Destpék

Sitene Ekle

Foto Galerî

Vîdeo Galerî

Deftera mévanan

Béwendî

Di Derheqê Me Da

Bibin Endam

TIRKÎ

TEFEKKUR

20 Mayıs 2012

HZ. MUHAMMED (S.A.V. QUR'AN DUA JIYANA PÊXEMBERAN NEHC UL-BELAXE EXLAQ MEWLÛD ŞEV Û ROJÊN PÎROZ JIYANA SEHABÎYAN FİQİH
Deqa Dawî
Légerîn  
Şêx Seîd û Şêx Mehmûdê Berzencî ji heman malbatê ne
Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn.

22/02/2012 - 18:24
1:1 1:1,2 1:1,5
 

Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn. Firatê ku di salên 1990î de parlementerê Partiya Refahê bû, derbarê jiyana Şêx Seîd, aliyên wî yên nayên zanîn, têkiliya Şêx Seîd û Ataturk de agahiyên girîng dan. Firat herwiha derbarê nêrîna îslamî û Kurdistanî ya Şêx Seîd de agahiyên balkêş dan û îdia kir ku Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne.

Mistefa Kemal Ataturk û Şêx Seîd hev li ku dibînin?

Abdulillah Firat: Kemal di dema Dewleta Alî Osman de hate Diyarbekirê û bû 7. Fermandarê Kolorduyê. Ew çax rewşa Xanedana Osmaniyan pir zeîf bû. Mistefa Kemal çû Trablûzê, ji wir hat aliyê Sûriyê, ji Helebê hate Diyarbekirê û bû fermandarê kolorduyê.

Ataturk û Şêx Seîd hev li Diyarbekirê dîtin?

Abdulillah Firat: Belê. Li Diyarbekirê şêx, serokeşîr, rûsipî, dewlemendên Kurdan li hev dicivîne, bi hinekan re dostanî datîne. Bi hinekan re dibe kirîv, bi hinekan re dibe xizim. Bi wan re îrtîbateke manewî  çêdike. Her yekî bi tiştekî xapand û kir mirovê xwe. Bernameyeke wî li ser Kurdan hebû. Bernameya xwe ya li ser Kurdan ji Diyarbekirê da destpêkirin, gav bi gav ev bername bi cih anî.

‘Selçûkî hatin ketin welatê Kurdistanê û pê re mezin bûn’

Di bernameya Ataturk de çi hebû?

Abdulillah Firat: Wî dizanibû wextê Kurdistan tune be, ne Osmanî çêdibe û ne jî dewleteke din çêdibe. Osmanî giş 300-400 çadir bûn. Miletê kurd ew kirin xwedî dewlet. Kurd nebûna, Tirk tune bûn. Alparslan lêxist hate Melazgirê, mala wî xira kiribûn. Lê deh hezar Kurd li hepsên xwe siwar bûn û ew ji vî halî xilas kirin. Selçûkî hatin ketin welatê Kurdistanê û pê re mezin bûn. Eger ji Kurdan nebûya, artêşa Şah Îsmaîl xwe digihand Stenbolê. Yavuz Sultan Selîm pê nedikarî. Bi quweta Kurdan, li hemberî Şah Îsmaîl bi ser ket.

‘Mistefa Kemal dema hate Diyarbekirê, li ser navê padîşahên Osmaniyan têkiliyên xwe xurt kirin’

Em bên ser hevdîtina Şêx Seîd û Mistefa Kemal…

Abdulillah Firat: Mistefa Kemal dema hate Diyarbekirê, li ser navê padîşahên Osmaniyan têkiliyên xwe xurt kirin. Xelkê vê derê dibêjin malbata Şêx Seîd malbateke pirr berfireh û navdar e. Xelk siyaneta wan digre, qedr û qîmeteke mezin dide wan. Şêx Seîd jî li Xinisa Erziromê dimîne. Jê re dibêjin “Heta ku tu neynî, pê re îtifaq nekî, tu nikarî netîceyek bigrî.” Xeber didin Şêx Seîd efendî û ew tê Diyarbekirê. Li kolorduyê civînekê çêdikin. Di vê civînê de armanca Mistefa Kemal fêm dike.

Armanca Mistefa Kemal çi bûye?

Abdulillah Firat: Mistefa Kemal li ser Şêx Seîd efendî bîatê ferz dike. Mistefa Kemal dibêje “Eger hûn ji min re bîat bikin, ez ê li vir hikûmetekê çêbikim”. Şêx Seîd efendî dibêje ev yek xelet e. Niha xanedana Alî Osmanan heye, em di muqabilê wan de nikarin tiştekî qise bikin. Ji Ataturk re dibêje eger armanca te têkoşîn be, tu xelkê Selanîkê yî, Stenbol di bin dagirkeriyê de ye, here Stenbolê rizgar bike. Em Kurd jixwe li vir têra xwe hene, em dikarin xwe rizgar bikin. Hemû şêx û girgirên Kurdan li hemberî Mistefa Kemal bîat dikin, lê Şêx Seîd li ber Mistefa Kemal bîat nake.

Piştre çi dibe?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd dema ji civîna kolorduyê derdikeve, li ber derî Mehmet Begê Lîcê dibîne, jê re dibêje “Mehmed Beg, dirûma min bû dirûma Hz. Huseyîn. Min jê re bîat nekir, ew muheqeq min dikuje.” Şêxtî, ilm, şexsiyet û ticareta Şêx Seîd efendî ne mîna şêxên Kurdistanê ye. Nêzî 400 medreseyên girêdayî Şêx Seîd efendî hebûn. Nêzî 500 heb tekeyên wî li Kurdistanê hebûn. Ew tim di bin kontrola wî de bûn. Medreseyên xwe daîm teqîp dikir. Şêx Seîd seranserê Kurdistanê, Erebistan û Îranê digeriya, mirşid bû. Îrtîbata wî bi hemû derdoran re hebû. Xetîbekî pir baş bû. Pir zane bû. Ji ber vê yekê hemû armanc û niyeta Mistefa Kemal fêm kiribû.

‘Şêx Seîd efendî di eniya Pasînê û Melazgirê de li hemberî Rûsan şer kiriye’

Berê qet tecrûbeya şer a Şêx Seîd hebû?

Abdulillah Firat: Wextê Rûs hatin ketin Kurdistanê. Hikûmeta rûsî heta Bîngolê hat. Şêx Seîd efendî ew çax di eniya Pasînê û Melazgirê de li hemberî Rûsan şer kiriye, têkoşiyaye, parastin kiriye. Li eniya şer, di nava alayên Kurdistanê de sekiniye, têkoşîneke mezin daye. Îrşat kiriye, nesîhet kiriye, ew motîveyên şer kirine. Ew ji şer re hazir kirine. Derbarê muhafezeya welat de, ew hişyar kirine.

‘Lê yek mezinên Kurdistanê jî ew çax xebera Şêx Seîd nakin, guh nadinê’

Haya Şêx Seîd ji kongreya Erziromê hebû yan na?

Abdulillah Firat: Jixwe mexlûbiyeta xelkê Kurdistanê bi Kongreya Erziromê çêdibe. Eger di Kongreya Erziromê de xebera Şêx Seîd bikirana, Kurd mexlûb nedibûn. Wextê kongreyê de ji Şêx Seîd re xeber tê. Dibêjin Mistefa Kemal bi navê padîşah tê, li Erziromê kongreyê çêdike. Şêx Seîd dixwaze kongreyê sabote bike. Bi heyeta kongreyê re rûdinê, ji nûnerên ku ji derveyî Kurdistanê hatine re dibêje bi Mistefa Kemal bawer nebin. Wextê ku qezenç bike, hem Îslamiyet diçe û hem jî Dewleta Alî Osman diçe. Êdî ti caran îtifaqa Misilmanan çênabe. Ji heyeta Kurdan re jî dibêje wextê hûn piştgirî bidin Mistefa Kemal, ew ê ewil her tiştî bîne serê we. Mistefa Kemal ti tiştî nade we. Lê yek mezinên Kurdistanê jî ew çax xebera Şêx Seîd nakin, guh nadinê. Encam; xûsran, mexlûbiyet. Mistefa Kemal di kongreyê de bi ser ket. Alîkariya herî mezin Kurdan jê re kir. Eger mezinên Kurdan xebera Şêx Seîd bikirana, kongre çênedibû. Mistefa Kemal selahiyet nedigirt, Mistefa Kemalê îro çênedibû û Kurd jî nediketin vê rewşê.

Çima şêxên wê demê yên navdar piştgirî nedan Şêx Seîd efendî?

Abdulillah Firat: Xelkê kurd mele û şêxan jî zaf feqîr dizanin. Îcar şêxên di nava Kurdan de jî ku îrtîbata wan bi dewletê re tune be, nikarin şêxtî bikin. Îro yên ku niha di nava Kurdan de şêxtî dikin, hemû ajanên dewletê ne. Yên nebin ajanên dewletê nikarin şêxtî bikin. Piştî ku Mistefa Kemal miwafaq bû, wî şêx teyîn kirin. îro jî şêxên tayînkirî hene. Şêxên saltanat û debdeve hene. Niha wextê Amerika li pişta wan nebe, nikarin biçin cihekî. Dewlet li pişta te nebe, tu nikarî şêxtî bikî. Duh jî wisa bû, îro jî wisa ye.

‘Meseleya Pîranê provokasyon bû. Ajan û mirovên Mistefa Kemal li her derê Şêx Seîd dişopandin’

Şêx Seîd efendî Darahênê weke paytexta Kurdistanê îlan kiribû. Çima neçû Darahênê, çima hat Pîrana Diyarbekirê û li vir serhildan ji wexta plankirî zûtir dest pê kir?

Abdulillah Firat: Ew meseleya Pîranê provokasyon bû. Ajan û mirovên Mistefa Kemal li her derê Şêx Seîd dişopandin. Şêx Seîd di wî emrê xwe yê mezin de, neçar ma bê Pîranê. Ji ber ku wî xeber dabû hemû rûsipî, serokeşîr, giregir û begên Kurdan û ew vexwendibûn Diyarbekirê. Armanca Şêx Seîd ew bû ku di meha Gulanê de li Diyarbekirê şûrayeke neteweyî ya kurdî çêbike. Di wê şûreyê de bernameyekê derxe, îtifaqa Kurdan bi pêş bixe û piştre dest bi qiyamê (serhildan) bike. Eger armanca wî civandina şûrayê nebûya, çima di wî emrê xwe de, di Çileyên Zivistanê de bi hespê derkeve rê û bê Pîranê? Lê eskerê tirk bi zanebûn li Pîranê provokasyon kirin û qiyam beriya ku şûraya Kurdistanê bicive, bêyî plansazî dest pê kir.

Li gorî hin derdoran armanca Şêx Seîd tenê Îslamiyet bû. Li gorî hin aliyan jî armanca wî tenê Kurdistan bû. Gelo Şêx Seîd bi kîjan armancê serî rakir?

Abdulillah Firat: Di nav xelkê kurd de xeyrî mislim tune ne. Di nav Kurdan de zinêkar hene, qatil hene, zalim hene, diz hene, lê baweriya hemûyan bi Îslamiyetê heye. Kurdên ku gunehên zaf pîs dikin jî baweriya wan bi Îslamiyetê heye, baweriya qatilên kurd jî bi Misilmaniyê heye. Îcar eger Şêx Seîd efendî di sala 1925ê de bi ser biketa, wê çaxê ji xelkekî wiha misilman re, kîjan sîstem anîba? Ma wê Komunîzm anîba? Ma wê Kapîtalîzm anîba? Helbet wê sîstemeke îslamiyetê anîba. Îcar ku dewlet çêbûya, xelkê Şêx Seîd kî bû? Li Kurdistanê Tirk ji sedî yek bûn, Fileh ji sedî 2 bûn. Yên din sedî 95 giş Kurd bûn. Baş e, eger Şêx Seîd bi ser biketa, wê xelkê Kurdistanê giş bişanda Ewropayê û xelkê Ewropayê anîba Kurdistanê? Ma wê miletekî din anîbana vê derê? Xelkê wî Kurd bûn, dînê wî Îslam bû. Eger bi ser biketa, wê navê dewleta wî Komara Îslamî ya Kurdistanê bûya.

Têkiliya Şêx Seîd bi Îngilîzan re hebû yan na?

Abdulillah Firat: Ti têkiliya wî bi Îngilîzan re tune bû. Şêx Seîd li dijî wan Îngilîzan bû. Lê tirk îro dibêjin têkiliya wî bi Îngilîzan re hebûye. Ev derew e. Têkiliya Tirkan bi Îngilîzan re hebû, Îngilîzan ew çax ji Tirkan re 50 teyare şandin. Tirkan bi van teyareyan di qiyamê de avêtin ser serhildêran û ew tesfiye kirin. Tirkiyeyê jî dev ji Mûsil û Kerkûkê berda. Yanî eger têkiliya Şêx Seîd bi Îngilîzan re hebûya, Mûsil û Kerkûk ji destê Tirkan nediçû. Îngilîzan di serhildanê de piştgirî dan Tirkan û Tirkan jî dev ji Mûsil û Kerkûkê berda. Hemû mesele ev e.

Dibêjin Şêx Seîd bi gelek zimanan dizanî. Bi çend zimanan dizanî?

Abdulillah Firat: Li deşta Xinisê file pir in. Li Paloyê file pir bûn. Şêx Seîd efendî bi zimanê fileyan pir rind dizanibû. Bi erebî pir rind dizanibû. Bi farisî rind dizanibû. Bi kurmancî û dimilkî rind dizanibû. Şêx Seîd efendî dînê fileyan jî baş dizanibû. Dema di navbera fileyan de, di warê meseban (mezhep) de îxtîlaf çêbûya, serî li Şêx Seîd efendî didan. Wî dînê wan ji wan çêtir dizanî, wî arîşeyê safî dikir.

‘Mehmûd Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne’

Derbarê têkiliya Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Seîd de, tu agahiyên te hene?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd ji Mehmûdê Berzencî re name dişîne. Dibêje nebî nebî tu Îngilîzan bixî Kurdistanê. Divê tu li hemberî wan şer bikî, têbikoşî. Rê nede Îngilîzan. Jixwe malbata Şêx Mehmûd Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne. Şêx Seîd ji bavê 10. digihije Şêx Mehmûd.

Di dema qetlîama fileyan de, helwesta Şêx Seîd çawa bû?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd efendî, bi fileyan re cînartiyeke pir xweş kiriye. Navbera wan pir baş bûye. Di dema qetlîama fileyan de Şêx Seîd efendî hewl daye qetlîam çênebe. Gotiye, file mezlûm in, ev tişta ku hûn dikin heram e, guneh e. Mesûm in, divê hûn wan nekujin. Hespekî kihêl ê Şêx Seîd efendî hebûya. Hespekî pir rind bûye. Seyîsê şêx hebûye.  Navê wî Hemê bûye. Gundê Şêx Seîd Qolhesar e. Gundekî fileyan ê bi navê Sardî jî cînarê gundê şêx bûye. Hemê li hespê xwe siwar bûye, hesp bezandiye. Du sê keçikên file derketine pêş. Hemê belaya xwe li wan daye, çend gotinên nexweş ji wan re dibêje. Şêx Seîd dema ev tişt dibihîze, li hespê xwe yê kihêl siwar dibe û hespê dibezîne. Bi wî emrê xwe hespê dibezîne û li pey Hemê dikeve. Dibêje tu çima wan keçikan aciz dikî û li wir li Hemê dixe. Wî ji seyîstiya hespê xwe davêje û berdide Hemê.

Dibêjen, ji ber ku Şêx Seîd goştê berxeke ku elewiyan serjê kiriye nexwariye. Seyîd Riza û eşîrên din ên elewiyan di serhildanê de piştgirî nedanê. Gelo rast e?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd efendî li Xinisê rûdinişt. Gundên Xinisê gundên sûnî û elewî ne. Wextê ji gundê xwe rabûya muheqeq diçû mala gundê Hesen Axayê Çarek. Kurd ji elewiyan re dibêjin çarek. Li mala wî dibû mêvan. Gundekî mezin e. Şêx Seîd efendî muheqeq şevek li wir disekinî. Şevek jî li gundekî din ê elewiyan dima û piştre riya xwe dewam dikir Helebê. Riya wî kifş bû. Çiqas diçû Helebê, muheqeq li van herdu gundan dima. Dema Şêx Seîd biçûya, derdora gund hemû diçûn wî gundî û lê guhdarî dikirin. Jê pir hez dikirin. Ew gund dibû mehşer. Carna 10-15 pez şerjê dikirin. Eşîra elewiyan dewlemend bû. Mêvandariyeke baş li Şêx Seîd dikirin. Gundê Mêrgezer hebû. Ew jî gundê elewiyan bû. Şêx Seîd ji ber ku kesekî bilind bû, bejna wî metroyek û 95 santîm hebû. Lihêf jê re nedibûn. Wê malbata elewî ji bo bejna Şêx Seîd efendî lihêfek (yorgan) çêkiribû da ku lingê şêx li derve nemîne, serma negire. Şêx salê çend caran diçû li mala wan dima. Ew lihêfa ku ji şêx re çêkirine, hê jî li mala wan a Stenbolê ye.

‘Jineke elewî kurê Şêx Seîd mêjandiye’

Tu xisûmeteke meshebî di navbera şêx û elewiyên din de tunebû?

Abdulillah Firat: Nexêr, tunebû. Ez ê mînakeke din bidim. Qerexaç gundekî nêzî mala şêx bû. Jinek ji vî gundî ye. Navê wê Harsê bûye. Şêx Seîd efendî dema tê Qerexaçê, dibîne Harsê rastî wî tê. Ew Harsê nas dike. Jê dipirse dibêje “Harsê ji te re çi bû?” Yên derdorê jê re dibêjin, jê re kurek bûye. Harsê beriya deh rojan welidiye. Şêx dibêje, jê re jî lawek çêbûye. Navê Ahmed li lawê xwe kiriye. Jinik jî dibêje wê navê kurê xwe daniye Kalo. Şêx careke din jê dipirse “Gelo şîrê te heye?” Ew jî lê vedigerîne dibêje “Ezbenî şîrê min bi qasî şîrê medekê ye, şîrê min pir e. Lê em feqîr in, birçî ne. Wextê zikê min têr be, şîrê min, ji lawê min re zêdetir dibe.” Şêx jê re dibêje “Harsê diya Ahmed şîrê wê tune ye. Ez ê her sal 5 zêran, kinc û libas û xwarîn û vexwarina we bidim. Tu û mêrê xwe  werin gundê me, hema tenê şîr bide lawê min Ahmed. Em wekî din tiştek ji we naxwazin.” Êdî şêx meaş dide Harsêya elewî. Harsê hem Kalo û hem jî Ahmedê kurê şêx dimêjîne.

RÛDAW

YORUMLAR

mahmut 28-02-2012, 19:10:51
herkes kendini kral sanıyor
Şeyh sıradan bir Kürt şeyhiydi. üstüne vazife olmayan bir işe kalkıştı belkide, devletin provakasyonunun oyuncağı oldu. Celadet Bedirhan, hacı Musa Bey ( mirzabeyoğlunun dedesi) bunlar Kürtlerin önderi olan kişilerdi. Kürtlerin Şeyhleri bunları dinlemeliydi ama her şeyh kendini kral sandı. Bu şeyh Said'in oğluda aynı telden çalmaya devam ediyor. şeyh said çok akıllıydı da neden provake oldu. olayı doğru okumak gerekir. kendini övmek için laf etmenin anlamı yok.

Xeberên di vê karegorîyê de

"Amerîka wê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike”
"Divê hemû rêxistinên xwedî hêzin beşdarî Konferansa Neteweyî bibin"
Mijara Konferansa Neteweyî ya ku dê ji bo 4 perçeyên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê pêk bê, bi hemû germahiya xwe di di rojeva Kurdan de berdewam dik
Mihemed Salih: Li cem PKK ala kurdî qedexe ye
Derwêşê ku Kurdistanê bost bi bost qeyd dike: Koçer Yilmazer
Hunermend Koçer Yilmazer ku heta niha li gelek gund û bajarên Kurdistanê geriyaye, albumeke ji 2 hezar û 500 fotografên kurdewar pêk tê, amade dike.
AKP Raya Giştî ya Kurd, Tirkîye û Cîhanê Dixapîne
AKP dikare şevêkêda qanûna 4+4+4 derbixe gelo çima bo perwerdeyîya zimanê zikmakî dernaxe
Dawiya îsal Iraq standardên EITI peyrew dike
“Bihar bû bihara Îslamî”
Qeredaxî: Tiştê ku vêga rû dide hem buhara erebî ye û hem buhara Îslamî ye.
Şêx Seîd û Şêx Mehmûdê Berzencî ji heman malbatê ne
Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn.
Em ji bo Kurdên Sûriyê nabin biryarder, tenê dikarin rê nîşanî wan bidin
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Fazil Mîranî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê,
Malbatên wendayan: Em hestiyên miriyê xwe bibînin em ê kêfxweş bibin
Hestiyên ku li Diyarbekirê di wargeha berê ya JİTEM’ê de derketin, hêviya malbatên wendayan zêde kirin. Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hat
Bi Pîreka Seydayê Mele Mansur Lamîa Xanimê Re Hevpeyvin
Ji me re şerme em bêjin di bin bandora Bihara Erebî de ne
Cuma İçten: Divê Tirkiye piştgirî bide Kurdistana serbixwe
"Kurdîstana Serbixwe Hêvîya min Ya Herî Mezin e"
NİHA Dİ MİZGEFTA SEÎDÊ KURDÎ DE 220 FEQÎ DİXWÎNİN
Leyla Zana: Xweserî têr nake, referendum pêwîste
Ji 1975-ê heta 2003-yê kurd û Amerîkayî
HEVPEYVÎNEKE BALKÊŞ Bİ DENGBÊJ EBDUREHÎMÊ MÛŞÎ RE (ufkumuz.net)
Mehmûd Osman: Îran li pişt aloziyên navbera Hewlêr û Bexda ye
Salaz: Erdogan ji PKKê agirbestê dixwaze
Li gel darhênerê fîlma Meş Şîyar Abdî Hevpeyvîn
Mehmet Adıyaman : Serkirdeyekî PKKê em kirin dijminê PKKê
‘Baskekî AKPê ji çareserkirina pirsa kurd ditirse’
Tanrikulu: Pirsa kurdî bi operasyonan çare nabe
‘Em hewl didin hêzên xwe li ser sînorê Tirkiye û Îranê bicîh bikin’
Li Gel Zeki SAVAŞ Hevpeyvîn 2 - ufkumuz.net
Ulusal egemenlik ve ulusal dil, Kürdler için ortak payda hükmündedir
Dengîr Mîr Firat: Serokwezîr Erdogan li ser soza xwe nema
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe
Li Gel Zeki SAVAŞ Hevpeyvîn - ufkumuz.net 

EDÎTOR

 

NIVÎSKAR

 
Bengîn Botî

Xewnên Heftreng

M.K.DILXÊRÎ

Îmamê Şafî

Ebdurehîmê Mûşî

Nebawerim Pîlan e

Mecîd Marûnis

Bijî Yek Gulan!

Muhammed ÎZOLÎ

Em Dixwazin

Fikret WANÎ

Mizginî

HEDİSÊN NEBÎ

 
Én pirr hatine xwendin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin
2 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
Én pirr hatine şîrovekirin  Bugün  Dün  Bu Hafta
1 Hikûmeta Frensa ya nû hate ragihandin
2 Encama rapirsîna li 11 bajarên bakur: 81% Kurdan statû dixwazin

AQAÎD

 

Îktîbas

 
Mahmut Kılınç

Bila Newroz Pîroz Be

Zeynelabidin Zinar

Oldarî û berpirsiyarî

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe

Necmeddin KARASU

Fahmkirina Seyda

İSTİLAHÊN ÎSLAMÎ

 

Lînk

 
 

Vîdeo Galerî

Diğer Videolar

Zarokên Amedê - Agirê Jîyan
Kawis Axa Genç Xelil
"Tê Bîramin Helebce"
Yusuf Can - Zare Zare
Grup Tîllo-Misliman
Platforma Vegerîna Xwe - Erdheja Wanê
Şêx Mursìd Masuq Xeznewi - Qur'an-a Pîroz

Foto Galerî

Diğer Galeriler

NYE-yê festîvala Anatolia
Daristan
Hewlêr
Nimêj

 
Copyright © 2008 ufkumuz.net
Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz, kaynak gösterilmeden kullanılamaz - Yasal Uyarı - SITEMAP
Yazılım: networkbil