj derdiket ser banan, amacane (nîþan) datanî û tifek bera didanê. Me giliyê wî li ba Þêx Evdirehmanî kir ku gundî gazind jê dikin. Þêx xwe li me aciz kir û got: Ev ne þuxlê hewe ye, Necmo xwe li min girtiye û hatiye.
”Wextê ku Þêx Evdirehman hazirî dikir ku derbasî Bakûr bibe, nexweþiyeke xwîndarî di nêv Eþîra Garisan da peyda bûbû û hatibûn pey wî da here selaheta wan biket.”
Lê her di wê demê da Mele Ehmedê Êrsî gote min: ”Nameyek ji Îhsan Nûrî Paþa bi riya Mîr Celadet Bedirxan ji Þêx Evdirehman re hatibû û gotibû: ´Divê hûn li herêma Botanê dest bi hereketekê bikin da þer li ser herêma Agirî sivik bibit.”
Þêx Evdirehman heman hereket dikit û diçit nêv Garisan, pêþî silaheta mirovên xwe kiriye û ew li hev anîne. Piþtre tevî quweta pê re (Necmoyê Sêrtî jî pêre bûye) ji aliyê Herekolê ve çûne ketine nav tixûbê Wanê.
Þêx Evdirehman Garisî cewab hinartiye ba axayê gundekî, da bêjinê ku Þêx ew þev mêvanê wî ye.
Çend zelam li dora Þêx hebûne û parastina wî dikirin. Lê belê pirî ku Necmoyê Sêrtî ”dirusti”ya xwe bi Þêx daye nîþandan, baweriya Þêx pir pê hatiye. Þêx jî gotiye zelaman: ”Bila tenê Necmo li ba min bimîne bes e, hûn tev herin karê xwe bikin.”
Zelamên Þêx Evdirehmanê Garisî li herêmê belav bûne û çend kes jî çûne gund, Þêx û Necmoyê Sêrtî jî li devereka eyan mane. Nîvsaetekê þûnde îþaret dane Þêx da ew û Necmo jî herin wî gundî.
Þêx û Necmo daner ê û çûne ku herin gund. Þêx li pêþîya Necmo çûye, Necmo jî li pey Þêx bûye. Necmo gotiye Þêx:
- Þêxê min, tu extiyar î, tifeka xwe jî bide min, da em zû herim.
Þêxê ku baweriya wî bi Necmoyê Sêrtî pir hebû tifeka xwe daye Necmo, destevala daye pêþiyê û ber bi gundê Axê ve çûne. Necmo jî hema yekê nekiriye didu û ji paþ va tifek bera Þêx Evdirehmanî daye. Bi hingavtina berikê re Þêx li Necmo ziviriye û destê xwe avêtiye wê xencera ku Mîr Celadet dîyarî dabûyê da li Necmo bixe. Lê belê Necmo tifeka duwê berdaye û li destê Þêx daye.
Necmo piþtî ku Þêx Evdirehman kuþtiye, serê wî jê kiriye û xistiye çeltikê xwe û çûye.
Gava zelamên Þêx Evdirehman dengê du tifekan seh dikin, pêre pêre dizivirin û diçin ba Þêx Evdirehmanî, lê belê Þêx nabînin. Di wê þevê de gopalê Þêx dîtine û li hawîdor geriyane, geriyane û kelaxê Þêx ê bêserî li keviya rê dîtine. Kêra Necmo jî li wêrê dîtine. Êdî fêm kirine ku Necmo Þêx Evdirehman kuþtiye, serê wî jê kiriye û bi xwe re biriye.
Piþtî lêkolînan, zanîne ku Necmoyê Sêrtî serê Þêx Evdirehman biriye qezake Wanê û teslîmê qeymeqam kiriye. Necmoyê Sêrtî ku mehkûmê dewletê bû, bi wê çalakiyê xwe daye efûkirin.
Mele Ehmed Yûsif xelkê Zivinga Botan e, wê herêmê rind dinase û cihê ku Þêx Evdirehman Garisî lê þehîd bûye jî, dizane.
Mele Osmanê Goyê gote min ku ”Þêx Evdirehmanê Garisî helbestvanekî bi navûdeng bûye.”
Mele Evdirrehmanê Xendekî gote min ku ”Þêx Evdirehmanê Garisî hatiye gundê me, bûye mêvanê babê min û gundiyan bi rêxistin kiriye.”
Þêx Evdirehmanê Garisî bi xwe, xwediyê medreseyekê jî bûye. Ji wê medreseyê re digotin Medreseya Garisan û gelek kes li wirê xwendine.
Li herêma Garisan niha jî, piraniya mirovên Þêx Evdirehman mela û xweneda ne.
Lê mixabin heta niha jî kesî li ser Þêx Evdirehman nenivîsiye û wî lehengê nijadî nedaye nasîn. Tenê kovara Hawarê hin nivîs bi tîpên erebî li serê nivîsîne û ew jî pir kurt bûne.
Diböjin ku li qontara çiyayê Arnosê, raserî gola Wanê kanîyek heye, li ber kanîyê abîdeyek û li teniþtê jî mizgeftek, bi navê Þêx Evdurehmanê Garisî ye.
Min di kovara Hawarê de (Sal 1932, 10 teþrin sani di rûpela pêþî da) bi sernavê ”Þîn” helbesteka Mîr Celadet dîtiye kul i ser Þêx Evdirehmanê Garisî nivîsiye û li deverekê jî yeke Cegerxwîn dîtiye. Wekî din zêde li serê nehatiye nivîsandin.
Helbesta ku Mir Celadet li ser Þêx Evdirehmanê Garisî gotiye, ev e:
Kanî Derwêþ, ka Herekol, ka Kepir?
Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir?
Dibêjin ko Burca-Belek hilweþî
Text û bextê botiyan de ka geþî?
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xiþr û xemlên wê li kû
Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
Basiret kû, meqþibendî, terîqet
Ka þêxên me, kanî rêzik þeriet
Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî
Ka Azîzan, þêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, þeþperî
Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû
Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweþ devling
Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng
Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
Bor-miriþkan tenik biye kete ba
Ez botî me diþtexilim her bi pa
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweþ im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr
Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirþik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de mir, þahê mexrib, Mîr-Alan
Dotmîr li kû, ka mîr Þeref, mîr Ezin
Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin
Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr
Ne Buhar e, ne Havîna mîr Þeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
Ne dêmir in, ne þahînet, ne hevþîn
Kanî mîr Þem, kanî Tacîn û Gurgîn
Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê þevînger
Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî
Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî þûrên rast û çep
Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane
Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di þînê de ne man ceng
Þeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû
Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema
Þax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tiþt nema, wemirîne deng û gul
Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Þûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan
Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereþ, Silopî
Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Þernex, Garisan
Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî
Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan
Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
Kanî Xaltan, bira Zerdeþt, Hewherî
Þûrkêþên me, filehên me Hevêrkî
Ka þikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
Kanî Þingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye
Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, þûr û mirtal û destrêj
Ne eþîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne þergeh
Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in ne rojen
Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-sor xerabe ye ji nû va
Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn
Kanî Þêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuþtin sorgula me çilmisî
Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî
MIR-CELALED-BEDIRXAN
------
|
|
|
|
|
|
|
|
YORUMLAR |
|
Süleyman |
07-03-2012, 01:26:41 |
#FFFFFF">
|
secere Þêx Avdýrhmanê Garýsi |
#FFFFFF">
Þêx Abdurrahman Garisi b. þêx Muhammed b. Mele Abdullah b. Mele Abdurrahman b. Mele Ahmed b. Mele Ahmed b. Derwêþ b. Mele Huseyn b. Mele Þýbli b. Þêx Ahmed el- Cezeri b. Þêx Muhammed el-Cezeri* b. Þêx Yusuf el- Cezeri b. Þêx Abdulvahhab el- Cezeri
|
 |
|
|
|
|
|